PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weşan / Yayın Link Arşiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weşan/Yayın
Arşiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
Wek rexne li ser pêşangeha Bottropê

Kemal Burkay

Min li ser Pêşangeha Kitêbên Kurdî li Bottropê nivîsek dirêj bi Tirkî nivîsandibû û ew di malpera Dengê Kurdistan da hîn jî heye. Hin hevalên dinê jî wek nûçe (xeber)  û miqale li ser vê pêşangehê nivîsandin. Lê ew nivîsên han, ya min jî di nav da, hema bi temamî bi awayekî xweşbîn hatibûn nivîsandin, ango bi berçavikên pembe…

Pêşangeh helbet çalakiyek baş bû him di warê çandî (kulturî) him jî siyasî da. Ji xwe bo me Kurdan ev herdu war, ango çand-û siyaset ji hev bi dîwarên bilind cuda nabin. Wek milletekî bindest çanda me bibê nebê gelek sîyasî ye û sîyaseta me jî gelek çandî ye…

Belê pêşangeh çalakiyeke baş bû, sê rojan ajot, çend weşanxaneyên Kurd weşanên xwe li wir raxistin, gelek nivîskarên Kurd û çend jî yên Tirk tê da beşdar bûn, semîner dan. Bi sedan Kurdên Almanya, beşek jî ji Holanda û Belçika hatin serî li pêşangehê dan, kitêb girtin û guhdarîya semîneran kirin. Evana hemû tiştên baş bûn. Lê kêmasî jî hebûn.

Him jî kêmasî, bi raya min ne hindik bûn. Ew hinek kêmasîyên hevalên KOMKARê bûn ku ev pêşangeh çêkiri bûn; hinek jî kêmasîyên me Kurdan bi awayekî giştî bûn.  Divê ew jî bêne gotin û jê ders bêne stendin…

Yek ji wan kêmasîyan ew bû ku pêşangeh di medyayê da baş nehate bihîstin. Belê, hin malperên Kurdi behsa vê pêşangehê kirin; lê qasî ku dizanim têlevîzyonên Kurd ne berî pêşangehê ne jî pişt ra behsa wê nekirin. Eger li ser pêşangehê agahîyek fireh hebana wê zêdetir kes bihatana, tê da beşdar bana.

Weşanxaneyên ku hatibûn kitêbên xwe raxistibûn kêm bûn. Wek nimûne ji Swêdê, ji Weşanên Roja Nû pê ve, tu weşanxane ne hatibû. Lê di pêşangehên berê da ji swêdê çend weşanxane çûbûn, li Almanya di pêşangehên KOMKAR’e da kitêbên xwe raxisti bûn. Gelo, nuha çima terikandin? Xuya ye, xelkê ku tê û yê ku kitêban dikire kêm e. Hatin çûna vê riya dûr mesrefa xwe dernaxe…

Me bi salan ji tunebûna kitêbên Kurdî gazin kir. Nuha nivîskar jî, weşanxane jî, kitêb jî pir in; lê mixabin xwendekar kêm in… Her çiqas di dest min da statistikên baş tune bin jî, usa xuya ye ku di civate me Kurdan da xwendina kitêban gor salên berê kêm bûye. Ger kêm nebe, zêde jî ne bûye.

Roja pêşîn (roja înê) ber bi êvarê vebûna pêşangehê bû, herdu rojên dinê (şemî û yekşemî) rojên semîneran bûn. Li her rojê qasî 4-5 semîner hatibûn danîn. Gor bernamê, roja şemîyê divîya bû semînera pêşin piştî nîvro di saet yekê da dest pê bike û ya dawî jî di saet 8 da xilas be. Lê mixabin semîner di waxta xwe da dest pê ne kirin. Ji ber ku waxt hat, lê salona mezin û fireh vala bû. Gotin ”Kurdê me tim dereng tên…” Her usa jî: ”hin kes ji bajarên dûr tên, hîn di rê da ne…”

Bi rastî jî ber bi saet duduyon xelk hat.

Semînara pêşîn ya Xelîl Duhokî bû, divîya bû piştî nîvro di saet yekê da dest pê bike. Duhokî gelek berî waxta xwe di salonê da hazir bû; lê mixabin, ji ber dereng hatina guhdaran semînerê saetekê dereng dest pê kir. Duhokî li ser babeta xwe, rewşa zaravayê Kurmancî li Başûrê Kurdistanê, nêzî saetekê qise kir, vêcar dor hate pirsan… Lê mixabin, ki rabû, li cîyê ku pirsê bike, semînerek jî wî da! Belkî neh-deh kesan bi vî awayî qise kir, ji pênc deqeyî, ji deh deqeyî ne kêmtir…

Bi rastî em guhdar aciz bûn. Min ji hin hevalan pirsî: ”Gelo ev çi mesele ye?”

Gotin: “Ev jî usûlê me Kurdan e, bi taybetî yê Kurdên Başûr…”

Hevalê ku wek moderator li kursî, cem Dihokî rûnişti bû, hevalê delal Fettah Xoce jî, gelek nerm û kubar bû, bo xatirê xudê carekê jî ne got ku ”Hevalê delal, dirêj neke, keremke pirsa xwe bike, waxta me tune!”

Bi vî awayi bername ser û bin bû. Piştî Duhokî ez bûm. Divîya bû di saet 14.45 da dest bi semînerê bikim û saet di 16.00 da xilas bikim. Lê dema dor hate min, saet zû va ji 16.00 derbaz bûbû!

Waxta min saetek û çêyrek bû. Babetê min zman û edebiyata Kurdî bû. Min jî bi Kurdî qise kir û saetek ne bû, axaftina xwe xilas kir, dor hate pirsan.

Pirsa pêşîn disa wek semîner bû. Camêrî pirs ne dikir, li ser zman û edebîyata Kurdi zanîna xwe ya kûr radixist ber çavan… Hevalê tenişt min, moderator Fettah Xoce dîsa kubar û bêdeng bû… Bê çare, min rahişte mikrofonê, got: ”Hevalê delal, waxta me tune, ger pirsa te heye pirsê bike…”

Lê çi çare, ”usûl” cuda ye! Du kesên piştî wî jî xwestin usa bikin… Xuya bû ew hevalên delal ne ji bo guhdarî û pirsan, lê her yekî ji bo semînerekê bidin hatibûn wir. Ez bêçare mam, çawa carekê li Stokholmê di semînereke ser dirokê da jî kiri bû, min got:

”Hevalê delal, ewê ku nuha li vir semînerê dide ez im, ne tu yî… Tuyê pirsa xwe bike, waxt tune! Ji xwe guhdar gelek dereng hatin û bona vê yekê semîneran gelek dereng dest pê kir. Nuha jî hûn her yek, li cîyê ku pirsa xwe bikin, semînerekê didin û bername ser û bin dibe!..”

Bi vî awayî ew 15 deqqe jî derbaz bû û semîner xilas bû.

Piştî min semînera rojnamevanê Tirk yê navdar Cengiz Çandar bû. Piştî wî jî du semînerê  din hebûn: Ya şair Yelda Karataş û Şair Yilmaz Odabaşi… Mixabin, ji ber ku gelek dereng ket, dor ne hate wan herdu şairan, yê wan ma roja dinê.

Lê roja dinê jî eynî tişt qewimî…

Roja yekşemê dıvîya bû semîner di saet 11.00’da dest pê bike. Ez wek guhdar di saet 11.00’da di salonê da hazir bûm. Yelda jî wek semînervan hatibû. Lê mixabin, ji me û yek-du hevalên ku em birin salonê pê ve, li wir qûlê xwedê tune bû. Saetekê şunda dest pê kir, hêdî hêdi xelk hatin. Semînerê anca di saet 13.00 da, ango du saetan dereng dest pê kir. Lê qasî roja berê xelk tune bû. Ew kesên ku roja berê ji bajarên dûr hatibûn vegerîbûn û cardin ne hatin.

Roja yekşemê, bi taybetî di semînera şairên Başûr da jî ev usûlê ”pirsên wek semîner” ducar bû. Bona vê yekê, him ji ber dereng destpêkirinê, him ji ber pirsên vî cureyî, bibê nebê bername ser û bin bû. Dor ne hate hinekan û hin semîner iptal bûn…

Hin kêmasî helbet ji adet ûsûlê me Kurdan pêk tên. Yek ev e ku, gelek ji me di waxta xwe da naçin civînan. Gelek ji me ji me qet guh nadine civînan, kitêban û karên çandî…

Gelek ji me guh nadine usûl adetên civînan. Li cîyê ku wek guhdar pirsekê bikin, radibin semînerekê bidin! Yên ku civînan îdare dikin jî, bi kubarî û nermî bêdeng dimînin… Ev tişt bernameyên civînan ser û bin dikin.

Madem ku rewşa me kurdan usa ye, divê sazîyên ku van çalakîyan pêk tînin, hesabê van tiştan bikin. Di rojekî da 4-5 semîneran daneynin. Ji bo çalakîyeke han di rojekî da du, pir pir sê semîner têrê dikin.

Piştî pêşangehê jî kêmasiyan berdewam kir. Xebera pêşangehê ku giha medya Kurdî tenê ya herdu rojên pêşîn bû. Tê da di derheqê roja Yekşemê da, ango di heqê semînerên Yelda Karataş, Yilmaz Odabaşi û semînera helbestvanên Başûrî (Edîp Çelkî, Hoşeng Broka, Hadî Babaşêx û Ebdullah Cindî) da tu agadarî tune bû. Bona vê yekê ew nivîs du roj şunda hat firehkirin û agadarîya derheqê wan da lê hat zêdekirin…

Lê mixabin vêcar jî wêne (foto, resim) tune bûn! Hevalên Dengê Kurdistan ku bi vî karî mijûl bûn, name li ser name, li fotoyên Yelda, Yilmaz û yên helbestvanên Kurdên me yên Başûr geriyan. Lê bo xatirê xudê, wêneyek jî ne hate ditîn!

Li cîyê pêşangehê me dît, kamerayeke têlevîzyonê (Kurdistan TV) hemû semîner, ji serî heya dawî girtin. Çend wênekêşên hoste (Şahîn Aydin û Ezîz) kamera di dest da bi dehan, bi sedan wêneyên nivîskaran kişandin. Digel wan jî di dest her jin, mêr û zarokî da kamerayek dijîtal hebû û bi sedan wêneyên me û yên xwe kişandin… Lê mixabin nuha di dest da, wêneyên hinek nivîskaran ku li wir semîner dabûn tune bû!

Bona vê yekê, hevalan wêneyê Yelda Karataş û Yilmaz Odabaşi ji internetê derxistin û li xeberê xistin…

Xuya bû hevalên KOMKAR ku ev çalakîya delal serrast kirine, ewqas mesref kirine, ewqas waxt dane û westiyane, li ser hin tiştan ne fikirîne û kar debeş ne kirine. Kesên ku guhdarîya semîneran bikin û xeberan hazir bikin, kesên ku wêneyan bikişînin û di waxtê da bigihînin, dîyar ne kirine.

Kêmasîyên han ne cara pêşîn e ku derdikevin pêş me, ev tiştîn han di çalakîyên komeleyên KOMKAR da gelek caran hatine dîtin. Piştî tecrubeya 30-35 salî, piştî ewqas kar û xebat, bi rastî ev kêmasi ji bo hevalên me, ji bo KOMKAR’ê eyb e.

Kirina karekî baş bi serê xwe tiştek e, lê têrê nake. Divê tu wi karî baş bidî bihîstin. Karê ku raya gıştî baş pê nehese, berhemê ku li ber çavan neyê raxistin, yan tesîra xwe nabe, yan jî kêm dibe.

Serêşîyek jî di nûçeyê vê çalakîyê da, di lîsteya navê hin mêvanan da derket. Navê çend mêvanan, wek nivîskar û sîyasetmedar di nuçeyê da hatibû nivîsandin. Lê piştra, herhal ji ber rexne û pêşniyarên ku hatin, hin nav lê hatin zêdekirin. Ev jî nebû çare. Dibe ku dilê hin kesan jê ma, yên ku navê xwe di vê lîsteyê da ne dîtin.

Bi raya min listeyên han ne hewce ne. Herkesê ku hatibe cîyê han xwedî kesayetiyekê ye. Tu hinekan wek mêvanên giran bi nav bikî û binivîsî, yên din dikarin aciz bin…

-----------------------------

Bottrop’ta, 4. Kürt Kitapları Fuarı’nda
Anadilde eğitime bile karşı çıkanlar
Kürt sorununu nasıl çözecek?
Barışa ve demokrasiye susamışız
Boykot haklıdır
Anadilde eğitim anasütümüz kadar helaldır
Kurdun sevdiği dumanlı havalar
Referandumla iyi bir rüzgar yakaladık
Kılıçdaroğlu ve yanlış tarafta duranlar…
Kim kime karşı, kim kime rakip?
3. bölüm
Niçin PKK ve Öcalan üstüne yazıyorum?
Kim kime karşı, kim kime rakip?
2. Bölüm
Siyasetten ne bekliyorum?
Kim kime karşı, kim kime rakip?
”Demokratik Özerklik” üzerine
Siyam İkizleri: Derin Devlet ve PKK
Militarist-faşist güçlerin son çırpınışları
Biz hiç susmadık;Ama bizi görüp duymadınız…
Kimlik sorunu- 3
Kadın sorunu ve sosyalizm
Kimlik sorunu -2
Kimlik sorunu -1
27 Mayıs “Devrimi”

Anılarımın 2. Cildi ve
Gerçeğin aynasına öfke duyanlar... (1. Bölüm)

Anılarımın 2. Cildi ve
Pusulayı şaşıranlar...
(2. Bölüm)

Anılarımın 2. Cildi ve
Zeki Adsız’la ilgili tepkiler (3. Bölüm)

Anılarımın 2. Cildi ve
İki kazı bile güdemeyecek adam...

(Bölüm 4)

Viyana-İzlanda, Dil ve Şiir
Bir Dünyalıyım
Kovancılar Depremi, Lazaref, Dema Nû ve Newroz...
Geçmişten bir sayfa...
Çok laf değil, somut adımlar...
KÜRT SORUNUNDA BU DURUMA NASIL GELİNDİ? 1960 VE SONRASI...
Pervasızlığın bu kadarı:
“Balyoz” derbe planı...
Kar – Şiir
Ali Baba Kırk Haramiler Mağarasında
Açılımda eksikler ve yanlışlar
İki ihtimal
Ergenekon eylemde
Tüm barış ve demokrasi güçleri uyanık olmalı
TBMM’de Kürt Sorunu ve Dersim…
Statükocu güçler, Ergenekon ve şiddet birbirine bağlı
Hey, Hürriyet! Orada kimse yok mu?..
Aptallık insana özgüdür
Alevi sorununu çözmeye Munzur’dan başlayın!
Abdülmelik Fırat’ın ardından
Aldatanlar ve aldananlar...
Sisteme kurban edilenler...
Ayıp diye bir şey vardır, Bay Akyol!
Şu bölme, bölünme hikâyesi...
Dema Nu ile söyleşi
Ne yazmalı?
Bu nasıl devlet, bu nasıl yargı?!
Statüko ile değişim arasında
Ahmet Altan sapla samanı karıştırıyor
Kelepir fiyatına çözüm!
Barış ve çözüm ortamı var mı?
Mardin olayı üzerine
Nesimi, Mahzuni, İhsani…
“Korku imparatorluğu”
ve arkadaşım Turgut Kazan...
Hizbullah-PKK, Jandarma silahları;
DTP’ye yönelik son operasyon

Güngören bombaları
Ve bir kez daha haklı çıkarken…
Ergenekon davası
Ve hukuk adına telaşlı çığlıklar..
.
Obama’nın ziyareti derde derman oldu mu?
29 Mart Yerel Seçimlerinin Sonuçları
Gül Kürdistan deyince...
Kar, bahar ve Newroz üzerine…
DTP sorumluları bu işlere ne der?
Bir hastane yazısı
Yerel Seçimler Üzerine
“Ergenekon”un kısa bir tarihçesi
İşte buna şaşıyorum!
Ergenekon üstüne titreyenler...
Bu telaş neyin nesi?
Onlar yalnız Ermenilerin değil, kendi halklarının da düşmanı
Din-siyaset ilişkileri
Ergenekon ve 33 asker
Din üzerine bir sohbet
Takke düştü, kel göründü
Türkiye sorunlarını neden çözemiyor?
Bezele de Dağlıca gibi bir provokasyon
Ergenekon ve Sol
Pirçandî û Pirsa Kurd
İçe kapanma olayı ya da kaplumbağa politikası
Kürtçe ve Türkçe yazma üzerine
Cambaza mı bakalım, hırsıza mı?
Komplolar, cinayetler, provokasyonlar… ”Devlet sırları!”
Sistemde açılan bu gedik önemlidir
Abant Platformu ve sömürgeci tezlerin yeni versiyonları
Ergenekon ve Dağlıca
”Bilgi Destek Planı” yıllardır yürürlükte..
Baskın Hoca’nın genellemeleri…
Bu nasıl bir ülkedir?
Umut ne AKP’de, ne Kemalizmde
AKP’nin “çözüm” paketi ve GAP
Kürt sorununda ekonomi ve siyasetin bağı
Sabancı Cinayeti’nin belgeleri de ortaya dökülürken...
AKP değişimin partisi değil
Eski film yeniden gösterimde mi?
Kedinin boynuna çanı kim takacak?
Ülkeyi batağa sokanlardan çözüm beklenemez
Yeni bir halk hareketine
gerek var
Canım tepki göstermek istemiyor
Sadun Hoca ve Hasretyan
Geçmiş olsun Sırp yoldaşlar!
Aslan Asker Şwayk ”Panodaki Şiir”e Karşı!
Türban ve laiklik üzerine
Ergenekon ve Türk medyasının çözülen dili
Düzenli köşe yazılarıma son verirken…
Hrant Dink’i anarken
AKP sistemle kaynaşırken..
Sekiz asker, bomba olayı ve Erdoğan…
Tarih, akıl ve ahmaklık üzerine
Kandil Operasyonu; hedefler, sonuçlar
Kürtlerin temsil sorunu
Sabah’taki söyleşi, DTP ve temsil sorunu üzerine
Oyunun yeni perdesi ve değişen taktikler
DTP’ye yönelik kapatma davası
Bush-Erdoğan görüşmesi ne sonuç verdi?
Militarizm Türkiye’yi teslim almak istiyor
Katil kim?.
PKK’nın silah bırakmasına veya yeni bir ateşkese karşıyım!
Bu çılgınlıkla nereye?..
Nasıl bir anayasa? – 3
Militarizm barışa, demokrasiye, gelişmeye engel
Türkiye Malezya olur mu? Keşke olabilse!
Nasıl bir anayasa? – 2 Kemalizm ayak bağı oldu
Nasıl bir anayasa?
Bir genel af  ”PKK sorununu” bitirir mi?
DTP’nin temel yanlışı ne?
Yedi kızın acı öyküsü Yaşamadan Öldüler
Yakın tarihe kısa bir gezinti
Kürdistan gerçeği, Kürt ulusal sorunu ve onurlu tavır
Türk dış politikasının rüşvetleri…
Yezidi Kürtlere yapılan saldırı
Türk Parlamentosu ve Kürtler
Seçimlerde Türkiye solu, Kürt Ulusal hareketi
22 Temmuz Seçimleri üzerine
Orman yangınları kimin işi?
Dink Davası ve Sivas
Bir mum yakmaya devam…
Kuzeyde bir hafta
Norveç sınırı, Laponlar, beyaz geceler…
Darbe ayağa düştü
Darbe planı işlemekte
Barzani “PKK terörü”nü destekliyor mu?
Hükümet gerçekleri halka anlatmalı
Sayın Sezer, nereden nereye!
Son terör eylemlerinin ardında kimlerin eli  var?
Sistem ne laik ne demokrat
“Dil Devrimi” ve “Güneş Dil Teorisi” komedisi
“Türk Tarih Tezi” komedisi
Paşalar Cumhuriyeti, berdevam mı?.
Kürt Dili nasıl kurtulur?
Türk medyası ya da Yalancı Çoban
General, istifa et!
Heyy, orada bir Müslüman yok mu?!.
Irkçı görüşlerin temeli yalan ve safsata-2
Türk-İslam sentezi ve Kürtler, Aleviler...
Irkçı görüşlerin temeli yalan ve safsata-1
Kim olursa olsun!
“Bu ırkçılık nerden çıktı?!”
Aman, 301’i değiştirmeyin!
Yanlışta direnenler, Sopayı çözüm sananlar...
“Halkın oyları” ve çıkar yol
Türkiye batağa nasıl saplandı..
Kerkük Kürdistan’a katılırsa...
Gerçek katil kim?
Ankara Konferansı üzerine
AB’ye sırtını dönen Türkiye’de Savaş hazırlığı mı, blöf mü?
Saddam cezasını buldu
Çıkara dayalı yanlış hesaplar
AB’nin son kararı üzerine
Baker Raporu ölü mü doğdu?
PKK neden taktik değiştirdi?
İlkesizlik ve Irak’ta çözüm
Bir kez daha Ermeni sorunu üzerine
Değişime direnen Türkiye
Sel, yangın vb. “doğal felaketler” üzerine..
Kürdistan, zenginlik içinde yoksul ülke..
Bir şarkı, bir şiir
Fransız Parlamentosu’nun kararı Ve Cezayir..
En büyük devletsiz ulus..
Oyunu gerçek sanmak-2
Oyunu gerçek sanmak.. (1)
Ana-babalar kirli savaşı sorgulamalı
Linç salgını yayılırken…
Lübnan’dan uzak dur, Kürdistan’a hücum!..
Uygarlıklar Savaşı mı?
Türkiye’nin Kerkük Sorunu!
Halkı yalanla besleyen rejimler…
Irak’ı bekleyen: Ya üçlü konfederasyon, ya üç ayrı devlet
Bölgemizde ve Dünyada barış ve istikrar için..
Statükonun yıkımına kim ağlar?
Terör ve PKK bahane, Hedefler çok başka…
Hürriyet’in tehlike çanları!
Kırk katır mı, kırk satır mı?..
Demirel, Çiller, Ağar, Güreş… Bunlar tanık mı, sanık mı?.
Şemdin’in yakalanması, destanlar, balonlar…
Başı türbanlı bir kadın neden cumhurbaşkanı olmasın?..
Çetelerle mücadelede hükümete destek vermeli
Ülkeyi esir alan ahtapot...
Sular ısınırken...
”Sanki herkes kör, herkes zincirlerle bağlı…”
Bu bir darbe değil mi?
Terör ne, terörizm ne?
TBMM Başkanı Arınç’ın kunuşması ve demokrasi üzerine..
Şemdinli’deki askeri yığınak neyin nesi?..
Rejimin Kürt halkına topyekün saldırısı
Baş terörist kim, PKK mı, Türk devleti mi?
Önyargı, tutku ve akıl...
Derin devlet oyununda Rejisör, figüran ve seyirci…
Suç ve Ceza
Yine bir şeyler dönüyor…
Sistem çürümüş, dökülüyor
Irak’ta iç savaş kaygısı ve kendi kendine gelin güvey olanlar..
ŞOVENİZMİN ESİR ALDIĞI BEYİNLER (*)
At izi it izine karışırken..
HAMAS ve PKK…

Sağduyu ve hoşgörü gerekli
Şemdinli’nin üstü örtülüyor
Adalet mi rezalet mi?.
Genelkurmay Gladyosuna sahip çıktı!
Türk Gladyosu tasfiye edilmedikçe…
Yalancının mumu yatsıya kadar yanar
“Demokratik Cumhuriyet”in patenti Bay Öcalan’ın mı?
Türk rejimi neden Apo´ya sarıldı?
Kürt sorununa çözüm çeşitlemeleri üzerine…
Türkiye Kürtler konusunda İran’ın bile çok gerisinde…
Erdoğan’ın Şemdinli ziyareti ve alt kimlik-üst kimlik üzerine
Paris olayları ve küreselleşme üzerine
Olaylar böyle mi aydınlanacak?
Şemdinli bir fırsattır
Bu nasıl bir ilerleme?

Değişimi anlamak ve Kürt sorununda akılcı çözüm
Bilimsiz üniversite, hukuksuz adliye..
Türkiye’nin AB üyeliği ne Sevr’dir, ne de Lozan…
AB ile müzakereler başlarken umutlar - kaygılar...
3 Ekim bir dönüm noktası olacak
Sevgisiz bir ülke..
“Demokrat, özgür ve çağdaş Kürtlerin sesi…”
Provokasyon dumanları…
Asıl ölüm susmaktır
PKK’yı muhatap yapan kim?
Erdoğan’ın son tavrı
Doğu Kürdistan’daki son gelişmeler üzerine
Kürtçe şu anda zincirlerle bağlı
Öcalan İmralı´dan alınmalı
Derin Devlet ve PKK el ele..
Bir kez daha terör ve uluslararası sorunlar üzerine
Bir toplum nasıl kandırılır?
Bazı dostların ardından
AKP Alevileri yok sayıyor
ÇIKAR YOL - III Buyrun, örgüt de var, iş de!
Erdoğan’ın ABD gezisi: Türk tarafı için düş kırıklığıürk tarafı için düş kırıklığı
ÇIKAR YOL – II Teslimiyete karşı ulusal seçenek
Fransız Referandumu üzerine düşünceler

ÇIKAR YOL - I En başta umut gerekli
İşe yaramaz bir karar…
NE DEĞİŞMİŞ?.
Soykırım ve Yüzyıllık Nazizm
Kendi ordusunun işgali altında…
Türkiye’nin Kürt Politikası: Döverek Islah..
PKK’yı kim çözsün?.
Dün cami, bugün bayrak…
İstanbul sorunu artık Kürdistan sorunudur
Ermeni Soykırımı ve Orhan Pamuk Olayı
Bir kez daha laiklik sorunu ve Aleviler konusu
Ş I M A R I K…
Kürt Devleti ve Deli Dumrullar…
Dezînformasyon û Prowokasyon

Derin Devlet Tiyatrosunda Kürtler ve Türkler...

 

 
PSK Bulten © 2010