PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weşan / Yayın Link Arşiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weşan/Yayın
Arşiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Dewletên Kurd di dema Îslamê da

Axaftina Kemal Burkay di konferansa ser dîrokê da ku di 10’ê Sibatê li Stokholmê hat çêkirin

Xwîşk û birayên delal,

Îro babeta me dîroka Kurd e. Li ser dîroka Kurd cara pêşîn e ku di konferanseke han da qise dikim. Ji xwe konferansên me piranî li ser sîyasetê, carina jî li ser zman û edebîyatê ne; lê yên ser dîrokê ne bûne adet, yan jî gelek kêm in. Spas ji rêvebirên Federasyona Kurd ra ku civîneke han amade kirin û gazî me jî kirin.

Berî ku li ser babeta xwe bisekinim, dixwazim behsa bûyereke mihîm yên van rojên dawî bikim. Wekî hûn jî zanin, dîrokzanê Kurd ê namdar, Prof. Şekroyê Xudo çend roj berê li Moskowê çû heqîya xwe. Şekro Kurdekî jîr, dilgerm û zanayekî hêja bû li ser dîroka Kurd. Bi mirina wî me rewşenbîrekî baş winda kir. Lê kar û xebata wî û berhemên wî her bimînin. Neslên teze navê wî jî, wek yên dinê ku ji zman, edebîyat û dîroka Kurd ra xizmet kirine, wê bi hurmet bînin bîra xwe.

Dîsa ez bêm ser mijara îro. Belê, mijara me dîroka Kurd e. Gelo em Kurd dîroka xwe çiqas dizanin? Yan çiqas giranîyê didin dîroka xwe? Mixabin, Kurdên ku firsend ne dîtine ne çûne mekteban, baş perwerde ne bûne bila li wir bimîne, lê Kurdên ku xwendine, jîmnazyum û zenîngeh xilas kirine, heya gelek Kurdên “nivîskar” û “rewşenbîr” jî, mixabin dîroka xwe baş nizanin.

Ez çend caran rastî hevalên nivîskar û sîyasetmedar hatim ku, hayê wan ji dîroka Kurd tune. Du caran di înternetê da rastî nivîsên usa hatim ku, digotin “Kurdan dewlet çênekirine...” Carê jî hevalekî huquqnas û sîyasetmedar dîsa usa nivîsandibû; digot “herçiqas me Kurdan tu dewlet çênekirîye jî em gelekî baş in, me xirabî ne kirîye...”

Bi rastî, ez li himber van gotinan şaş û metel mam. Gelo çawa dibe, ma hayê van hevalan ji dîroka Kurd tune? Min ew kes rexne kirin û min li ser vê babetê nivîsand . Xuya ye hayê wan ji dîroka Kurd tunebû!

Lê herdu heval jî, li cîyê ku kêmasîya xwe bibînin û qebûl bikin, ji min aciz bûn û acizîya xwe bi nivîskî jî nîşan dan...

Belê, heya nivîskar û rewşenbîrên me jî qîmetê nadine dîroka xwe, xwe nawestînin ku vê dîrokê nas bikin, baş hîn bin.

Malûm e, Kurdistana Başûr jê derxe –ew jî vê dawîyê bû xwedî îmkanên baş- dibistan û zanîngehên me Kurdan tunin ku zmanê Kurdî, her usa jî dîroka Kurdî hînî me bikin. Wek nimûne, me Kurdên Bakûr di mektebên dewleta Tirk da xwend. Zman zmanê wan, dîrok, dîroka wan bû. Dîrokek ku li ser vir û derewan çêbûbû. Ji destpêka dîroka mirovetîyê digirtin her tişt wek malê xwe nîşan didan. Wekî hemû nebe jî, piranîya dewletên dinyayê wan çêkiribûn!

Gor vê dîrokê Hîtîtên Anadolê Tirk bûn! Ûrartu Tirk bûn! Hûn Tirk bûn û hukimdarê wanê bi nav û deng Atîlla jî, yek ji wan Tirkên namdar bû! Dewleta Cengîz û Têmor Tirk bûn! Heya Silheddînê Eyûbî jî Tirkekî temam bû!

Hewce ye ku ez bêjîm? Hîtît qewmeke Aryan bûn û tu eleqê wan bi Tirkan ra tune. Hurrî û Urartû jî Aryan bûn û li ser coğrafya Mezopotamya Bakûr û Kurdistanê hukim kirin. Dema ew hebûn, hîn navê Tirkan li dinyayê tunebû. Atîlla Macar bû, Cengîz Moğol bû û Têmor jî Teter...

Asya welatê bi dehan, belkî bi sedan xelkan e. Tirk yek ji wan in û yek ji wan irqên “zer”in, mîna Çînî, Korî, Japon, Mongol. Teter û hwd.. Her usa jî di dîrokê da gelek dereng derketin ortê..

Lê gor wan kitêb û mamosteyên Tirkan, em Kurd ji xwe tunebûn. Ne zmanê me hebû ne dîroka me! Helbet me tu dewlet jî çênekiribû! Di mekteban da serê zarokan, her usa jî serê me Kurdan bi van derewan tijî dikirin. Malbatên me jî piranî nezan bûn ku me hişyar bikin. Yê ku bizane jî ditirsîya ku dijî van derewan derkeve.

Ku em mezin bûn, di nav me da hin kes hêdî hêdî di derheqa van derewan da hişyar bûn. Bi taybetî di salên 1960 vir da Kurdên Bakûr jî komele ava kirin, weşan derxistin û di derheqa zman û dîroka Kurd da jî hat nivîsandin û kitêb derketin. Em pê hesîyan ku em Kurd yek ji wan xelkên berê ne ku di destpêka dîroka nivîskî da xwe nîşan daye. Me di dîrokê da, berî Îslamîyê û piştî Îslamîyê gelek dewlet çêkirine. Ew dewletên me ne bi derewan, lê bi rastî çêbûne!

Zmanê me jî, dîroka me jî gelek kevn û dewlemend e û divê em pê serbilind bin. Bona vê yekê jî divê zmanê xwe baş bi kar bînin û vê dîroka xwe nas bikin...

Neyarên me dema zmanê me û dîroka me vedişêrin, pîçûk dibînin, helbet armancek wan heye. Ew bi vî awayî dixwazin me bihelînin, wek millet winda bikin. Gelê ku zmanê xwe qels û winda be, dîroka xwe nasneke, nasnama xwe jî winda dike.

Dîrok jî wek zman, yek ji stûnên hebûna me ye.

Dîrok ne tenê dewlet çêkirin e, ne tenê şer û feth û nav û dengê hukumdaran e. Her usa jî bajarvanî ye, avadanî ye, berhemdarî ye di warê zanîn û hunerê da. Di bajarvanîya Mezopotamya, Anadol û îranê da me Kurdan roleke mezin lîstîye.

Îro êdî em baş dizanin ku, bav û kalên me ji hezaran sal berê li ser axa Kurdistanê jîyane. Lolo, Qasî, Gutî û Eleman, Subarîyan û Hurrîyan (Ku hemdemên Şumîr û Babîlîyan bûn) 4-5 hezar sal berê li ser axa Kurdistana îroyîn, Mezopotamya Bakûr û li Zagrosan, ji dor Gola Wanê heya Meletyê, ji Kerkûk heya Antakyê jîyan, nivîsên mixî û hîyeroglîfî bi kar anîn, qesr û qele û bajar ava kirin. Piştî wan Xaldî (Ûrartû), Mîdî û yên din tên.

Îro dîsa baş eşkere bû ku di dinyayê da şorişa neolîtîk li ser axa Kurdistanê dest pê kirîye. Ango mirovan cara pêşîn 10-11 hezar sal berê li dor çemê Dîcle, li Rewandûzê û li hêla Dîyarbekrê pez û kûçik kedî kirine, ceh û genim çandine, xanî çêkirine û gund ava kirine...

Belê, îro wek berê nîn e. Êdî di derheqa dîroka Kurdan da gelek malûmatên zanistî, gelek şop û berhem hene û bi destê bîyanîyan û bi destê Kurdan gelek kitêb çap bûne. Em Kurd êdî dikarin dîroka xwe baş hîn bin û bi vê dîroka kevn û dewlemend serbilind bin.

Helbet ne tenê ji bo serbilindî, her usa jî divê em dîroka xwe baş bizanin ku ji şaşî û kêmasîyên xwe dersan jî bistînin. Gelê ku dîroka xwe baş nezane, nikare dahatûya xwe jî baş rêz bike.

Xwendevanên delal, ez bêm ser babeta xwe ya vê konferansê. Bebeta min Dewletên Kurd in di dema Îslamê da.

Lê berî ku behsa van dewletan bikim, divê bi Kurtî behsa Kurdan û Kurdistanê bikim ya berî Îslamîyetê.

Min li jorê, piçek behsa dema antîk kir. Malûm e, Mîdî jî wek bav û kalên Kurdan têne qebûlkirin. Mîdî dora hezar salî BÊ (Berî Êsa) gihan rojavayê Îranê û Kurdîstana îro, di sala 612 da (BÊ) Nînova girtin, dewleta Aşûr hilweşandin, di eynî demê da welatê Xaldîyan jî dagîr kirin, heya Çemê Xalîcê (Kizilirmak) çûn. Împaratorîya Îranê Mîdan avakir û piştra kete destê Farisan (Persan). Helbet Mîdî gelê pêşîn ne bûn li Kurdistanê, lê xuya ye bi gelên heyî ra (Xaldî û Naîrî) kelîyan.

Di dema sefera Ksenofonê Grêkî da, mintiqa Başûrê Gola Wanê, ango Kurdistana Merkezî wek Gordîene (Kurdîyene) dihate nasîn û li vir Kardûk dijîyan ku hema hema temamîya dîrokzanan dibêjin ew Kurd bûn.

Mîdan, piştî ku hukimdarî winda kirin jî di dîroka Îranê da rol û granîya wan tim hebû. Mîdya heya hatina Erebên Îslam hebûna xwe parast.

 

Hukumdarîya Persan bi destê Îskenderê Mezin hate ruxandin û Kurdistan demekê kete bin destê wan. Piştî Makedonîyan Romî hatine mintiqê. Li Îranê jî berê Part (Eşkanî), piştra jî Sasanî hukum bi dest xistin. Di vê demê da Kurdîstan di navbera împaratorîya Îran û Romîyan da ma, parçe bû, bi sed salan bû warê şer û şewatê.

Piştî ku dînê Êsa (Xaçparêzî) derket, di hêla Sûrîyê, Anadolê û Kurdîstanê da jî belav bû. Li vê mintiqê bi taybetî mezheba Suryanî bû. Romî berê dijî Xaçparêzî bûn û cezayên mezin dane wan. Lê piştra ku Xaçparêzî qebûl kirin (di dema Konstantîn da, sedsala 4’an) hingê ev ol di hêla Kurdistanê da, cîyên ku di bin destê wan da bûn, wek Mêrdîn, Farqin, Dîyarbekir, bi taybetî di nav Ermenîyan da xurt bû..

Di sedsala 7. da jî Erebên Îslam Kurdistan û Îran fetih kirin.

Malûm e, Misilmanî piştî derketina xwe, bi rîya feth û şer ber bi çar alî zû belav bû. Hîn di sala 633 da (BÊ) ordîyên Ereb, ber bi bakûr û rojhilat çûn û şerê Îranîyan kirin. Hingê Îran di bin hukumdarîya Sasanîyan da bû.  Şerê pêşîn ê mezin di navbera Ereb û Îranîyan da di sala 637 da li dora Dîclê, li Qadîsîyê çêbû û Îranî şikîyan, hukumdar Yezdegerdê III. xwe avête Mîdyayê. Piştî wê Ereban hêla Mûsilê dagîr kirin û ber bi bakûr û rojhilat çûn, Kurdistana Başûr ket bin destê wan.

Di navbera Ereban û Îranîyan da şerê duduyan ê mezin di sala 642 da, di dema Xelîfe Omer da li nêzî Hemawendê çêbû û dîsa Ereb bi serketin. Dîrokzanê Ereb El Balazurî dibêje ku hêla Şehrezorê ber xwe da, lê fermandarê Ereb Utba di 643 da zora wan bir û dijî Kurdan şer kir, gelekî wan kuşt û ev mintiqe heta Azirbaycanê zeft kir.

Di sala 936 da Ereban li Yarmukê bi ordîya Bîzansê ra ketin şer û ew şikandin, Sûrîye bi dest xistin. Piştî wê heya sala 939 carina bi şer, carina bi hevhatin Cizîr, Nisêbin, Mêrdîn, Heskîf, Ruha, Farqîn,  Amed (Dîyarbekir), Egîl, Bitlîs û Xelat bi dest xistin. Amedê li himber wan pênc meh ber xwe da.

Şerê Kurdan û Ereban piştî wê jî nesekinî. Cî û cî Kurdan misilmantî bi zora şûr qebûl kirin, lê li hin cîyan jî bi Ereban ra li hev hatin.  Razî bûn ku beş û bac bidine Ereban, alîkariya leşkerê wan bikin, wan jî soz dan ku ji ol û adetên Kurdan ra hurmet bikin. Lê piştî ku leşkerê Erep diçû, Kurd cardin vedigerîyan ser ola xwe yê berê, ku Zerdeştî bûn.

Ev lec û berxwedanên Kurdan nêzî sê sedsal ajot û di vê demê da mirov dikare bêje Kurdistan kelîya. Li mintiqa Kurdistanê gelek serhildan çêbûn, wek serhildanên Babek, Daysam û ya Reşikan (Zînc) ku Kurdan jî piştgirîya wan kir. Bîr û bawerîyên wek Xarîcî, Hurremî, Yêzdî li gelek cîyên Kurdistanê derketin ortê yan jî li wir xurt bûn.

Di sala 750 da Eba Mûslîmî Xorasanî ku bi eslê xwe Kurd bû, pêşengîya şorişekê kir dijî Emewîyan, zora Xelîfe Merwan bir û li Bexdayê xelîfetî teslîmî Abbasîyan kir.

Piştî Abbasîyan jî şer û pevçûnên Kurdan ne sekinî, heya destpêka sedsala 10. Hingê êdî Kurd westîyan, Misilmanî qebûl kirin û vêcar jî ew parastin dijî Xaçparêzan û yên dinê..

Her usa jî van serhildanên Kurdan hêza Xelîfeyên Ereb sist kir û li vir û wê Kurdan dewletên serbixwe yan jî nîv serbixwe çêkirin.

Tarîxa Kurd Şerefname, devlet û mîrekîyên Kurdan dike sê beş: Beşa yekem ew in ku devletên serbixwe avakirine û dîrokzan wan wek sultan û padşa bi nav dikin. Şerefxan dibêje ewana pênc in:

1-     Merwanî; Hukumdarên Cizîr û Dîyarbekirê ne;

2-     Xanedanê Hasanweyh; hukumdarên Dînawer û Şehrezorê;

3-     Lorên Mezin; hukumdarên Fedlawî;

4-     Lorên Piçûk;

5-     Eyyûbî; hukumdarên Misir û Şamê...

Beşê duvem her çiqas, wek sultan û padşayan dewleteke serbixwe çênekirine jî, carina bi navê xwe pere derxistine û xutbe dane xwendinê. (Hukumdarên Erdelan, Hekkarî, Îmadîye-Badînan, Cizîra Botan). Beşê sêwem jî mîr û hukumdarên dinê ne. (Şeref Xan di kitêba xwe, beşa çaran da behsa Mîrekîya Bitlîsê dike.)

Dîrokzanê Kurd Mehmet Emîn Zekî jî di kitêba xwe ya “Tarîxa Kurd û Kurdistanê” da tevî vana, hin dewletên Kurd ên dinê jî wek xanedanên serbixwe nîşan dide:

  • Şeddadî;
  • Benî Înaz (mîladî 986-1116)
  • Şebankare  (li Farsê, di sedsalên 11-14 da sê sedsal hukim kirîye);
  • Salarîyên Ezirbaycanê (mîladî 910-1030)
  • Mîrên Erdelanê (hîcrî 617-1284);
  • Zend ( hîcrî 1167-1202)
  • Mîrekîya Horasanê (hîcrî 643-785)
  • Brahuyîyên Belucîstanê (hîcrî 1172-1300)

 

Guhdarên delal, helbet, babet fireh e û waxt jî kêm e. Bona vê yekê ezê di nav van dewletan da behsa yên sereke bikim.

Dewleta Şeddadî.

Her çiqas di Şerefnamê da behsa Şeddadîyan nabe jî, di çavkanîyên dinê da ev dewlet tê nîşan dan wek dewleteke mezin yê Kurd. Mirov dikare bêje dewleta Şeddadî, di dema Îslamê da dewleta Kurd ya herî pêşîn e ku li beşekî Bakûrê Kurdistanê û li Azirbaycan û Arranê ava bûye. Tevî Azirbaycanê, Ermenîstan û Gurcîstan jî di bin hukumdarîya wan da bûye (Tevî Tebrîz, Tiflîs, Qerebax û Nahcîwan).

Avakirê dewletê Benî Şeddad e ji qebîla Rewadî. Gor gelek çavkanîyan, Eba Muslîmî Xorasanî û Sileheddînî Eyûbî jî ji vê qebîlê ne. Payîtextê wan ê pêşîn bajarê Dabîl (Dwîn) bû, nêzî Erîwanê. Piştra Gence kirin payîtextê xwe.

Hin çavkanî destpêka vê dewletê 951 nîşan didin ku heya dawîya sedsala 12, ango 250 sal devam kirîye. Ji vê malbatê 14 kes sultanî kirine. Lê hîn di despêka sedsalê 10 da ew li vê heremê xwedî mîrayetî bûn û mîrê wan Yaqûp As Şadya bû (901-928) û bi navê xwe pere derxistibû. Gor van çavkanîyan dewleta Şeddadî qasî sê sedsal hukum kirîye.

Bazîl Nîkîtîn dibêje piranîya nifûsê mintiqê Ermenî bû. Lê malûmatên dinê nîşan didin ku di wê demê da, bi taybetî mintiqa Azirbaycan û Aran da Kurd pir bûn. Ji xwe Tirk hîn ne hatibûn mintiqê û tu eleqeyê navê “Azirbaycan” (Adirbaycan) bi Tirkan ra tune. Gor gelek çavkanîyên Grêkî, Ereb û Ermenî wê demê ev mintiqe warê eşîrên Kurdan bû. Kurdan dijî êrîşên Ereban gelek şer kirin û bi wan ra peyman çêkirin ku ola xwe biparêzin û cejnên xwe jî bi serbestî bikin. Dîsa, di sala 944 da, Kurdan dijî êrîşa Ûris û Wîkîngan bajarê Barzayê (Barda) parastin.

Tirkên Oguz di destpêka sedsala 11 da hatin vê mintiqê, di sala 1054 da Tebrîz girtin, lê hukma Şeddadîyan li mintiqeyên dinê berdewam kir. Di sala 1072 da hukumdarîya Şeddadîyan bû du beş, payîtextê beşekê Gence, ya dinê jî bajarê Anî bû. Di sala 1088 da hukumdarê Tirk Melîkşah Gence zeft kir, lê beşa Anî heya sala 1199 berdewam kir; hukumdarê dawî Kay Sultan bû.

Şeddadîyan li vê herêmê gelek avadanîyên balkêş çêkirin. Yek ji wan pira mezin li ser Erezê bû. Bajarê Anî, ku Mînorskî dibêje “Bajarê hezar û yek dêran e”, baş parastin, li wir mizgeftên xweşîk jî ava kirin. Dîroknivîserê bi nav û deng Îbn ul Esîr ji bo Genceyê dibêje ku “bajarê bajaran bû li welatê Arranê.”  Yakut Hamawî jî dibêje li vî bajarî gelek edîb, zana û mihendîz civîyabûn.

Dewleta Hasnawî (Hasanweyh)

Ev dewlet li Cîbalê, ango li ser axa Kurdîstana Rojhilat (Îran) di sala 959 (mîladî) ava bû. Avakirê vê dewletê Hasanweyhê Kurê Hûseyîn ji eşîra Barzikanî (Barzinî) bû.

Hingê li Bexdayê Buheywî li ser hukim bûn. Hasanweyh, tevî Ruknuddewleyê hukumdarê Buheywî tevî sefera Horasanê bû, di vê seferê da nav û dengê xwe da bihîstin. Piştra pêvendîyên wan xirab bû, di nav wan da şer derket û Hasanweyhî ji bin sîya wan xilas bûn.

Ev dewlet her usa ji hemdemê dewleta Şeddadî bû; Şeddadîyan li bakûr, Hasnawîyan li başûr, li mintiqa Şerezor, Dînawer heya Hemedan û Nîhawendê hukim kirin.

Piştî Mirina Hasanweyh kurê wî Bedr bû hukimdar (979). Di dema wî da dewleta Hasnawî xurttir bû, ber bi başûr û rojhilat firehtir bû; Ahvaz, Hûzîstan, Berûcerd û Esadabad jî kete nav sînorên wan. Bedir di sala 1015 da di şerê Qela Koscîdê da hat kuştin û kurê wî Tahir cîyê wî girt.

Piştî Tahir xanedana Hasnawî giha dawî û hukim kete destê Îyaran. Ew jî qebîleyeke din bûn ji eynî eşîrê. Wana 130 sal li mintiqa Şerezor û Kîrmanşah hukim kirin. M. Emîn Zekî wan wek “Dewleta Înaz” bi nav dike.

Gor M. Emîn Zekî, Buheywîyên ku wê demê li Bexdayê hukim dikirin, ew jî bi eslê xwe Kurd bûn. Berê li Başûrê Behra Hazarê ciwar bûbûn. Di destpêka sedsala 10. da Navçe û Başûrê Îranê bi dest xistin û piştra jî li rojava Cîbal (Kurdîstan) û Fars girtin û piştî wê jî Bexda zeft kirin û dewleta Buîd (Buheywî) ava kirin, li Bexdayê sed Salî zêdetir hukim kirin (945-1055). Xelîfeyê Abbasî di bin sîya wan da û bê tesîr bû, wek şeyxulîslam... Cîgerxwîn jî di “Tarîxa Kurdistan” da dibêje ku ew Kurdên Dimbilî bûn.

Dewleta Merwanî

Xanedana Merwanîyên Kurd li dawîya sedsala 10 xwe nîşan da û li Farqîn (Silîwan) û Amedê (Dîyarbekir) hukim kirin. Di derheqa vê dewletê da di çavkanîyên Bîzansî û Ereban da gelek malûmat heye. Lê her usa jî dîroknivîserê Kurd Îbn’ul Ezraq, ku bi xwe jî ji Farqinê ye û di dema Merwanîyan da jîyaye, bi navê “Dîroka Amed û Meyafarqînê” kitêbek taybetî ji bo Merwanîyan nivîsandîye.

Avakirê dewletê ji eşîra Humeydî bi navê Bad (Baz) bû. Hin çavkanî dibêjin Badê kurê Dostik berê şivanek bû, hin kes li dora xwe kom kirin û herêma Hîzanê û derdora wê kir bin hukmê xwe. Di sala 985 da (mîladî) çû ser Farqinê û bajar bê şer teslîm bû. Piştî wê jî Nisêbîn û Cizîr zeft kir û hukimdarîya xwe êlan kir. Hingê di navbera wî û hakimên Bexdayê Buheywîyan da şer derket; lê Bad zora wan bir, piştra jî ajote ser Mûsilê. Li hev hatin û Çîyayên Tûr Abdîn bû sînorê herdu dewletan.

Bad piştra bi Hemdanîyan ra kete şer, di şer da hate kuştin û brazîyê wî Ebû Alî Hasan bû hukimdar. Hemdanî şikestin û vekişîn Şamê. Ebû Alî bakûrê Sûrîyê ji dest Bîzansîyan girt. Navê bavê Ebû Alî Hasan, Merwan bû. Bona vê yekê ji vê dewletê ra gotin Merwanî.

Di sala 993 da li hêla Xelat, Ercîş û Bargirîyê jî di navbera Merwanî û Bîzansîyan da şer çêbû, lê Bîzansî şikestin û bi şunda vekişîyan, di navbera herdu alîyan da peyman çêbû ku deh sal şerê hevdu nekin. Bi vî awayî di welatê Merwanîyan da aramî çêbû.

Di sala 998 da li bajarê Amedê xelk dijî Ebû Alî rabû, ew kuşt û Ebû Tahîr Dîmne ji xwe ra kire mîr. Textê Merwanîyan jî ket destê birayê Ebû Alî, Saîdê bavê Mansûr. Amedê jî ev yek qebûl kir û xutbe bi navê Ebû Mansûr hate xwendin.

Mîrê Amedê Dîmne bajar 28 sal îdare kir. Xelk jê razîbû. Di dema wî da sûrên dîyarbekrê hatin bilindkirin û li alî rojhilat qesrek çêkir, ji qesrê heya çemê Dîclê rîya avê vekir. Bi Xelîfeyên Bexda û Misrê ra û bi Împaratorê Bîzansê ra pêvendîyên baş çêkir.

Ebû Mansur jî li Farqinê 13 salan hukim kir. Wî jî bi Xelîfe ra û hukimdarên derdorê ra pêvendîyên baş çêkîr, sûrên Farqîne xurt kirin. Lê Ebû Mansûr di sala 1011 da bi destê wezîrê xwe Şêro hat kuştin. Birayê wî Ehmed zora Şêro bir û bû hukimdar.

Ehmed bîn Merwan 52 sal hukim kir. Di sala 1025 da Mîrê Amedê Dîmne hat kuştin û mifteyê bajêr teslîmî Ehmed Bîn Merwan kirin. Dema wî bi aşitî derbaz bû. Li Farqinê û derdorê gelek qesr, mizgeft, nexweşxane, kerwansaray, çarşî, hemam û baxçe ava kirin. Ji dûr va av anî bajêr. Li ser çemê Ambarê pira bîst derî çêkir. Li dor çemê Erqenîsê bajarê havîngeh Nasrîye ava kir.

Li qesra wî gelek mirovên zana û hozan civîyabûn. Li Amed û Farqinê kitêbxane rast kir.

Di sala 1043 da ordîyeke Tirkan bi 10.000 suwarî hêla Dîyarbekrê talan kirin û dora Farqinê girtin. Lê piştra şevekê fermandarên wan bi hev ketin, hevdu kuştin. Kurdan jî êrîş birin ser wan, leşkerê wan belav kirin, beşek jî hêsîr girtin.

Ehmed Bîn Merwan di sala 1062 da çû heqîya xwe û kurê wî Nîzameddîn bû hukimdar. Di dema wî da êrîşên Tirkan ji Îranê ber bi Anadolê zêde bûn. Tirkmenan ji hêla serhedê heya Meletyê diçûn û talan dikirin. Bona vê yekê Bîzansîyan Merwanî gunekar kirin û di sala 1063 da êrîş kirin, dora Amedê girtin. Lê Kurdan zora Romîyan birin û ew revandin.

Di sala 1072 da li hêla Milazgirê di navbera Alpaslanê Selçûkî û împaratorê Bîzansî Romen Dîyojen da şerekî giran çêbû. Romî şikîyan û rîya Anadolê li ber Tirkan vebû. Di vî şerî da Kurdan jî piştgirîyeke baş dane Selçûkîyan. Ji çaryekê ordîya Alpaslan ji Kurdan pêk dihat.

Lê ev yek ji bo Kurdan baş nebû. Berê hêla serhedê kete destê Tırkan. Piştra, di sala 1084 da êrîşî ser Amed û Farqinê kirin. Herdu bajararan jî nêzî salekê baş ber xwe dan, lê li Amedê xelayî çêbû û avên Farqinê hatin birîn, herdu bajar jî mecbûr man teslîm bûn (1085). Bi vî awayî dawîya dewleta Merwanî hat.

Dewlata Eyûbî

Di nav xanedanên Kurd da yên bi herî nav û deng dane Eyûbî ne. Wana li Şam û Misrê, her usa jî li Kurdistanê hukim kirin. Di dema Sileheddînê Mezin da sînorên vê dewletê ji Trablûs heya Şerezorê, ji Xelat heya Yemenê dirêj dibû.

Hukumdarîya Eyûbîyan ber bi dawîya sedsala 12 xwe nîşan da û piştî ku demên xwe yên herî geş derbaz bûn jî hin milên wê, li hin welatan heya nîvê sedsala 14. hukim kirin.

Bapîrê Sileheddîn, Şadî Bîn Merwan, xelkê bajarê Dwînê (paytextê Şeddadîyan), ji qebîla Rewadî,  eşîra Hezbanî bû. Kurên wî Necmeddîn Eyûb û Şêrgoh li vir hatin dinyayê. Piştra koç kirin hatin Bexdayê û Selçûkîyan Parêzgerîya qela Tîkrîtê da wan. Piştra jî ketin xizmeta Zengîyan, atabegên Mûsilê. Sileheddîn hingê hate dinyayê (1138).

Necmeddîn û Şêrgo tevî hin seferên Îmadettîn zengî bûn û di zeftkirina bajarê Baalbekê da alîkarîya wî kirin. Necmeddîn Eyûb bû parêzgerê Baalbekê. Di wê navberê da Îmadettîn mir û kurê wî Nûreddîn Zengî bû hukimdar. Di dema wî da bi alîkarîya Necmeddîn û Şêrgo bajarê Şamê jî kete destê Zengîyan û Necmeddîn bû Walîyê Şamê (1154). Şêrgo jî bû fermandarê ordîyê, her usa jî parêzgerê Humsê.

Di wan salan da frengan êrîş dibirin ser Misrê û Xelîfeyê Fatimî El Adîd ji Zengîyan alîkarî xwest. Hingê Şêrgo bi ordîya xwe sê caran çû Misrê, Freng qewirandin û di çûna dawî da  wezîr Şewra kuşt û bû wezîrê Xelîfe (1169). Çend meh derbaz nebûn, Şêrgoh çû heqîya xwe û Sileheddîn, hîn di 31 salîya xwe da bû wezîr.

Sileheddîn di sala 1071 da dawîya selteneta Fatimîyan anî, xutbe bi navê Abbasîyan, ango Xelîfeyên Bexdayê da xwendin û bi xwe li Misrê hukim bi tevayî girte destê xwe. Piştî Mirina Nûreddîn Zengî dest danî ser Şamê û bi vî awayî Sûrîye û Iraq jî kete destê Eyûbîyan, heya çemê Feratê.

Yemen di sala 1174 da bi destê birayê Sileheddîn, Turan Şah hate zeftkirin. Birazîyê Sileheddîn, Ferh Şah jî bi ordîyekê çû zeftkirina Maxrîb (Bakûrê Afrîka) û heya Trablûsê (Libyayê) çûn, ev der ji dest Frengan girtin.

Sileheddîn di sala 1178 da jî Heleb ji dest Zengîyan û bê şer girt. Piştra ji cîhad vekir, li Libnan û Filistînê bi Xaçparêzan ra kete şer û vî şerî bi salan ajot, bû sedemê Seferên Xaçparêzan. Lê di dawîyê da Eyûbî bi ser ketin, ev mintiqe, tevî Qudsê ket destê Misilmanan. Lê Sileheddîn ne hişt ku li Xaçparêzan tu zulm bê kirin. Wî, wek serok û fermandarekî di van şeran da gelek bi nav û deng da, wek “Sileheddînê Mezin” hate bi navkirin. Tevî hêla Şerezorê li Başûr, ji Cizîrê heya Xelatê, Bakûrê Kurdistan jî di nav sînorê dewleta Eyûbî da bû.

Sileheddîn di sala 1193 da çû heqîya xwe. Tirba wî li Şamê ye. Tê qebûlkirin ku Sileheddîn him wek fermandarekî, him jî wek serokekî xwedî hesletên gelek baş bû; jîr û jêhatî, lê bi merhemet û edalet bû. Di dema wî da li Misrê û Şamê avadanî gelek pêşve çû, gelek tişt hatine çêkirin wek mizgeft, medrese, qesr û qela...

Piştî Sileheddîn kurê wî Melîk El Azîz bû Sultanê Misrê, apê wî Melîk el Adil jî bû walîyê Şamê.

Di dema Eyûbîyan da di navbera Kurdan û Tirkan da bi taybetî li ser qontrola Kurdistanê gelek şer derketin. Wê demê li hêla Mûsilê Zengî, li hêla Xarpit û Dîyarbekrê Artuklu û ber bi rojava jî Selçûklu hebûn. Şerê Kurdan û Tirkmenan bi salan ajot. Şerê ku di sala 1185 da derket li Sûrîye, Dîyarbekir, Cizîr, Mûsil, Xelat, Azirbaycan û Şehrezor çêbû û du salan ajot. Lê Kurd di van şeran da bi serketin û qontrola mintiqê bi dest xistin.

Beşekê giran ji eskerê Eyûbîyan ji Kurdan, beşek jî ji Tirkan pêk dihat. Di sala 1187 da dema Sileheddîn ji bo cîhadê gazî Kurdan kir, eşîrên Kurdan tevî ordîya wî bûn. Di warê eskerî û îdarî da di miqamên bilind da gelek Kurd cî digirtin. Yek ji wan Kurdê Hekkarî Ebûl Heyca bû, ku fermandar bû û piştra bû Walîyê Qudsê.

Eyûbîyan her usa jî qîmet dane karê ticaret, zireet û zanistîyê. Di zemanê wan da ticaret bi taybetî bi bajarên Îtalyê ra geş bû. Her usa jî arîstokratên Ewrûpî gelek orf-adet ji Eyûbîyan girtin, ku  sîstema armayan (nîşan û sembolên eskerî û hukimdarî) ji wan in. Di qesrên Eyûbîyan da gelek mirovên zana, wek dîrokzan, zmanzan û hozan civîyabûn. Yek jê Îbn ûl Esîr e, yek Îbn Halîkan e, ku herdu jî Kurd in. Ebûl Feda ku di warê dîrok û erdnîgarî (cografya) da zana bû, bi xwe ji malbata Sultanên Eyûbî bû.

Hukumdarîya Eyûbîyan li Misrê heya sala 1254 devam kir. Hingê eskerên ku jê ra digotin “Memlûk” (kolemen) serî hildan û hukim bi dest xistin. Yemen di sala 1230 da ji dest derket. Heleb û Şam di sala 1260 da, Hums di sala 1262 da ji dest derketin. Mîrayetîya wan ê Hamayê ya herî emirdirêj bû û di bin sîya Memlûkan da heya sala 1341 xwe parast.

Dewleta Selçukî ya Mezin ku li Îranê ava bûbû, di dawîya sedsala 12 da belav bû û Harzemî derketin, Îran dagîr kirin. Pir ne borî êrîşa Moxolan dest pê kir di bin serokatîya Cengîz da. Moxolan berê xwe dan Îranê û Kurdistanê. Piştî wan jî, ber bi dawîya sedsala 14 da Teter hatin di bin serokatîya Têmurê Leng da. Ev êrîşgerên han wek kulî û qimil her der talan kirin, hilweşandin û hukumdarîya Eyûbîyan ji Kurdistanê rakirin û rê nedan avakirina dewleteke teze. Lê mîrayetîyên Kurdan li gelek cîyan ber xwe dan, xwe parastin. Êrişên Mongol û Teteran wek Refên kulî û qimil hatin û derbaz bûn, lê vêcar jî Kurdistan ket navbera du dewletên mezin, dewleta Osmanî û Îran. Wan bi sedsalan li ser Kurdistanê şer kirin û li dawî jî ew di nav xwe da parçe kirin.

Dewleta Lorên Mezin (Hukumdarên Fedlawî) (1161-1423)

Malûm e, Lorîstan di Kurdistana Rojhilat da ber bi başûr heremeke mezin e ku li wir Kurdên Lor û Bextiyar dijîn. Gor Şerefnamê ew dewlet li Lorîstanê çêbû û hukimdarê pêşî Ebû Tahir bû ji malbata Fedlawî.

Ebû Tahir berê di xizmeta Atabagê Selçûkîyan yê eyaleta Faris da bû û wek fermandar çû şerê hakimê Şabankare, di şer da bi ser ket. Ji ber vê, Atabeg Sungur ew bi leşkerekî xurt şande ser Lorîstanê. Ebû Tahir carina bi şer, carina jî bi rindî Lorîstan zeft kir. Berê navê atabegîyê li xwe kir, pişt ra jî serxwebûna xwe êlan kir (1161 mîladî).

Piştî mirina wî kurê wî Hezar Esp bû hukumdar. Di dema Hezar Esp da Lorîstan gelek şên bû, dewlemend bû û di nav aşitîyê da jî. Her usa jî sînorê hukimdarîya wî fireh bû, Xelîfê Bexdayê jî ji îdara wî kêyfxweş bû, jê ra xelat şandin û hin welatên dinê dan bin îdara wî.

Piştî wî kurê wî Tekle bû hukimdar. Di dema wî da Moxolan li ser Îranê û Kurdistanê girtin. Xulagû di sala 1258 da Bexda girt û  şewitand, qetlîameke mezin kir. Tekle, ku berê ji wan ra bîat kiribû, piştra dij derket, şerê wan kir, şikest û hat kuştin. Piştî wî birayê wî Alp Ergun bu hakimê Lorîstanê. Di dema wî da welat cardin ava bû û  pêşve çû.

Piştî hatina Moxolan hakimên Lorîstanê ji wan ra bîat kirin, ketin xizmeta wan û bi vî şiklî text û hukumdarîya xwe parastin. Di dawîya sedsala 14 da Têmurê Leng Îran û Kurdîstan dagîr kir. Di dema wî da jî Lorîyan textê xwe parastin. Lê di sala 1423 da dawîya vê dewletê hat.

Lorên Piçûk

Ev xanedanê Kurd ku li herêma Lora Piçûk derketîye di nîvê duduyan ya sedsala 12 da (1156) xwe nîşan daye. Ev herem li Başûr e, ji bajarê Huremabad heya Hûzîstanê diçe. Di Şerefnamê da tê gotin ku ev herem hingê di bin destê Xelîfeyên Beydayê da bû û eşîrên Kurd bi destê wan û Tirkên Selçûkî dihatin şêlandin, zêrandin û zulmeke mezin didîtin. Bona vê yekê li dora Şucaeddînê kurê Xurşîd yek bûn ku xwe ji vê zulm û zêrandina giran biparêzîn.

Hakimên Lorên Piçûk ji pênc sedsalî zêdetir li vê mintiqê hukim kirin. Carina bi xelîfeyên Bexdayê, carina bi sultanên Selçûkî, bi xanên Moxolan ra, bi Têmurê Leng ra, bi Safevîyan û Osmanîyan ra şer kirin, carina jî li hev hatin û xizmeta wan kirin. Lê her usa jî bo hukim, di navbera bav û biran da, kur û pismaman da şer û xwînrêjî tim hebû...

Li Îranê hukumdarîya Zend (1759-1794)

Cîyê eşîra Zend, ku eşîreke Lorî ye, li nêzî Hemedanê ye, di dema Nadir Şah da sirgûnî Xorasanê bûbûn. Piştî mirina Nadir Şah vegerîn. Kerîm Xanê Zendî zora reqîbên xwe bir û piranîya Îranê kir bin hukmê xwe, bajarê Şîrazê kir payîtextê xwe û bi vî awayî di dewleta Îranê da seltenet kete destê xanedaneke Kurd.

Birayê Kerîm Xan, Sidik Xan êrîş bire ser Besrayê û piştî şerekî 13 mehan zora Osmanîyan bir û bajar zeft kir. Besra heya dawîya hukumdarîya Zendîyan di dest Îranîyan da ma.

Di dema Kerîm Xan da ji bo pêşvebirina ticaret û zireetê, bo aramîya welat gelek kar û xebatên hêja hatin kirin. Bi xwe ummî bû, lê qesra wî bi zana û hunermendan tije bû. Bi taybetî li bajarê Şîrazê gelek mizgeft, xan û hemam ava kirin. Turbeya hozanê bi nav û deng, Sadî nu kir û turbeya Hafiz bi mermer çêkir. Mînorskî ji bo wî dibêje: “Hukumdarê herî baş bû, ku Îranê heya wê rojê dît.”

Piştî mirina Kerîm Xan di navbera bira û zarokên wî da şerê hukumdarîyê dest pê kir. Zendîyan berekî va di nav xwe da, berekî va jî bi xanedanê Tirk Qaceran ra şer kirin û sist ketin. Di sala 1794 dewleta Zendî giha dawîyê.

Hevalên delal,

Hîn Hukumdarîya Erdelan, Mîrekîyên Mûkrî, Baban, Îmadîye, Cizîr, Bitlîs û gelekên din man, ku min behsa wan ne kir. Dîroka Kurdan dewlemend e, lê mixabin waxta me nema.

Ji bo guhdarîya we ya bi sebr gelek spas dikim.

10 Sıbat, 2007

 
 
PSK Bulten © 2007