PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weşan / Yayın Link Arşiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weşan/Yayın
Arşiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 

ZİPO

Romaneke Dîrokî û Henekî

C E M A L Î

Notê Pêşîn

Xwendevanên delal,

Min çîroka Zipo di sala 1992-93’yan da, di Rojnama Hefteyî Azadî’da, di hejmarên 24-38 da weşandi bû. Çîrok li ser şerê Zipo û Hesen Axa bû... Lê ne giha bû dawî. Min goti bû ezê rojekî vê çîrokê temam bikim.

Mixabin ev kar gelek dereng ket, ji navberê 17 sal derbaz bûn. Lê dereng be jî min vê dawîyê ev kar bi cî ani. Nuha ezê temamîya wê di malpera me da biweşînim.

Şık tune, ji xwendevanên delal hinekan ew beşên pêşî xwendi bûn. Lê herhal di bîra wan da kêm tişt maye. Gelek kesan jî dibe ku qet ne xwendine, bi taybetî neslê teze... Bona vê yekê, ezê wan her 8 beşên pêşîn careke din di malpera me da yek bi yek, her hefte beşekî biweşînim. Da ku herçî ne xewdine pê haydar bin, herçî ku xwendine jî bînin bîra xwe... Piştî wê jî dawîya çîrokê biweşînim. Bi temami 29 beş e.

Ez bawer im ev çîroka hanê, ango serpêhatîyên Zipo gelek bala we bikişîne, hûnê bikenin -li cîyê ku bigîrin- û waxtekî baş derbaz kin...

C e m a l î

Tîrmeh 2009

Beşa Yekê

ZİPO Û ŞERÊ MİŞKAN

Zipo birayê min e, du salan ji min mezintir e. Navê xwe yê eslî Sêlim e. Piştra miellîmê gund ev navê teze lê kir. Êdî navê berê nayê bîra kesî. Hal û mesele ha ye:

Sêlim zarokekî pir heşerî bû. Qelemên hevalê xwe dişkand, defter û kitêbên wan diçirand, şerê wan dikir. Tim, ser û çavê wî bi birîn bû. Bona vê yekê, rojekî dersdar jê ra got: ''Lan zipir, senîn neren Selîm?!'' (*)

Êdî ji wê rojê vir da navê wî bû Zipir. Lê malûm e, Kurd dibêjin Zipo. Zipo here, Zipo were!

Zipo hîn di zikê dîya xwe da reng û rûyê xwe nîşan daye. Diya min digot: ”Zipo pîhnên usa davêt ku, min bi zikê xwe digirt, bi deqîqan bêhiş dimam û min digot: ''Ecêba giran, tu dibê ev ne zarok e di zikê min da, hêstira Têfo ye!'' Têfo jî gundîyekî me ye. Hêstireke wî ya dîn hebû. Kes li pişta xwe siwar ne dikir û pîhn davêtin ku mala xelkê dişewitand...

Zipo ne tenê li mektebê, li mal jî ne rehet bû. Belakî xudê bû. Em ji şer û şewata wî bi emanê keti bûn. Tûr bi serê kûçikan va dikir, heywanan dikirin kûze kûz, xwe li dar û beran dixistin. Bi dûvê pisîkan ra tenîke girê dida, pisîk bi şinginîya wan dîn dibûn, xwe didan çol û çîyan. Bona vê yekê di mala me da kûçik û pisîk tune bûn, heywanan ji dest wî direvîn diçûn.

Ji ber ku pisîk tune bûn, di mal da mişk pir bûn. Kêf dikirin. Di nav ard û sawar da çêlê xwe derxistin. Postê penîrê kun kirin. Toraq ne hiştin. Dîya min nifirên dinê li Zipo dikir, digot:

''Zipo zipo! Xudê te ne hêle! Tu yê ji gur birçîtir, ji mar tazîtir bî!''

Ne di bîra Zipo da bû. Dikenîya û digot: ''Tu mereq meke, dayê can, ezê di heqê mişkan da bêm!''

Rojekî me dît, Zipo çoyek girtîye dest xwe, ketîye kîlerê û li ber kuna mişkan novedarîyê dike. Berekî va novedarî dike, berekî va jî, bastiq û kakilan didize...

Pir ne borî, deng ji kîlerê bilind bû. Hela helaya Zipo ye. Kuna mişkê derketî girtîye û bi dû ketîye! Me dî ringînîyek hat! Em çûn ku textê nîn gêr bûye, nanên tendûrê yên tenik û fireh û wek pîşo hişk, li ser erdê belav bûne û mişk û Zipo li ser diçin û tên!

Dîya min kire qîrîn: ''Lê lê, xulî li serê minê! Lo lo, malşewityo, bisene!''

Lê Zipo bi dû mişk ketîye, teq û reqa wî ye, tiştekî nabihîse.

Me dît, tiştekî got ''culp!'' û bû şingînîya beroşê. Beroşa rûn bû. Zipo, bi ling pêlê kiri bû. Rûn li der û dor belav bû û beroş welgerî, gindir bû, çû ber dêrî. Dengê dîya min dil parçe dikir:

''Lo lo Zipo! Xwezî min li cîyê te kûçikek banîya dinê!''

Mişk ji kunekê xwe avête pêtaga ardê genim û Zipo jî çoyê xwe kire kunê. Qîre qîra wî bû. Digot: ''De were, de were!''

Pêtageke mezin bû. (Li ba me, pêtagên hanê bi xwelî û ka û rixa dêwêr têne çêkirin, bi xwelîya sipî têne sîyaxkirin û gelek paqij in). Di wê hay û hûyê da pêtag parçe bû, ardê sipî li ser erdê belav bû... Zipo di nav ard da li mişk digere... Ser û çavê wî sîs bûne, tu dibê aşwan e!

Dîya min gihîştîyê û da ber sîlpaxan. Zipo kire zirîn û revî. Wê şevê û şevtira dinê ne hate malê. Dê û bavê min bi dû ketin, ji der û cîranan pirsîn, li gelî û daristanan gerîn, Zipo tune!

Bû roja sisêyan. Dê û bavê min digîrîyan û digotin: ''Herhal çû çîyê û guran ew xwar…'' Hêfa wan ewqas bi Zipo dihat, ez şaş û metel dimam. Te digot ew Zipoyê şerût û bela ni ne, zarokekî delal û şîrîn e... Pesnê wî didan ku nayê gotinê! Digotin: ''Lê çi kurikekî jîr bû! Êdî xortekî temam bû. Herhal çav û nezera xelkê lê ket!''

Derengê şevê bû. Em di xewa şîrîn da bûn. Nişkava bû şemateya dîya min: ''Lo lo, zû rabin, mal dişewite!''

Em ji nivînan hilpekîyan ku agir û dû ye. Bû qîrîn û zirîna me. Dê û bavê me bi destê me girtin û me xwe avête der. Der û cîran jî hatin hawarê. Lê me ne karî mala xwe xilas kin. Agir bi xurtî bi derî û pace girti bû û mala me, bi tevî pez û dewar û hertiştê me, li ber çavê me, tevî ax û waxa me şewitî çû.

Hingê me nişkava Zipo dît. Li ser sergu sekinîye û teqe teqa wî ye. Dikene û dibêje:

''Te dît dayê, min çawa zora mişkan bir... Ew hemû şewitîn û êdî tu zirarê nadine te!''

                      *   *   *

Xwendevanên ezîz, çîroka Zipo dirêj e. Zipo mezin bû, nav û dengê wî li dinyayê belav bû. Dibe ku careke dinê em dîsa behsa serpêhatîyên wî bikin…

Li vê dinyayê Zipo kêm nabin. Lê eger hûn wî nas nakin û eger di mala we da mişk hene, xeberê bidine min. Ezê, birayê xwe Zipo bibînim û bişînim. Ewê bê û we xilas ke! Karê wî ev e…

-------------------------------------

(*)''Lo serserî, ma Sêlim'tîya te li ku!''

Beşa duduyan

Zipo doza mıxtarîyê dike

Zipo zor û bela dibistana gund xilas kir û çû xerîbîyê. Da ku bixwîne, bibe meriv! Lê bavê min teselîya xwe jê şûşti bû; digot, ''Zipo naxwîne û tucar nabe meriv!''

Xeber dihatin, digotin Zipo ketîye mekteban. Lê bi rastî jî, Zipo xwendina xwe xilas ne kir. Me bihîst çûye eskerîyê û bûye onbaşî. Lê eskerîya wî jî rehet derbaz ne bû. Yek birîndar kir, kete hepsê. Çend caran fîrar kir. Eskerîya ku xelkê di du salan da xilas dikir, wî derxiste heyşt salan!

Li dawîya dawîyê eskerî xilas kir û hate gund. Dema çû bû xerîbîyê zarokekî 13 salî bû, wexta hat, merivekî 28 salî... Ne dihate naskirin. Li gund jî xwe ne da ber karekî. Simêlên reş û qeytan badida, şewqê serê xwe xar dikir û li nav gund digerîya, tirs dikire dilê xelkê. Hînî tiştên pîs bû bû. Çend qurişê ku mala me berhev dikir, ew jî ji dest me digirt û dida esrar û şeravê.

Hingê di gundê me da mesela mixtarîyê hebû. Nîvîye gund milkê axayekî bû bi navê Hesen Axa. Merivekî wî jî tim mixtar bû. Ewana gelek zulm û neheqî li me dikirin. Lê hêdî hêdî gundî hişyar bûn û xwestin vê rewşê biguhurînin. Gotin, ''ma piranî em in, çima merivê axê bibe mixtar? Em yekî ji nav xwe hilbijêrin.'' Gotina xwe kirin yek û hazirîya hilbijartinê kirin.

Nûnerê Hesen Axa bo mixtarîyê, dîsa wek berê, pismamê wî Zilkîf bû. Nûnerê gundîyan jî Ristem bû. Ristem merivekî kamil, paqij û jêhatî bû. Hesen Exa, xwest Ristem bi nermî vegerîne, ne bû; xwest bi pere bikire, ne bû; xwest bitirsîne, ew jî ne bû. Dît ku vêcar mixtarî ji dest diçe, dest bi dek û dolavan kir.

Roja hilbijartinê nêzîk bû bû û gundî ji bo guhartinê gelek şa û hêvîdar bûn. Hingê Zipoyê me derkete meydanê. Got, ''ezê mixtar bim!'' Me got: ''Heyran, me rehet bihêle, ev ne şuxilê te ye. Tu merivekî beredayî yî û gundî li ser te yek nabin. Ne xwe rezîl bike, ne jî rayan parçe bike.''

Lê tu gotin ne dikete serê Zipo. Digot ez û ez! çend pêxasên din jî li dor xwe komkirine û mal û mal digere, hin caran bi nermî, hin caran bi laf û gefan ji xelkê rayan dixwaze.

Di wan rojana da, nizanim çawa bû, berika Zipo tijî pere bû. Cilên teze ji xwe ra kirîn, şûşeyên şerav û reqîyê di dolava wî da zêde bûn... Şevan car caran ji mal winda dibû, dizika diçû û dihat. Min mereq kir, va Zipo çi dike? Şevekê bi veşartî bi dû ketim. Lê çi bibînim rinde? Zipo çû çû û kete mala Hesen Axa. Ketime şikê: va Zipo çi rixê dixwe? Bi namûsa xelkê dilîze, yan dizîyê dike?..

Derketime ser dara tûyê û li oda malê nihêrîm ku çi bibînim! Hesen Axa û Zipo rûniştine dixwin û vedixwin, ketine suhbeteke kûr. Zilkîf jî li cem wan e...

Di vegerê da min bi pêsîrê girt û jê pirsî: ''Zipo, ev çi hale? Tu li me bêbextî dikî!''

Berê xwest înkar bike, piştra, fêmkir ku min bi çavê xwe dîtîye, got: ''Ez axê dixapînim, çend quriş pere jê distînim. Şematê neke, kehr be; aha ev jî para te!'' û çend pangnot dirêjî min kir.

Min got: ''Rîya xwe da here! Ez xwe nafroşim. Ezê hertiştî ji gundîyan ra bêjim û te rezîl bikim.''

Zipo tilîya xwe dirêjî min kir û got:

''Devê xwe vekî, zmanê te jê dikim!'' û derket çû.

Ez ketime nav fikaran. Bêjim, çiqa nebe birayê min e, hêfa min pê tê. Her usa jî henekê wî tune, dikare her xirabiyê bi min bike. Nebêjim, ji gundîyan ra bêbextî ye, dek û dolavên axa bi ser dikeve...

Bi van fikaran wê şevê min xew ne kir. Sibê rabûm çûm nav gund ku xeberek bi nav gund ketîye: Dibêjin Ristem merivê Hesen Axa ye, bi peran hatîye kirîn!.. Serê min zêdetir tev li hev bû. Bezîme mala Ristem ku gundî jî li wir in. Xelk jê dipirse: ''Ristem, ev çi mesele ye, tu çawa li me bêbextî dikî?..''

Ristem sor bûye û ji qehran dike qîre qîr:

''Gundîno, ma hûn dîn bûne?!. Hûn Ristemê ewqas salî nas nakin? Min kîngê li we bêbextî kirîye? Eva derew e û van tiştan Hesen Axa bi xwe derdixe. Dixwaze dubandîyê bike nava me.''

Hinekan digot: ''Wallehî Ristem rast dibêje. Vana dek û dolavê Hesen Axa ne.'' Hinekan jî ketibûne şikê, digotin: ''Însan e, şîrê xav mêtîye, dibe dibe...''

Em lê gerîn, ev gotin kê derxistîye, kê dernexistîye; lê eşkere bû ku vê gotinê merivên Zipo belav dikin. Mal bi mal digerin û usa dibêjin:

''Gundîno, ev tişt caran dibe? Merivê ku me bawerîya xwe pê anîye, di bin dest da bi Hesen Axa ra yek bûye û me dixapîne. Şeva dinê li mala wî bûye...''

Yê dinê digot:

''Min bi çavê xwe dît, ji wir derket.''

Yê dinê digot:

''Ne cara pêşîn e, bira, ne cara pêşîn e! Dibêjin Hesen Axa gelek pere dayê û Ristem heftekî berê çûye bajêr ji zarokên xwe ra pirtî kirîyê...''

Roja dinê, Zipo di meydana gund da dikir qîre qîr:

''Dijminê me, berî Hesen Axa, ew bêbextên nav me ne. Divê em berê zora wan bibin. Heqê wan kuştin e! Hesen Axa tim di saya merivên han da hukim kirîye!'' Û merivên dorê, bi hevra dikirin qîrîn:

''Ristem tirsonek e û xizmeta Axê dike. Ew nikare bibe berpirsîyarê me. Ji bo mixtarîyê mêrxasekî dilçetel wek Zipo lazim e, da ku bikaribe şerê Hesen Axa bike. Ji bêbextan ra mirin! Bijî Zipo!''

Serê gundîyan tev li hev bûbû. Rîspîyan digotin: ''Hûnê çawa bi gotinên van serserîyan bawer dikin? Ma hûnê Zipo nas nakin? Ew bi xwe dixwaze bibe Mixtar, bona vê yekê van derewan çê dike.'' Lê hinekan jî digotin: ''Li cîyekî agir nebe, ewqas dû dernakeve...'' Xasima xortên sergerm û bê tecrube, gelek di tesîra van gotinan da diman. Gundî bû bûn du-sê bend û şerê hevdu dikirin.

Ji navberê du roj derbaz bûn di gund da teqîn çêbû. Şevekî derî û pençireyên Ristem dane ber gullan. Hin kesan gotin Axê kirîye, hinan gotin, ev îşê Zipo ye. Lê bi rastî, ew karê herduyan bû. Berê şeşara Zipo tune bû, lê di wan rojan da li pişta wî şeşarek peyda bû bû. Şik tune ku, Hesen Axa ew şeşar dabûyê.

Ji ser vê bûyerê sê roj derbaz bûn, di mala Ristem da agir derket. Ji xelkê malê kes ne mir, gundîyan ew xilas kirin, lê mal tevî kadîn û axur û pez û dewarê rebenî şewitî çû. Ristem ji gund xeyîdî, got ''nale li we û mixtarîya we!'' û bi destê jin û zarokên xwe girt, derket çû gundekî dûr, cem xalanên xwe.

Piştî çûna Ristem li meydanê man Zilkîf û Zipo. Lê ji gundîyan hinekî qehir kirin, roja hilbijartinê di mala xwe da rûniştin û ne çûn ser sindoqê. Hinekan jî, ji Zipo ewqas aciz bûn ku, dengê xwe dan merivê axê. Qismekî jî gotin, ''çiqa nebe Zipo merivê me ye'' û dengê xwe dan wî. Bi vî awayî, dengê gundîyên dijî axê bû sê parçe û dîsa Zilkîf bû Mixtar.

Piştî vê bûyerê navbera Hesen Axa û Zipo xirab bû. Zipo li vir û wê di nav xelkê da jê ra dida xeberan. Sebep ew bû ku, Hesen Axa ew xapandi bû, jê ra goti bû ''Zilkîf vekişe û tuyê bibî mixtar...'' Zipo ji gundîyan ra jî dida xeberan, digot: ''Min şerê Hesen Axa kir û we bêbextî li min kir, deng ne da min!''

Beşa sisêyan

ŞERÊ HESEN AXA Û ZİPO

Gotin û xeberên Zipo çûne guhê Hesen Axa û wî, gazî Zipo kir û jê ra got:

''Ew çi ye, Zipo, tu di eleyhê me da xeber didî? Me ewqas pere da te, genim da te, şeşarek da te û me tu kirî yek ji serokên gund, ev ne bes e? Ma soz û qirara me usa bû? Tu çima nankorîyê dikî? Baqil be û ji me ra serêşîyan dernexe! Him jî em dikarin, nuha şunda jî gele tiştan bi hevra bikin...''

Zipo çû destê Hesen Axa û jê ra got:

''Gelek kesên fêsad derewan dikin, Axa! Dixwazin navbera me xirab bikin. Gundî jî pir caran tiştan li hev zêde dikin. Ew wer dizanin ku, ez bi rastî jî şerê te dikim û navê min mezin dikin. Eger me qisûrek jî kirîye, bibexşîne! Ji piçûkan qisûr, ji mezinan ef... Ez di xizmeta Axê xwe da me; çi emrê te heye ser seran, ser çavan e!''

Hesen Axa got:

Baş e, bila gundî usa bizanin çêtir e... Tu jî dikarî xwe wek neyarê min nîşandî... Lê gotinên xirab na! Êtibara min piçûk neke. Dema neyartîya min dikî jî, bêje ``Hesen Axa merivekî camêr e, xurt e, xanedan e! Bila dijminê merivan wek Hesen Axa be!'' Wekî din jî, rê nede ew kesên ku dijî min xeber didin. Tu di heqê Ristem da gelek baş hatî. Vê sîyasetê ji dest bernede. Eger tu gur î, xwe bike postê berxê, da ku xelkê bixapînî; eger berx î, postê gurekî bikişîne xwe, da ku xelkê bitirsînî... Ne hewce ye dirêj kim, tu baqil î, jêhatî yî, van tiştan baş dizanî... Dema bêderan jî, şevekê were, para xwe bistîne. Lê bila sirrî be...''

Zipo cardin xar bû çû destê Hesen Axa, got ''ser serê min!'' û xatirê xwe xwest û derket.

Wê şunda Zipo, di nav gund da bû agir û barût. Herçî gundîyên ku wek Ristem hişyar bûn, xwedî nav û êtibar bûn û dijî Hesen Axa bûn, Zipo ew wek dijmin girte himber xwe. Ji her yekî ra qulpek didît. Digot: ''Evana, hemû tirsonek in, peyayên Axê ne, casûs in... Di rûbarî vana da ye ku, axatî di vî gundî da berdewam e. Eger ew ne biwana, me axa ji zû va revandi bû û ew zevî û zozan, rez û baxçe, pez û dewar hemû keti bûne destê me. Van kesana hevkarên axê ne û li pêş me asteng in. Divê em berî axê vana ji ortê hilînin...''

Pêxasên dorê jê ra didane çepikan. Wek zurbê guran di nav gund da digerîyan û êrîşî xelkê dikirin. Bostan û baxçê gundîyan talan dikirin. Di pînan da mirîşk ne hiştin dizîn. Pezê xelkê ser jê kirin. Halê gund roj bi roj xirabtir dibû. Li vir û wê şer çêbûn. Merivên Zipo çend kes birîndar kirin û merivek jî kuştin. Doza xwînê kete nava gund. Hesen Axa gelek kêfxweş bû.

Nav û dengê Zipo jî roj bi roj bilind dibû. Kesên beredayî û pêxas li dora wî kom bû bûn. Heya ji gundên dorê jî meriv dihatin tevlê dibûn. Digotin ''Zipo şerê axan dike…''

Di wan rojana da bûyerekî teze rewşa gund guhirand. Gelek merivên Zipo ji vê lîstikê bêhay bûn, dilpak bûn. Ewana bi rastî jî dixwastin şerê Hesen Axa bikin. Bona vê yekê jî car caran di navbera merivên Axê û wan da jî nexweşî çêdibûn.

Rojekî wana li hev xist û merivekî Axê hat kuştin. Ser vê yekê, Hesen Axa gelek aciz bû û dît ku, hêza Zipo roj bi roj mezin dibe, ji dest derdikeve û lîstik dibe xeter... Gazî Zipo kir û jê ra got: “Komika xwe belav bike û çekên xwe jî şunda bide.” Zipo got, “ezê bikim,” lê her dereng dixist. Wî, carê tama mezinahî û serokatîyê girti bû û destê xwe jê ne dibû...

Li dawîyê Hesen Axa dît ku Zipo wî dixapîne û ya xwe dike, çend peyayên xwe şande pêş Zipo. Ewana lê teqandin, hevalekî Zipo mir û du kes jî birîndar bûn, lê bi xwe tiştek pê ne hat. Cendirme hate gund û ji merivên axê kesek ne girtin, lê heval û hogirên Zipo kom kirin û birin hepsê. Lê Zipo ji gund revî û waxtekî xwe winda kir.

Xelkê ji me dipirsî, lê me jî ne dizani bû çû kîderê û çi dike. Bi rastî em ji çûna wî dilşa bûn. Serê me rehet bû.

Di wê demê da li ser Zipo gelek gotin çêbûn. Hinekan digotin, merivê Hesen Axa ew kuştine û bi dizî veşartine. Hinekan digotin li Edenê dîtine. Hinan jî digotin derketîye çîyê û ewê di nêzîk da êrîş bîne ser Hesen Axa...

Pir ne borî, me bihîst ku li gundê Fêlikan e. Fêlikan cîranê me ye û gundê Memed Axa ye. Memed Axa dijminê Hesen Axa ye. Di navbera wan da mesela axê û avê heye. Dijminahîya wan kevn e û ji hevdu gelek mêr kuştine.

Piştra ji Zipo hîn bûm ku, wexta ji gund derketîye, raste rast çûye Fêlikan. Li wir hevalekî wî yê eskerîyê hebû, navê xwe Dilo. Di mala wî da mehkî dimîne. Gundî pê dihesin û bi dizî hevdu ra dibêjin. Çîroka Zipo di nav gund da belav dibe: Wî çawa dijî Hesen Axa şerekî mêranî kirîye, çawa merivên Hesen Axa revandîye, çawa bê tirs e, dilpola ye û hwd... Çîrokên wî yên eskerîyê jî ji tûr derdikevin. Dibêjin zabitek kuştîye û bêlîgek belav kirîye. Dibêjin, ji hepsa heftderî revîyaye û hesp ne gihîştinê... Her kes tiştekî li ser zêde dike, digihîne yê dinê.

Gundî li mala Dilo kom dibin ji bo dîtina Zipo. Wî gazî mala xwe dikin, jê ra mirîşkan ser jê dikin, baviko çêdikin... Kêf kêfa wî bû. Xwar, vexwar û bû wek loq. Gundîyan jê dipirsîn, digotin:

''Kek Zipo, hela keremke bêje, te Yuzbaşî çawa kuşt? Tu ji hepsa heftderî çawa revîyayî?''

Zipo li himber van fort û derewan şaş dibû dima. Gundî van tiştan ji ku derdixin? Dîsa jî lê xweş dihat. Hevalê wî yê eskerîyê, Dilo jî, baş dizani bû ku ew hemû derew in. Lê jê ra digot: ''Deng neke, bila usa bizanin çêtir e...'' Zipo jî gor çîrokên derketî li hev dianî û bersîva wan dida. Digot:

''Min di serê xwe da planek çêkir, hepsî li dora xwe komkirin û ji wan ra got, emê aha aha bikin... Gardîyanê ku bo tekmîlê hat, me ew girt û berneda. Hevalê wî dît ku ew venegerî, ew jî bi dû hat. Me ew jî girt. Lê hertişt bi bêdengî... Piştra sergardîyan hat, me ew jî girt. Wek çêlê berazan bi dû hev dihatin... Min mifte ji berika sergardîyan derxistin... Em ketine oda midûr, midûr û hemû hevalên wî me girt bir kire qawîşekê û derî li ser wan kilît kir. Êdî li cîyê me ew bûn. Me têlefon birî, cilê gardîyanan li xwe kir, derî vekir û zîndanî di tarîyê da qefle û qefle berdan. Piştî hemûyan jî ez û du hevalê xwe yê bi dil û can derketin. Em li cîpa midûr sîyar bûn û yalla!..''

Herçî guhdar digotin: ''Eferim wallehî!.. Îşê camêran tiştekî din e...''

Diçe guhê Memed Axa. Xeberê ji Dilo ra dişîne, dibêje: ''Bila mêvanê xwe bîne em jî bibînin. Me nav û dengê wî camêrî bihîstîye, bila nanekî me jî bixwe...''

Beşa çaran

Lİ GUNDÊ FÊLİKAN
PEYMANA MEMED AXA Û ZİPO

Zipo û Dilo derketin çûn mala Memed Axa. Mehmed Axa piştî xwarinê, gotin zêde dirêj nekir û hat ser meselê:

Got: ”Tu dijminê Hesen Axa yî û ez jî dijminê wî me. Were, em bi hevra kar bikin. Pere, nan û çek ji min, mêranî ji te. Ji xwe ra hevalan berhev ke!”

Zipo çû destê Memed Axa û got: ''Ez xulamê te me. Eger tu li pişt min bî, êdî ez vî welatî ji Hesen Axa ra heram dikim!''

Memed Axa got:

''Lê tu raconê dizanî, di şerê beg û axan da, beg û axa bi xwe nayêne kuştin... Ew, kulfetê malê û zarokên wan divê tu zirarê nebînin... Lê ji bo milkê wî, malê wî, gundî û xulam û xizmekarên wî çi dikî bike, serbest î. Here lêxe, talan bike bîne!..''

Zipo got:

''Ser seran, Axayê min! Ez raconê dizanim, tu mereq meke...''

Bi vî awayî ewana soz û qirar dane hev û Zipo, sê-çar hevalên xwe li dor xwe civandin, bi çek û rext kirin û şevekê êrîş birin ser gundê Hesen Axa, Cêrkan, şivanekî wî kuştin, pêncî hew pez û dewarê wî revandin anîn. Memed Axa çendê wan ser jê kir, ji bajêr qeymeqam, mideymomî,  hakim û qumandan ezimand, xwarin da van, yên dinê jî derbazî hêleke dûr kir...

Deng li hawirdor, li gund û bajaran zû belav bû. Hesen Axa, çend roj şunda meriv şandine cem Memed Axa, got:

''Min xeber girtîye ku ev karê Zipo ye û Zipo jî li cem te sutar bûye. Ev tişt di navbera axa û began da nabe.  Divê tuyê Zipo, tevî pez û dewarê min, teslîmî min bikî.''

Lê Memed Axa her tişt înkar kir û got :

''Hayê min ji tiştekî usa tune û Zipo jî bi çavan ne dîtîye...''

Hesen Axa, ku di gundê xwe da rewşa xwe ne baş bû, nexwest bi Memed Axa ra şerekî teze derxe. Lê, wî jî hêfa xwe ji gundîyan derxist. Peya û xulamên xwe şande ser mala me û merivên me, bi lêdan û pîhn û kotekan em helisandin. Her usa jî, dest da ser pez û dewarê me û girt bir...

Bavê minî kal ji ber van lêdanan dîyax ne kir, çû heqîya xwe. Ez çûm gilîyê, lê hukumet li pişt Hesen Axa bû. Qet guhdarîya min ne kirin û henekê xwe bi min anîn... Dîya min ji Zipo ra nifir dikir û digot: ''Lawo, xudê te nehêle, ew çi bela bûn te anî serê me!''

Lê êrîşên Zipo ne sekinîn. Wî jî avête ser malê hin gundîyan, got: ''We êxbarîya min kirîye û hûn ji Hesen Axa ra casûsîyê dikin...'' Mala yekî reben, ku jê ra digotin Felemez, tevî zar û zêçê wî şewitandin.

Ser vê bûyerê, ji tirsan, min ji gund bar kir. Dîya xwe ya pîr girt, tişt-miştê xwe li erebekê siwar kir û çûm hêla Îzmirê.

Gundî mabûn di navbera du agiran da. Him Hesen Axa li wan dixist, him Zipo. Hesen Axa digot: ''Hûn alîkarîya Zipo dikin, zarokên we bi Zipo ra ne, jê ra rê nîşan didin, xwarinê didin.'' Zipo jî digot: ''Hûn pişta min nagirin, hûn dijî hesen Axa ranabin, hûn casûsîya wî dikin...''

Ji herdu alî xulam û gundî dimirin, lê tiştek bi axayan ne dibû. Rojekî, merivekî Zipo, navê xwe Xurşîd bû, got: ''Em çima li xulaman dixin, ew jî wek me reben in. Divê em li Axê xinin.” Û berê xwe da qonaxê. Hesen Axa li çardaxê bû. Nîşan girt û berdayê. Lê menzîl dûr bû û Hesen Axa xilas bû. Piştî vê bûyerê, Memed axa gazî Zipo kir û got:

''Min ji te ra goti bû, ev tişt tucar nabe. Axa û Beg dijminê me bin jî, adet ni ne ku ew bi destê xulamekî bên kuştin...''

Piştî wê, tifinga Xurşîd girtin û ew ji nav refê xwe avêtin.

Bi vî awayî gund ji gundîyan ra bû cennime. Xelkê berekî va bar kir çû. Tenê Axa û hin merivên wî û çend kal û pîrekên belengaz û feqîr man...

Hesen Axa ji çûna gundîyan xemgîn ne bû. Ji xwe, daxwaza wî jî ew bû. Dest danî ser mal û milkê wan, bû xudîyê temamîya gund. Êdî ne hewcedarê gîsinê gundîyan bû, ne jî hewcedarê wan bi xwe. Motorên teze kirîn, da dest xulamên xwe û gund bi serbiser ajot.

Em bêne gundê Memed Axa. Li wê, gundîyan di nav xwe da qise dikirin. Hinekan digot:

''Eva çi îş e? Zipo şerê kê dike? Eger şerê Hesen Axa dike, ji gundîyan çi dixwaze? Eger şerê axan dike, çima bi Memed Axa ra bûye yêk? Yê ku li me zulmê dike, Memed Axa bi xwe ni ne?..''

Hinekan jî digotin:

''Helbet ev tişt bi dorê dibe. Îro Hesen Axa ye, sibe dor tê Memed Axa. Zipo me ji axayan wê xilas bike. Bo vê jî divê em piştgirîya wî bikin. Ew gundîyên ku Zipo lê dide, ew jî qîreta axa dikin, casûsîye dikin, ma Zipo lê nexe çi bike?!.''

Xeber çûne guhê Memed Axa. Wî gazî Zipo kir û gotê:

''Zipo, di vî gundî da hin kes dijî min û te qise dikin, hayê te jê hebe... Filankes û filankes... Dibêjin Zipo bi rastî şerê axan nake, me dixapîne. Duh xulamê Hesen Axa bû, îro bûye xulamê Memed Axa... Divê em dengê van merivên fêsad bibirin û êdî te bibînim!''

Zipo, serê xwe li ber Memed Axa xar kir, got: ''Dilê te bila rehet be, Axa, ezê çi lazim e bikim!''

Piştî wê, Zipo xeber şande wan kesan, got:

''Hûn piştgirîya min nakin û min bihîstîye dijî min qise dikin. Ew bêbextî ye. Eger dengê xwe nebirin û neyêne ser rîya rast, ezê guhê we bibirim!''

Û Zipo xerac danî ser xelkê: Divê her malek ewqas ard û sawar û rûn û penîr bide; sê pezan, yan dewarekî bide... Para mezin ji vê xeracê digiha destê Memed Axa û para piçûk ji bo Zipo û merivên wî dima.

Hinekan ji tirsan dengê xwe birîn, çi ji wan hat xwestin dan û gor dilê Zipo qise kirin, pesna wî dan. Hinekan jî, gotin: ''Ev tişt zordestî ye û em nadin.'' Vêcar dubendî, qal û qir kete gundê Fêlikan. Berekî va merivên Memed Axa, berekî va Zipo û merivên xwe lêxistin û tiştê ku li gundê me Cêrkan çê bû bû, vêcar hate serê vî gundî; gundîyan bar kirin û çûn.

Memed Axa jî, wek Hesen Axa, motorên teze kirîn, da destê xulaman û ji derdê gundîyan xilas bû...

Beşa Pêncan

ZİPO DİBE ŞÊX

Nav û dengê birayê min Zipo roj bi roj mezin dibû û ji sînorê du gundan derbaz dibû. Li gund û bajarên dûr hezkirên wî pêyda bû bûn. Digotin pir mêr e! Digotin, axayên mintiqê ji dest wî ketine emanê… Digotin, ji sed mêtroyî li cixarê dixe, ji pêncsid mêtroyî çivîk ji dest xilas nabin… Eger şamarekî li yekî xe, ew bêcan dikeve erdê! Digotin, hukumetê jê ra xeber şandîye gotîye, were em îdara leşker teslîmî te bikin, gotîye na! Amêrîkanî bi dû wî ketine, gotine ji me ra mêrekî ha lazim e!..

Gotin, hêdî hêdî ji sînorê mêranîyê jî derbaz dibû û dikete warê hêkmetê. Hin kesan digotin: Zipo ji xeybê dizane, Hesen Axa di derheqê wî da çi plan çêdike, di wê deqqê da hayê wî jê dibe... Hinan digotin, gule tu tesîrê li canê wî nakin, li cilê wî dikevin û wek pelgên payîzê diweşin erdê… Digotin, hukumetê Zipo girtîye kirîye zindana binî erdê, bê derî û pace; lê gardîyan derketine jorê ku Zipo berî wan li jorê ye. Cardin birine, vêcar qelebend kirine; lê hatine jorê ku, Zipo berî wan derketîye û bi zincîran dilîze... Gotine, wî berdin, ew merivekî bimbarek e, xudê li me dixe!

Ji gund û bajarên dûr bo dîtina wî meriv dihatin û jê ra gelek dîyarî danîn. Wek xalîçe, merş, rûn û penîr, hunguv, pez û dewar... Hinan pere jî didanê û digotin: “Ji bo şerê te yê dijî zalim û zordestan ev tişt gelek evzal e.” Hatin û çûn ewqas pir bû ku, Memed Axa li jorî gund, di gelîyê Beko da jê ra xanîyekî taybetî çêkir. Zipo postek kişande xwe, şaşikek da serê xwe û bû şêx.

Hatina şêxtîyê ji talana berê gelek zêdetir bû. Ji vê hatinê jî para mezin dîsa digiha Memed Axa. Zipo bû bû mirîşka hêkzêr di dest wî da.

Ji min ra xeber hat, gotin, birayê te Zipo te dixwaze, gelek mihîm e, dibêje bila nesekine bê. Dîya min gîrîya, got, ''Lao, bi ya min dikî, neçe. Bi rezîlê Zipo bawerî nabe, ewê belakî bîne serê te!'' Lê min got, çiqa nebe birayê min e, ezê serîkî lêxim û bêm.

Me ev tişt hemû dibihîstin û me digo, herhal xelk bêtaran dike. Va Zipo li ku, şêxtî li ku! Min di xewna xwe da bidîta bawer ne dikir. Lê wexta ku çûm Fêlikan, Gelîyê Beko û min hertişt bi çavê xwe dît, tê giham ku, tiştê hatîye gotin kêm e û ne zêde ye. Zipoyê me bûye şêxekî temam!

Di rê da rastî karwanan dihatim. Kom bi kom însan diçûn û dihatin. Bi hesp û hêstir û ga û ker û peya bûn. Kal û pîr, xort û ciwan bûn. Min dipirsî:

''Hûn diçine kîderê?'' Digotin:

''Em diçin zîyareta Şêx el Azam.'' Min digot :

''Hûn ji kîderê tên?'' Digotin:

''Em ji zîyareta Şêx el Azam tên.''

Hella hella! Va Şêx el Azam kî ye? Ew jî Şêxekî din e? Min pirsî:

''Li ku rûdine?'' Gotin:

''Eslê xwe ji Cêrkan e, lê nuha li gundê Fêlikan, Gelîyê Beko rûdine.''

Himm, va Zipo bi xwe ye! Ji xwe, digotin navê xwe guhartîye. Dibe ku ev nava jî Memed Axa lê kirîye...

Li ber ocaxa şêx millet ketîye dorê. Her yek ji welatekî hatîye. Hin kes bo dîtina wî bi rojan li wir dimînin. Havîn û zivistan nabêjin, li ber dêrî, di hewşa fireh da rûdinin û radizên. Hewş têr nake, li dor qonaxê, li ser mêrgan belav bûne, li çaralî însan dikele. Hinek diayan dikin, Quranê dixwînin. Hinek nexweş in, dinalin. Kor û kûd in, merivên bi şîrpençe ne, bi tan in, jinên bê zaro ne...

Min ji yekî kûd pirsî, ji qonaxa heft rojan hatîye û pênc roj e li benda dîtina şêx e. Min got:

''Ma Şêx bi te çi bike?'' Gelek hêrs bû û got:

''Usa mebê, devê te xar dibe! Pir merivên wek min hatine û li vir sax bûne çûne. Şêx Azam xudî hêkmet e.''

Pir kes bi kurtî dibêjin ''Şêx Azam'', ango ''Şêxê Mezin''. Gelek xort jî hatine bibin eskerê wî, li der o dorê talîmê dikin, perwerde dibin. Nêzî yekî bûm û jê pirsî:

''Tu ji bo çi şer dikî?'' Xort, bê dudilî bersîv da:

''Ji bo Şêx Azam.''

''Ev şer dijî kê ye?''

''Dijî minafiqan e.''

''Minafiq kî ne?''

''Yê ku ne mirêdê Şêx in...''

''Şêx, ji bo we çi dike?''

''Cenneta me hazir dike…''

Himm, xuya ye, hemû dinya dijminê wan e. Zipo serê wana şûştîye.

Di nav wan kesan da merivên bajarî, bi cilên pak jî hebûn. Di nav wan da yekî gelek bala min kişand. Bi rî û berçavik bû, lê herhal ji germê, wek zarokan pantolekî kurt li xwe kiri bû. Di stû da makîneyê wêneyan dardakirî bû. Min got belkî dîn-mîn e... Nêzîkî wî bûm û jê pirsî:

''Karê te çi ye li vir? Tu ne kor, ne jî kûd î. Bo eskerîyê jî ne ciwan î. Ma derdekî te heye?'' Got:

''Na, derdekî minî usa tune. Lê ez mirîdê Şêx im.''

''Tu çi kar dikî û ji ku tê?''

''Ez Profesor im, ji Frengîstanê têm.''

Hella hella, keremke, çi mirîdên Zipoyê me hene! Min got:

''Pekî, te di Zipo da, haşa... Ango, di Şêx el Azam da çi dîtîye û tu bûyî mirîdê wî?'' Got:

''Min di Êsa û Mûsa da tiştek ne dît. Bûm mirîdê Marks û Mao, ji wî karî jî tiştek derneket. Lê Şêx el Azam, merivekî pir mezin e, rêberê vî zemanî ye. Bi gotin û kirinên xwe dilê min rehet dike…''

Min xwe û xwe got: ''Hella hella, ecêba giran! Tu dibê va bi rastî Zipo ye, yan yekî din?'' Êdî sebra min ne ma. Ji nav wî milletî zor û bela nêzîkî dêrî bûm û ji dergevan ra got: ”Dixwazim şêx bibînim.”

''Ohoo!'' got dergevan, ''dora te di heftekî da nayê.''

Min got: ''Ez birê Şêx im, filan kes im.'' Çawa min usa got, ew xelkê rûniştî, razayî, kûd û kor û bêzar, jin û mêr, ciwan û êxtîyar li dora min kom bûn, kirin hella hella, gotin: ”Birê Şêx li vir e, birê Şêx!..'' Herçiqas min got: ''Xwîşk û birano, ji bo xatirê xudê, dev ji min berdin, di min da tu hêkmet û kiramet tune!'' Disa jî, pêsîra min bernedan û hindik nema min bifetisînin.

Lê dergevan gihişte hawara min. Ez girtim odeyekê ku çend mêvanên giran rûniştine çay û qehwe vedixwin. Li wir qasî nîv seetê mam. Ku mêvanên cem şêx derketin, yek ket pêşîya min û ez derxistim qatê jorîn, hizûrê şêx... Heya ku min rûyê Zipo dît û di bin şaşikê da naskir, di şikê da bûm. Lê na, Zipo bi xwe bû! Rîyeke reşî dirêj berdaye, digihîje navikê.

Çawa ez di dêrî da ketim hundir, got:

''Oo, birê minî ezîz, tu bi xêr hatî, silamet hatî!'' Û rabû ez himbêz kirim û li cem xwe ser balgîyê dam rûniştandin. Vegerî merivê xwe got:

''Cemşîd, birê min ji rîya dûr hatîye, nuha tî û birçî ye. Jê ra qehwekî bînin û xwarinê hazir kin.''

Meriv, herdu destê xwe li ser zikê xwe, xar bû, temenna girt, got: ''Ser seran!'' û derket.

Beşa Şeşan

”WERE BİBE XELÎFEYÊ MİN”

Ez şaş û metel mabûm. Zipo xatirê min dipirsî, lê yê min, wekî devê min hatibû girtin. Zipo got:

''Bira, qise bike, dîya min çawa ye? Halê we çawa ye? Li hêla we çi heye çi tune?''

Ez sekinîm sekinîm, devê min vebû, min got:

''Zipo, heyran, ev çi hal e, çi şêxtî ye? Tu û şêxtî?!.. Tu ji vî xelkê reben çi dixwazî?''

Zipo kire teqe teq kenî û got:

''Kuro Ehmo, ji xwe tu ji berê da usa ehmeq î. Devê xwe bigre, bi edep qiseke, lao! Ne, ez şêx im, devê te xar dibe! Navê min jî êdî ne Zipo ye, Şex El Azam e...'' Piçek sekinî û xeberdana xwe ajot:

''Kuro, çima ji min şêx nebe? Yên ku bûne şêx, çiyê wan ji min zêde ye? Dibe ku postê şêxtîyê ji bav û kalê wan maye, lê min ev miqam bi saya bazû û aqlê xwe heq kirîye. Ez ji wan zêdetir layîqî şêxtîyê me. Lê kesek li gundê xwe ne bûye pêxember! Bi hezaran mirîdê min hene, lê ji Cêrkan, ji gundê min kesek tune. Ji çaralî dinyayê tên; gundî ne, ticar in, feqîr û dewlemend in, mele ne, profesor in... Ji Cêrkan qulê xudê nayê. Tu dibêjî 'xelkê reben'... Min bi wan çi kirîye? Xelkê bi xwe ez kirime şêx. Ji ber ku, ji wan ra serokek lazim e, rêberek lazim e... Ew jî ez im! Ez di xizmeta wan da me. Ez bo xilasîya wan kar dikim. Ez...''

Min xwe ne girt, û gotina wî birî:

''Ma tu bo xilasîya wan kar dikî? Ma Zipo, kes nizane, ez jî nizanim te çi kir çi ne kir?! Te ji axan pere girt û mala xelkê şewitand. Te gundî berdane hevdu, te xelk talan kir, kuşt, revand! Te...''

Min, bê hemdê xwe, dengê xwe bilind kiri bû, vêcar Zipo gotina min birî:

''Lao usûl qise bike, dengê te diçe der! Ma tu belayî?! Wallehî te didime destê mirîdan, te wê deqqê hûr û xaş dikin. Kî dikare li himber min gotinên usa bike? Tu birê min î, lê hedê xwe bizane. Ez birê te me, lê şêxê vî milletî me, merivekî bimbarek im… Ehmo, Aqlê xwe topî serê xwe ke!'' Em herdu jî bêdeng man. Piştra Zipo gotina xwe ajot:

''Ma tu hatî li vir min rûreş bikî? Tu nikarî min rûreş bikî, kes bi te bawer nake… Tu elêyhê min da tiştekî bêjî ew xelk wê te tîke tîke bikin! Ji ber ku wan bawer kirine. Ew kor in, kûd in, nexweş in, feqîr in... Ewana zulm û neheqî dîtine... Ewana hêvîya xwe bi min girêdane. Ew naxwazin vê hêvîyê winda bikin… Ez nebama yekî din didîtin, ji xwe ra pûtek çêdikirin! Tu behsa rastîyê dikî, kî bi rastîyê bawer dike? Ûris û Amêrîkanî li ezmanan digerin, çûne hîvê, lê xelk pê bawer nake. Dibêjin hîv nûr e, kes nikare pêlê bike. Lê ku yek bêje Şêx Azam çûye hîvê, li ezmanan digere, bê lam û cîm pê bawer dikin. Tu vî xelkî nas nakî! Ew ji xeyalan, ji çîrçîrokan, ji efsanan, ango ji vir û derewan hez dike...''

Min dengê xwe birî. Çi bêjim, camêr rast dibêje!

Zipo dît ku ez bêdeng mam, wî jî dengê xwe nerm kir û got:

''Tu li Îzmirê, li wan deran çi dikî? Dîya min jî bigir were. Nuha, şukur halê min baş e. Tu dibînî, xudê li min dibarîne. Ez bûme dewlemend. Ez bûme xudî nav û deng. Çivîka dewletê li ser serê min hêwirî. Tu birê min î, were, li vir cîyê te heye. Ez nikarim bi her kesî bawer bim... Bibe milê minî rastê. Ez te bikim xelîfe. Him zikê te têr be, pişta te germ be, him jî bibe xudî nav û deng... Kuro, li vê dinyayê namûs û şeref, rastî û rindî, tiştê usa pere nake. Tu nabînî, merivê pak tim li bin lingan in...''

Hella hella, va Zipo ewqas gotinên xweş li ku hîn bûye? Ders mersê dibîne çi? Bi rastî ecêb mam û dengê xwe birî. Çi ji dest min tê?

Di vê navberê da qehwe hat me vexwar. Piştî wê xwarin hat. Lê çi xwarin bû! Li ser sawar goştekî qelandî, delal. Piştra şîrînahî, piştra fêkîyên cure cure. Û dîsa çay û qehwe...

Min got:

''Zipo, îşe te îş e!..''

Zipo got:

''Ew hemû îşê xudê ne...''

Hat ser zmanê min, bêjim: ''Walle, ew ne îşê xudê ne, îşê Hesen Axa û Memed Axa ne!..'' Lê vêcar min devê xwe girt. Zipo ji min pirsî:

''Wekî min bihîstîye tu hîn azew î, ne?''

''Belê.''

''Vaye emrê te digihê sî salî, hîn bê jin û zaro yî. Were ez te bizewicînim. Kê dixwazî te ra bînim. Cîyê yekê duduyan bînim, sisêyan bînim!'' Ez ecêb mam û min got:

''Ma ew çawa dibe?''

''Kuro çima nebe? Meriv carê tê vê dinyayê. Eger xudê nesîbê te vekirîye, bila deh be!''

''Pekî tu bi xwe ne azew î? Wexta te em berdan û çûyî, tu jî bê jin û zaro bûyî? Nuha halê te çawa ye?'' Zipo kenî û destê xwe hejand, got:

''Tu wê meselê nepirse! Di heremê da çend bûka te hene...'' Ez dîsa şaş û metel mam, min got:

''Lao, Zipo, ev tişt çawa dibe? Ne, tu şêx î...'' Zipo bi hêrs got:

''Ez şêxim, ka ne xadim im. Çima ji min ra çar jin zêde ne? Pêxemberê me çend jin û çend carîyên xwe hebûn? Bes ku tu debara wan bike. Bila birçî û tazî nemînin, zêdebûna jinan xêr e... Eger bi min bawer nakî, ji miftî û meleyan bipirs, bila ji te ra bêjin...''

Ez ketibûme dudilîyê. Min di dilê xwe da digot, ''Gidî, biçim dîya xwe bînim, li cem Zipo bibim xelîfe û kêfê bikim...'' Cardin jî difikirîm: ''Eva seltenata heya kîngê hebe? Gelo ev tiştê wek xeyal pir dimeşe?..'' Ez di van fikaran da bûm, yekî li dêrî xist, kete hundur, xar bû û got:

''Seyda, serê we sax be, Xelîfe Qasim şehîd bû.''

Zipo, got ''himm! şehîd bû?..'' û bi çavê rovîyan li min nihêrî.

Min tiştek fêm ne kir. Xelîfe Qasim kî bû, çawa şehîd bû? Zipo bi bihîstina mirina wî qet xemgîn ne bû... Heya meriv dikare bêje şa bû, rî û lêvên wî bi kêfê lerizîn. Wekî hayê wî ji hin tiştan hebû û li benda xebereke usa bû... Yê ku xeber da, halê wî jî usa bû. Zipo li rûye min nihêrî, piçek xwe topî serhev kir û got:

''Qasim, xelîfekî minî gelek ezîz bû! Bi destê minafiqan şehîd bûye...'' Bi çavê xwe îşaret da merivê xwe, lê min dît. Meriv hate cem, devê xwe kire guhê Zipo, kire piste pist. Zipo, ji tiştên ku dibihîstin gelek kêfxweş dibû. Li dawîyê got: ''Eferim ji zarokan ra, karê xwe baş kirine!..''

Piştî ku meriv derket, Zipo vegerî min: ``Xelîfekî min şehîd bû, lê va ye xudê yekî nu ji min ra şandîye...''

Dilê min kire pite pit. Bêjim, yan ne bêjim?.. Li dawîyê min xwe ne girt û jê pirsî:

''Zipo, tu û xudê rast bêje. Eva Xelîfe Qasim te da kuştin, ne?..''

Rûyê Zipo zer û sor bû. Piçek fikirî û kenî, got:

''Ma tu ji xeybê dizanî? Xelîfetî ji te ra kêm e, bavê min, tu yê ji nuha va doza şêxtîyê dikî...''

Min got:

''Ez ji xeybê nizanim, lê xûyê te dizanim!..''

Zipo got:

''Min ji te ra got, bibe xudîyê zmanê xwe û tiştan tevmede! Eva segbava, bi xelîfetîyê nema, doza şêxtîyê kir. Çavê xwe berda cîyê min. Te fêm kir?..'' Min got:

''Belê, min baş fêm kir!''

''De baş e. Ez birê te me, bêbextîyê ef nakim. Li vir merivekî wek te ji min ra lazim e, da ku pişta xwe pê qeyîm girêdim. Sibê bi rêkev, here dîya min bigir û were. Lê şertê xelîfetîyê ev e, ji bîr neke: Divê ji şêxê xwe ra sadiq bî, dilpak bî û eger hewce be, canê xwe jî bidî.'' Min got:

''Sibe zû ye. Îzna min bide, ez du-sê roj li vir bimînim. Gelek westîya me û bîhna xwe bistînim.'' Got:

''Baş e, min îzna te da!''

 

Beşa Heftan

”AMÊRÎKA Jİ ME PİR DİTİRSE…”

şevê xewa min ne hat. Ketim xem û xeyalan, heya ku berbanga sibê lêxist. Roja dinê, piştî nîvro Zipo di salona mezin da civatek saz kir û mêvanên sereke tê da cî girtin.

Behsa karên welat û dinyayê dibû. Zipo gotin anî ser kar û barê şextîyê û got:

''Va ye birayê min ji Îzmirê teze hat. Dibêje rewşa me li wan deran gelek baş e. Mirîdên me kom bi kom zêde dibin. Xelk li benda me ye, hêvîya xwe bi me girêdaye.'' Û gelek tiştên dinê got.

Ez şaş û metel mam. Min tiştekî usa ne goti bû. Him qise dike him jî çavên xwe li ser min digerîne, da ku ez şaşîyekê nekim... Min jî mecbûrî, bi mana ''belê'' serê xwe dihejand û Zipo bi serî hejandina min gelek kêfxweş dibû. Tevî min mirîdên dinê jî, qor bi qor serê xwe dihejandin...

Ew Profesorê sosret, dest bi axaftinê kir û got:

''Seydayê mezin, heya du-sê salan emê zora Hesen Axa û ya hemû minafiqan bibin û hukim bi tevayî bikeve destê me û emê sazûmana dadî û wekhevîyê ava bikin û dinya alem jî bi vê yekê heyran û hijmekar bimîne.''

Mirîdan bi hevra digotin: ''Însallah, însallah!''

Meleyekî dest bi axaftinê kir û got:

''Cîyê ku heq heye, batil zaîl dibe. Şex el Azam derket û rê û tarîqetên din batil bûn. Divê em vê bîr û bawerîyê di nav milet da baş belav bikin. Şex el Azam ji me ra bi terefê Xudê hatîye şandin û ji wî mezintir tune. Divê xelk li dora wî kom be.''

Mirîdan bi hevra digotin: ''Însallah, însallah! Divê kom be!''

Yekî din dest pê kir, got:

''Lê Amêrîka, Îngiliz û Frense ji vî tiştî ra ne razî ne. Ew sê roj in ku di behra Pasîfîkê da keştî û teyareyên wan lîstika şer dikin, ew dijî Şex el Azam in.''

''Eferim!'' got Zipo, bi dengekî bilind, ''te baş fêm kirîye. Ew lîstika şer bi tevayî dijî me ye. Lê me jî, bi saya xudê, keştîyeke wanî mezin binav kir. Çend teyareyên wan li hev xistin û şewitîn, sed û pêncî leşkerê wan mirdar bû...''

Mirîdan bi hevra gotin: ''Yarebbî şukur!''

Yekî leng û rovîreng dest pê kir û got:

''Amêrîka peykên teze avêtîye êzmîn ji bo casûsîya me. Ew şev û roj li ser me digerin, em çi dikin lê dinêrin û Hesen Axa û minafiqên dinê pê hişyar dikin...''

''Rast e,'' got Şex. ``Amêrîka ji me pir ditirse. Berê ji Ûris ditirsîya, lê êdî Ûris ne ma. Çînê jî ewqas guh nadîye... Çavê wan li ser me ye! Lê em jî wala nasekinin, eger peykê wan heye, di saya xudê da ya me jî heye. Him jî sê hew... Yêk şevê digere, du hew jî rojê. Yê rojê xuya nakin, lê yê şevê ezê, piştî tarîyê şanî we bidim...''

Mirîdan bi hevra gotin: ''Yarebbî şukur!''

Yekî pirsî:

''Pekî seyda, va kafirê Amêrîkê eger dijî me atomê bi kar bîne, emê çi bikin?''

Şex çavê xwe li vî bêbawerî gewr kir û bi hêrs got:

''Cimo, ma tu ji atoma Amêrîkê ditirsî? Me usa hînî we kiri bû? Bawermendî usa ye?''

Cimo, wekî eybeke giran kirîye zer û sor bû, lerizî û got:

“Haşa Seydayê mezin, ez çawa ji Amêrîkê ditirsim?! Yanê min got... Yanê eger...”

Zipo, destê xwe hejand û got:

''Eger atoma wan heye, di saya xudê da ya me jî heye! Ma em rûniştine, dostê me tunin?.. Kî dizane ku di bin erdê da çi karxaneyên me hene û çi cure sîlehan çê dikin?.. Lê ev tiştana sirrî ne, ji her kesî ra û li her derê nayêne gotinê...''

Mirîdan bi hevra serê xwe dihejandin û digotin, ''Nayêne gotinê, nayêne gotinê!''

Çay hat belav bû û Zipo gazî merivekî xwe kir û jê ra got:

''Heyder, Gunekaran bînin, dora wan e…''

Heyder derket û qasî deh deqqe şunda, tevî heft kesan vegerî. Destê wan bi hevra girêdayî, serê wan qot û lingê wan xasî bû. Zipo emir da, got ''rûnin!'' û ew li nêzikî dêrî dane rûniştandin, destê wan vekirin. Heyder vegerî cimaetê, got:

''Vana gunekar in. Ji gotina seydayê mezin Şex El Azam têr para xwe ne girtine, gotinên wî dane alîkî û qisûr û şaşî kirine. Nuha ewê curm û guneyê xwe bêjin û ef bixwazin.'' Û vegerî wan got: ''Şexmûs, tu dest pê bike!''

Şexmûs rabû ser pîyan. Yekî 30-35 salî, rîyeke reş lê, bi rûyekî zer û bi dengekî lerizokî dest pê kir:

''Şexê minî mezin û gelî cimaet!

''Min gelek xeletî û şaşî kirin. Min gotinên seydayê mezin Şex El Azam dan alîkî û gor aqlê xwe kir. Bona vê yekê jî ketim rîya şaş û min gelek zirar dane tarîqetê. Bona vê yekê bawermendîya min sist bû û karê me gelek şunda ket. Min şerav vexwar. Min bi keçikan kêf kir. Min perê Ocaxa Mezin xwarin...''

Şexmûs bi vî awayî belkî nîv seetî qise kir. Te digot ev gotin hemû ji ber kirîye û wek papaxanekî dixwîne, car caran ducar dike. Li dawîyê usa got:

''Bi kurtî, curmê min û gunehên min pir mezin in. Min kuştin heq kirîye. Ez ji Seydayê Mezin efê dixwazim. Ew hertiştî dizane. Meriv nikare tu tiştî ji wî veşere. Ew xudan hêkmet e. Ez soz didim ku ruh û bedena xwe ji xirabîyan paqij kim û bêm ser rîya rastê. Ez soz didim ku layîqî Şexê Mezin bim. Eger ew min bikuje jî xwîna min jê ra helal be! Ez xulamê wî me.''

Mirîdan, hemû bi hevra dikirin qîrîn:

''Evî kuştin heq kirîye!''

Ew rûnişt û yê din rabû. Wî jî, hema hema eynî tişt gotin. Û bi vî awayî heft kes jî rabûn gune û curmên xwe gotin û ef xwestin. Mirîdan her carê bi yek dengekî kirin qîrîn:

''Evî kuştin heq kirîye!''

Li dawîyê, Zipo dest bi gotinê kir, ez bêjim du seet, hûn bêje sê seet qise kir. Waazekî temam da. Behsa xirabî û rindîyê, mezinahî û piçûktîyê, dadî û bêdadîyê û gele tiştên dinê kir. Hella hella, va birayê min Zipo, tu dibê bûye merivekî kamil û zana! Wek pêxemberekî zeman qise dike… Gotin ji devê wî wek avekê dikelin tên. Bavê minî reben hat bîra min, ku digot ''Zipo, tucar nabe meriv!'' Nuha xweş bûya û ew rawşa hanê bidîta... Li dawîya xeberdana xwe, Zipo, ji wan gunekaran û ji cimaetê ra nesîhet kir û got:

''Ez ji we ra rîya rast nîşan didim. Ez xwarinê didime we, çek didime we. Ez nasnamê didime we. Hûn di xewê da bûn, min hûn hişyar kirin. Hûn kor bûn, min rê li ber we rast kir. Hûn wek kûsî û marzerikan li ser çar lingan kaş dibûn, min hûn rakirine ser du lingan! Hûn tî bûn, min av da we. Ez şivan im, hûn pez in. Ez rêber im, hûn rêwingî ne. Eger ez nebim hûnê çi bikin? Hûnê rîya xwe çawa bibînin? Hûnê çawa di heqê minafiqan da bên? Hûnê çawa xilas bin ji ezîyetên dinê? Hûnê çawa biçin cennetê?..''

Mirîdan bi hevra dikirin qîrîn:

''Xudê te ji serê me kêm neke!''

''Eger ez nebim, şeytanî leyîn wê bibe rêberê we...''

Mirîdan bi hevra dikirin qîrîn:

''Haşa haşa! Reberê me tu yî!''

Li dawîyê Zipo got:

''We rîya xwe şaş kir, ketin rîya şeytîn. Ji merivtîyê derketin. Minafiqan hûn xapandin. Vêcar we ef dikim. Hûn ketine, we cardin ji erdê radikim. Lê eva cara dawî ye, haa!.. Cardin we xilas nakim! Bi xwe hişyar bin û rîya xwe cardin şaş nekin.''

Her heft gunekar jî ji cîyê xwe rabûn, ber bi pêş çûn, xwe avêtin lingên şex û bi hevra kirin qîrîn:

''Her bijî Şex El Azam! Em xulamê te ne!''

Û hemû mirîdan bi hevra ducar kirin:

''Her bijî Şex El Azam, em xulamê te ne!''

Piştî wê li ser sênîyan xwarin hat û me têrî xwe xwar.

Ev roj usa derbaz bû.

Beşa Heyştan

GUNE Û CURM Jİ BO BİNDEST Û BELANGAZAN İN…

Roja dinê, ez birim talîma keç û xortan. Lê çi huner nîşan nedan ku! Ji nav agir çûn hatin, bazdan, bi alîkarîya werisan ji ser avên dîn derbaz bûn, ji şaxurên asê hilkişîyan, qele girtin...

Piştî nîvro, Zipo, ji însanê hewşê û ber dêrî çend kes qebûl kirin, gor usûlê şêxtîyê bi wan mijûl bû. Dema şîvê, gazî dergevanê xwe kir, got:

''Cemşîd, êdî bila kes me aciz neke, dixwazim bi birê xwe ra tenê bimînim. Û şerbeta me jî bîne.

Cemşîd got, ''ser çavan, Şêxê min!'' û derket. Deh deqqe ne borî bi sênîyeke mezin vegerî. Li ser goşt û birinc û hêşînayî têr bû. Cemşîd ew danî pêş me û got:

''Êdî kes nayê şêxê min, xwe rehet kin.'' Piştra çû ji dolava nav dîwêr çend kûpeyên delal anîn li ber me danîn. Bi kenekî xuyayî pirsî:

''Kîjan şerbetê emir dikî, Şêxê min? Ya sipî, ya sor, ya zer, yan ya Skoçî?''

Min tiştek ji vê pirsê fêm nekir, lê Zipo kenî û got:

''Hema ji hemûyan jî bîne! Birê min ji kîjanê hez dike, bila wê vexwe...''

Piştî wê, Cimşîd çû di koşekî odê da sardolav vekir û jê çend şûşe şerav, reqî û vîskî anîn li ber me danîn û got:

''Kîngê emrekî we hebe ez li ber dêrî me'' û îzna xwe xwest û derket. Ez metel mam. Min got:

''Keko, ev çiye? Tu bûyî şêxê mezin, hîn jî te ji van tiştan dev bernedaye?''

Zipo kire teqe teq kenî û got:

''Wek berê zêde venaxwim, lê car caran ji bo xatirê mêvanên wek te! Min nekarî bi temamî berdim...'' Dît ku ez sekinîme, got: ''De vexwe li kêfa xwe binêr, lo!.. Ji reqî û şeravê zirar nayê. Ew jî şerbeta xudê ne…''

''Pekî xelk çi dibêje?''

''Ma xelk ji ku dizane? Ev tiştana sirrî ne!''

Ez hînî vexwarinê ne bûme. Lê dîsa jî bo xatirê Zipo min yek-du qedeh girtin. Lê Zipo şûşe weke yên avê û dêw vala dikirin. Piçek ku serê min germ bû, min ji Zipo pirsî:

''Pekî Zipo, tu bo van tiştan ewqas xelkê gunekar dikî. Tu dibêjî bi keçan ra kêf kirine, şerav vexwarine. Tu çima bi xwe dikî? Vîcdana te çawa ji van tiştan ra razî dibe?''

Zipo serê xwe hejand û kenî:

''Tu çiqas dilpak û bom î lo! Ev tiştana ji bo bindest û belengazan gune ne û curm in; lê ne ji bo beg û axa û şêx û dewlemendan... Ez im ji xelkê dipirsim, lê kî dikare ji min bipirse?..''

Gotina wî rast bû. Min dengê xwe birî. Piçek şunda, halê wan însanên ber dêrî hate bîra min û min dîsa jê pirsî:

''Tu çima van însanan di waxtê da nabînî? Çima ewqas li ber derê te, li benda dîtina te disekinin? Ne gune ne? Piranîya wan nexweş û belangaz in, ji dîtina te çare û derman hêvî dikin?''

Zipo wek rovîyan kenî û got:

''Racona şêxtîye ev e. Eger ez wan çer hatin bibînim û bi rê bikim, qîmeta xwe namîne. Tiştê ku hêsan e, her erzan e. Tiştê ku çetin e û meriv nagihê bi qîmet e, wek serê çîyayên bilind e...''

''Pekî Seyda,'' min got (min jî êdî jê ra digot 'Seyda'), ''Dilo li kuye? Ew hevalekî teyî baş bû. Dev ji van tiştan berda, çi bû?''

Zipo dîsa wek rovîyan kenî û got:

''Dibînim, êdî tu jî ji min ra dibêjî `Seyda'. Eferim, tuyê van tiştan zû hîn bî! Haa Dilo? Dilo dev ji van karan berneda. Ew tişt ne hêsan e. Kes nikare dev jê berde... Dev jê berdan bêbextî ye! Lê Dilo bêbextîyek din li me kir, di bin dest da bû merivê Hesen Axa, casûsî kir. Me jî cezayê wî dayê...''

Min hin kesên din pirsîn: Reşîd, Silêman, Resul, Tacdîn û yên din... Lê ew hemû jî çû bûn. Ji hevalên wî yên kevn kes ne ma bû. Hinek revîya bûn xwe veşarti bûn, hinek dîn bû bûn, hinek hati bûn kuştin... Ji ber ku, ''bû bûn casûsê Hesen Axa...'' Min got:

''Bira, rastîyê bêje, evana bi rastî casûs bûn? Ev çiqas casûs in, malava! Ma va casûs hemû tên te dibînin?..'' Zipo kenî, demekî kehr bû, wekî ket fikarên kûr û piştra vegerî min, got:

''Bira, usûl û raconên serokatîyê hene. Te Makyavel ne xwendîye, min xwendîye! Dema ketim hepsê, li wê rastî merivên zana hatim. Merivên bi duwanzde îlim... Kitêb dane min û min xwendin... Tu wer dizanî ez bi belaşî bûme serok? Ma serokî ewqas hêsan e? Heya ku ez bûme serok min çi kişandin çi ne kişandin! Lê kîdera min ne hincirî!..''

Dîsa piçek sekinî û axaftina xwe ajot:

''Eger tu bûyî serok, divê firsendê nedî kesî. Wexta tu bûyî serok, bizan be ku, çavê hemû kesan li cîyê te ye... Heya divê, bawerîya xwe bi bav û birayê xwe jî neynî!'' Ser vê gotinê, herhal hat bîra wî ku, bi birê xwe ra qise dike, got:

''Bo te nabêjim ha... Negire ser xwe! Ango dixwazim bêjim ku, divê meriv pir hişyarî xwe be. Xasima ew kesên ku sirrê te dizanin, xetera wan pirttir e... Û dema ku tu dibînî xeter heye, divê çi hewceye bikî. Ev ne meseleyê heval û hogirîyê ye. Te ne bîhistîye, Fatîh Sultan Mihemet ji bo parastina seltenetê hemû bira û pismamên xwe, heya pitikên nav dergûşê çawa kuştin?.. Yavuz Selîm, bavê xwe ji seltenetê çawa avêt?.. Eger tu serok î, divê  xwe biparêzî. Ji millet ra serok lazim e. Ku serok ne bû tu tişt nabe. Qedera millet di dest serok da ye. Divê serok dilpola be. Bê merhemet, bê însaf, heya bê vîcdan be! Te fêm kir?”

Dilê min dikire pite pit, ji ber ku, gelek sirrê Zipo hîn bû bûm... Difikirîm: Ezê ji vir sax derdikevim, yan na?.. Bona vê yekê, min qet nekire yek û dudo, got:

''Belê serok! Gelek baş fêm dikim!''

Roja dinê êdî ne sekinîm. Tê gîhiştim ku, mêvanîya min eger dirêj bike, yan ez bibim bêbext û casûs, yan jî bibim şehîd! Min got:

''Seyda, ya çêtir ev e ku, ezê biçim dîya xwe rojkî berê bînim. Tu îzna min bide.''

Zipo gelek şa bû, got:

''Eferim ji te ra Ehmo! Cara pêşîn e ku tu wek baqilan qise dikî. Min îzna te daye. Bi xêr û xweşî here û rojkî berê vegere.'' Piştra, herhal tiştek hate bîrê, bi çavên tûj li rûyê min nihêrî û got:

''Nebî ku poşman bî. Te soz daye min û ji bîr neke, di vî karî da bêbextî tune!''

''Heyvax!'' min got di dilê xwe da, ''Zipo pêsîra me bernade...'' Tiştê ku hat ser zmanê min, xwe ne girt got:

''Lê ku dîya min ne xwest bê em çi bikin?''

Zipo rûyê xwe tirş kir:

''Dixwaze dixwaze!'' got. ``Ew li wir tek û tenê çi bike? Eger ne xwest jî, bixapîne, yan jî bi zorê bîne. Guneyê min bi wê nayê, lê xelk wê bêje, dîya Şêx el Azam li xerîbîyê li ber destan ma ye, bûye parsek... Bo namûs û şerefa me ne baş e.'' Piçek sekinî û ji min pirsî:

''Emrê dîya min nuha gihaye şêstî, ne?'' Min got:

''Herhal 65 heye.''

''Madem usa ye, ji serê wê zêde ye! Eger ne hat çi lazim e bike! Kuro av mavekî nêzîk, yan şaxurek li wan deran tune?..''

Ez zer û zepal bûm. Dev li min hate girtin. Min dizani bû Zipo pir bê însaf û bê vîcdan e, ne meriv e; lê ewqas jî ne dihate bîra min. Eva cinewir bi xwe ye! Zipo dît ku ez pir şaş bûm, serê xwe hejand û bi kenek tahl got:

''Ehmo, min dizani bû ku tu ne merivê van karan î! Tu wek kewroşkekî diltenik î, bê kezew î. Ez te ra dibêm ku, serok divê dilpola bin, tu ketî derdê canê pîreke 65 salî... Zû ji ber çavê min here! Yan vî karî safî bike, yan li van deran xuya neke! Ez ji merivê tirsonek hez nakim.''

Ez ketime tirs û xofeke mezin. Bi lez û bez min bersîva wî da:

''Na bira, na. Na Seyda! Şêx Azam! Ez natirsim! Ezê çi lazim e bikim! Ez birê te me...''

''De baş e, oxra te bi xêrê be! Ezê bibînim, bi rastî tu mêr î, yan kewroşk î...''

Min dirêj ne kir û bi rêketim. Çawa gihîştime bajêr li otoboza pêşîn siwar bûm û berê xwe da Îzmirê. Lê ne dîya xwe bir, ne jî bi xwe çûm gelîyê Beko. Min mala xwe ji Îzmirê bar kir û çûme dereke dinê. Cîyê min veşartî ye û li qisûrê menêrin, nikarim bêjim!

Pekî çîroka Zipo çi bû? Dawîya şerê wî û Hesen Axa çi bû? Ew jî ma careke dinê. Roj wê bê, ez wê jî binivîsînim...

Yê heyî xilas bû.

Axê me li om e, xwelî li serê kom e... (*)

Herçî kehr û gêj e, çi dibêjî bêje...

Ker bi kerîyê, carekê dikeve herîyê...

Herçî fama ra bes e himm, yê famkor ra ne bes e def û zirne, gim û gim...

                      ------------------------

(*) Om: geyşta parsê, parsekî.

Beşa Nehan

Lİ GUNDEKÎ BURSAYÊ HEVALAN EM DÎTİN...

Piştî ku ez ji cem Zipo vegerîm, çawa min di beşa berê da jî goti bû, li cîyê ku dîya xwe bigrim û vegerim Gelîyê Beko, min dîya xwe girt û careke din terkî welat kir, ji Îzmirê çûm alî Bursayê, di gundekî piçûk da wek êrxat cîwar bûm. Min navnîşan û têlefona xwe ji tu qûlê xwedê ra ne got, kesî ra name ne şand. Ew tiştên ku min li Gelîyê Beko, li cem birayê xwe Zipo dîti bûn, gelek jê tirsîya bûm. Min digot ne xelîfetî, nav û deng, xwarin û vexwarin, ne jî ew tirs... Bila Şeytan rûyê Zipo bibîne!

Bi rastî jî waxtekî min bi vî awayî li wî gundê piçûk îdara xwe kir. Di zevî û baxçeyên xelkê da dixebitîm û nanê xwe derdixist. Bê qisawet bûm. Dîya min jî, rebenê, herçiqas bîra welat dikir û carina ax dikişand jî, ji halê xwe razî bû...

Lê mixabin, bela hat û dîsa li derê me xist... Gelo, merivên Zipo çawa cîyê me doz kirin, çawa gihîştin me, nizanim, bona vê yekê îro jî şaş û metel dimînim. Tu dibê ev Zipo ji xeybê dizane, bi rastî jî xwedî kiramet e! Casûsên wî li hemû deran digerin û çi dibe çi nabe hayê wan jê heye...

Ez rojekî ji kar vegerîm mal ku va ye du “heval” li ser doşegê pal dane, pişta xwe dane balîfê, çay vedixwin û dîya min a pîr jî ji wan ra goşt diqelîne!

Min got “selamûnaleykûm!” û firsend nebû gotina duduyan ji devê min derkeve.

Ewana  wek xudîyê malê gotin: “Eleykîmîselam, Heval Ehmo, tu bi xêr hatî! Hela were, keremke rûne... Tu li ku yî, çi îşê te li van deran e? Ma tu ne li Îzmîrê bûyî? Ma Şêx el Azam ne li benda te bû?.. Va ye du sal derbaz bûn, tu xuya nakî. Me got belkî tiştek hate serê te. Me got belki bi destê Hesen Axa hatî kuştin...”

Min got: “Hûn dibînin tişteki xirab tune, şukur sax ım. Lê min mereq kir Heval, we çawa cîyê min doz kir?”

Heval wek rovîyeki kenî û got: “Em zanin... Çavê me û guhê me hene li her der... Em eskerê Şêx el Azam in...”

Dest û pî li min qerimîn. Ezê çi bêjim nuha?.. Him jî ev “hevalana” eskerê Zipo ne, bi wan ra hîle û henek nabe, bira mira jî nabêjin, dikarin bo xatirê şoreşê bêjin teq û te di cî da bikujin!..  Bêdengîyek çêbû, min demeke kurt di serê xwe da bir û anî, piştra got:

“Rast e, ezê biçûma... Lê dîya min piçek nexweş bû. Min got berê ez wê bibim toxtor...”

Yekî ji wan got: “Ma li Îzmirê nexweşxwane tûne bûn, tu li van deran çi digerî? Him jî tu nizanî ku Şêx el Azam toxtorê herî mezin e li vê dinyayê, Loqman Hekîm bi xwe ye... Tu ku birayê mirovekî usa bimbarek î, çi îşê te bi toxtoran ketîye?..”

 Min got: “Belê, hûn rast dibêjin... Lê her usa jî,  ez fikirîm bê pere neçim baştir e, ango li ser kekê xwe û li ser şoreşê nebim bar; li cîyekî kar bikim û çend quriş bi destê min kevin, hîn biçim. Bona vê yekê li kar gerîyam û hatim van deran...”

Hevalekî kire teqe teq kenî û got:

“Malava, ma li cem Şêx el Azam bo bira û dîya xwe pere tune! Xwedê zêran lê dibarîne... Xezîne û defîneyên vê dinyayê ji bo wî ne. Serda jî perê toza zer û sipî, ku wek xezneyên İngîlîz û Amêrîkê ne...”

Min bê hemdê xwe got: “We got toza zer û sipî? Gelo ev çi ye?..”

Heval ji vê gotinê wekî poşman bû, got: “Na canim, ew ne tiştek e! Ango min xwest bêjim zêrên zer û almastên sipî... Ma di Kurdistana me da çi dernakeve ku. Nift zêrê reş e, komir almastê reş...”

Ez jî kenîm û min got: “Belê, usan e...”

Bi vî awayî hewa piçek nerm bû, tirsa min daket. Qelîya dîya min hate ortê. Me dor lê girt, tevî nanê fetir, mast û îsotên biraştî me xwar, xilas kir. Piştî wê yek ji hevalan dest bi axaftinê kir û got:

“Heval Ehmo, tu dia bike ku birê Şêx î. Ne usa Şêx el Azam tu ef nedikirî û curmê te pir giran bû. Yekî ku soz bide şêx û vegere heqê xwe kuştin e. Di vî karî da veger tune, bêbextî tune!..”

Usa digot û berekî va jî şeşara xwe ya çerdexur derxistibû pê dilîst... Dilê min lerizî, gelo va segbava dixwaze çi bike?.. Li dawîyê axaftina xwe usa temam kir:

 “Emê sibe zû bi hevra, tevî te û Dayê, ji vir hereket dikin, diçin. Bila kes pê nehese...”

Êdî tiştekî din ne ma bû ez bêjim. Min got: “Ser seran, Heval!”

Ewana gotin: “Baş e, emê nuha diçin, sibê zû tên. Tu jî hazirîya xwe bike. Tiştê xefîf, lê bi qîmet giran bigir cem xwe. Emê wan li tomafîla xwe bar kin. Yê dinê ne mihîm e, bila bimîne...”

Û rabûn çûn. Di dema vê axaftina me yê dawî da dîya min li alî mîtbaxê bû, firaq dişûştin. Piştî çûna wan, dîya min hat û dît ku ez ketime nav fikarên kûr, got:

“Lao Ehmo, çi ye, ewana çi kes bûn? Behsa şêx dikin, ew çi Şêx e? Tu çima usa kûr difikirî?”

Min got: “Qe pirs meke, Dayê! Ewana merivên Zipo bûn. Cîyê me doz kirine...”

Çavê dîya min wek yê pûmê vebûn. Got: “Hella hella! Çawa doz kirine, çi zanîne ku em li vir in?”

“Ew zanin dayê, ew zanin... Mirîdên wan pir in, çav û guhê wan li her derê ye...”

“Pekî ji me çi dixwazin?”

“Hatine ku me bibin cem Zipo.”

“Na na, tobe, ez naçim cem wî serserîyî!”

“Emê mecbûr biçin...”

“Çima macbûr in, lao? Emê îşev dîsa mala xwe bar kin, birevin...”

“Nabe Dayê, ewê vêcar me bigrin û bikujin!”

“Em ji vî welatî birevin biçin welatekî Ewrûpa. Li wir ewê me çawa bibîne?”

“Li wir jî dibîne... Heya em biçin Amêrîka û Awûstralya jî pere nake. Mirîdên wî li her derê çêbûne.”

“Wax wax, ezê pepûgê! Emê herin xwe bavêjin bextê Hesen Axa, ew bila me ji Zipo biparêze.”

“Ma tu nizanî ku Hesen Axa bi xwe Zipo kire bela serê me. Wî pere û sîleh û nan didayê û bi destê xwe ew diparast...”

Dîya min kire gîrî, “Weylê min porkurê, xulî li serê min!”

Tiştek nabe Dayê, emê biçin, çiqa nebe Zipo Kurê te ye. Nuha jî bûye şêxekî mezin, wek hukumdar e. Li cem wî tu rehet dikî...”

“Na na!” got dîya min. “Ez li cem Zipo rehet nakim. Ma ez nizanim ew çi pîsî heram e! Hîn bostek zaro bû mala me şewitand, çi bela anîn serê me... Bavê te yê rehmetî çi digot: “Ew bibe hukumdar jî nabe meriv!” Ezê bendekî bavêjim vê darê û xwe dardakim, baştir e ku biçim cem wî serserîyî. Şêxtî mêxtîya wî jî hemû derew e, haşa ji şêxan!”

Ez dirêj nekim. Wê şevî xew nekete çavê me. Wê kir mi kir, li dawîyê min dîya xwe qane kir ku em biçin. Wekî din rê li ber me tunebû.

Sibê da zû tomafîla Hevalan hat. Me çente û buxçekî xwe tê da cî kir. Ji xwe wekî din tiştekî me yê hêja tunebû.

Û bi vî awayî em bi rê ketin, ji gund û bajaran, ji çem û çîyan derbaz bûn, sê rojan şunda gihan Gelîyê Beko, cem Zipo...

Beşa dehan

ZİPO Dİ CİLÊ MELEKAN DA

Di rê da min dîya xwe hûr hûr temî kir, got: “Nebî ku tu ji Zipo ra tiştekî xirab bêjî. Ew êdî şêxekî mezin e, wek hukumdaran e; walle dê û bira nabêje, qira me tîne!”

Rebenê dîya min him ditirsîya him diçû. Lê qasî ku em tirsîyan tiştekî xirab ne hate serê me. Zipo piçek çavê xwe li min gewr kir û got: “Lawo Ehmo, te cezayekî mezin heq kiri bû, lê çibkim, birê min î. Dîvê yek hebe bikim xelîfe, pişta xwe bidimê. Lê tu tê nagihîjî, qedrê vê miqama mezin nizanî. Dîsa jî vêcar te ef dikim... Lê careke din hişyarî xwe be, ji rîya rast dernekeve!”

Zipo dîya min ra rûyekî nerm nîşan da, heya çû destê wê. Dîya min jî ew himbêz kir û maç kir. Çiqa nebe dê û kur in. Li vê dinyayê heya dûpişk jî ji çêlê xwe hez dike...

Him jî dayê di çend rojan da hînî rewşa teze bû. Dît ku layê wê xwedî nav û dengekî mezin e, xelkê nexweş û reben ref bi ref tên li ber derê wî kom dibin û li çare û dermanan digerin. Mala wî wek koşk û qesran e, xizmekarên wî qor bi qor in. Eskerên wî yên lek bi lek bi dijminan ra şer dikin û parêzgerên wî nahêlin ku li dorberê qonaxa wî çivîkên beyanî bifirin... Xwarin û vexwarin pir e ku li ba axa û mîran nayê dîtin. Hingê dîya min jî qane bû ku Zipo bi rastî bûye şêxekî temam, bûye xwedî miqam û seltenet.

Serda jî, ji ber ku dîya Zipo bû, herkesî jê ra hurmet nîşan dida, jê ra digotin “Dayê” û destê wê maç dikirin. Bona vê yekê kêfa Dayê gelek li cî bû. Pir ne borî hînî rola xwe ya teze bû wekî dîya mîr û sultanekî... Dîya pîr te digot ciwan bûye,  şal û şalwarê xwe usa badike, di nava qonaxê û bêxçe da tê û diçe...

Carina rojnamevanan jê dipirsîn, digotin: “Dayê, Şêx el Azam di piçûktîya xwe da çawa bû?”

Dayê usa li wan vedigerand:

“Zipoyê min hîn di zaroktîya xwe da gelek jîr û jêhatî bû. Li dor mala me mişk û mar ne hişti bûn. Herkesekî digot, merivekî mezin ji vî lawikî wê derkeve!..”

Ango dîya min usa qise dikir, pesna Zipo dida, ez şaş û metel dimam, te digot sîyasetmedarê heftê Salî ye.

Lê Zipo ne xwest ku dayê tim li qonaxê li ber çavê wî be û şadê hin tiştên wî be. Ji ber ku di ode û salona xwe da, ji ber çavan dûr vedixwar û bi jinan ra dilîst...  Bona vê yekê, ew li Gelîyê Beko di gundekî nêzîk da bi cî kir. Keç û xortek jî dan xîzmeta wê.

Zipo nav û nîşana xelîfetîyê da min û ez kirim fermandarê Hêza Zipo, li Gelîyê Zipo. Ez çend rojên din li cem wî mam. Derheqê kar û barê xelîfetîyê da ez agahdar kirim, divê çi bikim çi nekim, bi kê bawerî dibe, bi kê nabe... Bi rastî fen û fûtê wî pir bûn û bawerîya wî bi kesî tune bû. Bona vê yekê jî merivên nêzî xwe zû bi zû diguhartin û gelekê wan gunekar û winda dikirin. Ji min ra got:

“Wezîfe bide hin kesan bila raporan bidin te di derheqê şervanên me da. Lê çavê te divê her usa jî li ser wan be... Bi kesi bawer ne be! Derheqê hev û du da jî ji wan raporan bıxwaze...” Ango Zipo rêxistina casûsîyê çêkiri bû li hemû mintiqö; herkes casûsê herkesi bû!

Di vê navberê da ew gotina wî di derheqê zewacê da hat bîra min. Ka ji min ra goti bû, “were cem min, ezê te bikim xelîfe û bizewicînim...” Lê min dît ku qet behsa vê meselê nake, di firsendekê da ku me bi hevra vedixwar û kêfa wî li cî bû, anî bîra wî. Min got:

“Keko, tê bîra te, ka te goti bû ezê te bizewicînim... Ger keçikeke usa şîrhelal heye...”

Wî ne hişt ez gotina xwe temam bikim. Got:

“Ohoo, Ehmo, te hîn kar û xizmetek ne kirîye tu bi dû jinan ketî, li kêfê digerî!”

Min got: “Na, ne ji bo kêfê, Keko. Va ye emrê min jî derbaz dibe, zarok marokê min tunin...”

Zipo bi hêrs ket:

“Ma yê min hene? Lez neke lawo, lez neke! Roj bê wê bibe... Di terîqetê da usûl ne usa ne. Divê berê xizmeta şêxê xwe bikî, êzingan bikişînî, avê bînî, tifikê germ bikî! Tu fêm dikî ezê çi dibêm? Ango berê here dest bi fermandarîya xwe bike. Emê di şerê me û Hesen axa da marifetên te bibînin... Mesela zewacê piştra... Nuha xwe bi jinekê û zarokan girê mede. Him jî jin hêsan in, li cîyê yekê tuyê bi dehan bibînî?”

Pirsa hanê nişkava ji devê min derket: “Ew çawa dibe?”

“Dibe dibe, heyran! Roj bê tuyê bibînî...”

Lê bi rastî jî ji bo Zipo jin pir bûn... Di vî warî da fen û fûtên wî ne dihate bîra şêytîn. Dema li wir bûm, rastî ecêbeke giran hatim.

Carina ku Zipo guhdarîya derdê jinan dikir, ew yek bi yek digirtin salonê û hingê ne dihişt kesekî din di salonê da bimîne, da ku jin şerm nekin, derdê xwe ji şixê xwe ra vekin... Di demên han da ez bi xwe jî ji odê derdiketim. Lê carekê bê hemdê xwe bûm guhdarê wî û jineke ciwan.

Ez ji aptêsxanê dihatim û hayê min tune bû ku Zipo di salonê da bi jinekê ra tenê ye. Hayê wî jî ji min tune bû. Bi dengekî gelek nerm digot:

“Tu mereq neke qîza min, zarokê te wê çêbin. Bes tu bi nefesa şêxê xwe bawer bike û ji min fedî neke!” Û piştra dest bi diayên erebî kir... Ez bi erebî nizanim. Zibo ji ku hîn bûye û çiqas zane, wê jî nizanim. Lê ew gotina “Bîsmîllahî rahmanî rahîm, eûzûbîllahî şeytanî recîm,”

ewqasî fêm dikim. Zipo dia xwend û piştra dîsa vegerande Kurdî, got:

“Fedî neke keça min, fedî neke... Zikê xwe pas bike, da ku dia tesîrê bike!”

Ez li ber dêrî mat bû bûm ma bûm. Ewana ez ne didîtim. Min serê xwe dirêj kir ku Zipo fîstanê jinikê hildaye û zikê wê pas kirîye, berekî va dia dixwîne û berekî va jî zikê jinikê mist dide...  Piştra got:

“Navê te bi xêr?”

Jinikê bi şermokî bersîva wî da: “Gulîzer.”

“Gulîzera delal, mereq neke, zarokê te wê çêbin. Lê divê tu şevekê li qonaxa min bibî mêvan... Odeyeke taybetî heye, li wir tenê razê. Ev der cîyekî bimbarek e. Şev melekek bê cem te, melekê xwedê. Jê netirse û fedî neke...”

Bêdengiyek çêbû, piştra disa dengê Zipo hat: “Tu tevî kê hatî vir?”

“Tevî dîya xwe hatim.”

“Baş e, behsa melekê neke, dikare bikeve şikê û razî nebe. Hingê sêhr û kirameta diayên min namîne û melek jî nayê!.. Eger dixwazî zarokê te çêbe, tilsimê xwe ev e. Ji dîya xwe ra bêje ezê li cem jinên şêx bimînim. Şukur li vir herema mın heye... Çi dibêji, erê yan na?..”

Jinikê hema bersîv ne da. Xuya ye dudilî bû. Zipo dîsa  dest pê kir, got “euzubîlllahî şeytanî recîm!” û zikê jînîkê hêdî hêdî mist da...

Hingê jinikê biryar da: “Belê şêxê min, ezê bimînim.”

“Baş e!” got Zipo bi kêfxweşî. “Nuha vegere cem dîya xwe û dema tarî ket, cardin hilkişe jorê, ezê oda te ji te ra nîşandim...”

Ez wekî hişk û hol bû bûm li ber wî derî ma bûm. Dema jinik rabû ku ji salonê derkeve biçe qatê jêrê, ez jî da ku Zipo bi min nehese, bê deng cardin derbazî aptêsxanê bûm... Piçek şunda wekî teze têm, vegerîm hatim salonê. Dema Zipo ez dîtim, piçek şaş bû û got:

“Ma tu li vir bûyî?”

Min got: “Teze têm, min avek rijand...”

Zipo got “hella hella!” û serê xwe hejand.

Wê şevê xew nekete çavê min. Oda minî razanê jî li qatê jorê bû. Min derîyê xwe piçek vekırî hişt û dît çawa nîvê şevê Zipo, li ser milê xwe bi şalekî dirêj û sipî mîna cilê melekan, di wê tarîyê da ji oda xwe derket û çû oda jinikê... Ez nêzî dêrî bûm û min guhê xwe dayê: bile bila wan bû û gotinên wek “bismillahî” û “eûzûbillah” heya guhê min dihatin...

                      *   *   *

Rojekî jî du jinên bi çarşef tevî du merîvên bi şiklê dewrêşan hatibûn ba Zipo. Ber bi êvarê ew anîn hundur û derî girtin. Di oda mezin da sifreya xwarin û vexwarinê hate hazirkirin, tevî sênîyên goşt û birinc û fêkî, bi şûşên reqî û şeravê xemilandin. Ez û Zipo li dorê rûniştin. Ew du jinana di pişt perdeyekî da bi lez û bez xwe tazî kirin, cilên çengîyan li xwe kirin, piştî wê derwêşan li elbanê xistin û wana jî dest bi reqsa xwe kirin lîstin. Lê di reqsê da çi hoste û hunermend bûn! Laşên xwe wek maran badidan, hûrên xwe hildavêtin, bi tilîyên xwe dikirin şike şik, şalên îbrişim û mûrî û mircanên ser bedena wan dihejîn û aqil di serî da ne dihiştin!..

Min got: “Keko ev çi mesele ye? Nuha xelkê derva çi dibêje?..”

Zipo kenî û got: “Lao tu çi saf î! Ma xelkê derva çi zane ku em li vir çi dikin?.. Li kêfa xwe binêre, bixwe û vexwe, ev rojana bi dest nakevin!”

“Lê ew jinên di herema te da?..”

“Ew dı xaniyê tenişt me da dimînin û bê izna min tucar nayên vir. Tu mereq neke, ez birê te me û li vir gotina min derbaz dibe, ne yê jinan...”

Bi vî awayî me heya derengê şevê kêf kir. Ev delalana carina dihatin li ber Zipo û ber min junîyê xwe didan erdê dilîstin, carina jî rasterast di himbêzên me da rûdiniştin ku hişê min ji serê min diçû! Derengê şevê Zipo îşaret da keyayê xwe, saz û lîstik sekinî. Zipo vegerî min got:

De yekê ji vana hilbijêre bibe oda xwe; yek ji te ra, yek ji min ra!

Ez şaş û metel mam. Min got: “Ma Keko, ev tişt dibe?..”

“Çima nebe lao! Ma te ne digot ji min ra jinek?.. Ahan ji te ra jinek, him jî çi jin!.. Evana ne wek jinên me yên gundî ne; evana kubar in, Îstembolî ne... De bigir bibe, heya sibe ji te ra ye...”

Wallehî min piçek fedî kir, lê çi çare! Zipo yek ji xwe ra bir, yê din jî bi min ra hat oda min. (Êdî, xwendevanên delal, piştî wê çi bû çi ne bû, ez nebêjim, ji we fedî dikim!..)

Min digot belkî piştî vê bûyerê xelkê ku hewş û dorberê qonaxê tijî dikirin tûyê rûyê me bikin. Dema roja dinê ji wir derbaz bûm, min fedî dikir ku li rûyê xelkê binêrim. Lê min dît di nav xwe da qise dikin û usa dibêjin:

“Şeva dinê li qonaxê derwêşan li elbanê dixist û şêxê mezin û birayê xwe heya sibê zikir dikirin!..”

Beşa 11

KOMARA ZİPO

Piştî çend rojan Zipo ji min ra got: “Ehmo, bes e êdî, te çi postê xwe li vir raxistîye! Ne dema rûniştinê ye. Te bîhna xwe stend, nuha jî dora kar e. Hazirîya xwe bike û sibê bi rêkev. Du mihafizên taybetî jî didim cem te. Herî kîderê divê ew li cem tebin. Evana baş perwerde bûne...”

Min usa texmîn kir ku ev herdu mihafiz her usa jî casûsên Zipo bûn. Bi rastî jî piştî wê deqê her tiştê ku min kir û her gavê ku min avêt, ewana bi dizikan rapor kirin, gihandin Zipo.

Roja dinê sibê zû em bi rêketin çûn, ber bi nîvro gihan Gelîyê Zipo. Şervanan pêşiwazîyeke baş kirin bo min, wek usûlê eskerî. Him fermandarê wan ê teze bûm, him jî birayê Zipo bûm, bona wê êtibareke baş didane min.

Gelîyê Zîpo nêzî sînorê gundê Cêrkan, ango gundê me yê berê ye. Navê vê gelîyê ya rastî Gelîyê Horê ye. Lê ev du sal in ku hin kesan navê Zîpo lê danîne. Ji ber ku hêzeke me li wir cîwar bû bû ku şerê Hesen Axa dikir, navê wê “Hêza Zipo” bû.

Li dora wê gelîyê gelek şikeft hene û hêza me di wan şikeftan da bi cî bû bûn. Di şikeftan da her usa jî xwarin û cebirxane, sîlehên zêde hati bûn depokirin. Lê çi tune bû ku! Klaşîn û M1, Bîksî, makînelî, doçka, hewan... Bombeyên destan, roketên RPG, cure cure mîn, dînamêt û teqemenîyên C-4...

Min helbet eskerî kiri bû, ji sîlehan piçek fêm dikir; lê ev karê çeteyan tiştekî din bû. Pir ne borî, fêrî vî karî jî bûm. Di bin emrê min da mirovên xwedî tecrube hebûn. Him jî, tiştê ku me dikir çi bû, me êrîş dibire ser gund û gom û mezrayên Hesen Ağa, carina malên gundîyan dişewitand, li xulam û xizmekarên wî sîleh diteqand, bombe davête vir û wê, ard û savar, pez û dewar, çi bi dest me ket talan dikir dianî. Beşek ji me ra, beşek ji Memed Axa ra...

Êrîşên me bi usûlê çeteyan piranî bi şev û bi dizî bûn. Me nişkêva di ser wan da digirt, talana xwa dikir û direvîyan. Merivên Hesen Axa jî bi tedbîr bûn. Li gelek cîyan senger çêkiri bûn û dafik danî bûn, li ser sînorên gund şev û roj li benda me bûn. Wan jî li me dibarandin, carina di navbera me da şerên giran çêdibûn û mirov dihatine kuştin, birîndar dibûn. Hesen Axa li hin cîyan mîn danî bûn ku gelek bi xeter bûn. Gelek ji hevalên me pê li wan kirin, yan mirin, yan seqet bûn.

Merîvên Hesen axa jî êdî wek berê ne tenê ji bo parastinê li benda me bûn. Wan jî bi usûlê çeteyan êrîş dianîne ser me û malê Memed Axa talan dikirin.

Bi vî awayî şer bi salan ajot û çû.

Me li çîyê nexweşxaneyeke piçûk çêkiri bû, doxtorên me hebûn ku birîn derman dikirin. Me bi alîkarîya Memed axa li çîyê çapxaneyek ava kiribû û kovar û rojname derdixistin. Her usa me radyoyek serrast kiri bû ku sibe-êvarê xeberên şoreşa Şêxê Mezin belav dikir û dengbêjan tê da kilam digotin.

Dema mirov ev rojname dixwendin û guhdarîya vê radyoyê dikir, digot qey Zipo zora Hesen Axa birîye û dest danîye ser gundê wî, çol û çîya azad kirine! Digotin, “vê biharê êrîşa mezin dest pê dike... Emê vê havînê Cêrkan û gundên dorê rizgar bikin! Emê Hesen Ağa û şirîk û xulamên wî ji wan deran biqewirînin û gundî vegerin ser axa xwe... Emê reforma axê bikin, erdê bi temamî ji dest axayan bigrin û di nav gundîyan da belav bikin. Ne ku tenê erdê ji dest wan bigrin, her usa jî serê wan jêkin!”

Carê yekî rojnamevan hat, çend rojan li cem me ma, bi navê Siracê Dîn... Digotin berê dijmin bûye, nuha heval e...  Li Gelîyê Zipo gerîya. Nexweşxane, çapxane û radyoya me dît. Resmê wan kişand, bi me ra hevpeyvîn çêkir, dengê me girte miseccelê, piştra jî bî navê “Komara Zipo” di rojnemeke Ewrûpî da weşand.

Lê Siracê Dîn çi digotin çi ne digotin! Hêza me û rewşa me mezin kiribû, gihandibû ezmanan. Digot Şêx El Azam ji nuha va li Gelîyê Beko û Gelîyê Zipo dewletek ava kirîye. Her tiştê vê dewletê heye; erda xwe, ala xwe, leşkerê xwe, zindanên xwe, nexweşxane û mektebên xwe, rojname û radyoya xwe... Serokê dewletê jî Şêx El Azam e. Digot hukumeta Şêx El Azam heye û birê wî Ehmo jî serfermandar e û her usa jî serokwezîr e... (Bi vê yekê gelek kêfa min hat!)

Siracê Dîn digot eskerên Şêx Zipo şev û roj êrîş dibine ser Hesen Axa û dinyayê lê teng dikin. Wana ji nuha va erdekî mezin azad kirine; lê di nêzik da hemû mintiqê wê azad bikin, Hesen Axa û hemû axayan ji mintiqê bavêjin, hemû gundî azad bin, di bin serokatîya Şêx Zipo El Azam da sazîya azadî û wekhevîyê ava bikin... Li dinyayê ji nuha va gelek dewlet hukma Şêx Zipo nas dikin, dîplomat û fermandarên wan tên diçin, silavên serokê xwe tînîn û piştgirî didine...

Siracê Dîn resmê Çemê Zipo, yên şikeftan, çol û çîyan û yê me û sîlehên me jî kişandibû û hemû di rojnamê da derketin. Helbet berî her kesî resmên Zipo û yên min...

Zipo ji bo vê roportajê gelek kêfxweş bû, pesnê Sirac da, got: “Eferim ji Sirac ra, rojnamevanî usa dibe!.. Xêr û xweşî me ku dewleta xwe îlan kir, ezê Sirac bikim wezîrê çapemenîyê.” Lê tenê li ser tiştekî acizîya xwe nîşan da, got: “Mirov li cem serokan û mirovên yekemîn, resmê mirovên duwemîn û sêwemîn danayne...” Ango Zipo ji resmên min û ji yên hin hevalên dinê aciz bû bû...

Lê Memed Axa ji vê roportajê gelek aciz bû. Ji ber ku em li ser erdê wî bûn û wî piştgirîya me dikir. Gava Hesen Axa ji bo vê yekê ew gunekar dikir, wî sond dixwar û digot “Na, tu xebera min ji wan tune, min rûyê wan ne dîtîye! Dibe ku ew diz û keleşên han hatine bi dizikan ji gundê min derbaz bûne...”

Lê vê roportajê ew tiştana gişt eşkere kirin. Him Hesen Axa dijî Memed Axa dengê xwe bilind kir, him jî axayên din yên der û dorê jî bona vê yekê Memed Axa gunekar kirin, gotin: “Tu çima cî didî şêlanker û êşqîyayên han û piştgirîya wan dikî? Sibe ewê li serê te jî bibin bela...”

Bona vê yekê Memed Axa gazî Zipo û min kir gelek hêrsa xwe ji me ra anî. Got: “We ez derewîn derxistim. Hemû sirên me eşkere bûn... Nuha ez Hesen Axa ra çi bêjim, axayên dinê ra çi bêjim?”

Zipo got: “Ez jî gelek xemgîn im, Axa. Hemû sûcê wî Siracê Dîn e! Ezê wî ceza bikim. Her usa jî rojnamê tekzîp bikim, bêjim Sirac derew kirîye, ew gelî ne di nava erdê Memed Axa da ye, lê di nav erdê Hesen Axa da ye...”

Memed Axa serê xwe hejand û got: “Lê em resmê van çîya û şikeftên me çi bikin?..”

Zipo got: “Ew jî hêsan e Axa! Li vî welatî çîya û şikeft li her derê hene... Ma xelkê dûr çi bizane ku ew çîyayên kîderê ne, şikeftên kîjan gundî ne? Em bêjin dibe ku li hev dişibihin...”

“Baş e,” got Memed Axa, “çi lazim e bike. Her usa jî madem tu hatî, Zipo Efendî, emê karê xwe yê dinê jî piçek qise bikin... Van rojana karê tozê çawa diçe? Ticar û qaçaxçî tên diçin? Kes di alî me da ne hat...”

“Rast e,” got Zipo, “bibexşîn, em piçek dereng ketin... Van rojên dawî çalakî pir bûn, li ser sînoran şer giran bû, bona vê yekê mêvanên me dereng ketin. Lê xeber hat, ewê nêzda bên û barekî baş jî xwe ra bînin... Ew çawa gihan Gelîyê Beko, para axayê min jî hema ezê bigihînimê...”

“Destê te sax!” got Memed Axa. Min çend telîs ard û sawar jî hazir kirine, dema çûnê xizmekarên min bila li ker û qantiran bar bikin, bi xwe ra bibin. Lê çawa gihan wir ker û qantirên me şunda vegerînin, ji me ra lazim in.”

“Mala te ava!” got Zipo. “Ez van rindîyên te tucar ji bîr nakim, axayê min! Ker û qantiran jî qet mereq neke, ezê çawa giham wir vegerînim.”

Em sibê zû rabûn, tevî ker û qantirên xwe yên barkirî û tevî komek mihafizan bi rê ketin...

Di vê hevdîtinê da hin tişt gelek bala min kişandi bûn. Yek dewlemendîya Memed Axa bû. Qonaxa sê qatî wek qesrekî bû di nav bax û baxçeyekî mezin da. Çarmedorê qonaxê bi dîwarekî bilind hati bû pêçan mîna bedestenê qeleyekê. Di hewşê da hespên kihêl ref bi ref bûn. Kerîyên pez û dewarên wî ewqas pir bûn ku ne dihatine hejmarê. Hundir qonaxê jî bi xalîçe û şemdanên giranbuha, bi kursîyên ji dara gûzê û sedefkirî, bi alawên zêr û zîv xemilandî bûn... Di dîwaran da postê hirçan, pezkûvîyan û qertalan... Xizmekar û carîyeyên wî qor bi qor bûn...

Ango rewşa Memed Axa wek ya mîr û sultanan bû. Gelo evqas tişt bi hatina gundeki çawa dibû? Him jî Fêlikan ne gundekî ewqas bı bihn û bereket bû.

Tıştekî din ku bala min kişand jî ew bû ku, roja em hatin Fêlikan, gundê Memed Axa, me ne karî wî bibînin. Got mêvanên min hene û em du roj li benda wî man ku destûr bide, em biçin qonaxê wî bibînin. Li gund çend hevalê me diman û pêvendîyên me û Memed Axa bi rêva dibirin. Em li cem wan man.

Min ji Zipo ra got: “Ew çima me dide sekinandin? Nabêje ku, vana mêvan in û min gazî wan kir. Ew nizane ku karên me yên mihîm hene?..”

Zipo got. “Ohoo, vêcar dîsa baş e! Ez carina têm lî vir heftekî li benda wî dimînim, heya wî dibînim... Racona beg û axayên vî welatî usa ne. Ewana gelek caran mêvanên xwe di zûtirîn waxt da nabînin û li benda xwe didin sekinandin. Bi vî awayî xwe giran nîşan didin...”

Dîsa bala min kişand, Memed Axa ji Zipo ra ne digot “Şêx El Azam,” digot “Zipo Efendî!” Ango ewqas qîmet ne didayê. Lê Zipo li ber wî wek keya û hempayekî wî bû, wekî di xizmeta wî da...

Mirîdên wî, heyranên wî, ew kesên şelaf ku Zipo wek şêxekî mezin dikirin û serê wî digihandin ezmanan, dema ew hal û ahwalê Zipo li himber Memed Axa bidîtana, gelo çi difikirîn?..

Çi bêjim, dinya ecêb e!

Lê ev mesela “tozê” çi bû? Piştî ku em bi rêketin, min di firsendekê da ji Zipo pirsî: “Keko ev mesela tozê çi ye?”

Zipo rûyê xwe tirş kir: “Lao Ehmo, tiştan tev nede, ev ne îşê te ye! Ma xelîfetîya min û fermandarî ji te ra ne bes e?!”

Min got: “Na Keko, bes e û ji serê min zê de ye! Xwedê emrê te dirêj, hukma te mezin bike! Min tenê mereq kir...”

Zipo bi çavekî şikdar li min nihêrî û got:

“Mereq di van karan da ne baş e!”

Hella hella, ez birê wî, xelîfeyî wî û fermandarê wî me, lê dek û dolavên ku bi Memed Axa ra digerîne ji min vedişêre, gelo ev çi îşe e?..”

Zipo jî herhal li ser vê yekê fikirî a piçek şunda hespê xwe nêzî hespê min kir û bi dengekî nerm got:

“Tu birê min û xelîfeyî min î. Bizanî baştir e, lê ji kesî ra ne bêje, bila sirê me belav ne be. Eva karê tozê ye. Ango ticareta esrar û eroyînê. Ticar û qaçaxçî wê ji Efganîstan û Îranê tînin û ber bi roava dibin. Rîya wan ji van çîyan derbaz dibe û ev rê jî di dest me da ne. Ma em para xwe negrin kî bigre? Ev toz perekî baş dihêle ku him têra me dike, him têra Memed Axa. Em aşê xwe bi wê digerînin û Memed axa jî barê xwe bi wê dadigire...”

Min berê jî ev tışt bihîsti bû, lê bawer ne kiri bû. Min digot belki hin kes bêbextîyê li Zıpo û tevgera me dikin. Lê nuha baştir tê digihîjim, ewqas pere û sîleh, xwarin û vexwarin ji ku tê, ew aş çawa dıgere... Dewlemendî û êhtişama qonaxa Memed Axa jî nuha fêm dikim...

Beşa 12

ÊRÎŞA SER WELATÊ ROJÊ

Pir ne borî, teşqeleyeke teze derkete serê me, em ketin şerekî teze...

Li Başûrê gundê Fêlikan ber bi Erebîstanê erdê mîrekî hebû, jê ra digotin Mîr Sado. Xudan erdekî fireh bû, ku tê da gund û bajar rêz dibûn diçûn. Me dibihîst, di wan gundan da jî  ta ji zû va, gundîyan ji bo azadî û axê şerê mîr dikirin, şerkarên wan çîya û banî girti bûn. Carina Mîr Sado li wan zor dikir, ber bi alî me direvîyan, carina jî gundîyan li mîr zor dikir û leşkerê wî direvandin ber bi berîyê...

Vê dawîyê gundîyan dîsa zora mîr biri bûn, erdekî fireh azad kiri bûn û li wir sazîya xwe danî bûn. Êdî mixtarê gundan jî ji wan bû, bekçî jî; bi dengên xwe û bi serbestî ew hildibijartin. Êdî beş û bac ne didane mîr. Hatina erdê, baxçe û fêkî, pez û dewar êdî ya wan bû. Ango tiştê ku me dixwest bikin wan kiri bû û bi serketi bûn.

Xelkê wan gundan şahî dikirin, digotin: “Şukur me zora zalimekî bir, erd û azadî bi dest xist. Emê karê welatê xwe êdî bi destê xwe bi rê va bibin, emê welat ava bikin, ji vê xizanî û nezanîyê xilas bin. Û dest pê kirin di wan gundan da rê çêkirin, dibistan û nexweşxane ava kirin.

Tevî wan, gundên der û dorê jî bi vê guhartinê şa dibûn. Ev şahî giha bû heya Fêlikan û Cêrkan. Gundîyên alî me, berî hemûyan jî mirîd û şerkarên Şêx Zipo kêf dikirin, digotin: “Ka binêrin, birayên me yên başûr çawa bi serketin... Azadî çi xweş e! Nuha dora me ye. Ew berxwedana me jî di nêz da wê bi serkeve û emê zordest û zaliman biqewirînin, azad û bextewar bin!..”

Ez bi xwe jî bi vê guhartinê ewqas kêfxweş bûm ku, min ji kekê xwe Zipo ra nameyek şand û tê da got: “Çavê me ronî! Gundî û şerkar bi bûyerên başûr yê vê dawîyê pir kêfxweş in. Hêvîya herkesî bilind e. Nuha dor dora me ye!”

Pir ne borî, bersîva nama min hat. Lê tiştê ecêb, Zipo wekî bi vê yekê ewqas kêfxweş ne bû bû... Di nameya xwe da digot:

“Ehmo, ewqas şa ne be! Di nav tiştan da tişt hene...”

Ez fikirîm, min xwe bi xwe got: “Hella hella! Ma ev ‘tiştê nav tiştan’ çi ye? Ji vê bûyerê xweştir û baştir?..”

Pir ne borî di çapemenîya me da propagandeyekê dest pê kir, dijî wan gundîyên başûr. Rojname û radyoya me gotinên Zipo belav dikir, ku Zipo digot: “Ev tiştê ku wan gundîyên Başûr kirîye ne tiştek e! Ev ne şoreş e! Ew mixtarê ku wan dane pêşîya xwe, ew jî mirovê kevneperest in, gundîyan dixapînin... Divê gundî hişyar bin!..”

Çend roj şunda Zipo dereca propagandê bilind kir û got: “Ew mixtarên Başûr bi Hesen Axa û axayên dinê ra hevkarî dikin û dixwazin tevgera me betal bikin... Ewana xençera xwe li pişta me dixin!

Çawa aveke sar berdî ser agir, van gotinan jî li me usa tesîr kirin. Hişê me tevî hev bû. Lê di rojname û kovarên me da, di radyoya me da ev propagandeya dijî gundîyên Başûr usa germ bû ku me got herhal Zipo û heval tiştekî zanin... Me got emê demekê bêdeng bin hela mesele çi ye çi ni ne?.. Gelo dibe ku ew Mixtarên Başûr bêbextî li me bikin û dijî me pişt bidine Hesen Axa? Ma ger li cîyekî agir tunebe ev dûman çi ye?..

Çend roj şunda Zipo ji min ra û ji hin fermandarên dinê ra name şand. Di namê da dihate gotin ku ew mixtarên Başûr kevneperest in, gundîyan dixapînin û doz û ispat bûye ku piştgirîya Hesen Axa dikin, ango bêbextîyê li me dikin. Divê em rojkî berê pêşî li vê yekê bigrin. Divê em nesekinin, bi hemû hêza xwe êrîş bibin ser wan. Ne roja dudilîyê ye. Kî gor vê fermanê neke minafiq e, dijminê heq û Şêx El Azam e! Ceza xwe jî pir giran e!..

Ez jî, fermandarên dinê jî, em şaş û metel ma bûn. Tu car ne dihat bîra me ku em êrîş bibin ser gundîyên Başûr, ku teze ji bandûra axa û mîran rizgar bûne... Min di dilê xwe da digot: “Gelo ev tişt çawa dibe? Va Zipo dîsa bêbextîyê li doza me dike? Nebe ku yên wek Memed Axa jê ra rê rast bikin?..”

Lê çi ji dest tê!.. Ger wekî gotina Zipo nekin, ewî serê me lêde! Ji nuha va mirîd û şerkarên wî dikirin hella hella û ji Mixtar û gundîyên Başûr ra diranê xwe qîç dikirin... Dawîya dawî min jî, fermandarên dinê jî, me wekî gotina Zipo kir. Me çeteyên xwe bi rext kirin û berê xwe da Başûr...

Mixtarên Başûr ji Zipo ra û ji me ra êlçî şandin. Gotin: “Ma hûn çima vê şaşîyê dikin? Tu xirabîya me ne gihîştîye û nagihîje we. Em birê we ne. Hûn çima şerê me dikin, dijminên me û we, axa û mîran şa dikin?”

Gundîyan digotin: “Lao, hûn dîn bûne? Hûn ji me çi dixwazin?..”

Lê kî guh dide wan! Me carê ji Şêxê Mezin emir gîrtîye û divê em şer bikin...

Me avête ser gundên wan, malên wan şewitandin. Me rê birîn, qumbele teqandin. Me pez û dewarê wan talan kir. Lê wan jî mecbûr man berê me dan. Ji me û wan gelek kes hate kuştin, gelek gundê wan xirabe bûn...

Di rojname û radyoya me da li ser vî şerî hella hella bû. Zipo navê şer danî bû “Erîşa Welatê Rojê!” Behsa çalakîyên me û qehremanîya me dihate kirin. Digotin, “Şerwanên me îro ewqas Başûrî kuştin, ewqas malê wan, zevîyên wan şewitandin, ewqas pezê wan talan kirin!..”

Di radyoya Mîr Sado da jî gelek pesna me dihate kirin. Radyoyê digot: “Ev mirovên şoreşger in, dijî kevneperastan şer dikin...”

Memed Axa jî ji vî şerî kêfxweş bû. Heya piştra hin xeber gihan min ku, berê ewî ji Zipo xwestîye ku dijî wan gundîyan şer bike. Gotîye: “Ewana dibin nimûneyekî xirab. Ger ew bi serkevin êdî kes guhdarîya me nake. Hingê ne ez dimînim li van çîyan ne jî tu... Zipo heyran, ez te bibînim, îro roja te ye, mêranîya xwe nîşan de, me ji vê belayê xilas bike! Ne usa, êdî ez jî nikarim piştgirîya te bikim, da tu li van çîyan bihêwirî...”

Hingê ji Zipo ra ji şer pê ve rê û mecal ne ma bû...

Lê ne tenê ku Mîr Sado û Memed Axa bi vî şerî kêfxweş bûn. Her usa jî Hesen Axa kêf dikir. Hat guhê me ku Hesen Axa jî pesna Zipo dide û dibêje, “Zipoyê me di van salên dawî da cara pêşîn e ku karekî baş dike, eferim ji wî ra!”

Û şerê me û Hesen Axa sekinî. Me hemû hêza xwe da Başûr; di navbera me û gundîyên başûr da şer germ bû.

Di wan rojan da gelek tiştên xerîb qewimîn. Mîr Sado ji me ra gelek sîlehên baş bi rê kirin. Ker û hêstirên Memed Axa ji me ra têr ard û sawar, nok û nîsk kişandin. Heya min bihîst ku, dijminê me yê bê eman Hesen Axa jî hinek xwarin, sîleh û cebirxane ji me ra şandîye û gotîye: “Ji we ra quwet be!” Zipo, xwarina Hesen Axa ne kirîye depoyan, gotîye dibe ku tiştê jarî tev lê bike; ew daye feqîr û fuqareyan! Lê sîleh û cebirxane girtîye û li şerkarên xwe belav kirîye.

Helbet Zipo alîkarîya Mîr Sado, Memed Axa û Hesen Axa vedişart, ne dixwast ku mirîd, şerkar û xelk pê bihesin û di derheqê vî şerî da bikevin şikê. Tenê hayê me çend fermandaran ji vî tiştî hebû.

Lê hertişt êdî ji bo me û bo miravên xwedî aqil û îzan gelek eşkere bû. Zipo ji bo xatirê Memed axa û Mîr Sado şerê Başûrîyan dikir. Hemû axayên mintiqê, Hesen Axa jî di nav da, bona vê yekê gelek kêfxweş bûn û ji Zipo ra çepik dikutan. Ango ev şer dijî gundîyan bû tenê, lê bi kêrî axayan dihat. Me bîlesewe birayên xwe dikuştin û bi destê wan dihatin kuştin. Ango ew şerekî birakujî bû, ku him zirara xwe da me, him jî da wana.

Bona vê yekê, nas û dostên me; mirovên pêşverû, kesên belengaz, xebatkar; herçî gundîyên bê erd, êrxat û mirêbeyên derdorê jî digotin: “Gelo hûn çima şerê Başûrîyan dikin? Çi kara we di vê yekê da heye?”

Hin kesan jî em bi xurtî rexne dikirin, digotin: “Va ye careke din eşkere bû, Zipo merivê kê ye... Şerê wî bi rastî ne ji bo azadîya gundîyan e, lê dijî gundîyan e. Ew berê mirovê Hesen Axa bû, piştra bû mirovê Memed Axa, nuha jî her usa ji bo Mîr sado şerê Başûrîyan dike. Wekî din çi îşê wî li Başûr heye?.. Hemû begzade û axa ji vî şerî kêfxweş in, naxwazin ku li tu derê gundî azad bin, axa û began biqewirînin...”

Bi raya min ev gotin hemû li cî bûn, rast bûn. Lê tiştek ji dest min û hevalên din ku wek min difikirîn ne dihat. Me jî kirasê rûreşîyê li xwe kiri bû û wek Zipo qise dikir. Me digot: “Ew minafiq in, bi axa û began ra didin distînin û dijî me planan çêdikin!..”

Tiştê xerîb, di nav dostên me yên Tirk da jî hin kes, ku bi navê karker û gundîyan qise dikirin, ewana jî digotin: “Hûn gelek baş dikin, eferim ji we ra! Ew Başûrî kevneperest in, şirîkên împeryalîyê ne. Lêxin û firsendê nedine wan!..” Yek ji wan ewê Leng bû, ku piştî Mao berê xwe dabû Şêx Zipo... Yekî din, ku dolaxeke sorik li stûyê xwe badida, da nîşande çiqas sor e, wî jî bona vê êrîşê gelek pesn û senayê me dida û digot: “Karê hûn dikin pîroz e!”

Ev gotinên hanê jî bawerîya hevalên me bi Zipo xurt dikir û mirîdan digotin: “Xuya ye, em di rîya rast da ne. Şêx Zipo karekî baş dike. Ne usa, ew kesên zana û mezin çawa piştgirîya me dikirin?..”

Lê li dawîyê Başûrîyan zora me bir. Ji ber ku him em di vî şerî da neheq bûn, gelek şerkar û fermandarên me bi dil û can şer ne dikirin, him jî Başûrî di şerê partîzanî da gelek jêhatî û xwedî tecrube bûn. Çol û çîyayên xwe ji me baştir nas dikirin û wek şêran erda xwe diparastin. Li dor me girtin, xwestin em teslîm bin. Gotin: “Ger hûn teslîm bin, ji we ra soz û bext, emê tu xirabî li we nekin. Çiqa nebe hûn jî wek me gundî ne û axayan hûn xapandine, şandine ser me...”

Bi rastî tu rê li ber me ne ma bû. Min bi rîya bêtêlê xeber şande Zipo, min got: “Ji bo me tu çare ne maye, dor li me hatîye girtin, yan em hemû bêne kuştin, yan jî divê teslîm bin.”

Zipo li himber vê gotinê dîn dibû. Di bersîva xwe de digot: “Teslîmbûn tune, divê hûn heya neferê dawî şer bikin û meydanê ji wan ra nehêlin! Ez ji we serketinê dixwazim, ne rûreşîyê!..”

Min digot hella hella, va Zipo dîn bûye çi ye! Rewşa me nizane, li wir di qesra xwe ya ewle da rûniştîye û mirinê û serketinê ji me dixwaze. Ma em bo çi ewqas însanî bidin kuştin?..

Li dawîyê min gotina wî ne kir û bi Başûrîyan ra rûniştim û em teslîm bûn. Ewana bi rastî li ser soza xwe man, li me tu bêbextî ne kirin. Nan û av dane me, em çend roj kirin mêvan. Bi me ra xeberdan, gotin: “Em ne dijminê we ne, lê birayê we ne; em dixwazin ku hûn jî ji axayan azad bin; lê mixabin Şêx Zipo bi tesîra axayên herêmê şerê me kir. Vêcar em we ef dikin, lê careke din di ser me da neyên!” Usa gotin û sîlehê me jî dan me û em vegerandin. Gotin: “Herin ji Şêx El Azam ra bêjin, bila şerê me neke, bibe dostê me!”

Lê çawa ku em vegerîn û Zipo ev hemû tişt bihîstin, di cî da ez ji xelîfetîya xwe avêtim, fermandarî ji dest min girt û da yekî din. Bi wê jî nema, destê min kelemçe kirin û ez avêtim zindanê. Zipo wekî dînan dikire qîre qîr, digot:

“Ehmo, min çi ehmeqî kir, bawerîya xwe bi te anî û ev selahîyet da destê te. Tu nikarî şivanîya çend qaz û ordekan bikî, du golikan biçêrînî; tu li ku, xelîfetî û fermandarî li ku! Te em rûreş kirin, teslîm bûyî û şerefa me kir pênc pere! Te kuştin heq kirîye!..”

Beşa 13

Di Zindanê da

Mifrezeyek şerkarên me ez ji wir girtim birim Gelîyê Beko; di destê min da kelemçe, serqot û lingê min xasî... Li wir kirim zindaneke kûr, hucreyekê ku ro pê nakeve. Li wir tek û tenê bûm, qûlê xwedê tune bû ku jê ra du gotinan bêjim. Qelem û kaxiz tune bû ku derdê xwe binivîsim. Her roj nanekî hişk û tasek şorbe danîn ji qulika bin dêrî ra davêtin. Heya min rûyê novedaran jî ne didît. Zeman derbaz ne dibû û li wir roj bi roj dihelîyam.

Xuya bû Zipo gelek bi min hêrs keti bû...

Li vê zindana binê erdê da hucreyên din jî hebûn. Carina ji wan dengê lêdanê, tevî wê jî ax û ofa zindanîyan dihat û xew ne dikete çavê min.

Ez li wir êdî benda mirinê bûm. Yan îro yan sibe bên min bibin û gulebaran bikin, yan jî dardakin... Zanibûm Zipo çi zalim e, ji bo bav û birayê xwe jî li ba Zipo merhemet tune...

Carna min digot: “Kuro Ehmo, çi îşê te li van deran e! Ma te Zipo nas ne dikir?.. Xwezî gotina dîya xwe bikira, wê şevê, dema hevalan cîyê te doz kirin, dîya xwe bigirta û birevîyayî. Dinya Fireh e... Ewrûpa, nebû Amêrîka, Awistralya, Zelanda, Cizîrên Qereîbê, Patagonya... Heya Sîbîrya biwa ji vî halî çêtir bû...

Li hucreyê qasî mehkî mam. Piştra ez ji wir derxistim, birim cîyekî dinê ku li wir du mehkumên dinê hebûn. Li wir pençireyeke piçûk jî hebû, bi caxên hesinî ku der û dor xuya dikir. Lê li himberê me erdekî gewr, bi kevir û kuç bû. Ne hêşînayîyek, ne gul û darek... Tenê têleke sincikîn û novedarên li ber têlê...

Ji dûr va, li cîyekî piçek rast xortên teze bo karên eskerî perwerde dibûn. Carina diketin rêzê dimeşîn, marş dixwendin. Dengê teqîna tifing û şeşaran dihat...

Çend mêtro li wî alî dîwarê me çalek hebû. Gelo ew ji bo çi bû? Nebe ku ji bo kesên kuştî be?.. Rojekî du kûçik anîn saxe sax avêtin wê çalê, piştra benzîn li wan warkirin û agir berdanê. Hexwte hewt û kûzînên wan heywanan dilê mirovan parçe dikir. Lê merivên Zipo dikirin teqe teq dikenîyan û bi dar, tifing û singîyên destê xwe ne dihiştin ku ew heywan ji wir hilkişin, bazdin... Ji çalê dûman hilkişîya û bîhneke xirab ya pirç û goştê şewitî belav bû, ku me pozê xwe girt û bê hemdê xwe kire kuxe kux...

Va ye sal derbaz bûn, ew hovîya hanê tucar ji bîra min naçe...

Ev tişt çima li ber çavê me kirin, tê ne giham. Dibe ku xwestin çavê me bitirsînin. Wekî gotin em we jî dikarin mîna van kûçikan saxe sax bişewitînin...

Ji wan girtîyan hîn bûm ku çend roj berê ji wê qawîşê yek birine gulebaran kirine. Wî gotîye ev şerê me yê dijî Başûrîyan şaş e... Li wî gelek teda û ezîyet kirine. Gotine poşmanîya xwe bîne, bêje min şaş kir, da ku Şêx el Azam te ef bike. Lê wî camêrî nîşan daye, gotîye, “ev raya min e û ez çima ji raya xwe poşman bim?..”

Lê Zipo ray may nas nake. Kî wek wî nefikire xaîn e, bêbext e, casûsê dijminan e!

Dema min ev yek bihîst tirsa min zêde bû û quduma min şikest. Min got xuya ye ev Zipo min jî bikuje. Carina jî min digot xwezî rojkî berê min bibin û gulebaran bikin, da ji vî ezîyetî xilas bim!..

Lê Zipo ez nekuştim. Gelo, tu dibe di dilê Zipo da qasî nîsqalakî be jî merhemet ma bû, yan ez birê wî bûm ji bo wê? De haa!.. Tiştê hanê li ba wî tune bûn. Kî zane, dibe ku planeke wî yê din hebû... Ew çi rovî ye!

Rojekî Xûrşîd hate zindanê û got Şêx te dixwaze. Ji novedaran ra got û em bi hevra derketin çûn qonaxê. Zipo bi rûyekî tirş çavê xwe li ser min gerand, serê xwe hejand û got:

“Tu bi minafiqan ra li hev hatî û te şerefa me kire pênc pere! Şukir bike ku em ji yek dê û bavekî ne. Ne min tu zû va kuşti bû. Lê divê tu gunehên xwe yek bi yek qebûl bikî û poşmanîyê nîşandî. Wekî din ez jî nikarim te ef bikim...”

Min got: “Keko, ez bê gune me! Dor li me hatibû girtin û tu xilasîya me tune bû. Ger em teslîm ne bûna hemû dihatine kuştin. Ewqas hêza te winda bûna biçûna... Lê min taqtîq kir, min ew xilas kirin û şunda anîn...”

Zipo bi hêrs gotina min birî:

“Di zagona me da mirin heye teslîmbûn tune! Jîyan berxwedan e! Divê hûn hemû bimirana, lê teslîm ne bûna, serê xwe li ber neyaran nizm nekira!”

Min got: “Eger me qisûr jî kir, tu ef bike. Careke din teslîm nabim!”

Zipo got: “Baş e! Nuha here, roja civatê emê te dîsa bînin li pêş xelkê ef bikin. Ciwat sê roj şunda kom dibe... Lê emê qelem û kaxit bidine te, poşmanîyeke têkûz binivîse!”

Min got: “Ser seran, ser Çavan! Xwedê emrê te dirêj ke, Xwedê te ji ser serê me kêm ne

ke! Bijî Şêx el Azam!”

Zipo kenî û got: “Hadê hadê, Ehmo, dirêj neke! Xuya ye tu jî hînî sîyasetê bûyî...”

Beşa 14

Zipo ji Ezmanan Hatîye...

Sê roj şunda di hewşa fireh a qonaqê da civîn hate çêkirin. Zîpo cubbeya şêxtîyê ya kesk li xwe kiri bû, şaşik da bû serê xwe, di bin sîya darekî da, li ser textekî bilind, bi îbrîşîm û qedîfeyan xemilandî rûnişti bû. Li dor wî qasî 15-20 mihafizên wî yên jin û mêr  bi rext û sîlehên xwe rêz bû bûn... Li himber wî qasî deh gav wê da merivên wî yên sereke, ango xelîfe, fermandar û hempayên wî li ser kursîyan rûnişti bûn. Xelîfe Heyder, Fermandar Reşît, Cangîr, Mele Ûsif û hwd... Neh-deh kes bûn. Li pişt wan jî mirîd û şerkar, xulam û xizmekar hemû li ser çokan rûnişti bûn. Em pênc girtî li korziyeke hewşê ser pîyan, destê me li ser sîngê me sekinî bûn...

Mirîdên Zipo li me dinihêrîn û di nav xwe da dikirin pistepist, usa qise dikirin:

“Gelo ew ne birayê Şêx el Azam e?”

“Belê ev e...”

“Lê çima di nav gunekaran da ye? Ecêba Xwedê!”

“Gune kirîye ji bo wê ye. Şêx birê xwe be jî ef nake, edaleta wî usa mezin e!..”

“Guneyê wî çi ye?”

“Emê bibînin...”

Yê dinê “Hella hella!” digotin û serê xwe dihejandin.

Şêx el Azam Zipo dest bi axaftinê kir û ez bêjim du saet, hûn bêjin sê saet bê navber qise kir. Nîv saetê pêşî bi rastî min ji gotina wî tiştek fêm ne kir. Herçî kesê din çi fêm kirin wê jî nizanim; lê jê ra çepik dikutan, dikirin hella hella ku nayê gotinê! Xuya ye di gotinên Zipo da gelek hêkmet hebûn, lê min fêm ne dikir... Wekî fîlozofan qise dikir, ji zmanê wî ramanên kûr dirijîyan... Axaftineke postmodern bû!

Piştra hêdî hêdî axaftina wî zelal bû, ango gotinên ku dihatin fêmkirinê ji devê wî derketin... Zipo çavê xwe li ser merivên xwe yên sereke, ango ser wan neh-deh kesan gerand û usa got:

“Xelîfeyên min, fermandarên min! Min ewqas îmkan da we; ewqas sîlehên baş, ewqas cebirxane, ewqas xwarin... Min hûn ewqas perwerde kirin, taktîk û stratejî da we, planên şer yên herî baş... Min ewqas aqil da we, hûn hişyar kirin... Lê we çi kir?..” Li vir Şêx sekinî û dengê xwe piçek bilind kir: “Gano!..”

Şêx dengê xwe cardin daxist û berdewam kir: “We ewqas sal çi bi dest xist, we çiqas erd azad kir?” Dengê xwe bilind kir: “Bêşerefno!..”

Dengê xwe daxist: “Hûn çawa xelîfe ne, hûn çawa fermandar in?!. Yekî din di cîyê we da bûna nuha dewletek çêkiri bû... Ka dewleta we?.. Ez mam li van deran, li van gelîyan, çol û çîyan... Ka hûn dikarin bêjin: ‘Keremke Şêxê min, welat azad e, dewlet hazir e!..” Şêx dengê xwe cardin bilind kir: “Kerno, kurê keran!..”

Ez li himber van gotinan şaş û metel ma bûm. Rûyê min ji şerman sor bû, lêvên min lerizîn. Ji ber ku ev gotin her usa jî ji min ra bûn... Laşê min ricifî û hindik nema bizivirim ji wir birevim... Li rûyê wan xelîfe û fermandaran nihêrîm: Wek pûtekî bê livîn sekinî bûn. Destê wan di ser junîyên wan da, bi edep rûnişti bûn. Di rûyê wan da ne nîşanên şermê, ne yên qehrê hebûn...

Axaftina Zipo bi vî awayî dewam kir û xilas bû. Zipo gelek xeberên din ji wan ra got, ku wek jehrê bûn, kûçik bixwe pê dimire... Bi xilasbûna axaftina wî, xelkê wê hewşê, mirîdan û xizmekaran, berî herkesî jî ew neh-deh merivên sereke, ku Zipo xeberên dinê li wan barandi bûn, rabûn ser pîyan çepik lêdan, kirine qîrîn û hella hella, gotin: “Bijî Şêx el Azam!” 

Zipo piştra vegerî wan xelîfe û fermandaran, got: “Nuha dora we ye, çi dibêjin?”

Dema dor hate wan, min got belkî ewana rabin nerazîbûna xwe ji bo vê axaftinê nîşandin. Bêjîn “Şêxê min, ma ne eyb e te ewqas gotinên xirab kir ji bo me, ew gotin li te naşikên!” Qe nebe fermandarên wî bêjin: “Em her roj li serê çîyê ne, nav şerda ne, li ber mirinê ne. Wek te li sîyê rûneniştine...”

Lê ka, kî dikare van tiştan bêje!

Dema dor hate wan, ew yek bi yek rabûn, pesna Şêxê xwe dan û gotin: “Tu pir rast dibêjî, Şêxê minî ezîz! Çi bêjî heqê te ye! Mixabin, me ne karî emr û fermanên te bi cî bînin!”

Yekî ji wan got: “Şêxê min, tu çiqas xweş qise dikî! Te dinya li ber min ronî kir...”

Piştra yekî girse û qirante derket, ku jê ra digotin Mele Ûsif, wî jî pesn û senayê Zipo da ku nayê gotinê. Mele Ûsif Zipo kire cîyê ewlîya û embîyayan. Got “Ew qeremanê welatê me ye. Yekî wek wî zana û mêrxas heya îro ne hatîye. Wî aqil da me, çavê me vekir... Ewî rîya rizgarîyê ji me ra nîşan da... Ew ji me ra êlçîyê Xudê ye, pêxemberê zeman e!”

Piştî her gotineke Melle Ûsif, mirîdan dikirin hella hella û digotin “Bijî Şêx el Azam!”

Ez şaş û metel ma bûm. Dema wî got, “Şêx Zîpo pêxemberê Zeman e,” min bê hemdê xwe di devê xwe da kire mire mir û got: “Haşa haşa!”

Yekî nêzî min herhal ev gotin bihîstin û bi dengekî hêrs got:

“Te got çi?!”

De were vê belayê heyran! Tu nabêjî, ezê di rûyê zmanê xwe da belakî teze bînim serê xwe... Lê min aqlê xwe zû topî serê xwe kir û got:

“Mîn got, yaşa yaşa, Şêxê Mezin!”

Mirovî serê xwe hejand û bî rûyekî ken got: “Haa...”

Mele Ûsif her usa jî êrişî wan kesan kir ku neyartîya Zipo dikin, rêberî û serokatîya wî nas nakin, di heqê wî da tiştên ne baş belav dikin, dibêjin: “Zipo –haşa- yekî sergerde ye. Ew li ku, Şêxtî li ku! Zipo zemanekî merivê Hesen Axa bû û gelek xirabî bi gundîyan kir. Nuha jî bûye merivê Memed Axa û dîsa gundî û belengazan dixapîne. Ew li ku, rêberîya gundîyan li ku?!.”

Mele Ûsif got: “Ew kesên ku bawerîya xwe bi Şêx el Azam naynin, ew minafiq in, Ebû Cehîl in...” Got: “Qetlê wan helal e!”

Mirîdan hemû bi hevra kirin qîrîn: “Mirin ji minafiqan ra!”

Himber van gotinan ez di cîyê xwe da ricifîm. Ez jî tev li wan bûm û min got: “Mirin ji minafiqan ra!”

Piştî Mele Ûsif, yekî bejnziraf û bi rîyeke dirêj, ku jê ra digotin Xelîfe Heyder, ji zipo îzîn xwest, dest bi axaftinê kir. Wî jî wek Mele Ûsif gelek pesn û senayê Zipo da, heya li ser wî zêde kir û li dawîyê jî usa got:

“Şêxê minî mezin, bi rastî meriv ji te fêm nake, tu ewqas zana û kûr î! Carna difikirim, gelo tu ji ezmanan hatî?..”

Zipo, himber vê şelafîya ne dîtî, ser û pozê xwe bilind kir, wekî kûr kûr difikire demekî bêdeng ma, piştra usa got:

“Dibe dibe!..”

Yek-du kesê din derketin pesna Zipo dan, wana jî bêtarên dinê kirin. Piştra Zipo cardin megafon girte dest xwe û got:

“Mele Ûsif zana ye, alimekî hêja ye. Gotinên wî gelek li cî ne, lê dîsa jî kêm in. Xelîfe Heyder pîçek nêzîkî rastîyê bû, lê ne bi temamî... Min Pêxember ji zû da derbaz kirîye, nuha jî bi Xwedê ra ketime lecê!”

Himber van gotinan ez cardin şaş û metel mam û bê hemdê xwe ew gotin cardin hatin ser zmanê min, hindik nema bêjim: “Haşa haşa!..” Lê vêcar ew kesê tenişt min bi ber çavê min ket û min xwe ragirt. Ma ehmeqê vê dinyayê ez im! Madem ewqas însan; mele, profesor, rojnamevan pesn û senayê Zipo didin, wî digihînin erş û ezmanan, madem ewqas însan li ber wî xar dibin, ma bi min çi ketîye, gidî! Qe nebe Zipo birê min e... Piştra jî min dengê xwe bilind kir û bi hemû quweta xwe got:

“Bijî Şêx el Azam, Zipo!”

Piştî min mirîdên wê meydanê hemû bi hevra kirin qîrîn û gotin: “Bijî Şêyx el Azam, Zipo!” Bi vî dengî çol û çîya hejîyan...

Dor hatibû dadgehkirina me.

Yekî ji hempayên Zipo derket pêşîyê, dengê xwe bilind kir û got:

“Nuha jî dor hate curmkar û gunekaran...” yek bi yek gazî me kir, em ber bi pêş çûn, da îfada xwe bidin, poşmanîya xwe nîşandin û ef bixwazin. Berê navê min gotin. Ez ber bi pêş çûm, çend mêtro li pêş Zipo sekinîm, min destê xwe da ser sîngê xwe, xar bûm û temenna kir. Piştra jî ev rapora destê xwe, ango “gunekarname” xwend. Min curm û şaşîyên xwe yek bi yek gotin û li dawîyê jî usa got:

“Ey Şêxê Mezin! Ey cimaet! Wekî hûn dibînin, gunehên min pir in! Min heya dawî ber xwe ne da. Ez bi minafiqan ra, bi kevneperestan ra li hev hatim!.. Bi vî awayî teslîm bûm û ew mirovên tevî xwe jî teslîm kirin. Herçiqas nîyeta min pak bû, dora me hatibû girtin, ger em teslîm ne biwana hemû bihatana kuştin, ango ev hêza mezin wê ne mana... Min got bi sîyasetekê wan xilas kim şunda bînim, ew hêz dîsa ji Şêxê Mezin ra lazim dibe... Min usa jî kir. Lê dîsa jî min şaşî kir... Divîya bû em heya dawî ber xwe bidin, şer bikin, bênê kuştin jî teslîm ne bin! Ji ber ku di zagona me da teslîmbûn tune! Mirîd û şerwanên Şêl El Azam tucar teslîm nabin!

“Bi vî awayî ez dijî wê zagonê derketim, min rûreşî kir, curmeke mezin kir û heqê min kuştin e! Serda jî, ji ber ku ez birayê Şêx el Azam im, curmê min du qat e! Ger ew biryara kuştina min bide, xwîna min jê ra helal be! Lê ger min ef bike, ew jî mezinahîya wî ye... Ez soz didim, nuha şunda şaşîyeke usa nekim...”

Bi vî awayî min gotina xwe xilas kir, cardin li pêş Şêx xar bûm, piştra meşîm çûm cîyê xwe yê berê. Di civatê da bêdengîyek çêbû, tu dibê pelê darê nalive û kes bîhn nagire nade. Çavê herkesî, wek arenaya Romîyan lı ser Zipo, li ser Sezarê me bû. Herkesekî difikirî û di dilê xwe da digot: “Gelo Şêx Zipo di derheqê birayê xwe da wê çi biryarî bide?..”

Hingê Zipo dest bi axaftinê kir û usa got:

“Belê, Ehmo rast dibêje, curmê wî mezin e, ew dijî zagona me derket û rûyê me li ber xelkê reş kir. Divê şerkarên me li ber neyarên me tucar serê xwe xar ne kin. Çi ji bo mal û pereyê dinyayê, çi ji bo canê xwe yê şîrîn...

“Ji xwe di şer da, yan li girtîgehê di bin eza û cefa da, hûn hatin kuştin hûnê bibin şehîd û rasterast biçin cennetê... Li wir koma hûrî û gilmanan li benda we ye... Bax û baxçeyên bi mêrg û çîman, fêkîyên cure cure... Kanîyên ku jê hungiv û rûn diherikin, şerbetên kewser...

“Heya nuha bi sedan şerkarên me di rîya heq da şehîd bûn. Ewana nuha li cennetê ne. Cîyê we jî hazir e... Bes hûn şaşîyê nekin, ji rîya heq dernekevin û Şêxê xwe ra sadiq bin...

“Ger hûn sax man, ji xwe welat li dawîya vê şerê pîroz wê azad be û ji we ra bimîne. Axa û beg êdî wê nemînin û ev dinya, tevî zevî û zozan, pez û dewar, bax û baxçe, çem û çîya û hemû delalîyên xwe ji we ra bimîne. Li vê dinyayê jî hûnê di cennetê da bijîn...”

Refê pêşîn kire qîrîn, gotin: “Her bijî Şêx el Azam, Zipo!” Piştî wan xelkê hemû hewşê bi yek dengî ev gotin ducar kirin: “Bijî şêx el Azam, Zipo!”

Erd û ezman bi vî dengî hejîya. Kesî jî ne fikirî û ne got ku “Lao Zipo, ma ev şerê te dijî axa û began bû, yan dijî gundîyên başûr bû, ku zora axa û began biri bûn, erd bi destê xwe xisti bûn, azad bûbûn?..”

Zipo ji vê hella hellayê gelek kêfxweş bû û axaftina xwe ajot: “Ehmo birê min be jî, li himber edaleta me ferq nake. Heqê wî kuştin e!..”

Himber vê gotinê ez ji qudumê ketim, junîyên min lerizîn, hindik nema ji bîr va biçim û bikevim erdê. Min di dilê xwe da got: “Lao Zipo, tu çi bê eman û bê vîcdanî! Te ez ji bo poşmanîyê xapandim û dîsa jî minê bikujî...” Ez qehirîm û hindik ma bû ku bikim qîrîn, van gotinan bêjim û qe nebe berî mirinê dilê xwe pê sar bikim. Lê Zipo axaftina xwe ajot û usa got:

“Belê, curmê Ehmo mezin e. Lê ji ber ku şaşî û gunehên xwe dibîne û ji me ef dixwaze, soz dide cardin şaşîyeke usa neke û ji me ra sadiq be, hingê divê em jî mezinahîya xwe nîşan din û wî ef bikin...”

Hingê li meydanê cardin bû hella hella û bi yek dengî gotin: “Her bijî Şêx el Azam!”

Quwet hate junîyên min û min jî tevî wan got: “Her bijî Şêx el Azam!”

Piştra ew gunekarên dinê jî derketin pêşîyê, yek bi yek curm û gunekarîyên xwe gotin û ef xwastin. Zipo ew jî ef kirin. Ji xwe ger nîyeta wi bi efê tune bana, ew civîn û dadigeh saz ne dikir, em rasterast didane destê celladên xwe û dikuştin.

Civîn bi vî awayî xilas bû û ez jî azad bûm.

Beşa 15

Li Ûris zilzile bû, em jî hejîyan

Zipo ez serbest hiştim lê xelîfetî ji dist min girt û serfermandarî da yekî dinê. Ez jî di qonaxê da hiştim. Got, tu middetekî li ber çavê min be û alîkarîya min bike.

Ew tiştên ku wê rojê di cîvînê da qewimî bûn ji bîra min ne diçû. Êvarekê, dema em li ser xwarinê bûn û me piçek vexwaribû, cesaret hate min û jê pirsî:

“Keko, wê rojê te çima ewqas xeber ji me ra gotin? Wekî ‘bêşerefno! gano! Kerino kurê kerê!..’ Him jî li pêş ewqas xelkî?.. Ka ez birê te me, tiştek nabe, meriv ji birê xwe yê piçûk ra carina tiştên hanê dibêje û dinya xirab nabe... Lê ew merivên te yên sereke bûn, hevalên te yên salan. Xelîfe û fermandar bûn. Gelo tu nabêjî ewana hêrs bikevin, dilê wan ji te bimîne, bixeyîdin biçin?..”

Zipo kenî û got: “Ehmo, Tu hîn ji ecemîtîyê xilas ne bûyî. Tu raconên axa û şêxan nizanî. Lê divê hîn bî. Min bi zanetî ew tişt kirin, him jî li pêş ewqas xelkî... Divê ew wek xulamekî hedê xwe bizanin, doza mezinahîyê nekin. Ez wana bi van gotinan li pêş xelkê piçûk dikim, pîs dikim, rûreş dikim; kesayetîya wan dikim pênc pere û bî vî awayî wek kûçikan terbîye dikim!.. Ger di destpêkê da li wan giran bê jî, hêdî hêdî hîn dibin û vê miamelê qebûl dikin. Heya usa dibe ku roj tê bi van gotinên min ên xirab kêfa wan tê! Serda jî zanin, ger bi hêrs kevin, bersîva min bidin, ji vir sax dernakevin, belayên mezin bê serê wan... Wana tenê ne bihîstine, lê bi çavên xwe dîtine jî... Ger canê xwe xilas bikin jî ev xelîfetî, fermandarî û hukim ji dest wan diçe. Ma ew kî ne, çend pere dikin?!. Çi di dest wan da heye min daye wan. Bila rûnin û ji xwedê ra şukir bikin!..”

Gotinên Zipo baş diketin serê min. Bi rastî jî Zipo rovîyekî yeman e, zû hînî raconên axa û began, şêx û meşaîxan bûye...

                      *   *   *

Pir ne borî, şerê me dijî Başûrîyan cardin germ bû. Me êrîş dibire ser wan, lê ew gunekar dikirin, me digot şer û berberîya me dikin... Şerê me yê dijî Hesen Axa jî cardin teze bû bû. Ango me di du cepheyan da şer dikir ku ev tişt ne hêsan bû. Lê şerê me yê dijî Hesen Axa gor berê sist bû bû. Dema Hesen Axa di ser me da nehata, em di ser da ne diçûn.

Bi vî awayî şer dewam kir û çû. Ne me dikari bû zora wan bibin, ne jî wan dikaribû zora me bibin. Li pişt me Memed Axa û hinek dewletên ecnebî wek Ûris hebûn. Li pişt Hesen Axa jî hinek dewletên Ewrûpî û Amêrîka hebû.

Lê wekî herdu alî jî ji halê xwe razî bûn... Em li çîyan bûn, lê halê me ne xirab bû. Têr pere, sîleh, xwarin hebû. Cîyê me germ bû, cila me nerm bû. Me hisreta jinan jî ne dikişand, li der û dora me têrî xwe hebû... Serda jî nav û deng!.. Nav û dengê me giha bû çar koşeyê dinyayê, radyo û têlevîzyonan, rojnameyên mezin bi me ra miqabele dikirin...

Helbet dema behsa me dikim, behsa serok û giregiran dikim. Halê neferan û mirîdan ne usa bû. Ew li çol û cîyan nîv birçî, nîv tazî digerîyan, pirî caran li der, ser erdê radizan. Di germa havînê de diqijilîn, di serma zivistanê da dişewitîn. Nexweş diketin diçûn, şehîd diketin diçûn...

Ev yek ji bo wan tiştekî adî bû. Ewana ne şêx û axa û beg, lê mirîd û şervan bûn. Qedera herkesî cuda ye...

Cîyê wan li alî dinê, ango piştî mirinê çawa bû nizanim; lê Zipo digot raste rast diçine cennetê!

                      *   *   *

Salek-du salê din bi vî awayî çûn. Lê piştra nişkêva rewş guharî. Piştgirê me yê mezin, Apê Sovyêt nişkêva zilzile bû û têk çû, ku tiştekî usa heya di xewnan da jî ne dihate bîra me. Hingê em û Memed Axa bê pişt man. Dinya ma ji Amêrîka û xarzîyê wî Hesen Axa ra. Ewana gor dilê xwe hespê xwe bezandin...

Hingê rewşa me gelek xirab bû. Memed Axa keti bû derdê canê xwe û ne dikari bû wek berê alîkarî û piştgirîya me bike. Heya me bihîst ku Memed Axa êlçîyek şandîye cem Hesen Axa, xwestîye pêvendîyên xwe pê ra xweş bike. Em jî bibê nebê li çare û dermanên teze gerîyan, da ku rê-olaxekî bibînin, bi Hesen Axa ra li hev bên. Bona vê yekê Zipo ez bi dizikan şandime cem Hesen Axa. Got:

“Here bêje, gelek silav û hurmetên Zipo ji te ra hene. Çiqa nebe em dostê berê ne. Kesên xêrnexwaz û fêsat ketin navbera me û em berdane hevdu. Ma em hevdu çima zêde biêşînin? Em li hev bên û dijminan zêdetir şa nekin. Bila Axa rê bide emê vegerin ser axa xwe, wek berê aşitî bê gundê me...” Zipo her usa jî ez hûr hûr temî kirim û got:

“Bi şevê dizikan here û dizikan vegere. Nebî ku hayê Memed Axa jê bibe. Ger ew pê bihese halê me xirab dibe!..”

Da ku kes nebîne bi şev rêketim û min rîya xwe bi daristanan û çolan xist, ber bi sibê gihîştim Cêrkan, gundê me yê berê, Qonaxa Hesen Axa. Ji ber ku gundê me bû û min hemû qul û çeper û dirbên wê baş nas dikir, tu qûlê xwedê heya ber derê qonaxê ez ne dîtim. Li wir nowedaran ez girtim, dîtin sîleh tişt li ser min tune û ji bo xirabîyê ne hatime, ez birim huzûrê Hesen Axa.

Hesen Axa çawa ez dîtim naskir û ecêp ma, got: “Lao Ehmo, tu li van deran çi digerî? Ma tu hatî kuştina min?!”

Min got: “Xwedê neke, Axa! Ma çawa ez te dikujim, ew tişt caran dibe! Ez hatime dîtina te. Min ji Şêx el Azam ji te ra gelek silav û hurmet anîne. Ez êlçîyê aşitîyê me...”

Ser van gotinan Hesen Axa kire teqe teq kenî, got: “Şêx el Azam û êlçîyê aşitîyê haa!.. Hela tu li vê ecêba giran binêre!”

Ez dirêj nekim, Hesen Axa emir da xulaman ji min ra çay û xwarin anîn. Min xwar vexwar, piçek bîhna xwe stend. Hingê Hesen Axa mesele vekir û got:

“De bêje Lao Ehmo, gotina te çi ye?”

Min ew gotinên Zipo yek bi yek ducar kirin û hin tişt jî di ser da zêde kirin. Li dawîyê jî min got: “Zipo dixwaze em li hev werin. Tu axayê me yê ezîz î, rê bide me da ku gundî vegerin ser axa xwe, ev şer bighê dawî û di navbera me da wek berê aşitî be. Mixtar jî dîsa tu kê dixwazî bila ew be...”

Hesen Axa piçek bêdeng ma, fikirî û bi rûyekî tirş vegerî min, got:

“Çi erd e, çi tişt e; ev gund hemû mal û milkê min e!”

Min got: “Çawa dibe Axa? Tu jî baş dizanî ku nîvê erdê vî gundî ya me gundîyan e...”

Hesen Axa got: “Belê, usa bû, lê nuha ne usa ye! We temamîya erdê xwest, şer derxist, lê winda kir. Temamî bû malê min!..”

Min got: “Nuha em aşitî dixwazin, bila şer bighê dawî. Emê pirsên xwe bi rindî, bi dan û stendinê çareser bikin...”

“Berê werin sîlehên xwe teslîm kin, xwe bavêjin bextê min, piştra em li ser aşitîyê qise bikin...”

“Qe nebe em herdu alî jî ji bo middetekî şer bisekinînin...”

“Hûn bisekinînin, lê heya li çîyê çekdar û êşqîya hebin, ez şer nasekinînim!”

Tiştê xerîb, me pêsîra Hesen Axa berda bû, lê wî pêsîra me ber ne dida... Ez kor poşman vegerîm cem Zipo. Min got hal mesele ev e... Zipo kete fikaran. Piştra vegerî min got:

“Gotina Hesen Axa li cî ye! Me dilê wî camêrî gelek êşand, zirareke mezin da wî. Aşitî bi hêsanî çênabe... Lê em berê yek alî û ji bo middetekî şer bisekinînin, bibînin hela rewş çawa dibe...”

Me usa jî kir. Zipo gazî rojnamevanan kir ji çar alî dinyayê û bo sê mehan şer yek alî sekinand. Mirovên aşitîxwaz, heya peya ü şerkarên Hesen Axa ji jı ve yekê kêfxweş bûn, gotin “Eferim ji Zipo ra, tiştekî baş kir!” Hêvîyek çêbû ku em û Hesen Axa bi hev ra rûnin û vê pirsê bi rindî çareser bikin.

Lê Memed Axa ji vê yekê gelek aciz bû, gazî Zipo kir û got: “ev çawa dostayetî ye? Tu bê hayê min bi dijminên min ra li hev tê. Ma me usa qise kiribû?”

Zipo got: “Na axa, eva taktîk e! Ezê bi wî ra tucar li hev nayêm. Min xwest ku dinya alemê ra nîşandim ez ne êşqîya me, ne şerxwaz im, lê Hesen Axa aşitî naxwaze. Ev yek ji bo te jî baş e. Ji ber ku gelek kes dibêjin, Memed Axa nahêle Zipo dev jî sîlehan berde...”

Memed Axa bi vê gotinê qane nebû; lê rewşa wî jî ne baş bû, zêde di ser me da ne hat. Ji xwe Hesen Axa jî li cîyê ku şer bisekinîne, êrîşên xwe li ser me giran kirin. Bona vê yekê jî, pir ne borî, me jî berê wî da û şer cardin germ bû.

Beşa: 16

MEMED AXA ME Jİ GUND DERDİXE…

Lê di qedera me da hîn tiştên xirabtir hebûne. Zêde waxt derbaz ne bû ku Hesen Axa êlçîyek şande cem Memed Axa, lê laf û gef xarin, got: “Zû Zipo teslîmî me bike û meqerên wî belav bike! Yan na, emê êrişî gundê te bikin, him Zipo û merivên wî bigrin, him jî gund zeft kin, mal li te xîrab kîn!..”

Bi rastî jî Hesen Axa hemû hêza xwe li ser sînorê Fêlikan civandi bû ku êrîş bike. Helbet ev mêranîya Hesen Axa ji piştgirîya Amêrîkê bû. Amêrîkê jî ji dûr va li Memed Axa laf û gef dixwarin û digot: ”Zipo teslîmî Hesen Axa bike, yan jî ji gundê xwe derxe!” Bi têkçûna Sovyêt, Memed Axa bê pişt ma bû û êdî ne dikari bû li himber wan ber xwe bide. Gazî me kir, Zipo ez jî girtim cem xwe, em çûn qonaxa wî. Di rê da Zipo ji min ra usa got:

“Tu dizanî Memed Axa çima gazî me dike?”

Min got: “Na?”

“Ewî bêje ji gundê min derkevin, ez êdî nikarim we bihewînim!”

“Na canim!”

“Belê belê…”

Gotina wî rast derket. Memed axa te digot di nav çend rojan da çend sal pîr bûye, usa ketîye. Bi dengekî gelek xemgîn dest bi axaftinê kir û usa got:

“Hûn baş dizanin, rewşa dinyayê guharî, dostên me têk çûn. Nuha Hesen Axa bi piştgirîya Amêrîkîyan laf û gefan li min dixwe û we ji min dixwaze, dibêje bingehê wan jî belav bike; yan na, behsa şerekî mezin dike… Mixabin halê me dest nade, hêza me têr nake ku em dijî wan ber xwe bidin….”

Bi vê gotinê rûyê Zipo zer û zepal bû, wekî bîhna wî çikîya bû. Min got nuha ji bîr va biçe û ji ser kursî bikeve erdê, me ruswa bike… Lê kî zane, dibe ku rûyê min jî usa bû… Memed Axa ji qelûna xwe nefesek kûr kişand, dûman berda û axaftina xwe ajot:

”Lê dilê we bila rehet be… Ez dostê we me û we tucar teslîmî dijminê xwe û dijminê we nakim!..”

Piştî vê gotinê Zipo nefesa xwe berda û piçek reng hate rûyê wî. Helbet ê min jî usa bû… Zipo wekî hewl da ku xwe bavêje dest û pîyê Memed Axa, lê çavê xwe li min ket, xwe ragirt, serê xwe bilind kir, şiklekî qure da xwe û got:

“Helbet tu Memed Axa yî, xanedan î, li te û bav û kalê te ew dişkê! Em wek çivîkekê ji ber nêçîrvan firdane, wek dareke mezin li gulyê te hêwirîne…”

Memed Axa ji vê gotinê kêfxweş bû û axaftina xwe ajot:

“Belê ez we teslîmî dijminê bê eman nakim. Lê, mixabin, gelek xemgîn im, êdî nikarim we bihêwirînim… Hûn jî dibînin, ne tenê Hesen Axa ye. Ger ew tenê biwa, bi destanî xwedê me bi hevra berê wî bidaya… Lê mixabin Amêrîkê meydan vala dîtîye û li me gelek zorê dike…”

Min dît rûyê Zipo dîsa guharî, reng avêt…

Memed Axa got: “Zipo Efendî, tu mirovekî baqil î, xwedî tecrube yî. Ger em şerê wan bikin dawîya me wê xirabtir be, dibe ku her tiştî winda bikin… Lê dinya fireh e… Tu yê herhal bikarî ji vê mintiqê dûr, li cîhekî ku destê Hesen Axa nagihê, ji xwe ra welatekî dost bibîni, lê bihêwirî… Yan jî hûn dikarin derbazî çîyayên başûr bin û şêrê xwe li wir bimeşînin…”

Zipo di cîyê xwe da wekî mûmyakî hişk û hol bû bû ma bû. Devê wî venedibû ku tiştekî bêje. Memed Axa rewşa wî dît û deng li xizmekaran kir, got: “Ji me ra avekî teze, çay û qehwe bînin!”

Av hat, ez hema rahiştimê, qedehek av tijî kir û da ber lêvê Zipo. Zipo av vexwar û hişê wî piçek hate serê wî. Piştra wek mirovekî teslîmbûyî, stûyê xwe xar kir, got:

“Belê Memed Axa, tu dilê xwe neêşîne. Ma tuyê çi bikî! Dijmin xurt e û zalim e. Qedera me çi ye, di enîya me da çi hatîye nivîsandin, ew dibe. Emê di van du sê rojan da bifikirin, ji hevalên derva bibirsin û biryarekê bidin, da li kîderê bo me îmkana sutarê heye, em biçin ku…”

Memed Axa wekî bi telaş û lez û bez got: “Sê roj zêde ye!”

Em herdu jî şaş û metelmayî li rûyî wî nihêrîn. Me xwe û xwe fikîrî: ”Gelo, ev çi îş e? Em bi salan li vir bûn, lê Memed Axa nuha ji bo sê rojan jî sebir nake, dixwaze di rojekê da, heya wê saetê, me biqewirîne!..”

Memed axa li rûyê me yê ecêbmayî nihêrî û got: ”Ji min dixwazin ku îro sibe we teslîm bikim. Çiqas zû ji gund derkevin ji bo we ewqas baş e. Îşê van segbavan xuya nabe, te dit nişkêva êrîş kirin hatin…”

”Baş e Axa!”got Zipo. “Heya sibê îzna me bide, emê zû derkevin…”

Zipo piçek sekinî, bîhna xwe stend û dîsa devam kir: “Xuya ye em cardin hevdu nabînin. Ewqas salan te em hêwirandin, piştgirîya me kir. Me gelek nan û ava te xwar û vexwar. Wê jî li me helal bike!”

“Hemû helal û xweş be!” got Memed Axa. “Em dîsa jî dostê hev in…”  Piçek sekinî û dewam kir: “Tiştekî din jî bêjim: divê ew tiştên ku li vir pêk hatin, ango pêvendîyên me bila wek sir bimînin. Bo me jî bo we jî…”

“Helbet,” got Zipo, “di vî warî da serî didim sir nadim; sirê xwe li vî çîyayî dihêlim diçim!..”

“Karê tozê jî gelek bi kêrhatî bû ji bo me herdu alîyan,” got Memed Axa. “Nuha şunda jî em dikarin bi destê merivên xwe bimeşînin. Ji me ra jî pere lazim e, ji we ra jî…”

“Ser serê min!” got Zipo. ”Bila merivên me bimeşînin… Ez biçim jî hinek merivên min dikarin li van çîyayên dorê, bi taybetî li Başûr bisekinin û tevî karên din vî karî jî bi rê va bibin...”

Memed Axa serê xwe hejand û got: ”Çima nebe!”

Bi vî awayî me xatirê xwe xast û ji qonaxa Memed Axa derketin, me berê hespê xwe da Gelîyê Beko. Di rê da midetekî ji Zipo tu deng derneket, wekî ketibû nav fikar û xeyalan. Min jî ji tirsan dengê xwe ne dikir. Piştra vegerî min got:

”Çi dibêjî Ehmo, emê ku da herin?”

”Çawa Keko?”

”Em herin kîjan welatî?”

”Ez çi bêjim, tu dizanî…”

”Ez dizanim, lê raya te çi ye?”

”Ma em herin Başûr ne çêtir e? Li çîyayên Başûr hêza me heye, hevalên me hene…”

Zipo nişkava çavên xwe li min gewr kirin û bi dengekî hişk got:

“Lao tu dîn bûyî! Ma tu dixwazî me hemûyan bidî kuştin?!”

Min got: “Keko, hevalên me yên fermandar bi salan e li wan çîyan in. Ji wan heya îro kes ne hatîye kuştin. Çîya mezin in, fireh in, bê ser û bin in. Em dikarin te li wir xweş biparêzin.”

Zipo zêdetir bi hêrs ket û got: “Lao tu çi ehmeq î! Te ji min ra got, ji kesekî dinê ra ne bêje. Ma ew û ez yek in?! Dema bizanin ez li wir im, çîya û çolan wê bombe bikin bişewitînin, çekên kîmyewî li me bibarînin, me hemûyan bikujin!..”

Êdî min dengê xwe birî û tıştê ku hat ser zmanê min ne got: “Pekî, heya nuha dizani bûn ku tu li vir, gelîyê Beko yî, çima li vir ne barandin?..”

Beşa: 17

ME GELÎYÊ BEKO VALA KİR Û Bİ RÊYAN KETİN

Çava em gihan Gelîyê Beko, Zipo siwarî derxistin û gazî mirovên xwe yên sereke kir ji bo civînekê. şevê heya derengî xew nekete çavê me. Roja dinê berî sibê merivê me yên sereke kom bûn. Qasî bîst kesî bûn. Zipo mesele ji wan ra vekir. Ji xwe hayê wan ji xeberan hebû ku Hesen Axa û Amêrîkî li Memed Axa zorê dikin, da ku me ji gundê xwe derxe û bingehê me gundî rake.

Zipo raya kesî ne pirsî. Wek her carê li cîyê herkesî fikirî û biryar da ...  Dest bi axaftinê kir û Got:

Divê em Gelîyê Beko vala bikin. Ezê çend kesan bi xwe ra dibim. Lê yê din, hemû merivên me, şerkarên me yên Gelîyê Beko divê derbazî başûr bin, xwe bigihînin cem hevalên me li wan çîyan… Tenê du-sê kesê me li vir bimîne û ew jî pêvendîyên me û Memed Axa û hin karên taybetî bi rê va bibin…”

Zipo ji nav xelîfe û fermandarên xwe pênc kesê ku bawerîya xwe zêde bi wan dihat hilbijart û got:

”Dema ku ez li dûr bim cimaetê hûn îdare bikin. Dibe ku midetekî em hevdu ne bînin, lê çawa me cîyê xwe çêkir ezê bi we ra pêvendî daynim.”

Heval ta ji destpêka civînê bêdeng û gelek xemgîn bûn. Zipo jî bi dengekî xemgîn qise dikir. Piçek sekinî, cêriband ku dengê xwe xurt bike û axaftina xwe ajot:

Ji bo me demeke nu dest dike… Êrîşên dijmin xurt in, her usa em hin dostên xwe winda dikin û cardin bi rêyan dikevin... xemgîn ne bin. Ev ne cara pêşîn e. Cara pêşîn em ji Cêrkan derketin, me cimeeta xwe û leşkerê xwe ava kir. Ango bûn xwedî terîqet û ordîNuha em ji Fêlikan derdikevin, xwedê kerîm e. Emê dinya alemê bi doza xwe bihesînin, dostên teze pêyda bikin û bi piştgirîya xelkê alemê û bi saya îmanê dewleta xwe çêkin!..”

Ez xwe û xwe fikirîm: ”Gelo ev Zipo çi dibêje, xwe şaşkirîye çi?.. Va ye em direvin, kuna mişk li me hesret bûye, ew behsa dewletê dike, hella hella!.. Li rûyê hevalan nihêrîm, ewana bi gotinê piçek şaş bûn. Zipo herhal ev tişt fêm kir û bi dengekî xurt û  wekî bi xwe bawer usa got:

“Ev riya me riya heq e û heq li pişt me ye! Mirovên bi bawer di rojên hanê da xuya dibin û diçin cennetê. Yên bê bawer û sist jî ji xwe heqê xwe winda dikin û dibin cennemî… Xelîfe û fermandarên min, hêvîya xwe winda nekin! Heya di zindanê dijmin da, di bin eza tedayê wan da be jî, divê em bi mêranî ber xwe bidin, serê xwe li ber wan daneynin. Dema em yekitîya xwe biparêzin, ber xwe bidin emê bi serkevin!”

Di vir da dengê Mele Ûsif hat bihîstin:

Berxwedan jîyan e!”

dinê bi yek dengî ducar kirin:

Berxwedan jîyan e!”

Zipo axaftina xwe ajot: “Hûnê bibînin emê tofanekê bînin serê Hesen Axa û Amêrîkê! Ez Şêx el Azam im, ezê şanî wan bidim!..”

Di vir da dengê Xelîfe Heyder hat bihîstin: “Her bijî Şêx el Azam!”

Piştî , hemûyan bi hevra ducar kirin: “Her bijî Şêx el Azam!”

Zipo axafina xwe ajot: “Ez diçim, çavê min li ser we ye. Sedaqet ji şêxê xwe ra û doza me ra di rojeke han da xuya dibeTucar bi derewên dijmin û minafiqan neyên xapadin! Hin kes hene dibêjin emê xwe bavêjin bextê Hesen Axa, belkî xilas bin… me dît çi hate serê wan. Hesen Axa ew xapandin, kirin minafiq û bi dijî me bi kar anîn. Di wan da bîr û bawerî, şeref û namûs ne hişt. Piştî ku karê xwe bi wan xilas , hingê merhemet ne kir, ew bi lêdan û ezîyet tîke tîke kir û kuştin...

“Van tiştan baş bikin serê mirîd û şerkarên me. Gelek ji wan saf in, nezan in, dikarin bi gotinên dijmin bixapinWan baş hişyar bikin, da ku nekevin rîya xirab. Ev kar li ser we ye, karê xwe baş bikin. Rojname û radyoya me di warî da çi lazim e bila bike

Her usa hûn baş zanin, di da bêbextî tune. Em bêbextan tucar ef nakin û cezayê herî giran didine wanBêbext li ku bin, bikevin kuna kewroşkê ji dest me xilas nabin û destê me digihîje wanEmê goştê wan tîke tîke bikin û bavên ber kûçikan… ”

carê Dengê Fermandar Cangîr hat bihîstin:

Mirin ji bêbextan ra!”

Me hemûyan bi yek dengî ducar kir: “Mirin ji bêbextan ra!”

Zipo got: ”Ezê ji we ra dezgeyekî hazir; sîleh, pere, şervan, çi lazim e dihêlim. Ji xwe pere ne zehmet e. Xeraca xwe bistînin, talana xwe bikin û perê lazim e bi destxinin. Bo pere rê-olaxên dinê hene, hûn zaninPlanên we, taktîk û stratecî hazir in… Êdî dimîne bi mêranî şerê xwe bimeşînin û welat azad bikin, bibin devlet…”

Piştra Zipo xatirê xwe ji wan xwest: Hemû ketin dorê, xar bûn destê maç kirin. Zipo çû rûyê wan. Xelîfe Heyder û Mele Üsif bi gîrî û qîrîn xwe avêtin lingê ŞêxZipo bi yekê ra wekî nerazîbûna xwe nîşanda, got: ”Na na!” bi got: ”Xwedê îbadeta we qebûl bike!..”

Bi awayî civîn giha dawî.

                      *   *   *

êvarê ku mixurbe ket, em li hespên xwe siwar bûn û bi rêketin. Emê bi şev va biçûna, da ku kes nezane, dijmin nehese em diçine kîderê

                     

Zipo ez û Fermandar Cangîr bi xwe ra dibirin, tevî mihafizan. Me zêde kes ne girte cem xwe, da ku bala xelkê nekişîne.

Em hemû li hespên baş siwar bûn. Me du heb hêstirên barkirî bi xwe ra dibir. Li yekê xwarina me barkirî . Li din heqîbeke mezin û giran dardakirî . Berî ku em bi rêkevin, Zipo gazî min kir, ew heqîb ji min ra nîşan da û got:

heqîbê tu li hêstirê bar bike û çavê te tim li ser ; tijî zêr û zîv û dolar in…”

Min got: ”Xuya ye em xezneyekî bi xwe ra dibin. Ma ewqas tişt ji me ra lazim e? Di rê da nabe bargiranî?..”

”De keremke!” got, Zipo. ”Aqlê Ehmo ewqas e!.. Lao ma ji zêr û dolaran zirar tê? Barê me bila ew bin û giran bin… Ji me ra lazim dibe, di tengasîyê de dibe ku ew me xilas kin…”

Zipo ji bo ku neyê naskirin, tebdîlî qiyafet kiri bû. Ango cubbê şêxtîyê û şaşika kesk derxisti bû, kiri bû tûrekê, kumekî meleyan da bû serê xwe.

Beşa: 18

ŞEV Û ROJEK Lİ BAJARÊ MÎR SADO

Em diçûne welatê Mîr Sado. Zipo digot: ”Min ewqas xizmeta wî kir, şerê gundîyên Başûrî kir. Nuha jî dora wî ye, divê ew jî li me xudî derkeve. Him jî welatê wî fireh e, gund û bajarên wî pir in… Bila cîyekî talde nîşanî me bide emê lê bihêwirin. Ma Hesen Axa û Amêrîkî çi bizanin em li wir in?..”

Du roj û du şevekê em çûn. Cangîr û du mihafizên me di derheqa vê rê da gelek serwext bûn. Şevan jî wek ronahîya royê rîya xwe derdixistin.

Roja duduyan, ber bi êvare em ji çemekî mezin derbaz bûn û gihan payîtextê Mîr Sado, li xanekê bûn mêvan. Me zikê xwe têr kir, piçek bîhna xwe stend û wê şevê li xanê razan. Sîbê zû Zipo ji min ra got: ”Hadê Ehmo, dora te ye. Here qesrê, Mîr bibîne û jê ra bêje ku dostê te, Şêx el Azam li vir e. Dixwaze zîyareta te bike, qehweyekî te vexwe. Her usa jî bêje, qûlê xwedê nizane ku em li vir in. Da ku him ji bo me, him ji bo Mîr tu serêşî çênebe…”

Ji xanê derketim, qesra Mîr pirsîm û çûm, heya hatim ber derê qesrê. Min ji novedaran ra got: ”Dixwazim Mîr bibînim.”

Yek ji novedaran li ser û cilê min nihêrî û got: “Ohoo, tu kî yî Mîr bibînî? Here rîya xwe da!..”

Min got: “Min ji dostekî Mîr ya bi nav û deng silav anîye…”

“Kî ye ew dostê bi nav û deng?..”

Himber vê pirsê dudilî mam, bêjim yan nebêjim?.. Min dît wekî din rê nema got:

”Şêx el Azam.”

Novedar piçek sekinî, fikirî, piştra serê xwe hejand û got:

”Min navê şêxekî han ne bihîstîye!” Piştra vegerî ji hevalê xwe pirsî: ”Fadil, te navekî usa bihîstîye?”

Wî jî serê xwe hejand û got: ”Na!”

Yê berê cardin ji min pirsî: ”Eva şêxê kîjan welatê Erebîstanê ye?”

Min got: ”Na, ne ji şêxên Erebîstanê ye. Lê yek ji Şêxê Kurdistanê ye. Mîr Sado wî baş nas dike, dostê hev ê bi dil û can in…”

Novedar piçek fikirî, di devê xwe da kire mire mir û piştra vegerî min got:

”Deqekî tu li vira bisekine, ezê bipirsim werim.” Novedar çû û qasî deh deqe şunda bi merivekî navsere ra vegerî hat. Mirov ji min ra got:

”Ez keyayê Mîr Sado me. Tu kî yî û ji ku tê? Min got ez Ehmo me, birayê Şêx el Azam im. Di şerê Başûrîyan da ez fermandarê hêzên wî bûm…”

Keya got: “Haa… Şêx el Azam, Zipo… Şerê Başûrîyan… ”

Min got: “Belê!”

Hingê bi rûyekî ken got: “Tu bi xêr hatî! Keremke em biçin hundir. Em ji dêrîyê bêxçe ketin hundur, ji nav baxçekî delal, ji rêyeke bi gul û çîçek derbaz bûn, ji derîyekî mezin ketin hundur qesrê û li odeyekî ku herhal ji bo mêvanan bû, rûniştin. Keya ji xizmekaran ji bo min qehwe xwest û piştra vegerî min got:

“Navê min El Mecît e… Tu bi xêr hatî! Şêx efendî çawa ye? Çawa bû rîya te bi vê derê ket? Gotineke te heye, keremke bêje. Ezê bigihînim Mîr Sado. Mîr nuha karê wî heye, gelek mijûl e…”

Min hal û mesele jê ra got. Çawa bihîst ku Şêx Zipo jî li bajêr e û di xanekê da dimîne, şaş û metel ma, serê xwe hejand û got “Hella hella!” Piştra vegerî min, got:

“Nuha tu here xanê li wir benda min bisekine. Lê nebî ku hûn ji wir derkevin û kesek we bibîne… Ezê vê meselê bi Mîr ra qise bikim û netîcê bigihînim we…”

Ez vegerîm çûm xanê, çi bû çi ne bû yek bi yek ji Zipo ra got. Zipo piçek ket nav fikaran. Lê dîsa jî got: ”Baş e… Helbet keya nikare bi serê xwe biryar bide. Mîr wê gazî me bike û dostayetîya xwe nîşande…”

Piçek şunda me dît li dora xana me eskeran girtin. Zabitek jî li ber dêrî rûniştîye, ne kesî dihêle bê hundur, ne jî dihêle kes derkeve… Gelo ev çi îş e?..

Zipo li vî halî nihêrî û got: ”Herhal ji bo parastina me ye! Xuya ye Mîr Sado qîmeteke mezin dide me…”

Di vê çûn û hatinê da gelek bala min kişand: li vî bajarî li her meydanekê pûteke mezin çêkiri bûn, wek dêvan… Hemû jî yê eynî merivî bûn. Her usa jî li hemû dîwaran, li camekanên dikanan da sûretên wî yên mezin dardakiri bûn. Gelo ev kî ye? Min xwe ne girt ji dikanderekî kal pirsî:

“Xalo, bibexşîne, ew meriv kî ye?”

Dikandar ecêb ecêb li rûyê min nihêrî û got: “Herhal tu xerîbê vî welatî yî… Çawa wî nas nakî? Ew Mîr Sado ye, bavê vî welatî ye…”

Min got: “Haa, ev mesele!..”

Ev yek bala Zipo jî kişandi bû, Ji min û Cangîr ra got:

“Hûn dibînin, xelk serokê xwe ra çawa hurmetkar e, çawa qedrê wî zane! Lê we heya îro tîmsalekî min jî çênekir, resmekî min jî li dîwaran ne xist…”

Min got: “Keko, ew mîr e, lê tu şêx î. Xuya ye vî mîrî wek kafiran kirîye… Lê evtişt di Misilmanîyê da dibe? Tîmsal û resim gor dînê me ne heram ın!”

Zipo bi hêrs got: “Lao Ehmo, ewqas dibêjim, lê dîsa jî te hin tişt fêm nekirin. Gune jî bo belangazan in, ne ji bo serokan û şêxan. Hertişt ji wan ra helal e!..”

Êdî min dengê xwe birî... Ji xwe ew ji me ra bû îşaretek. Her gotineke Zipo li ser heval hogiran wek emir û ferman bû. Piştî wê rojê me jî dest pê kir tîmsalên wî dane çêkirin li gelî û çîyayên bin hukma me da û di malan da sûretên wî yên mezin daleqandin…

Ber bi êvarê merivekî bi cilên sîwîl hat, bi zabitê ber dêrî ra qise kir û piştra hat hundir, got ”Ehmed efendî kî ye?”

Min got ”Keremke, ez im.”

Got: “divê tu bi me ra werî…”

Em bi hevra derketin çûn. Mêrik ez birim qesrê û dîsa di wê odê da dam rûniştandin. Piçek şunda El Mecît hat. Bi rûyekî sar dest bi axaftinê kir û usa got:

”Ehmed efendî. Ji Şêx Zipor ra gelek silavê me bêje. Rast e, em dostê hev in. Lê hûn bê xeber hatine. Xwezî berî ku hûn bên we merivekî xwe bişanda û ji me bipirsîya. Mîr Sado dibêje ez gelek xemgîn îm, lê mixabin rewş ne misaîd e. Hesen Axa yek ji dostê me ye, dema bizane me Şêx li vir kirîye mêvan, cî dayê, wê ji me bixeyîde. Serda jî Amêrîka, dijminê me yê herî mezin… Him Hesen Axa, him jî Amêrîkê ji nuha va îlan kirine, dibêjin: ”Nebî nebî kes cî bide Zipo!”

Min got: ”Ma heyran, ew ji ku bizanin ku we cî daye me? Va ye em bi veşartî hatine û qûlê xwedê pê nizane! Cîyekî usa ji me ra nîşandin ku rê pê nakeve û kes bi me nahese…”

El Mecît kenî û got: “Tiştê usa nayê veşartin, heval Ehmed… Ji nuha va dinya alemê bihîstîye ku hûn li bajarê me, payîtextê Mîr Sado ne!”

Min got: “Çawa?!”

“Belê! Radyo dibêjin, rojname dinivîsin ku hûn vê sibê ji çemê mezin derbazî vir bûne… Hesen Axa ji nuha va me gunekar dike.”

Ez şaş bûm mam. Û ji devê min ev gotin derketin: “Hella hella! Çawa bihîstine?..”

”Edî wê yekê baş nizanim… Casûsên wan pir in û vî zemanî tişt nayêne veşartin…”

Min cardin bê hemdê xwe got: ”Hella hella!..”

Di navbera me da piçek bêdengî çêbû. Ez xwe û xwe fikirîm: Gelo çawa hayê wan jê bû? Tu dibê hinan di rê da, yan li vî bajarî em nas kirin û xeber gihandin neyarên me?..

El Mecît cardin dest bi axaftinê kir:

“Bona vê yekê em gelek xemgîn in ku nikarin Şêx bikin mêvan. Ji ber ku dijmin pê hesîyaye, hebûna we li vir him ji bo we him ji bo me gelek xeter e. Mîr jî silavê xwe dişîne bo Şêx, dibêje çiqas zû ji bajêr derkeve baştir e... Merivên me îşev dikarin tevî we heya ber çêm bên, da ku tiştekî xirab neqewime…”

Êdî gotin ne mabû bêjim. Rabûm, xatirê xwe xast û zabitê ku ez anîbûm, cardin bi min ra heya Xanê hat.

Min hal û mesele yek bi yek ji zipo ra neqil kir. Zipo gelek ber xwe ket û qehirî. Got: “Ma dostayetî usa dibe?..”

Lê tiştek tune bû em bikin. Zabitan gotin, xwe hazir bikin emê îşev bi rêkevin. Usa jî bû. Me alaf da hespên xwe, ew avdan; lê xwarin di gewrîya me da ne çû… Tarî ket ne ket me hêstirên xwe barkir, li hespên xwe siwar bûn û di bin çavdêrîya mifrezeke esker da bi rêketin.

Esker em ji çêm derbaz kirin û vegerîn.

Beşa 19

Jİ BO SERÊ ME MÎLYONEK DOLAR DANÎNE!

Belê, Mîr Sado bêbext derket û çawa hayê xwe jê bû em ji welatê xwe qewirandin. Dîsa baş e ku em teslîmî Hesen Axa ne kirin... Zipo di rê da keti bû mitalan, digot:

 “Gelo eva rast e, hayê wan ji me bûye tu dibê? Nebe ku Sado û merivên xwe henekê xwe bi me bikin, me bixapînin?..”

Lê mixabin xeber rast bû. Radyoyeke piçûk di dest me da hebû, bi pîlê kar dikir. Me di saya wê radyoyê da him guhdarîya radyoya me dikir, ya ku me li Gelîyê Zipo rast kiri bû, him jî guhdarîya BBC û radyoyên dinê yê dinyayê dikir. BBC di xeberên xwe yên sibê da behsa me kir û usa got:

“Tê gotin ku Memed Axa Şêx Zipo ji gundê xwe kirîye der. Ewî  tevî çend hevalên xwe yên sereke ji gelîyê Beko revîyaye û xwe avêtîye bextê Mîr Sado, nuha mêvanî wî ye... Hesen Axa gotîye, “Mîr Sado dostê me ye, divê vî tiştî neke û cî nede diz û keleşên hanê...” Amêrîkê jî gotîye ku “Şêx Zipo yekî eşqîya ye û divê kesek cî nede mirovên hanê û nebe piştgirê curmkaran!..” BBC her usa jî got: “Lê Mîr Sado gotîye ev tişt bi tevayî derew e, me rûyê Şêx Zipo û hevalên wî ne dîye, ew ne li welatê me ye...”

Rodyaya me jî ev xeber bi temamî derew derdixist û digot: “Neyarên me û kesên minafiq derewan dikin. Şêx li ser erda xwe ye û bi mêranî şerê Hesen Axa dike!”

Zipo gelek bi hêrs bû. Berekî va ji Mîr Sado ra dida xeberan, berekî va jî digot: “Gelo hayê wan çawa çêbû ku em ji Gelîyê Beko derketin û hatin cem Mîr Sado? Em ji wir şev derketin û heya me hevalên xwe yên sereke ra jî ne got ku diçin kîderê... Nebe ku di nav me da casûs hebin?..”

Zipo usa digot û çavê xwe li der û dora xwe digerand. Lê ez bûm, Cangîr bû û sê mihafizên me yên dinê ku Zipo bi xwe bijarti bû, girti bû cem xwe. Gelo Zipo di me da dikete şikê? Bi rastî dema ez li çavên wî yên bi şik tijî dinêrîm ditirsîyam. Karê Zipo aqil nagihê, dikare yekî-duduyan ji me wek casûs îlan bike û bi destê yê dinê bide kuştin!..

Piştî ku em ji çêm derbaz bûn û man serê xwe, me li cîyekî talde, bin darekê da çend deqe bîhna xwe stend û Zipo ji min û Cangîr ra got:

“Raya we çi ye, emê çi bikin? Pêş me girtîye, paş me girtîye. Ne mîr Sado me dike mêvan, ne jî em dikarin vegerin gelîyê Beko...”

Ez û Cangîr li rûyê hev nihêrîn, emê çi bêjin? Tiştê ku du roj berê min ji Zipo ra goti bû dîsa hat ser zmanê min; lê min xwe ragirt, min hingê dersa xwe girti bû... Tu nabêjî Cangîr jî wek min fikirîye! Got:

“Şêxê min, hevalê me li çîyayên Başûr in. Ewên Gelîyê Beko jî nuha çûne gihane wir. Em çima naçin? Ev der êdî erda azad e û hukma Mîr Sado jî li wir derbaz nabe... Li cîyê ku mineta xelkê bikin, emê xwe bavêjin çîyan. Em û Başûrîyan dest bidin hev, şerê hemû axayan bikin...”

Rûyê Zipo tirş bû, vegerî çavên xwe li min gewr kirin û got:

“Ev gotinên te ne. Te ji Cangîr ra got, ne?..”

Min got: “Tobe, min ji Cangîr ra tiştek ne gotîye!”

Zipo vegerî Cangîr, got: “Cangîr, lao tu dizanî ku ez biçim çîyayên Başûr çi dibe? Tabî, nizanî, ji ku bizanî; aqlê te têrê nake! Roja dinê Hesen Axa û Mîr Sado, tevî Amrîkîyan wan çîyan dîşewitînin, çekê kîmyewî, heya atomê davêjin! Ewê me hemûyan qir dikin. Ez ne di derdê canê xwe da me, lê naxwazim ewqas hevalê xwe, xelkê bê gune bê qirkirin...”

Cangîr wekî curmeke mezin kirîye sor û zer bû û got:

“Tu ji me baştir dizanî Şêxê min. Tu çawa emir bikî emê usa bikin...”

Zipo axaftina xwe ajot: “Him jî bawerîya min bi wan başûrîyan tune. Me ewqas şerê hevdu kir, ewqas meriv ji hev kuşt. Ew mixtarên wan Xelîl û Celîl jî merivê Îngîlîz û Amêrîkîyan in, bi Hesen Axa ra didin distînin. Emê bi dest wan kevin ewê ji Hesen Axa xiraptir  bikin...Tu jî vê gotinê cardin negre ser zmanê xwe!”

Cangîr tirsîya û bêdeng bû. Zipo piçek sekinî û biryara xwe da:

“Emê biçin gundê Ferhan Axa. Ferhan Axa hevalê min ê eskerîyê û dostê minî bi dil û can e. Carê min ji talana Başûrîyan çend hesp jê ra şandi bû û gelek kêfa wî hati bû. Digot: ‘Tu li Cem Memed Axa çi dikî, were cem min. Gundê min pir in, xweştir in, erda min avî ye, bi bîhn û bereket e. Tê da pembu, kuncî, kindir û heya gula xaşîşê digihê... Were ezê gundekî bidim te bi kêfa xwe tê da rûnî û ji derdê Hesen Axa xilas be.’ Emê herin ba wî. Çiqas nebe hevalê eskerîyê ye, wek Mîr Sado li me bêbextî nake. Herçiqas axa ye jî, wî û Hesen Axa di waxtê da ji hev û du mêr kuştine, neyarê hev in. Bona vê yekê, wî jî gelek alîkarîya me kir. Sîleh û xwarin ji me ra şandin. Emê herin wir...”

Bi vî awayî me berê xwe da rojhilat, hespê xwe zengu kir û çûn.

Ber bi êvarê em gihan gundê Ferhan Axa. Qonaxa wî ji ser gund ra, di nav bax û baxçeyekî mezin da bû, ku dora xwe serbiser bi bedestenekî dihate pêçan. Me hespê xwe raste rast ajote ber derîyê mezin û bilind. Mihafizekî me ji hêstira xwe hat xarê û derî kuta. Piçek şunda yekî xort hat derî vekir. Me silav dayê, wî got: “Eleykîmîselam! Hûn kê dipirsin?” Lê tiştê xerîb, wek usûlê me kurdan ne digot ku “Hûn ser çavan hatine, kerem kin, peya bin...”

Zipo got: “Em mêvanê Ferhan Axa ne.”

Wî xortî got: “Ez jî birazîyê Ferhan Axa me. Mixabin ew ne li mal e û îro sibê jî nayê. Ez we bibim mala mixtêr. Ew jî ne bîyanî ye birazîyê Ferhan Axa ye.

Zipo ji vê gotinê aciz bû. Adet ne ew bû ku tu biçî ber derê yekî, lê ew te negire hundur û bibe ber derê yekî din... Dîsa jî tiştek tune bû em bikin, tevî wî xortî çûn mala mixtêr.

Piştî rûniştin û xêrhatinê, ewana ji me pirsîn, gotin: “Hûn ji kuda tên, kuda diçin?”

Me got: “Em ji gundê Terxanê tên û dîsa vedigerin wê. Em merîyê Cimşîd Axa ne. Karekî me bi Ferhan Axa heye, emê wî bibînin û vegerin...”

Mixtar, ku navê xwe Bextîyar bû, got: “Hûn ser seran, ser çavan hatine. Apê min Ferhan jî înşalla îro sibê were.”

Ji me ra çay anîn û bo xwarinê hazirî kirin. Gundîyên ku bihîstin, hatin di odê da kom bûn. Piştî ku sohbet piçek germ bû, mixtar Bextîyar got: “Dibêjin li alî Fêlikan li Gelîyê Beko yekî sergerde derketîye, bi navê Zipo. Xwe li şêxtîyê danîye, lê talana xelkê dike. Radyoyê gava dinê behsa wî dikir...”

Em li rûyê hev nihêrîn. Zipo zer bû, Cangîr sor bû. Mihafizên me hindik ne ma dest bavêjin sîlehan. Da ku şaşîyekê nekin, Zipo bi çavê xwe îşaret da wan û got:

“Belê me jî navê wî zatî bihîstîye. Lê ew mesela talanê derew e... Radyoyê çi digot?”

“Digot Memed Axa heya nuha ew bi kar anîye û nuha jî bi zora Hesen Axa ji gundê xwe qewirandîye. Zipo çûye cem Mîr Sado, wî jî qebûl ne kirîye... Dibêjin Zipo li serê çîyan asê bûye. Êhtimal e ku xwe bavêje bextê mîr û axayên dinê... Her usa jî dibêjin dijminê wî Hesen Axa ji bo serê wî mîlyonek dolar danîye; ango kî wî bigre teslîmî Hesen Axa bike, mîlyonê xwe di dest da wê bistîne...”

Gundîyekî ji wî alî dengê xwe bilind kir:

“Mîlyon dolar jî ne kêm pere ye bavo, ma xilas dibe! Talya merivan hebe, ew Zipo tê ber derê merivan!..”

Em cardin li rûyê hevdu nihêrîn. Zîpo usa zer û zepal bûbû, te kêr lêxistana dilopek xwîn jê ne diçû...

Yekî ji wir got:

“Usa ne bêje Silêman, ew pere heram e!”

“Çi heram e lo, wek şîrê dîya min helal e! Ew jî mirovekî talanker û sergerde bûye. Ger bê girtin û ceza xwe bibîne ne baş e?”

Yekî belengaz ku ber bi dêrî rûnişti bû, got: “Lê wekî ku min bihîstîye, ew şêxekî mezin e, alimekî giran e. Dibêjin nexweşan xweş dike; kor diçin cem wî dibînin, kûd bi lingan dikevin...”

Yekî din got: “Heya dibêjin jinên ku zarokên xwe nabin, ji wan ra nivîştan çêdike, wê deqê dibin xwedî zaro...”

Gundîyê bi navê Silêman got: “Helbet dibe! Meleyê gundê Cebecûrê jî usa dikir, lê marifeta wî ne nivîşt bû. Fen û fûtê wî piştra derket meydanê û gundîyan ew qewirandin...”

Gundîyekî rîsipî got: “Haşa haşa! Dibêjin Şêx El Azam mirovekî bimbarek e, wek melekan e, wî tiştî nake...”

Ser vê gotinê ez bê hemdê xwe kenîm. Zipo ew kena min dît û çavê xwe li min gewr kirin. Piştra vegerî ji gundîyan pirsî:

“Li vî gundî û di gundên dorê da mirîdên wî şêxî hene?”

“Belê belê, hene,” gotin.

Yekî ji gundîyan zêde kir: “Mirîdên wî yên usa hene ku, xwe li ber wî didin kuştin...”

Vêcarê jî Zipo li rûyê min nihêrî û wek rovîyekî kenî.

Gundîyên nav odê bi vî awayî ketin nîqaşekê, ku hinan digot meriv Zipo bigre teslîm bike û perê xwe bigre, hinan jî digot ev tişt nabe, bêbextî ye... Mixtar bi xwe jî, wekî tiştek hatîye bîrê, çavê xwe li ser me gerandin, da em kî ne? Halê me li sergerdeyan diçe yan naçe?.. Piştra jî tevî axaftinê bû û usa got:

“Gundîno, dev ji nîqaşeke usa bê mane berdin! Em mirovên xanedan in. Heya sergerde û êşqîya be jî, ger bê ber derê me, em wî teslîmî kesî nakin. Ji xwe Apê min Ferhan jî goti bû, dibe ku Şêx Zipo di alî me da bê. Tu xirabîyê pê ne kin, lê ne hêlin li gund bimîne, bo me ne baş e... Dijminê me ji xwe gelek in, em wan zêde ne kin. Dijminahîya xwe û Hesen Axa cardin germ ne kin. Ger hat, jê ra rê nîşandin, bila derbaz be here gundekî din...”

Ser vê gotinê Zipo ket telaşê û îşaret da min, ku em rabin. Bi rabûna Zipo em her pêncê dinê jî rabûn ser pîyan, Zipo got:

“Gundîno, madem Ferhan Axa ne li vir e, bi îzna we! Emê nuha biçin piştra dîsa bên.”

Gundî ji nişkêva rabûna me şaş û metel ma bûn. Mixtar ecêbmayî got: “Ma çima ecele dikin, we hîn xwarina xwe nexwar, usa dibe?”

Zipo got: “Dibe dibe! Wekî me xwarîye, spas! Ji Ferhan Axa ra jî silavê me bêjin. Bêjin ku hevalê te yê eskerîyê, dostê te yê bi dil û can hat û çû. Ewî ku sê hespên kihêl dîyarîyî te kiri bûn...”     

Hespên me di hewşê mixtêr da bûn. Êmê xwe hîn têr nexwari bûn, em lê siwar bûn, me heqîbên xwe li hêstiran bar kir, vegerîn gundîyan û got:

“De xatirê we!”

Gundî û Mixtar Bextîyar herçiqas gotin: “Oxra we bi xêrê be!” lê gelek ecêbmayî li me dinihêrîn. Hingê ji nav gundîyan yekî got:

“Gelo eva ne Şêx Zipo ye?!.”

Yekî dudoyê din gotin: “Belê belê, ew e!”

Yekî xwe avêt ber hespê Zipo û got: “Şêxê min kuda diçî, were bibe mêvanê me!”

Yekî-duduyê din gotin, “Xwedê ew ji me ra şandîye, bernedin biçe!”

Lê Zipo wekî tirsîya bû, got: “Zarono mesekinin!” û hespê xwe zengu kir. Me jî hespên xwe dan ber zenguyan, her usa jî bi şeşarên xwe çend gule berdan û bi toz û dûmenekê ji gund derketin.

Dengê Silêman ji dûr va heya me dihat: “Heywax hey, mîlyon dolar çû!..”

Me middetekî hespên xwe bezandin, heya ku em êmîn bûn kes bi dû me nayê. Ji xwe mixurbe jî êdî ketibû erdê. Li serê kanîyekê me piçek bîhna xwe stend, hesp û hêstirên xwe av dan. Ji sibê da parîyek nan ne keti bû gewrîya me. Di tûrê me da piçek nan û penîr hebû, me derxist û xwar.

Zîpo ji Ferhan Axa ra dida xeberan û digot: “Hela li vî bêşerefî binêre! Texmîn kirîye ku ez di alî wî da bêm... Helbet meriv di alî dostê xwe da diçe. Lê ew dost ne bûye, bêbextek bûye. Herhal ji bo wê tirsîye û ji mal revîye. Kî zane, belkî jî li mal bû, xwe ji me veşart... Şeytan dibêje îşev bavêje ser qonaxê bişewitîne, ew û zar û zêçê xwe jî tevlê!”

Cangîr hema rabû ser pîyan û got: “Şêxê min, tu emir bike ez û sê heval nuha vegerin, qonaxa wî li serî wî hilweşînin! Ji xwe di oda Mixtêr da hindek nema rabim li wan biweşînim...”

Zipo got: “Xwedê ji qîreta te razî be, Cangîr! Lê usa nabe. Nuha ne wexta wê ye. Emê divê berê ji xwe ra sutarekî bibînin. Lê înşalla ew wext jî bê, emê hesabê xwe ji hemû bêbext û bêşerefan bibirsin...”

Em li hespê xwe siwar bûn û bi rê ketin.

Beşa 20

BELKÎ FİLLE ME BİHEWÎNİN...

Em diçûn, lê diçûn kîderê em jî nizani bûn!

Li pala çîyê di şikeftekê da me piçek bîhna xwe stend. Payîz bû û şev êdî li van çîyan sar bûn. Ji bo ku cîyê me eşkere ne be, me agir jî daneda. Lê tiştê baş, me çend betanîye girti bûn cem xwe. Me yek binê xwe ra, yek jî ser xwe ra dirêj kir û di xew da çûn. Her sê mihafizên me li ber şikeftê bi dorê nobe girtin.

Sibê bi şevaqê em rabûn û dîsa bi rê ketin. Çend roj bû di rêyan da em westîya bûn. Me têrî xwe ne xwari bû û venexwari bû. Çeteyên me yên serê çîyê hînî van tiştan bûn, jîyana wanî her rojî usa bû. Lê birê min Zipo, ango Şêl el Azam hînî van tiştan ne bû bû. Cîyê wî tim germ bû, cila wî tim nerm bû. Xwarina wî jî tim xweş bû, sifra wî dewlemend bû ku ji şîrê çivîkan pê ve hertişt hebû...

Ji ber ku çend roj bû em di rê da bûn, halê me jî ne baş bû. Cilê me di nav tozê herîyê da ma bûn, rîya me dirêj bû bû. Em bi vî halê xwe li haydûtan çû bûn... Zipo li halê me nihêrî û got:

Gelo di vê nêzê da gund û bajar tunin? Emê berberekî bibînin û tiraş bin. Xwarineke germ bixwin.

Cangîr got: Du saet wê da bajarekî piçûk heye, bi navê Qelasor. Li wir berber jî heye aşxane jî.

Zipo ji xwe wek şêxekî xwedî rîyeke reşî dirêj bû. Min got: “Keko, ma tu jî dixwazî rîya xwe kur bikî?”

Zipo got: “Belê. Ev rî ji bo min ne baş e, min nas dikin...”

Dema em hatin nêzî bajêr: Zipo got: “Baş nabe em hemû bi hevra herin. Dibe ku nas derkevin. Malûm e li serê me perekî mezin danîne... Em li vir bisekinin, Ehmo tu bi mihafizekî herin, çi lazim e bigrin werin. Ji bo min qatek cilê efendîyan, cotek qondire û şewqeyekî jî bîne.”

Me usa kir. Ew li wir man û ez û mihafizekî çûn. Me xwarin, qatek cil, şewqeyek, du sê kiras û tiştên rî kurkirinê (meqes, neynik, gîzan, sabûn, firçe) kirî û vegerîn. Min cil li ser xwe cêribandin, lê dîsa jî yên fireh, ango gor qalibê Zipo kirîn; ji ber ku Zipo qelew bû, du qatî min dikir...

Me di wê gelîyê da li ber avekê xwarina xwe xar û rîya xwe kur kir. Riya Zipo min kur kir, ji xwe bawerîya wî bi kesekî din ne dihat ku gîzan bide dest û stûyê xwe li ber dayne! Zipo ne tenê rîya xwe, simêlê xwe jî da kurkirin.

Min got: “Keko, ma bê simêl çawa dibe? Kurdê me çi dibêjin?..”

Zipo got: “Dev ji Kurdan berde, lo, îro ne roja mêranîyê ye! Tu nabînî dinya alem bi dû me ketîye...”

Bi rastî jî dinya alem bi dû me keti bû. Me guhdarîya xeberên BBC kir, digot: “Sergerde Zipo û çend merivên xwe duh li gundê Ferhan Axa hatine dîtin. Zipo çûye ku xwe bavêje bextê Ferhan Axa, lê wî derê qonaxa xwe jê ra venekirîye û gotîye zû ji vir herin! Hesen Axa mîlyonek dolar ji bo serê te danîye... Piştî ku gundîyan ew nas kirine, Zipo û mervên xwe bi lez û bez ji gund revîyane!..”

Zipo digot: “Hella Hella!.. Xeber çi zû li dinyayê belav bû? Gelo bêtêla van gundîyan heye çi?” Piştra jî ji Ferhan Axa ra dîsa da xeberan, got: “Min ji we ra goti bû da... Ew bêşeref li wir bûye û derê qonaxa xwe ji me ra venekir. Bila be, lo Ferhan, rojekî firsend bikeve destê me jî, xwedê kerîm e!..”

Zipo şal û şapikê Kurdî avêt, cilê teze li xwe kirin, şewqe da serê xwe, qondire kire pê û bû wek efendîyê bajarekî... Got: “Êdî bi vê qilafetê kes min nas nake, rehet bin!”

Bi rastî jî Zipo pir guharî bû. Hevalê me yê novedar ku ji wî alî hat û hayê xwe ji tiraşê û cil guhartinê tune bû, berê Zipo nas ne kir, xerîb xerîb lê nihêrî, wek rastî yekî nenas hatîye. Lê piştî ku nas kir, got: “Wey, Şêxê min, ma tu yî?!”

Lê bi rastî, ez bûma min jî nas ne dikir.

Piştra me metareyên xwe ji ava wê kanîyê tijî kir û bi rê ketin. Zipo got: “Emê ber bi Rojava biçin. Li wir gundekî fillan heye, filleyên Romî, ew dostên min ên baş in. Ew bi şerê me û Hesen Axa gelekî kêfxweş bûn. Reîsê wan çend caran merivê xwe şandin Gelîyê Beko, cem min. Yek ji mezinên wan, Petros digot: ‘Rojekî ku ketî tengasîyê di alî me da were... Derîyê me ji te ra vekirîye.’ İro ew roje, emê biçin!.. Me ji Misilmanan tu xêr nedî, belkî Fille me bihewînin...”

Em li hespên xwe siwar bûn ew dan ber zenguyan... Şev û rojekê bi vî awayî çûn. Em ji deşteke fireh derbaz bûn, ji dora golekê zivirîn, di gelîyeke kûr û dirêj da hilkişîn. Ji beza çend rojî li van rêyên çîyan, nalên hespên me êdî weşîya bûn, heywan di nav kef û kopirîkê da ma bûn. Di ser rîya xwe da em ji çend gundan derbaz bûn, lê egle ne bûn. Carina li ser kanîyekê, yan mêrgekê me bîhna xwe stend û hesp û hêstirên xwe berda ku biçêrin.

Di rê da Zipo digot: “Me ji Petros û hevalên wî ra gelek berx şerjê kirin, ka em binêrin ew me çawa diezimînin. Ew jî wek Mîr Sadoyê bêbext û bêşerefê Ferhan ne kin baş e!”

Xuya ye çavê Zipo êdî tirsîya bû. Min jê pirsî: “Keko, sebebê dostayetîya wan filleyan bi me ra çi bû?”

Zipo got: “Di navbera Hesen Axa û wan da dijminahîyeke kevn heye. Ji xwe navbera Hesen Axa û hemû cîranên xwe ne baş e. Hesen Axa yekî şerrûd e, li vê mintiqê bela xwe bi herkesî gerandîye. Nuha jî li ser cizîrekê ew û fille şerê hevdu dikin. Ka golek hebû, îro em ji ber derbaz bûn, cizîr di wê golê da ye.”

Roja duduyan ber bi êvarê dêra gund ji dûr va xuya kir û dema mixurbe ket em gihan gundê Petros.

Me ji xortekî mala wî pirsî, xort ket pêşîya me û em birin. Em li pêşîya dêrî ji hespên xwe hatin xarê. Mala wî maleke mezin ji kevirê sipî bû. Der û dor bi darên porteqal û lîmonê, bi gulên qetmer xemilî bûn. Petros çawa derî vekir û li himber xwe em dîtin, berê em nas ne kirin, got: “Kerem kin, hûn kê dipirsin?”

Dilê min li hevxist, min got herhal eva jî wek Mîr Sado û Ferhan Axa derîyê xwe ji me ra bigre... Zipo got:

“Em te dipirsin, dostê minî hêja Petros, ma te ez nas ne kirim? Hela baş binêr...” Petros çavên xwe li rûyê Zipo gerand û got:

“Ma tu ne Şêx...”

Zipo got: “Belê belê, ez im...”

Petros got “Wey Şêx Zipo, tu yî haa!..”  Ber bi şêx çû û ew hembêz kir, got: “Tu bi ser seran hatî! Qisûrê menêre, bi vê qilafetê wallehî min tu nas ne kirî. Te rîya xwe girtîye, cilê xwe guhartîye, bê cubbe û şaşik...” Piştra vegerî me: “hûn jî xêr hatine, de kerem kin, em biçin hundur.”

Hingê dilê min rehet bû û tirsa min revî. Min got gawirê xelkê ji axayên me camêrtir derket û va ye himbêza xwe ji me ra vekir... Li rûyê Zipo nihêrîm, ew jî gelek kêfxweş bû.

Petros emir da xizmekaran ku hespên me avdin û bibin tewlê, êm bidinê. Min dîsa îşaret da mihafizan, heqîbên ser hêstirê daxistin û bi xwe ra anîn. Em ji derîyê qonaxê derbaz bûn, hilkişîn oda mêvanan. Hundur qonaxê jî bi xalîçe û kursîyên rûniştinê, şemdan û awîzeyan, bi tîmsalên piçûk û resmên rengîn baş hati bû xemilandin. Xuya ye Petros yekî dewlemend e û ehlikêf e...

Em rûniştin hal û xatirê hevdu pirsî. Petros ji xizmekaran ra got: “Mêvanê me ji rîya dûr tên, nuha tî û birçî ne, çay û qehwe, ava porteqalê bînin û xwarinê hazir kin.”

Piştî ku çay û qehwe hat, Zipo dest bi axaftinê kir û usa got:

“Hevalê delal Petros, herhal hayê te heye ji tiştên ku hatin serê me...”

Petros got: “Belê heye. Van rojana radyo û rojname bi xeberên derheqa we dagirtî ne.”

Zipo got: “Mixabin em mecbûr man, me Gelîyê Beko terk kir. Hevalên me yên dinê û şervanên me derbazî Başûr bûn. Hinek jî wek berê li Cêrkan, Fêlikan û cî warên dinê ne û ber xwe didin, şerê Hesen Axa dimeşînin. Helbet ji bo min ne dibû biçim serê çîyê. Min got li cîyekî usa bim ku him ewle be, him jî hayê min ji dinyayê hebe, da ku bikaribim vî şerî bimeşînim... Da min rîya dostên xwe yên sereke girt û hatim vir...”

Petros got: “Tu bi ser seran hatî. Te rind kirîye, biryara te li cî ye. Pekî kes dizane tu hatî vir?”

“Zipo got: “Na, ji me pê ve kes nizane. Me ji qûlê xwedê ra ne gotîye.”

“Eva baş e!” got Petros. “Bila kes nezane. Heya ku ez reîsên me ra qise bikim, emê çi bikin, tu li ku cîwar bî. Ez hêvîdar im, reîsên me çi lazim e bikin. Tu dostê me yî hêja yî û îro ketî tengasîyê, çi dikeve ser me divê em pêk bînin.”

Zipo got: “Xwedê ji te razîbe! Tu kurê camêran î û wek dostên rastî qise dikî. Li ba me gotinek heye, dibêjin dost di rojên reş da xuya dibe...”

Petros got: “Belê usa ne. Li ba me jî gotineke nêzî wê heye. Dibêjin: di rehetîyê da dost, di tengasîyê da dijmin pir in!..”

Wê şevê, piştî şîveke delal, bi kebab û birinc û fêkî, bi reqî û şerav, me di qonaxa Petros da di hemameke delal da xwe şûşt, cilên teze li xwe kirin û di cilên qûştûkî da xeweke rehet kir... Di jîyana xwe da min rehetîyeke usa ne dîti bû. Sibê jî me ser û çavê xwe şûşt û li dor sifreyeke dewlemend rûniştin ku tê da hertişt heye.

Piştî taştê, Petros got: “Hûn li rehetîya xwe binêrin, ezê herim cem reîsê me, mesela hatina we pê ra qise bikim.”

Beşa 21

FİLLEYAN JÎ EM KİRİN DER

Piştî ku Petros ji mal derket, ez û Zipo jî daketin bêxçe, piçek gerîyan. Cangîr jî ji dûr va çavê xwe li ser me bû, ango çi dibe çi nabe...

Li bêxçe cure cure gul û kulîlk çandi bûn. Rengê wan bala merivan dikişandin û bîhneke xweş didan. Darên porteqalê û lêmonê bi fêkîyan dagirtî bûn. Me ji darekê porteqal jê kir û xwar. Du zarokên Petros, keç û lawek li dor hewzê dilîstin û li ser avê keştîyên leyîstok digerandin. Zipo çavê xwe li ser daran, kulîlkan û wan zarokan gerand û got:

“Ev der çi xweş e, Ehmo, wek cennetê ye. Xwezî meriv li cîyekî usa bijî...”

Min got: “Belê, rast e. Lê welatê me jî xweş e, Keko, ger xweditî lê hebe...”

“Welatê me xweş e, lê bê aşitî ye, tim bi şer û pevçûn e. Va ye emrê me jî derbaz dibe diçe... Meriv li vira malekî tevî baxçeyê wê bikire, jinekê jî bîne û zarok tê da bilîzin... Êdî ne şer û pevçûna dinyayê, ne derdê axayan... Perê me jî heye, têra çend malan dike!”

Ez ecêbmayî li rûyê wî nihêrîm:

Min got: “Keko, ma tu rast dibêjî, yan henekan dikî?”

Zipo hema bersîva min ne da, ketibû nav fikar û xeyalan. Piştra çi ji serê wî derbaz bû nizanim, got: “Henekan dikim lo! Ma li gundê fillan çi îşê me heye? Him jî vira nêzikî Hesen Axa ye, rehetî nade me.”

Piştî nîvro Petros vegerî, lê rûyê wî ne dikenî, wekî hin tişt baş ne meşîyane. Zipo jê pirsî:

“Xêr e, Heval Petros, tu piçek xemgîn xuya dikî?.. Serok ji bo me çi dibêjin?”

“Tiştekî xirab tune,” got Petros. “Serok dibêjin, bila Şêx çend rojan bibe mêvanê mê, emê bifikirin çi bikin. Lê bila kes pê nehese...”

Bi vî awayî em çend rojan di mala Petros da li benda biryara rerîsên Romîyan man. Cîyê me rehet bû, xwarin û vexwarin têr hebû, Petros jî camêrî ji bo rehetîya me texsîr ne dikir; lê çiqa nebe em wek hepsîyan bûn. Em ji malê dernediketin û kes jî ne dihate cem me.

Piranîya waxtê me bi guhdarîya radyoyan û sêyra têlevîzyonê derbaz dibû. BBC û yê dinê carina behsa me dikirin. Di yek-du rojê pêşîn da digotin: “Ne xuyayî ye Şêx Zipo li ku ye. Hinek dibêjin li serê çîyê asê bûye, hin jî dibêjin çûye Başûr...”

Zipo bi vê xeberê kêfxweş bû û got: “Xuya ye rêça me winda kirin...”

Lê hin xeberên xirab jî hebûn. Wekî: “Hesen Axa li dû rêça Zipo ye, cîyê wî doz kirîye, îro sibê ewê bê girtin...” Yan jî, “gor hin xeberan Zipo hatîye kuştin!”

Xuya bû ev xeberên hanê bi destê merivên Hesen Axa dihatin belavkirin, da ku moralê dost û heval û şervanên me bişkîne. Çend roj bû hayê hevalan ji me tune bû, gelo em çûn kîderê, li ku ne?.. Hingê tesîra van xeberan zêdetir dibû.

Zipo got: Divê em dereng nemînin, bi hevalên xwe ra pêvendî daynin. Petros got, hûn dikarin têlefona min bi kar bînin. Û me bi rîya têlefonê bi hevalên xwe yên  Ewrûpê ra pêvendî danî. Helbet, me cîyê xwe eşkere nekir, lê me got cîyê me baş e, ewle ye, bo me xem ne kin. Heval pir şa bûn û ev xeber di nav çend saetan da li dinyayê belav bû.

Hevalan gotin, ji bo piştgirîya Şêxê mezin heval li her derê seferber bûne. Civînan çê dikin, têlan dikişînin, pere komdikin û hwd...

Radyoya me bi xwe jî wek her timî bi hella hella bû. Hevalan dîsa bêtaran dikirin, digotin “Şêx Zipo li çîyayên welat e, ser erda xwe ye, wek mêran şerê Hesen Axa û axayên dinê dike!..”

Zipo, her çiqas zanibe derew in jî, ji van gotinan hez dikir û kêfa wî dihat. Digot: “Eferim ji hevalan ra! Sîyaset usa ye, propagande usa dibe!..”

Lê roja sisêyan berê xeberan guharî. BBC û radyo û têlevîzyonên dinê digotin “Hesen Axa gotîye Zipo li gundê Romîyan e û ew vî tiştî tucar qebûl nake. Eva dijminahîyeke mezin e. Divê Romî yan Zipo teslîmî wî bikin, yan jî ji gundê xwe bikin der. Ne usa ew dibe sesebê şerekî teze di navbera wî û Romîyan da...”

Bi bihîstina vê xeberê rûyê Zipo jî, yê Petros jî zer û zepal bû.

Petros got: “Gelo, Hesen Axa çawa pê hesîya ku tu li vir î ? Tiştê ecêb!”

Zipo got: “Ecêb ku çawa ecêb! Tu dibê eva bênamûsa ji xeybê dizane, wekî şêx ne ez im, ew e!”

Me li ser vê meselê, li ser casûsên Hesen Axa qise dikir ku, ji Petros ra telefon hat. Petros got: “Ji qesrê gazî min dikin, herhal ev mesele ye... Ezê biçim û bêm.”

Belê, texmîna Petros rast bû. Reîsên Romîyan jê ra gotine ku, “Rewş xirab e. Hesen Axa zorê dide me û em ji bo şerekî teze ne hazir in...”

Zipo got: “Belê, Heval Petros, xuya ye ji me ra dîsa rê xuya dike. Emê biçin, lê ku da?..”

Zipo gelek xemgîn û bêçare bû, wekî per û baskên wî şikîya bûn. Petros jî gelek xemgîn xuya dikir. Digot: “Mixabin, tiştek ji dest min nayê. Heya serokên me min gunekar dikin, dibêjin, ev bela te li serê me pêça!..”

Zipo ji hevalên Ewrûpê ra têlefon vekir. Wana jî xeber bihîsti bûn û keti bûn telaşê. Gotin ger dikarin du-sê roj destûrê bidin me, emê li çareyekî bigerin. Lê Romîyan jî gelek ecele dikirin ku em derkevin. Li dawîye Petros bi hevalên xwe ra qise kir û em wê şevê ji gund derxistin, derbazî mezrakî kirin. Em du roj jî li wir man. Radyo û têlewîzyona Romîyan jî xeberên di derheqa me da wek derew nîşandan. Gotin: “Li vir merivekî usa tune. Dibe ku bê hayê me hatîye, lê ji gund derbaz bûye, çûye...”

Roja sisêyan ji me ra têlefon hat. Hevalan gotin wan ji welatê Kont Zorodîn soz girtine, bila Şêx derbazî wir be. Li wir gelek dost û hevalên me hene ku dikarin li me xwedî derkevin.

Petros jî ev plana me gelek li cî dît. Got: “Kont Zorodîn mirovekî xurt e û zora Hesen Axa naçîyê. Dema ew pişt bide we, êdî kes nikare pêşî li we bigire...”

Zipo ev plan qebûl kir. Ji xwe bo me rêyeke din ne ma bû...

Petros bi rîya hevalên xwe ji me ra pasport û nasnamên sexte da çêkirin. Ji ber ku vir wê da êdî hesp bi kar ne dihatin, me bi perê xwe cîpeke teze kirî. Şukur perê me pir bû, heqîba me tijî zêr û dolar bû... Şofêrê me jî Ferît bû, yek ji wan mihafizên me. Her usa jî êdî ne dibû ku mihafizên bi sîleh bi me ra werin. Me tenê Fêrît bi xwe ra girt, Cangîr û du mihafizê din jî hesp û sîleh girtin û vegerîn cem hevalên me yên çîyê.

Bi vî awayî em ji gundê Romîyan derketin çûn gihan welatê Kont Zorodîn.

Beşa 22

Lİ WELATÊ KONT ZORODÎN

Em bi rehetî derbazî welatê Kont Zorodîn bûn û raste rast çûn adresa ku hevalan da bû me.

Çend mirîdên Şêx li vî welatî kar dikirin. Tiştê baştir, li vî welatî hin gundê Kurdan jî hebûn. Kurdê me, malûm e, yan ji ber zulm û kotekê axayan, yan ji xizanîyê û bo nan û karekî gelek caran terkî welat kirine, li çar alî dinyayê belav bûne... Li nav Kurdên vî welatî jî nav û dengê Şêx hati bû bihîstin û ji nuha va mirîdên wî çêbû bûn.

Heval û mirîdan em birin çiflîgekê li dora bajarekî. Xwedîyê çitlîgê nasekî wan bû. Gotin: “Ev der ewle ye û hayê kesî pê nabe ku hûn li vir in. Li vir îstîrehet bikin, heya ku nas û dostên soz dane me, vê meselê ji binî va çareser bakin, da ku Şêx bikare li vir bimîne û şoreşa xwe bi rê va bibe...”

Zipo got: “Ma we bi Kont ra qise ne kiri bû?”

Gotin: “Na, hîn hayê Kont Zorodîn tune. Lê yê ku me pê ra qise kirine, ew jî merivên Kont ên sereke ne. Wan gotin: “Metirsin, emê cîyê Şêx li vir çêkin!..”

Welatê Kont Zorodîn fireh bû. Ew, her usa jî xwedî leşkerekî xurt bû û tirsa wî ji kesî tune bû. Di zemanê berê da di navbera wî û Hesen Axa da gelek şerên xwînrêj çêbû bûn, lê di hemû şeran da Kont Zorodîn zora Hesen Axa biri bû û gelek erdê wî zeft kiri bû. Bona vê yekê Şêx Zipo gelek kêfxweş bû û digot: “Gotina Petros rast e, dema Kont Zorodîn piştgirîya me bike, pişta me nayê erdê. Emê zora Hesen Axa bibin û vegerin welatê xwe, hukim bikin...”

Lê dîsa jî tirsa wî hebû. Ev şerê Kont Zorodîn û Hesen Axa, di dema bav û kalan da çêbû bûn êdî  berê da ma bûn, gelek waxt bû ku li hev hati bûn û navbera wan xweş bû. Bona vê yekê, Zipo digot: “Dibe ku Kont Zorodîn nexwaze pêvendîyên xwe û Hesen Axa xirab bike...”

Bi vî awayî em çend rojan li wê çitlîgê man. Di vê navberê da heval bi karê me mijûl bûn. Bi rîya nas û dostên xwe, hewl didan ku rojkî berê ji bo me destûr derkeve, da em li vî welatî bimînin. Lê tirsa Zipo rast derket. Merivên Kont Zorodîn di vî warî da bû bûn du beş. Hinekan digotin bila Şêx li welatê me bimîne, bo me jî baş e. Hinekan digotin, nabe, pêvendîyên me bi Hesen Axa ra nuha baş in, emê van pêvendîyan xirab ne kin...

Piştî ku Kont hişyar bû em li wir in, leşkerên wan çitlîg girtin bin qontrolê. Ji me ra gotin, eva ji bo ewleyîya we ye. Lê her usa jî dixwastin bizanin em çi dikin, kî tê kî diçe...

Carna em derdiketin di nav erdê çitlîgê da digerîyan, lê dûr va ne diçûn. Neyarên me dîsa rêça me winda kiri bûn. Radyo û têlevîzyonan di derheqa me da gelek tişt digotin. Hinekan digotin li cem Romîyan in. Hinan digot, ji wir derketine çûne welatekî din... navê gelek cîyan digotin ku em ecêb diman...

Lê nizanim çawa bû, Hesen Axa û hevalbendên xwe dîsa cîyê me doz kirin, gotin Zipo li welatê Zorodîn dimîne. Li wir bi merivên xwe yên welatê dinê ra dide û distîne...

Lê Kont Zorodîn got: “Ev xeber şaş e, merivekî han li welatê me tune!”

Gelo wana çawa hîn bûn ku em li vir in. Dibe ku di nav hevalên me da casûs hene, dibe ku ji xelkê vî welatî hin kesan ev xeber gihandin neyarên me... Lê yek ji merivên Zorodîn ku hati bû dîtina me, got: “Amêrîkîyan ew agahî dane wan. Wana guhdarîya têlefonên we kirine û Hesen Axa pê haydar kirine.”

Zipo got: “Ew çawa dikarin li vir, li welatê we guhdarîya têlefonan bikin? Çawa zanin ez bi kîjan têlefonê û bi kê ra qise dikim?..”

Meriv got: “Nuha ev tişt di saya pêykên ezmanî da gelek hêsan bûye... Amêrîkanî di saya wan da dikarin guhdarîya hemû têlefonan bikin... Divê Şêx bi xwe têlefon neke, dengê wî nas dikin. Divê hûn di têlefonan da navan û hin tiştan eşkere ne bêjin...”

Bi rastî ew tişt ne kete serê me, lê dîsa jî xuya ye van camêrana zanin. Me got nah şunda em jî hesabê van tiştan bikin.

Min ji Zipo pirsî: “Keko, temam, me ji Hesen Axa û axayên dinê fêm kir, em şerê wan dikin; lê va Amêrîkanî ji me çi dixwazin? Ka me mirîşkên wan ra gotîye kiş?..”

Zipo got: “Amrîka axayê herî mezin e li dinyayê, him jî cendirmeyê dinyayê ye! Bona vê yekê, naxwaze bindest serî hildin li tu cîyê dinyayê...”

Min serê xwe hejand û got: “Hella hella, bextê me yê xirab...”

Çend rojê din derbaz bûn. Me bihîst di vê navberê da êlçîyên Hesen Axa tên diçin û ji Kont Zorodîn dixwazin ku me teslîmî wan bike...  Dibêjin: “Em baş zanin ku Zipo nuha li welatê we ye. Hesen Axa dibêje em dostê hev in, usa nabe. Van sergerdeyan gelek malên me şewitandine, pez û dewarên me talan kirine, mirovên masûm, jin û zarok kuştine...”

Bibê nebê tirs û telaşekê em girtin. Min got: “Keko me xwe avêtîye bextê Kont, ma ew bêbextîyeke han bi me dike?”

Zipo got: “Bextê axa û mîr û hukumdaran tune! Carina dikarin bo mesleheta xwe bav û birayê xwe jî bifroşin!”

Rojekî yek ji memûrên Kont yê dereca bilind hat çitlîgê, silav li me kir û got: “Mixabin Hesen Axa bi hebûna we li vir hesîya. Me herçiqas got Şêx û merivên xwe ne li vir in, lê ewana baş zanin ku hûn li vir in. Dibêjin wan teslîmî me bikin. Ango rewş ne baş e...” Bi van gotinan dît ku rengê me avêt, usa dewam kir: “Na, netirsin, em we teslîm nakin. Lê em dixwazin hûn welatê me terk bikin!”

Zipo bi dengekî xemgîn û perşikestî got: “Hûn dewletekî xurt in, ger me bihewînin Hesen Axa bi we çi bike?”

“Na, nikare tiştekî bike. Lê em naxwazin pêvendîyên xwe xirab bikin. Çiqas nebe em cîranê hev in. Çûn hatina me, dan û stendina me heye bi hevra... ”

Belê, xwendevanên delal, ez dirêj nekim, dawîya dawî welatê Zorodîn jî ji me ra ne bû yar û em cardin bi rêyan ketin.

Lê em biçûna kî derê? Perê me hebû, heqîbên me tijî zêr û zîv û dolar bûn. Mirîdên me yên vî welatî jî di nav xwe da pere û zêr dabûne hev û gihandin me. Di binê me da cîpeke teze, di berîka me da pasport jî hebûn. Lê evana hemû bi çi ra dibûn? Li vê dinyaya fireh ji me ra welatek tune bû... Ji me ra bajarek, gundek, malek tune bû... Em wek mişkekî bûn ku ji kuna xwe derketîye, pisîg li dû ye û dinya lê teng bûye!..

Tenê cîyek hebû ji bo me, ku himbêza xwe ji me ra vebike, ew jî çol û çîyayên welatê me, daristan û şikeftên me bûn... Lê ji bo vê jî kekê min Zipo dil ne dikir... Malxirabî te digot tê da dil û gurçik ne maye, ewqas tirsîye. Zipo dixwast xwe bavêje sîya axa û mîr û hukumdarekî û li wir di nav ewleyîyê da bijî...Beşa 23

MEŞA SER ROMÊ…

Me got, vêcar em biçin welatekî dûr ku ne cînarê Hesen Axa be. Ji ber ku gelek kes naxwazin li ber pozê xwe dijminekî peyda kin. Gotinek heye, dibêjin: “Bila dûr be, bila gur be!”

Me jîpa xwe ajot û ber bi rojava çûn, du roj û du şevan şunda gihan bajarê Gondolîya. Vî bajarî navê xwe ji belemekê girtibû ku jê ra digotin gondol. Kûçe û kolanên vî bajarî bi ava deryayê dagirtî bûn û ji ser ra ew belem diçûn û dihatin…

Em li wir, li mala hevalekî me bûn mêvan. Şukur li her derê heval hebûn, mirîdên Şêx wek hebên tizbîyan li van welatan belav bû bûn...

Me got wê şevê em bîhna xwe bistînin û roja dinê bi hukumeta vî welatî ra pêvendî daynin, xwe bavêjin bextê wan. Hevalan digotin serokwezîrê vî welatî, Sînyor Ancelo yekî sosyalîst e, ango dostê karker û gundîyan e. Ewî herhal ji me ra xwedî derkeve, me teslîmî devê gur neke…

Lê mixabin nîvê şevê ku em hîn teze keti bûn xewa şîrîn, polêzên wan li derîyê me xistin û em girtin birin, avêtin zindanekê. Digotin, “Hûn bê destûr ketine welatê me!”

Çawa hatin û girtina me ya vî welatî hat bihîstin, him li welat, him jî li çar alî dinyayê bû hella hella. Radyo û têlevîzyon û rojname bi xebera me dagirtî bûn. Resmekî Zipo bi cubbe û şaşik, nizam ji ku pêyda kirine, li malpera pêşî ya rojnameyan bû. Gelo ev Zipoyê me çi însanê giranbuha bûye! Nuha bavê min xweş bûya ev yek bi çavê xwe bidîta; ew bavê min ku digot: “Zipo nabe meriv!”

Lê carina jî difikirîm, ew hemû hella hella ji başîya wî ye, yan ji şaşîya wî ye?.. Di gundan da carina rovîyek rîya xwe şaş dike, dikeve nav malan, di qulekê da asê dibe. Hingê gundî dorê lê digrin,dikine hella hella û şemate ku nayê gotinê. Gelo ev halê me jî li halê rovîyê hanê naşibihe?..

Lê ji ber çi dibe bila bibe, Zipo jî ji vê eleqeya mezin him şaş bû, him kêfxweş bû. Digot: “Ehmo, şan û şoreta me ji ya Şakal Karlos derbaz bû!”

Min got: “Şekal Karlos kî ye?”

“Ohoo!” got zipo: “Tu jî tiştekî nizanî! Karlosê İspanyol… Pir bi nav û deng bû. Jê ra digotin ’şakal’, ango torî… Salan berê hate girtin û nuha di hepsê da ye.”

Bê hemdê xwe min got: “Keko, xwedê ne ke, li te jî usa ne kin?!.”

Rûyê Zipo tirş bû û got: “Devê xwe bi xêrê veke, lo! Ma ez û Karlos yek in? Ew anarşîst bû, ez Şêx im, bi dû min ewqas xelk tê.”

“Belê belê…”

Piştî girtina me xeber hat ku Hesen Axa û merivên xwe cejnê dikin. Her usa jî Hesen Axa xeberek belav kirîye, gotîye: “Wî sergerdeyî emê di nêz da bînin welatê xwe, bavêjin zindanê…”

Û pir neborî, êlçîyên Hesen Axa tevî rojnamevanan hatin Gondolîya, da ku me bibin…

Em ketin tirs û teşqeleke mezin. Bi taybetî Zipo di nav çar dîwarên zindanê da bi ax û of bû, nizani bû çi bike. Ji xwarin û vexwarinê hati bû birîn. Carina serê xwe li dîvaran dixist, ji hevalan ra dida xeberan, digot: “Vana çi anîn serê me?! Ka ev Sînyor Ancelo dostê bindestan bû, ka himbêza xwe ji me ra vekirina?..”

Bi bihîstina girtina me heval û mirîdên Şêx jî him li welat, him jî li gelek bajarên Ewrûpê û dinyayê keti bûn xem û teşqeleke mezin. Ji bo Sînyor Ancelo têl li ser têlan dibarandin, civîn û meş çêdikirin. Hin keç û lawan dest pê kirin bo şêx xwe şewitandin û hemû dinya bi vê yekê ecêb ma.

Hingê nizanim çi bû, Sînyor Ancelo got: ”Em Şêx Zipo û hevalên wî teslîmî Hesen Axa nakin. Ew tişt gor qanûnên welatê me nabe; lê emê wan mehkeme bikin, gor curmê wan ceza bidinê…”

Bi vê xeberê Zipo piçek rehet bû, reng hate rûyê wî. Ji xwe çend roj şunda em ji hepsê derxistin û di malekê da bi cî kirin. Lê gotin heya ku rewşa we zelal be, hûn nikarin ji vir derkevin biçin cîyekî din. Ango di wê malê da jî dîsa em wek hepsî bûn. Dora malê bi polêzan girtî bû. Kî hat kî çû, bi agahî û destûra wan bû…

Hesen Axa û merivên xwe ji vê yekê gelek aciz bûn, hêrs ketin. Dijî Gondolîya laf û gef xwarin. Hesen Axa porteqalên Gondolîya avêtin erdê û wek dînan da bin pîhnan... Qirewetên ku ji welatê wan kirî bû, da ber meqesê…

Lê Mirîdên Şêx jî bi vê yekê gelek kêfxweş bûn, spasîyên xwe ji Sînyor Ancelo ra şandin. Bi meş û civînan, bi beyanan hella hellayek derxistin ku nayê gotinê! Ne tenê mirîdên Şêx, Kurdên dinê jî hati bûn heyecanê, tevî hin kesên ku heya duh ji Şêx hez ne dikirin, digotin: ”Ew yekî beredayî ye, merivê Axa û began e…” Lê nuha nizanim çi guharti bû, hati bûn îmanê, tevi civînên ji bo piştgirîya Zipo dibûn û dibezîn dihatin Bajarê Romê.

Xelk kom bi kom, ref bi ref bi rêyan ketin ber bi Gondolîya. Hatin li meydana bajêr civîyan, bi def û zirne, bi hawar û qîrîn meşîyan…

Ji bo şêx digotin: ”Serokê Me!” Hinan digotin ”Roja Me!”

Digotin: ”Eva meşa ser Romayê ye! Emê bibin dewlet!”

Ez bi van gotinan şaş û metel dimam. Gelo çi dewlet e, çi îş e?! Ev xelka van gotinan ji ku derdixe? Em ji zindanê hîn duh derketin, nuha jî dîsa di destê van xaçparêzan da ne, li me çi bikin hîn ne xuyayî ye. Lê ev mirîd û hempa dibêjin dewlet û dewlet!..

Ne tenê hella hellaya Kurdan bû, rojnamevan û kesên sîyasî jî ji çar alîyê dinyayê ji bo çêkirina roportajan û ji bo dîtina Zipo dihatin Romê.

Zipo bi alîyekê bi vê eleqeyê kêfxweş bû. Pozê xwe bilind dikir wek tu dibê Sezar e, yan Anîbal e, ajotîye ser Romê!.. Carina xwe wek serokê dinyayê didît! Digot: ”Lao Ehmo, eva jî îşê xwedê ye, çivîka dewletê li serê me hêwirî… Tu nabêjî gundê Cêrkan, colegî û xulamîya Hesen Axa li ku, ev tiştên ku nuha diqewimin li ku?.. Em wekî di xewnekê da ne!..”

Lê carina jî wekî ji xewnê hişyar dibû, rûyê rastîyê ya sar didît. Fêm dikir ku ne Sezar e, ne jî Anîbal… Ne Garîbaldî ye, ne jî serokê dinyayê… Halê me nêzî ya Karlosê Ispanî ye, û gotinek heye, ”Êşqîya nabe hukumdarê dinyayê!” Em nuha di dest xelkê da ne û qedera me di navbera du lêvên wan da ye. Sibe ji me ra çi bîne ne xuyayî ye… Hingê jî aciz dibû, ji heval û mirîdan ra dida xeberan, digot:

”Vana ji min çi dixwazin, çima pêsîra min bernadin? Bes e êdî, ez westîyam!..”

Me bi rîya awûqatên xwe serî li hukumeta Gondolîya xist, got: ”Me xwe avêtîye bextê we; wek penaber destûra me bidin, em li welatê we bisekinin. Tu zirarê nadine we û nadine kesi…”

Ji bo ku dilê wan nerm bikin, wan qane bikin ku em ne merivên şerxwaz in, Zipo civîneke çapemenîyê çêkir û yekalî şer sekinand. Ji bo vê yekê emir da hevalên xwe ku şer ji bo midetekî ne xuyayî bisekinînin. Hevalan gotina wî bi cî anîn. Her usa jî nameyek ji Sînyor Ancelo ra şand, got: ”Me yekalî şer sekinand û dixwazin ev pirsa nav me û Hesen Axa bi rîya dan û stendinê çareser be. Em hêvî dikin ku hûn jî di vî warî da rola xwe bilîzin. Hûn çawa minasib dibînin emê usa bikin…”

Zipo bi rastî jî êdî ji vî karî bêzar bû bû, dixwast rojkî berê destûrê bistîne û li vî welatî yan jî li welatekî dinê, bi serê firêqet bijî. Rojekî ji min ra got: ”Lao Ehmo, ev şer û pevçûn, ev rev û koç bes e êdî. Ma derdê gundîyan bi me ketîye! Perê me heye, emê xwe ra li cîyekî xweş koşkekî bikirin, li kêfa xwe binêrin…”

Zipo, da ku dilê van Gondolîyan xweş bike, carina xwe li cîyê qeremanê wan ê mezin, avakerê dewlet û milletê wan, li cîyê Garîbaldî datanî û digot: ”Ez Garîbaldîyê Kurdan  im…” Carina jî Zipo meth û senaya dînê Êsa dikir, heya xwe wek ”Mesîhê zeman” nîşan dida! Zipo ji keşîşê wan ê herî mezin, ji Papa ra jî nameyek şand û hurmeta xwe dîyar kir…

Lê ev hemû pere ne kirin. Hesen Axa guh ne dida şer rawestandinê û dîsa ya xwe dikir, digot: ”Zipo teslîmî min bikin!” Heya digot: ”Emê biçin Zipo bînin, ewê bikeve kuna mişk jî pere nake, ji destê me xilas nabe!”

Zipo ji ve yekê gelek aciz dibû, wekî dikete tirs û lerzê û digot: ”Heyran, me dev ji vî Hesen Axa’yî berda, ew pêsîra me bernade. Bi dû me ketiye, wek şêrek xwe bavêje ser nêçîra xwe!.. Eva çi merivekî înad e, ji me çi dixwaze?..”

Sînyor Ancelo jî digot, ”Ezê we mehkeme bikim…” Zipo ji vê mesela mehkemê jî gelek ditirsîya û digot: “Lao, ger cezayekî çend mehî be, tiştek nabe, bila bidin… Lê ez ditirsim vana kuştina wan jin û zarokan û kesên bêgune derînin pêşîya me û mala me bişewitînin!..  Ji xwe vana sosyalîst in û min ji sosyalîstên welatê me jî pir kişandîye!..”

Min, wekî nizanim, jê pirsî: “Keko, ma te mirovên bêgune jî kuştin?!.”

Zipo bi hêrs ket: “Huş lao, tevmede, yek dibihîse!.. Guhê erdê heye...”

Bê hemdê xwe kenîm. Min baş dizani bû ku kesên han ê bêgune û masûm ne yek û dudo bûn, bi sedan bûn…

Her usa, Sînyor Ancelo di bin dest da xeber gihande me, got: “Ger ji welatê min herin baş dibe. Ez we teslîmî Hesen Axa nakim, lê hûn ji bo min bûn barekî giran…”

“Me got “Çima, Hesen Axa bi we çi dikare bike, hûn çima jê ditirsin?”

Gotin: “Em ji wî natirsin, ew bo me ne tiştek e. Lê li pişt wî Amêrîka heye û wan li ser me giran kirîye… Ger hûn ji xwe ra welatekî dinê bibînin, herin, bo we jî baş e, bo me jî!..”

Beşa 24

CİZÎRA DÛR, BÊ HUKUMET, BÊ POLÊZ, BÊ ESKER...

Bi vî awayî em ketibûne dudilîyê, gelo em li vir bimînin û bi qedere xwa razî bin, yan em biçin cîyekî din? Hin nas û dostan ji Zipo ra digotin: “Nebî ku tu ji vir derkevî, metirse, ew te mehkeme nakin. Bikin jî tiştek jê dernakeve.”

Lê tirsa Zipo derbaz ne dibû.

Tiştê xerîb, Hesen Axa jî wan rojana hin êlçîyên xwe şandin cem me, bi navê rojnamevanîyê... Ewana digotin:

“Kek Zipo, ma tu çima venagerî welat? Hesen Axa dibêje, bila netirse were. Em wî zîndanî nakin, naêşînin. Emê tiştê bûyî ji bîr bikin... Cî û xatirê Zipo li ba me heye. Me ewqas sal bi hevra kar kirîye, piştî nuha jî dikarin bikin...”

Himber van tiştan Zipo dudilî dibû. Carina digot: “Em li vir bimînin, bila me mehkeme bikin, qedera me çi ye, ew dibe...” Carina digot: “Em vegerin xwe bavêjin Bextê Hesen Axa...” Carina digot: “Ma welatekî din tune ku em biçinê?..”

Zipo ketibû halekî usa, car caran bi serê xwe dikişîya odeyekê bi kesî ra qise ne dikir. Hevalan ra dida xeberan. Heya min jî ne dikari bû jê ra tiştekî bêjim. Ditirsîyam xirabîyekê bi xwe bike... Carina ji derva mêvan dihatin, kesên ecnebî, bi wan ra qise dikir; belkî xwedê jê ra rêyekî veke... Li dawîya dawî çi bû nizanim, êvarekî Zipo gazî min kir û got:

“Ehmo, tişt miştê xwe komkin, hazir bin, emê îşev bi rê kevin.”

Min got: “Keko em diçin kîderê?”

“Emê derbazî Germanya bin!”

Belê, nîvê şevê em bi cîpa xwe bi rê ketin. Bi me ra du hevalên dinê jî dihatin ku li Germanya diman û rê nas dikirin. Hayê emna Gondolîyan ji çûna me hebû û merivên wan heya ser sînor bi me ra hatin, piştra vegerîn çûn. Lê li Sînorê Germanya li pasportê me nihêrîn, em nas kirin û dane sekinandin. Gotin:

“Vegerin, wekî me hûn ne dîtine! Di welatê me da di derheqa we da biryara girtinê heye!”

Em ji wir kor poşman vegerîn. Da ku şopa xwe winda bikin, me ew cîpa xwe li wir teslîmî hevalekî kir, li bajarekî ser sînor otomobîlek kirê kir û berê xwe da welatekî dinê...

Lê ew jî ne bû, me berê xwe da welatekî din...

Bi vî awayî em di navbera welatên Ewrûpî yên piçûk û mezin da çûn û hatin. Kesî derê xwe ji me ra venekir... Kesî ne got: “Hûn ji ber zulmê revîyane, keremkin li vir sutar bin!” Wekî em bi çora cuzamê ketibûn!..

Zipo digot: “Ecêba giran! Ewqas mirîdên min, ewqas Kurd ji van welatan destûr girtine, wek penaber bê deng û beng li van deran dimînin, lê ez şêxê wan im, mezinê wan im, cîyekî nabînim ku tê da sutar bim, gelo çima?..”

Rojname, radyo û têlevîzyon bi derketina me ji Gondolîya hesîya bûn, wek keftarên ku bîhna xwînê girtine, bi dû rêça me keti bûn. Xeberên wan dîsa bi çîroka me dagirtî bû. Êdî henekê xwe bi me dikirin. Digotin, Şêx Zipo bûye ûfoyek li ser welatên Evrûpa digere, lê nikare dakeve!

Heval û mirîdên Şêx jî li serê xwe dixistin, porê xwe dirûçikandin, wekî şîn dikirin...

Xwendevanên delal, ez dirêj nekim. Em bi vî awayî bi rojan di navbera sînoran da çûn û hatin, welat nema ku me li dêrî nexist. Li dawîyê hevalên me gotin ku wan, bi salixîya hin dostan hîn bûne ku li behreke mezin, li cizîreke dûr ji me ra cî heye. Li wir ne hukumet heye, ne polêz, ne esker... Li wir mirovên dewlemend dimînin, ango kî perê xwe heye ew dikare bimîne. Kes tiştekî napirse... Ango ev der wek qaçax û revokên wek me mîna cennetê ye!

Zipo got, “Wallehî, eva ya herî baştir e! Perê me têr heye; heqîb û çenteyên me tijî zêr û dolar in. Ma em çima sekinîne?..”

Bi rastî perê me gelek bû. Heqîba me hîn tijî bû. Mirîdên me vê dawîyê jî gelek pere da bûn hev û ji me ra anî bûn. Bi vî awayî me hazirîya xwe kir û berê xwe da qiraxê behrê. Li wir keştîyeke mezin li benda me bû, ku bi rêkeve ber bi wê cizîra dûr ya dewlemendan...

Çend saet şunda em gihan bajarekî piçûk li qiraxê behrê. Em li wir li qehwexanekê rûniştin û li benda rêberên xwe man ku bên, me bibin bigihînin keştîyê. Li wir, dema hevalê din rabûn ji me ra çay-qehwe û xwarinê bînin, Zipo, wek barekî giran ji ser milê wî rabûye, vegerî min got:

“Ehmo, eva baş bû. Ox, emê xwe bavêjin wê cizîra germ û êdî dev ji qal û qirê berdin, li rehetîya xwe binêrin! Şukur perê me heye. Helbet li wir jinên delal jî hene!”

Bi rastî bi vê gotinê kêfa min jî dihat. Dîsa jî min got: “Lê Keko, ew xelkê ku hêvîya xwe bi te girê daye, emê wan ra çi bêjin?..”

Zipo kenî û serê xwe hejand: “De berde lo! Bila ew jî ji xwe ra şêxekî din bibînin. Ez êdî westîyam, bêzar bûm. Di min da êdî teqet ne ma. Tu nabînî çend meh in, em ji ber devê gurî ji vir direvin wê. Bostek erdê xwedê tune em li ser bihêwirin. Ez carina dibêm herim teslîmî Hesen Axa bim!..”

Min got: “Xwedê neke! Hesen Axa bê merhemet e...”

“Çibkim?.. Ji vê revê û tirsê êdî bêzar bûm. Nuha jî li ber me rêyeke teze vebûye. Cizîra germ û dûr... Bê hukumet, bê polêz, bê leşker û bê pirs... Xêra Xudê ye!”

Hevalan çay-qehwe û xwarin anîn. Me xwarina xwe hîn nêvî ne kiri bû ku rêber hatin. Gotin: “Botê ku we bibe keştîyê hazir e. Bila Şêx Zipo keremke!”

Keştîya ku wan nîşanî me dan ji dûr va xuya dikir. Keştîyeke mezin û delal bû, di nav ronahîyê da diçirisî.

Şêx rabû, em sê kes jî tevlê. Lê wan merivan gotin: “Hemû bi hevra nabe, divê Şêx tenê siwar be, da kes nas ne ke, ne keve şikê. Bot heya pênc deqan vegere û we jî bigire bibe.”

Me xwest êtiraz bikin û wî tenê ne hêlin, lê Zipo got: “Tiştek nabe, bila usa be!”

Zipo berî ku li botê siwar be, got: “Ehmo, ew heqîb li ku ye?”

Min got: “Di erebê da ye, ezê bi xwe ra bînim.”

“Na na, tu bîne ezê bibim çêtir e... Çi dibe, çi nabe! Hûn qelebelix in, dibe ku di botê da cî ne mîne...”

Min di dilê xwe da got: “Hella hella! Bawerîya kekê min herhal bi min jî tune...” Û çûm,  heqîp anî û teslîmî wî kir. Xwezî min ne kira! Rêberan dema dest avêtinê ku bibin botê, gotin: “Çiqas jî giran e! Gelo sîleh tişt ne be?..”

“Na na,” got Zipo, “kitêbên min in...”

Zipo çû, tevî rêberan li botê sîyar bû û yalla! Bot, piçek ber bi keştîyê çû, piştra vegerî berê xwe da çepê û bi lez û bez ji ber çavan winda bû...

Em bezîn ber bi behrê. Gelo va bot kuda çû? Pênc deqe, deh deqe, nîv saet derbaz bû, kes tune! Saetek derbaz bû, kes tune! Me ji xelkê wir pirsî: “Gelo ev keştî diçe kîderê?” Gotin: “Ev keştî îşev li vir e, sibe jî diçe Misrê.”

Me got: “Heywax hey, Şêxê me ji dest me girtin û birin! Gelo ew di ku da birin?.. Em wê şevê li ber qiraxê avê çûn û hatin. Xew ne kete çavê me. Bi hêvîya ku rêber û şêx belkî şunda bên... Lê çi feyde!”

Di eynî demê da heqîb ketin bîra min û min xwe bi xwe got: “Bextê me yê xirab, Şêx çû, zêr û dolar jî tevlê çûn!..”

Roja dinê jî em wek merivên şerpeze û gêj li wan deran gerîyan. Keştîya mezin û delal jî dı sibê da kişîya bû çû bû... Me dît ku em bala polêzan dikişînin, ew hevalê me yê Germanya got: “Em vegerin Romê, hevalan agadar bikin, belkî bi hevra li çareyekî bigerin.”

Me berê xwe da Romê, şev dereng çûn gihîştin hevalên xwe.

 Beşa 25

ZIPO DI DEST HESEN AXA DA!

Hîn me devê xwe venekiri bû, bêjin, “me Şêx winda kir”, hevalan bi rû û dengekî gelek xemgîn gotin:

“Lao, we çi kir? Şêx di dest Hesen Axa da ye!”

Min got: “Na canim, hûn henekan dikin!”

“Çi henek, hela werin guhdarîya radyo û têlewîzyonan bikin!..”

Bi rastî jî ne henek bû. Zipo ketibû destê Hesen Axa...

Radyo û têlewîzyonên dinyayê hemûyan, berî hertiştî ev xeber didan. Digotin Şêx Zipo çawa ketîye botê hema du kesên wek zebella bi milê wî girtine û yekî jî derzîyek lê daye, Zipo ji bîr va çûye. Dest û pîyê wî girêdane, bandek li ser çavê wî xistine, avêtine ser textikî û birine.

Çend saetan şunda hişê Zipo hatîye serê wî. Piştî wê hertişt girtine kasetê û têlewîzyon nîşan didin. Çavê Zipo vedikin, ew dike of û pûf, li der û dora xwe dinêre, ku li ser deryayekê ne, çar alî av e û tiştekî din xuya nake. Ne bejîyek, ne jî keştîyek... Hingê dengekî nas dibihîse:

“Xêr hatî Kek Zipo! Dawîya reva te êdî hat... Tu nuha di bota Hesen Axa da yî!”

Zipo dinêre ku, yek ji peyayên Hesen Axa, hevalê xwe yê zarotîyê Cefo ye. Yekî xwînxwar û bê merhemet ku di xwîna dehan kesan da destê wî heye. Zipo li Cefo û izbandûtên dinê û li deryaya dora xwe dinêre, dikeve fikaran û dibêje:

“Ger min ne kujin, ezê xizmeteke baş bikim ji Hesen Axa ra. Hûn jê ra bêjin ew zane...”

Cefo bi awirekî tûj lê dinêre û dibêje: “Lê Hesen Axa çawa bawerîya xwe bi te bîne? Te jê ra ewqas bêbextî kir...”

“Belê, min şaşî kir, lê poşman im. Firsendê bidin min, şaşîyên xwe rast bikim. Ez jî kêfxweşim ku diçim ba Hesen Axa. Ger we bi zorê ne bira jî nîyeta min hebû ez bi xwe vegerim bêm. Ji xwe Hesen Axa ne biyanî ye, xalê min e, quran!..”

Ew hemû kesên nav odê ku tevî me li pêş têlewîzyonê bûn, ecêbmayî li rûyê hev û du nihêrîn: Gelo, Şêx çawa van tiştan dibêje, ma em xewnekî dibînin çi?!. Ez zêdetir şaş bû bûm. Min heya nuha ne bihîsti bû ku Hesen Axa xalê me ye! Ew ji ku derket?..

Bi van gotinan em hemû şaş û metel mabûn, lê kesî ji me cesaret ne dikir ku devê xwe veke tiştekî bêje. Wekî em bû bûn wek gêjan, per û baskên me şikîyabûn...

                      *   *   *

Roja dinê jî xeberên derheqa Zipo berdewam kirin. Zipo birin Cêrkan, derxistin hizûrê Hesen Axa. Zipo xwe avête lingê wî û got:

“Axa, min kir tu neke! Ez gelek poşman im. Ez xulamê te me! Lê fêsad ketin navbera me, têkilîyên me xirab kirin, ez ji rê derxistim birim... Hemû wî Memed Axa kir. Piştî wî jî wan Romîyan kir... Her usa jî İngîlîz û Amêrîkîyan!.. Ewana xwestin em şerê hevdu bikin, welatê me û axayê me sist bikeve... Nuha jî Amêrîkîyan ez girtim, teslîmî te kirim ku tu min bikujî û xelkê me hevdu qir bike, wek lehîyan xwîn birije. Lê bi rastî ez naxwazim xwîn birije... Ez aşitî dixwazim!”

Zipo digot: “Ez ne şêx û mêx im! Walle ez bi Pênc qurişî jî nakim! Lê vî xelkî bawerîya xwe bi min anîye. Tenê ez dikarim wan bidim sekinandin, ji çîyê daxinim bînim. Bona wê min ne kuje, Axa! Ma tu min bikujî çi bi destê te keve? Tu çi dixwazî ezê bikim...”

Belê, xwendevanên delal, axaftina kekê min Zipo bi vî awayî dajo û diçû. Wî xwe jî, em jî rezîl û ruswa kirin. Ew Zipoyê ku li serê çîyê, li Fêlikan ji hempa û mirîdên xwe ra digot: “Li himber dijmin, di zindanê da, di bin eza û cefayê giran da jî wek camêr û canikan ber xwe bidin, serê we here jî nizm nekin, şerefa xwe biparêzin!..” Ew çû bû yekî din hati bû. Nuha ji bo canê xwe yê şîrîn xwe davête dest û lingên dijminê xwe... Him jî di roj û saeta pêşîn da, bê eza û cefa, bê lêdan...

Wî rûyê me li ber xelkê reş kir, serê me nizm kir.

                      *   *   *

Lê dîsa jî Hesen Axa Zipo ef ne kir û avête zindanê. Digot ezê wî mehkeme bikim û heqê wî dardakirin e! Ji ber ku bi dehan û sedan kes kuştîye, mirovên bê gune, jin û zaro kuştine, malê xelkê şewitandîye, pez û dewarê xelkê talan kirîye, rê birîye xerac girtîye...

Bi girtin û zindanîkirina Zipo li Cêrkan û gund û bajarên dorê axayan û peyayên wan bi rojan cejn û dîlan kirin, li def û zirnê xistin ku nayê gotinê! Lê mirîdên Şêx, gundî û belengaz jî ketibûn nav şînekê. Şêxê xwe dabûne dest dijmin, dilê wan bi vê diêşîya, ev li alîyekê, şêxê wan li ber dijmin serê xwe danî bû û xwe rûreş kiri bû, ew jî li alîyê din...

Bi vê êşê dil teqet ne dikir. Hin jin û xortan dîsa dest pê kirin, li vir û wê xwe şewitandin, xwe avêtin avê û xwe di şaxuran da avêtin jêr...

Pir ne borî, merivên me xeber belav kirin, gotin: “Derzî li Şêx xistine, derman danê, bona wê ew usa qise dike. Ango gêj bûye û nizane çi dibêje...” Meş û civînan cardin dest pê kir. Hevalan digotin Amêrîkê û Cuyîyan Şêx Zipo girtine û teslîmî hesen Axa kirine. Li hin welatan mirîdên me êrîş birin ser balyozxane û konsolosxaneyên Amêrîkî û Cuyîyan. Di dema van êrîşan da çend kes birîndar bûn û çend kes jî mirin.

Di nav çend rojan da dîsa hevalan û mirîdan pişta xwe rast kirin û di refên me da hella hellayekê dest pê kir, vêcar ji berê jî zêdetir. Digotin:

“Şêx serê me ye, dest dirêjî wî nekin!”

“Şêx roja me ye!”

“Şêx dinya axiret rêberê me ye, canê me qurbana wî!”

Ez ecêb dimam. Gelo eva çi millet e?!. Zipo û hempayên wî, xelîfeyên wî çi dibêjin, ew jî ducar dikin. Wekî di serê van da aqil û îzan ne maye...

Hin kesên xwedî aqil û îzan helwesta Zipo rexne kirin, gotin: “Usa nabe, Şêx divîya bû wek camêran ber xwe bide, doza xwe biparêze.” Lê gotinên wan wekî bi ber bê ket û çû, ne hate bihîstin.

Bi rastî ez bi xwe jî li himber helwesta kekê xwe Zipo, gelek êşîyam, ber xwe ketim, lê çi ji dest tê. Ger êtiraz bikim jî kî guh dide min. Him jî çiqas nebe Zipo kekê min e, ma ku xelk himber teslîmbûna wî tiştekî nake û nabêje, ez çima bikim?..

Li welat şerê heval û mirîdan dîsa germ bûbû. Gelek kesan ji min ra gotin ku “Herî welat baş dibe, tu dikarî cîyê Şêx tijî bikî.” Ji xwe li Gondolîya heqê rûniştina min tune bû. Zêr û dolar jî tevî Zipo çû bûn giha bûn destê Hesen Axa... Ango perekî baş jî tune bû ku bi zora peran ji xwe ra rêyekî bibînim, li welatekî cîwar bim. Bêçare, bi rê ketim çûm, di çend rojan da giham Gelîyê Zîpo.

Beşa 26

ME Jİ BO AŞİTÎYÊ Çİ KİR Çİ NE KİR!..

Li gelîyê şer germ bû. Xelîfe û fermandaran digotin: “Şêx di destê dijmin da hêsîr e. Derzî lê xistine, bona wê usa dike û dibêje; hişê wî ne li serî ye. Emê di rîya şêx da bimeşin, ber xwe bidin, da ku Şêx rizgar bikin...”

Me her usa jî ji Şêx ra çend awûqat girtin ku wî li dadgeha Hesen Axa biparêzin. Nuha hûnê bêjin “Hesen Axa û dadî û dadgeh! Eva çawa dibe?..” Rast e, Hesen Axa yekî zordest e û guh nade van tiştan; lê dibêjin Amêrîkîyan dema Şêx girtine û teslîmî wî kirine, jê ra şert danîne ku Şêx gor usûl û edetê dinyayê mehkeme bike, her usa jî darda neke. Wî jî soz daye wan...

Ne ku dilê Amêrîkîyan bi Şêx dişewite, lê naxwazin ku mirîdên Şêx bibin dijminê wan...

Êrîşên şervanên me her berdewam bû. Hinan jî, ku piranî jin bûn, bombe û dênamêt li laşê xwe girê didan, diçûn nav merivên Hesen axa, li ber mal û dikanên wî xwe diteqandin û zirarek mezin didanê.

Lê pir ne borî êlçîyek ji ba Zipo hat, yek ji awûqatên wî. Nameyek anî bû ji kekê min Zipo. Di namê da digot: “Bila kes ji bo min xwe neşewitîne û neteqîne. Eva kirineke şaş e. Dinya alem vê yekê wek hovîtî dibîne û ji bo me ne baş e.”

Me got: “Şêx rast dibêje” û ev tişt sekinand.

Çend roj şunda di çapemenîyê da beyaneke şêx derket, digot: “Ezê şer bisekinînim û bi rê olaxên aşitîxwaz doza xwe bimeşînim. Emê bi rîya danustendinê ji vê pirsê ra çareyekî bibînin. Bila şervanên me ji roja 1’ê Îlonê, ango roja aşitîyê pê ve şer yekalî bisekinînin...”

Em xelîfe û fermandarên Şêx di nav xwe da civîyan, me got: “Gelo ev xeber rast e yan derew e?” Gelekan got: “Tiştek ne bûye, Şêxê me di zindanê da ye, emê çima şer yekalî bisekinînin? Ger bê sekinandin jî, bila dualî be, bila Hesen Axa jî bisekinîne.”

Awûqatên me ev xeber birin gihandin Zipo. Lê du roj şunda bi nameyeke teze vegerîyan. Zipo di nameya xwe da ji me ra dida xeberan, digot “Hûn kî ne ku dijî biryara min derdikevin?!. Ma ez di zindanê da me hûn êdî guh nadine gotinên min? Ma hûn bûn meriv?!. Ez dikarim di zindanê da jî serê we lêxim! Ezê ji mirîdan ra bêjim, mirîd we parçe parçe kin!”

Piştî vê nameyê em hemû tirsîn û ew kesên ku digotin “Şêx hêsîrê dijmin e, divê em bi serê xwe biryaran bidin,” hemû bêdeng bûn û gotin: “Madem Şêx usa dixwaze, bila usa be!.. Herhal ew tiştekî zane, evana taktîk in...”

Bi vî awayî me şer di 1’ê Îlonê da bi yekalî sekinand û me wek daxwaza wî got: “Temsîla me Şêx el Azam dike. Ew dikare bi Hesen Axa ra bide bistîne, ji bona çareserîya pirsa gundîyan û ji bona aşitîyê...”

Çend roj şunda awûqatan xeberek teze ji Şêx anîn. Digot: “Hemû hêza xwe derbazî Başûr bikin. Eva helwestek e, ji bo aşitîyê...”

Me jî usa kir.

Heya Zipo goti bû, “Ger Hesen Axa dil bike û rê bide, bila şervanên me ef bike, ewê hemû werin sîlehê xwe teslîm bikin û ev şer êdî  bi temamî biqede.” Me jî got: “Ev tişt dibe, Şêx çi emir da em pê ra ne...” Ji xwe em jî êdî ji şer û pevçûnê bêzar bû bûn. Me digot, ger em û Hesen Axa li hev bên û em bikaribin vegerin gundê xwe, ser axa xwe, tiştekî baş e...

Lê tiştê ecêb, Hesen Axa guh ne da gotin û daxwazên han. Got: “Ez bi sergerdeyan ra nadim nastînim, ew ne himberê min in. Ef-mef jî tune! Bila bên tevî sîlehê xwe bê qeyd û şert teslîm bin, ceza jî çi ye, bikişînin. Ewana ewqas merivên min kuştine!..”

Ango gor daxwaza Hesen Axa, em bi sedan meriv biçin bikevin zindana wî. Belkî me bikuje, belkî heya heyayê zindanê da birizîne... Ev tişt ne dibû. Hesen Axa wekî dixwast em li serê çîyê bimînin...

Di vê navberê da dadgehkirina Şêx Zipo dest pê kir û giha dawî. Hesen Axa di heqê wî da biryara kuştinê da, lê bi cî ne anî, ew biryar wergerande hepsa bê dawî. Ango Şêxê me wê tim di zindana wî da bimana. Û digot: “Ger heval û mirîdên wî rehet nesekinin ezê biryara xwe biguhurim û wî darda bikim...”

Ango Şêx di destê Hesen Axa da wek rehîne bû, bo ku dest û pîyê me girêde... Me carê rî dabû dest, ne dikari bûn jê xilas bin...

Çend roj şunda xeberek teze hat: Zipo digot: “Ew başûrî kevneperest in, mirovên Amêrîkê û mirovên Cuyîyan in, divê em şerê wan bikin!”

Himber vê fermanê em ketine nav xem û fikaran. Gelo em li Başûr sutar bû bûn û gundîyên Başûr jî, camêran ji me ra cîyê sutarê nîşan da bûn, dijayetîya me ne dikirin, heya çiqas ji wan hat, alîkarîya me dikirin, nan û av didane me, nexweş û birîndarên me diçûn li gund û bajarên wan derman dibûn. Me yê çima şerê wan bikira, di vî tiştî da kara me çi bû?

Başûrîyan jî ew tişt bihîsti bûn û êlçîyên xwe şandin cem me, gotin: “Ew daxwaza şêx şaş e. Bi raya me ne bi dilê wî ye jî... Hesen Axa vî tiştî dixwaze. Axa û begên mintiqê dixwazin ku em wek berê şerê hevdu bikin, hevdu qirkin. Ew ji bo we jî xirab e, bo me jî...”

Hevalan gotin: “Wek gotina Başûrîyan e, ma em çima hevdu qirkin?..” Raya min jî ev bû. Li dawîyê me, ji bo ku dilê Şêx rehet bikin, hin laf û gef li Başûrîyan xwarin, lê me şerê wan ne kir. Ew cara pêşîn bû ku gotina Şêx bi cî ne dihat...

Zipo ji bona vê yekê gelek aciz bû, li me laf û gef xwarin, lê tiştê ku ji dest dihat tune bû. Ne ji fermandaran ne ji şervanan, kesî ne dixwast stûyê xwe bibe ber kêrê.

Lê Şêxê me di zindanê da jî vala ne disekinî, plan li ser planê çêdikir, ji me ra rê nîşan dida û kar derdixistin. Ji me dixwast ku em ji bo aşitîyê kar û çalakî bikin. Pêşnîyarên xwe jî ew bûn:

Divê em êdî doza mixtarîyê ne kin; îdara gund wek berê bila di destê Hesen Axa da be. Ew kê dixwaze bila ew bibe mixtar... Zipo digot: “Mixtarî ji me gundîyan ra ne hewce ye. Desthilati sedemê zulmê û neheqiyê ye. Divê em ji tiştê hanê dûr bisekinin... Daxwazên usa di dema me da kevneperestî ye...”

Her usa, divê em ji Hesen Axa êdî doza erdê jî ne kin, erd bila hemû yê Hesen Axa be. Zipo digot:

“Gunditî jî kevneperestî ye! Mirovê gundî hêsîrê erdê ye, teng difikire. Erd û milk barek e li ser pişta mirovan... Ger em dıxwazin bibin mirovên azad, divê ji erdê xilas bin...”

Zipo, her usa jî digot: “Bila Hesen Axa efekî derîne ku gundî bikaribin vegerine gund, yan jî kîderê dixwazin bila herine wir; ev têrî me dike.”

Me jî êdi gor ayet û hedîsên teze yên şêxê xwe kir. Met got mixtarî jî bila Hesen Axa ra, erd jî. Em mirovên azad in û van tiştan naxwazin, li xwe bar nakin. Bila aşitî be bes! Bila Hesen Axa efekî derîne têra me dike...

Ji bo aşitîyê em li der û hundur seferber bûn. Bi meş û civîn, bi weşana radyo û rojnameyê, bi hella hella!.. Me heyet rêkirin ji der welat, şand ba Hesen Axa. Me trên rakirin... Me li def û zirnê xist, govend kişand... Me ji bo aşitîyê çi kir, çi ne kir!..

Lê li ba Hesen Axa tu guhartin tune bû. Wekî wî guhê xwe ker kirîye... Dema qise dikir jî ew gotinên berê digot: “Ef mef tune! Ger aşitî dixwazin, bila li himber min şert daneynin, tevî sîlehên xwe bên, teslîm bin, ceza xwe çi ye bikişînin!..”

Himber vê helwesta hişk û bê eman, Şêx dîsa jî gelek pesn û senayê Hesen Axa û bav û kalê wî dida. Digot: “Evana mirovên xanedan in. Li Cêrkanê û der û dorê gelek karên baş kirine. Gelek rindîya wan gihaye me gundîyan. Me gelek nanê Hesen Axa xwarîye... Lê me qedrê vî tiştî ne zanîye... Me şaşitî kirîye û pîhna xwe li nanê xwe xistîye!..”

Himber van gotinan di nav me da û li dervayî me, gelek kes şaş û metel diman. Digotin, gelo Şêx çima usa dibêje? Ma ew nizane Hesen Axa çi leîn e. Şêx bi xwe ne bû ku tim digot “Hesen Axa wek mar e, tucar bi gotina wî bawerî neynin. Ew û bav û kalê wî ev erd bi zora hîle û şûr ji dest gundîyan girtine û em bi salan zêrandine, wek xizmekar û xulam bi kar anîne... Em dixebitin, ew dixwin! Ev erd heqê me ye, wek şîrê dîya me helal e...”

Lê me, xelîfe û hempayên Şêx digot: “Vana şêx fêm nakin. Şêx kûr difikire, çi dike dizane... Evana hemû taktîk in...” 

Hin kes jî ji vî halî gelek aciz dibûn û digotin: “Aşitî elbet baş e, delal e; lê bedêla xwe ev e ku em teslîmî Hesen Axa bin? Em çima dev ji doza mixtarîyê û erdê berdin? Em çima derketin serê çîyê û me ewqas sal şer kir? Çima ewqas mirovên me jîyana xwe di vê rê da dan? Em çima koçber û şerpeze bûn?.. Ne ji bo erdê û azadîyê bû? Nuha jî em dibêjin dîsa wek berê bila Hesen Axa me îdare bike, erd dîsa di dest wî da bimîne. Eva çawa dibe?..”

Lê mirîd û hempayan gotin: “Vana minafiq in, dijî emr û fermanên Şêx derdikevin!” û êrîşî wan kesan kirin, li hin cîyan bi lêdan û kuştin ew bêdeng kirin...

Beşa 27

“BİLA CİMAETA ME TUCAR VALA NESEKİNE!”

Meh û sal bi vî awayî derbaz dibûn û diçûn. Zipo li zindanê, em li serê çîyê û Hesen Axa di qonaxa xwe da bû.

Lê şervanên me êdî li serê çîyê bêzar bû bûn. Hinan digotin: “Madem em tiştekî nakin, şer tune em çima li serê van çîyan in?” Hinan digotin: “Ji xwe êdî daxwazeke me jî nema ji bo şer; em ne mixtarî dixwazin, ne jî doza erdê dikin. Hesen Axa êdî mihtacî colegan jî nine. Hingê sîleh ji bo çi, şer ji bo çi?..”

Ji ber vê carina şervanên me tifinga xwe davêtin û berê xwe didan gund û bajaran. Bi şervanan jî ne dima, carina fermandar jî çend kes digirtin dora xwe û direvîyan. Lê me jî dema ew digirtin ceza dikirin. Ceza giran bûn, pirî caran jî kuştin bû. Ji ber ku rev li doza Şêx êxanet bû, ji rîya heq derketin bû... Me merivên taybetî perwerde kiri bûn ji bo vî tiştî. Ew bi dû wan diketin, çi li bajaran, çi li gundan, heya çi li Ewrûpa, ew digirtin û dikuştin.

Lê dîsa jî pêşî li revê ne dihat girtin. Tiştê baş ew bû ku ji gund û bajaran xort û keçên teze dihatin, yên ku cimaeta me ew di derheqa vê doza pîroz da haydar dikirin, digihandin û dişandin... Ewana cîyê revokan tijî dikirin.

Bêzarî ne tenê li çîyê bû, li gund û bajaran, li dervayî welat jî di nav cimaeta me da sistîyê xwe nîşan dabû. Mirovan digotin: “Gelo, ewqas sal derbaz bûn, tiştek ne bû. Ka ew daxwazên me yên berê çi bûn? Me berê çi digot, nuha çi dibêjin?..” Gelek kesan xwe didan alîkî. Wek berê ji dil bexşîş ne didan, wek berê xerac bi rehetî kom ne dibû...

Vê yekê bala Zipo jî kişandi bû. Bo van tiştan em gunekar dikirin. Di nameyên xwe da digot, “Hûn baş kar nakin, sist digirin. Bîr û bawerîya we ne kûr e. Hûn di tesîra minafiqan da dimînin!” Her usa jî ji me ra rê olaxên teze nîşan dida. Digot, “Usa bikin ku bawermend û şervanên me tucar vala nesekinin.”

Helbet, di vî warî da me jî texsîr ne dikir. Me sebep ditîtin, xelk dianîn heyecanê û rêz dikirin ji bo çalakîyan. Hal û rewşa Şêxê me sedemê herî mezin bû ji bo van çalakîyan.

Me her sal roja revandina Şêx wek şîneke mezin bi kar dianî. Me rojan berê dest pê dikir, meş û civîn çêdikirin. Xortan li bajaran kokteyla molotof davêtin vir û wê, erebe weldigerandin û dişewitandin.

Carina rojname û kitêbên ku me ji Şêx ra dişand ne didanê, me dest bi çalakîyan dikir...

Pozê Şêxê me sedemek dinê bû ku em ji bo wî gelek caran bi kûçe û kolanan diketin. Şêx zû bi zû bi arsimê diket, ji pozê wî av dihat, yan jî bi taybetî dema razanê di bîhngirtinê da zehmet dikişand. Ji ber ku toxtoran baş bala xwe ne didanê...

Digel pozê wî porê wî jî sedemek dinê bû ji bo tevdan û çalakîyên me. Carê porê wî kur kiri bûn û li ber çavê wî şewitandi bûn... Carê jî nênûgên wî yên birî girtibûn avêtîbûn çopê. Me bona vê yekê gund û bajar tevlihev kirin. Me got: “Por û nênûgên şêx bidine me, ewana emanetên bimbarek in, sibe lazim dibin...”

Carê jî gotin Şêx jahrî kirine. Awûqatên wî bi dizikan nimûne ji porê wî girtin û şandin Ewrupayê, bo ku lê bikolin Şêx jarî bûye yan na...

Bala me her usa jî li ser xwarina Şêx bû. Şêxê me gelek ji şorba nîskan hez dikir, lê wan şorbeyên ecnebî didanê. Gelo di şorbeyên ecnebî da kî zane çi heye? Dibe ku ji goştê berazan çêdibe... Şêx bona vê yekê çend saet girêva birçitîyê kir. Lê me li der dinya alem hejand; gelek mirîdên Şêx bi rojan û mehan xwe birçî hiştin. Me meş çêkir û sloganên şoreşgerane bilind kirin:

“Bo Şêxê me şorbê niskan!..”

Vê dawîyê me sedemek din dît bo meş û çalakîyan: Roja bûyîna Şêx... Wê rojê em cimaetê kom dikin û didin ser rîya Cêrkan... Helbet Hesen Axa jî merivên xwe seferber dike û pêşî li me digire. Di vê tevdanê da carina sîleh diteqin û çend kes dimirin, yan jî birîndar dibin...

Welhasilî kelam, cimaeta me tucar vala nasekine, bo welat û millet kar û xebat her berdewam e! Nas û dost jî li van çalakîyên me dinihêrin û dibêjin. “Eferim ji cimaeta Şêx Zipo ra, gelek çalak in!..”

Di van çalakîyan da bi taybetî para xort, jin û zarokan gelek e. Şêx jî vê yekê zane û di nameyên xwe da tim ji wan ra, bi taybetî ji jinan ra silavên xwe pêşkêş dike.

Beşa 28

ZİNDANA KÛR Û SİRÊ ZİPO

Şêx ji bo şervanên serê çîyê jî li çare û dermanan gerîya ku ew li cîyê xwe vala nesekinin. Bona vê yekê Şêx gazî min kir, bi awûqatên xwe ra xeber şand kû ez herim Cêrkan wî di zindanê da rû bi rû bibînim. Tirs û xofê bi min girt, min got: “Lao hûn dîn bûne, ez biçim Hesen Axa, ger min nekuje jî, min jî bavêje zindana kûr, cem Zipo! Çawa ez bi lingê xwe herim?..”

Awûqatan ez temîn kirim ku, tiştekî usa nabe. Gotin, “Him Şêx, him jî Hesen Axa soz dane, ku bi te tiştek nabe. Wek êlçî diçî û vedigerî... ”

Ev tişt nekete serê min. Ez bêjim bi gotina Zipo bawer bikim, lê ji yê Hesen Axa çawa bawer bikim? Him jî ew çima gazî min dike?..”

Lê çareyek din tune bû, Zipo gotîye ku, “Tiştê ku bêjim dikarim tenê Ehmo ra bêjim...”

Tevî Awûqatan bi rê ketim çûm. Dema em gihan qonaxa Hesen Axa, awûqat hilkişîn cem Hesen Axa û novedaran ez girtim, raste rast birim qatê binî, cem Zipo. Min di dilê xwe da got: “Belê, tirsa min li cî bûye, va ye ez jî avêtim zindanê!”

Lê piştra, şukur wek tirsa min derneket. Hesen Axa bi rastî jî li ser gotina xwe ma. Lê helbet, ne ji bextê wî, ji bo rêvebirina plana wî usa lazim bû...

Piştî çend salan min kekê xwe Zipo careke din didît. Me ber bi hevdu hemle kir, hevdu himbêz kir û middetekî usa man. Piştra min çavên xwe li rûyê wî û der û dorê gerand. Dîsa rî berdaye, lê rîya wî wek berê ne reşî qeytan e, qir lê ketîye... Rûyê wî piçek zer e, lê ji qelewîya xwe daneketîye, belkî çend kîloyên dinê girtîye. Siheta wî wekî ku digotin xirab ni ne, baş xuya dike. Oda wî fireh e, baş hatîye raxistin. Cila wî, kursîyê rûniştinê, masa xebatê... Di dîwaran da refên bi tijî kitêb... Radyo û têlevîzyonek... Li ser masê têlefonek... Pençireyeke piçûk bi caxên hesinî...

Min got: “Keko hal û rewşa te baş xuya dike, cîyê te jî ne xirab e!”

Zipo bi keneke tahl bersîva min da: “Erê erê, hela tu li vir çend mehan bimîne, ezê halê te bibînim!..”

Piştra, ji min pirsî: “Birçî yî têr î? Dibe ku ji rîya dûr hatîyî...”

Min got: “Ji rîya dûr hatime, lê têr im, me di rê da xwar. Him jî ma meriv dikare li vir xwarinê bixwaze ji bo mêvanên xwe?”

“Çima nexwaze, ma vira serê çîyê ye? Zindan be jî, li qonaxa Hesen Axa ye. Hesen Axa xanedan e.” Dest avête têlefonê, du numere zivirandin, li benda deng ma û got: “İsmaîl, ji me ra çay bîne!”

Digotin di zindanê da jî têlefona Şêx heye, carina ji hin xelîfeyên xwe ra têlefon dike; lê me bawer ne dikir û digot: “Herhal ew jî îlawe û îftirayek e davêjine şêxê me...” Lê bi rastî jî va ye têlefoneke wî heye. Min bi mereq jê pirsî:

“Keko, ma tu bi vê têlefonê dikarî ji der va têlefon bikî?”

Na, ew tenê ji bo qonaxê ye. Dema tiştek lazim be ji wezîfedaran ra vedikim. Lê bila kes nezane, carina Hesen Axa destûr dide, heya bi xwe ji min dixwaze ku têlefonî hin merivê xwe bikim.”

Ez ecêb mam û min got: “Çawa destûr dide û heya ji te dixwaze?..”

Zipo serê xwe hejand: “Lao tevmede! Helbet bi kêrî wî neyê destûr nade. Lê ez zindanîyê wî bim jî, ew jî mihtacî min e... Ma ez nebama şer disekinî? Merivên me derbazî Başûr dibûn?.. Belê, awûqat tên diçin û nameyên min ji we ra tên. Lê hûn napirsin, Hesen Axa çawa destûr dide ji vê zîndanê nameyên min werin bigihîjin we?..”

Min got: “Belê rast e, gelek caran dihate bîra me...”

“Carina jî kar bi lez e, nabe ku ez li benda awûqatan bimînim, divê saetekî berê mesaja xwe bigihînim hevalan... Hingê têlefonê bi kar tînim.”

“Belê...”

Piştra bi keneke tahl xeberdana xwe ajot: “Him jî, heqê me li ser Hesen Axa heye, ewqas zêr û dolarên me gihane Hesen Axa...”

Hat bîra min û dilê min jan da. Min got: “Bi rastî Keko, ew ketin destê Hesen Axa, ne?”

“Hesen Axa înkar dike, dibêje, “Hayê min jê tune. Ew bênamûsê Cefo piştî ku ez anîme vir, heqîb girtîye û revîyaye.”

“Ma Cefo ne li vir e?”

“Na. Lê bipirsin, ger we rêça wî doz kir, bi gewrîya wî bigrin!”

“Ger heya nuha hemû ne xwarîye?..”

“Ma ewqas pere di gewrîya wî da diçe?”

Piştra Zipo hate ser mesela gazîkirina min û got: 

“Min gazî te kir, ji ber ku hin tişt hene, sir in, tenê bi te bawer dikim bêjim. Tu birayê min î. Lê usa bike ku min rûreş dernexî...”

Bi mereqeke mezin, min got: “Keremke keko, helbet tu dikarî bi min bawer bikî. Serê min diçe lê sir ji devê min naçe.”

“Eferim, divê usa be!”

Zipo li pençirê nihêrî, piştra nêzî min bû wekî di guhê min da dibêje, bi dengekî gelek nizm got:

 “Ehmo, tu zanî, ez li vir hêsîr im di destê Hesen Axa da, kîngê bixwaze min dikuje. Û ez, bo ku min nekuje, ji min çi dixwaze dikim û dibêjim. Ew nameyên ku bi destê awûqatên min ji we ra tên, hemû bîr û rayên Hesen Axa bi xwe ne, tiştekî min tê da tune. Awûqat jî bi rastî awûqatên Hesen Axa ne, hemû merivê wî ne. Ew bi dek û dolavan xapandine û têr kirine...”

Min bê hemdê xwe got: “Hella hella!”

“Belê, mixabin usa ye. Ango Hesen Axa, awûqat û ez û hin hevalên me, ku ew jî merivên Hesen Axa ne û wek casûs ketine nav me, em hemû bi hevra wek lîstikekê dilîzin...”

Min bê hemdê xwe gotina wî birî û jê pirsî: “Keko ew casûs kî ne?”

“Nuha nabe, ezê piştra ku waxt hat ji te ra bêjim. Lê tu jî dikarî texmîn bikî... Mesela xwe ji belayên Dûro biparêze, ew yekî gelek xeterbar e!..”

Min got: “Him!.. Pekî, tu çima bi zanetî beşdarî vê lîstikê dibî?”

“Ez mecbûr im. Usa nekim roja dinê Hesen Axa minê bikuje. Ger heya îro nekuştim ji bo wê ye, bi rîya min cimaeta min îdare dike. Û mirîyê min li cem wî pênc pere nake, ez ji wî ra sax lazim im...”

Beşa 28

ZİNDANA KÛR Û SİRÊ ZİPO

Şêx ji bo şervanên serê çîyê jî li çare û dermanan gerîya ku ew li cîyê xwe vala nesekinin. Bona vê yekê Şêx gazî min kir, bi awûqatên xwe ra xeber şand kû ez herim Cêrkan wî di zindanê da rû bi rû bibînim. Tirs û xofê bi min girt, min got: “Lao hûn dîn bûne, ez biçim Hesen Axa, ger min nekuje jî, min jî bavêje zindana kûr, cem Zipo! Çawa ez bi lingê xwe herim?..”

Awûqatan ez temîn kirim ku, tiştekî usa nabe. Gotin, “Him Şêx, him jî Hesen Axa soz dane, ku bi te tiştek nabe. Wek êlçî diçî û vedigerî... ”

Ev tişt nekete serê min. Ez bêjim bi gotina Zipo bawer bikim, lê ji yê Hesen Axa çawa bawer bikim? Him jî ew çima gazî min dike?..”

Lê çareyek din tune bû, Zipo gotîye ku, “Tiştê ku bêjim dikarim tenê Ehmo ra bêjim...”

Tevî Awûqatan bi rê ketim çûm. Dema em gihan qonaxa Hesen Axa, awûqat hilkişîn cem Hesen Axa û novedaran ez girtim, raste rast birim qatê binî, cem Zipo. Min di dilê xwe da got: “Belê, tirsa min li cî bûye, va ye ez jî avêtim zindanê!”

Lê piştra, şukur wek tirsa min derneket. Hesen Axa bi rastî jî li ser gotina xwe ma. Lê helbet, ne ji bextê wî, ji bo rêvebirina plana wî usa lazim bû...

Piştî çend salan min kekê xwe Zipo careke din didît. Me ber bi hevdu hemle kir, hevdu himbêz kir û middetekî usa man. Piştra min çavên xwe li rûyê wî û der û dorê gerand. Dîsa rî berdaye, lê rîya wî wek berê ne reşî qeytan e, qir lê ketîye... Rûyê wî piçek zer e, lê ji qelewîya xwe daneketîye, belkî çend kîloyên dinê girtîye. Siheta wî wekî ku digotin xirab ni ne, baş xuya dike. Oda wî fireh e, baş hatîye raxistin. Cila wî, kursîyê rûniştinê, masa xebatê... Di dîwaran da refên bi tijî kitêb... Radyo û têlevîzyonek... Li ser masê têlefonek... Pençireyeke piçûk bi caxên hesinî...

Min got: “Keko hal û rewşa te baş xuya dike, cîyê te jî ne xirab e!”

Zipo bi keneke tahl bersîva min da: “Erê erê, hela tu li vir çend mehan bimîne, ezê halê te bibînim!..”

Piştra, ji min pirsî: “Birçî yî têr î? Dibe ku ji rîya dûr hatîyî...”

Min got: “Ji rîya dûr hatime, lê têr im, me di rê da xwar. Him jî ma meriv dikare li vir xwarinê bixwaze ji bo mêvanên xwe?”

“Çima nexwaze, ma vira serê çîyê ye? Zindan be jî, li qonaxa Hesen Axa ye. Hesen Axa xanedan e.” Dest avête têlefonê, du numere zivirandin, li benda deng ma û got: “İsmaîl, ji me ra çay bîne!”

Digotin di zindanê da jî têlefona Şêx heye, carina ji hin xelîfeyên xwe ra têlefon dike; lê me bawer ne dikir û digot: “Herhal ew jî îlawe û îftirayek e davêjine şêxê me...” Lê bi rastî jî va ye têlefoneke wî heye. Min bi mereq jê pirsî:

“Keko, ma tu bi vê têlefonê dikarî ji der va têlefon bikî?”

Na, ew tenê ji bo qonaxê ye. Dema tiştek lazim be ji wezîfedaran ra vedikim. Lê bila kes nezane, carina Hesen Axa destûr dide, heya bi xwe ji min dixwaze ku têlefonî hin merivê xwe bikim.”

Ez ecêb mam û min got: “Çawa destûr dide û heya ji te dixwaze?..”

Zipo serê xwe hejand: “Lao tevmede! Helbet bi kêrî wî neyê destûr nade. Lê ez zindanîyê wî bim jî, ew jî mihtacî min e... Ma ez nebama şer disekinî? Merivên me derbazî Başûr dibûn?.. Belê, awûqat tên diçin û nameyên min ji we ra tên. Lê hûn napirsin, Hesen Axa çawa destûr dide ji vê zîndanê nameyên min werin bigihîjin we?..”

Min got: “Belê rast e, gelek caran dihate bîra me...”

“Carina jî kar bi lez e, nabe ku ez li benda awûqatan bimînim, divê saetekî berê mesaja xwe bigihînim hevalan... Hingê têlefonê bi kar tînim.”

“Belê...”

Piştra bi keneke tahl xeberdana xwe ajot: “Him jî, heqê me li ser Hesen Axa heye, ewqas zêr û dolarên me gihane Hesen Axa...”

Hat bîra min û dilê min jan da. Min got: “Bi rastî Keko, ew ketin destê Hesen Axa, ne?”

“Hesen Axa înkar dike, dibêje, “Hayê min jê tune. Ew bênamûsê Cefo piştî ku ez anîme vir, heqîb girtîye û revîyaye.”

“Ma Cefo ne li vir e?”

“Na. Lê bipirsin, ger we rêça wî doz kir, bi gewrîya wî bigrin!”

“Ger heya nuha hemû ne xwarîye?..”

“Ma ewqas pere di gewrîya wî da diçe?”

Piştra Zipo hate ser mesela gazîkirina min û got: 

“Min gazî te kir, ji ber ku hin tişt hene, sir in, tenê bi te bawer dikim bêjim. Tu birayê min î. Lê usa bike ku min rûreş dernexî...”

Bi mereqeke mezin, min got: “Keremke keko, helbet tu dikarî bi min bawer bikî. Serê min diçe lê sir ji devê min naçe.”

“Eferim, divê usa be!”

Zipo li pençirê nihêrî, piştra nêzî min bû wekî di guhê min da dibêje, bi dengekî gelek nizm got:

 “Ehmo, tu zanî, ez li vir hêsîr im di destê Hesen Axa da, kîngê bixwaze min dikuje. Û ez, bo ku min nekuje, ji min çi dixwaze dikim û dibêjim. Ew nameyên ku bi destê awûqatên min ji we ra tên, hemû bîr û rayên Hesen Axa bi xwe ne, tiştekî min tê da tune. Awûqat jî bi rastî awûqatên Hesen Axa ne, hemû merivê wî ne. Ew bi dek û dolavan xapandine û têr kirine...”

Min bê hemdê xwe got: “Hella hella!”

“Belê, mixabin usa ye. Ango Hesen Axa, awûqat û ez û hin hevalên me, ku ew jî merivên Hesen Axa ne û wek casûs ketine nav me, em hemû bi hevra wek lîstikekê dilîzin...”

Min bê hemdê xwe gotina wî birî û jê pirsî: “Keko ew casûs kî ne?”

“Nuha nabe, ezê piştra ku waxt hat ji te ra bêjim. Lê tu jî dikarî texmîn bikî... Mesela xwe ji belayên Dûro biparêze, ew yekî gelek xeterbar e!..”

Min got: “Him!.. Pekî, tu çima bi zanetî beşdarî vê lîstikê dibî?”

“Ez mecbûr im. Usa nekim roja dinê Hesen Axa minê bikuje. Ger heya îro nekuştim ji bo wê ye, bi rîya min cimaeta min îdare dike. Û mirîyê min li cem wî pênc pere nake, ez ji wî ra sax lazim im...”

Beşa 29

ŞERÊ HESEN AXA TEZE DİBE, LİSTİKA KIŞIKÊ...

Zipo li vir axek kişand û axaftina xwe ajot:

“Ez bêm ser mesela min çima gazî te kir. Tu jî zanî, cimaeta me piştî girtina min û sekinandina şer, demekî dirêj bê kar û xebat ma. Lê, mirovê ku vala sekinî tim xeter e. Bêzar dibe, şeytan dikeve ruhê wî, gilî gotinê dike, yan berberîya hevdu dike, direve, yan jî serî hildide...”

“Belê, usa ye...”

“Me li bajar û gundan, li hundur û der ji vê yekê ra çare dît. Ango ew nuha ji bona min gelek çalakî dikin. Bo roja revandina min, bo siheta min, bo roja bûyîna min û hwd... Eva gelek baş dimeşe, bila bi vî awayî bimeşe... Lê yên serê çîyê gelek waxt e ku betal in. Ev jî bibê nebê bêzarî çê dike. Ji ber ku kar tune, hinek bi hevdu dikevin, hinek tiştên xirab difikirin, hinek direvin... Divê em vê yekê ra çareyekî bibînin.”

Min got: “Rast e, li serê çîyê bi vî awayî nameşe...”

Di wê navberê da yekî novedar ji me ra çay anî û çû.

Tiştê ku ji dilê min derbaz dibû, min digot, herhal Zipo dixwaze em mirovên xwe yên serê çîyê bêçek û belav bikin. Hin vegerin cî û warê xwe. Yên ku nekaribin vegerin, wek gundîyên me Cêrkanîyan, ew jî li Başûr cîwar bin, yan biçin welatên dereke, Ewrûpa, filan... Lê fikra min şaş derket. Tiştê ku Zipo dixwast bêje ne ev bûye...

“Eferim!” got Zipo. “Te jî ev tişt fêm kirîye. Lê tiştê ku em bikin çi ye? Em nikarin wan belav bikin, ango ji çîyê daxinin. Ji ber ku Hesen Axa ji vî tiştî ra tucar razî nabe. Ger biba, me ev mesele ji zûva çareser dikir. Ka tiştê ku em dixwazin çi ye? Me dev ji hemû daxwazên xwe berda. Em ne erd ji wî dixwazin êdî, ne jî mixtarîyê. Me çend caran got rê bide, wan ef bike, bila gundî vegerin sîlehên xwe jî teslîmî te bikin... Êdî em çi bêjin? Lê ew qebûl nake.”

“Çima nake?”

 “Ji ber ku ew naxwaze gundî vegerin gundê xwe, ser erdê xwe. Em revîn û gund bi temamî ji wî ra ma. Nuha dest danîye ser zevî û zozanên me jî, naxwaze şunda bide. Bona vê yekê naxwaze ku ev şer bisekine, di navbera me da aşitî çêbe. Xelkê der û dorê, heya Ewrûpî û Amêrîkanî jê ra dibêjin, ‘Va ye gundî şer sekinandine û êdî tiştekî ji te naxwazin, eva xêra Xwedê ye! Tu çima bi gundîyên xwe ra li hev nayê?’ Lê ew, wekî min got, naxwaze. Hebûna me li serê çîyê maneyek e ku bi me ra li hev neyê.”

Zipo piçek sekinî û xeberdana xwe ajot: “Helbet sebep ne tenê ev e, sebebên dinê jî hene. Him jî dixwaze me dijî Başûrîyan bi kar bîne...”

“Min got: “Belê, raste e!”

“Him jî, ev şer bo îdarekirina gund jî bi kêrî wî tê. Berê tu dizanî ji bo mixtarîyê hilbijartin çêdibû. Piştî ku şer derketîye çê nabe. Hesen Axa şer dike mane û mixtar bi destê xwe tayîn dike. Dema çêbe jî wek adet dibe, lê Hesen Axa kê nîşande ew dibe mixtar... Nuha xelkê gund, heya pismamên wî, birazî û xarzîyên wî jî dixwazin ku bo mixtarîyê hilbijartin çêbe, di vî warî da Hesen Axa tiştan bi darê zorê neke. Lê Hesen Axa şer dike mane û pêşî li van hemû tiştan digre. Dibêje: ‘Ma hûn dixwazin celo culo mixtarê gundê me hilbijêrin? Ew bi kêrî rût û pêxwasan, bi kêrî dijminên me tê!’ Û bi vî awayî wan bêdeng dike. Çi gotine: Cêrvan li benda tavê ye, cotkar li benda baranê; gurê ser çîyê jî li benda mij û dûmanê...”

Min got: “Fêm dikim, şer gor dilê wî ye. Lê Keko, çare çi ye?”

Zipo piçek fikirî, serê xwe hejand, got: “Ez jî ji nav dernakevim... Mixabin em bêçare ne... Ez li vir zindanî me, hûn li serê çîyê asê bûne... Ger em hevalên serê çîyê daxinin êdî tu hewcedarîya wî bi min namîne, ewê min bikuje... Tu fêm dikî?”

Min got: “Belê, fêm dikim...”

“Divê em hêza xwe li çîyê biparêzin. Bona wê jî ew li çîyê bettal nesekinin, bettalî xeter e; divê çalak bin...”

“Çawa?”

“Çalakîya çîyê çi ye? Divê herin û bên, şer bikin! Li wir bi gotin û def zirnê nabe...”

Min got: “Va ye me çend sal e şer sekinandîye, em bi kê ra şer bikin, Keko?”

Zipo bi qehr got: “We çima bi Başûrîyan ra şer nekir, gotina min li erdê xist?”

“Ma ew dibe, Keko? Em li wir sutar in. Ewana ewqas alîkarîya me dikin, em çima şerê wan bikin? Dijî Başûrîyan hevalên me naxwazin şer bikin. Him jî, emê şer derînin ewê koka me bînin! Ma tu dixwazî ku hêza me bi şerê Başûrîyan bihele, nemîne?..”

“Na, ez wê naxwazim. Lê em dikarin şerê Hesen Axa teze bikin...”

“Çawa? Hingê Hesen Axa te sax dihêle?”

Zipo careke din xar bû û di guhê min da got: “Vî tiştî Hesen Axa bi xwe dixwaze!”

Ez ecêbmayî mam. Kûpeya çayê ji destê min ket, got şing û şikîya.”

Zipo got: “Tiştek nabe, çi bela heye di ser wê da here! ”

Min got: “Ew çawa dibe, Keko, Hesen Axa çawa vî tiştî ji me dixwaze?”

“Ji xwe dek û dolavê lîstikê ev e. Emê êrişî ser wî bikin û ewê êrîşî ser me bike... Ev jî wek lîstika setrencê ye; lê ferq ew e ku di vê lîstikê da şah û wezîr nayêne kuştin, heya pir hewce nebe, hesp û qela û fîl jî nayêne qurbankirin. Bo şerekî han peya têrê dikin...”

Ez ecêbmayî piçek fikirîm û min jê pirsî: “Baş e, Hesen Axa çawa merivên xwe dide kuştin?”

Zipo serê xwe hejand û got: “Lao Ehmo, tu jî çiqas saf î, tucar naguhurî! Ma çima nede kuştin? Zemanê berê mirovan, ji bo ku qeda û belayan ji xwe dûr xinin, heya zarokên xwe dikirin qurban. Guneyê axa, mîr û hukumdaran bi peyayên wan nayê. Qîmeta xulam û xizmekaran, belengaz û feqîran li ba wan çend pere ye?!”

Ser van gotinên Zipo ez bêdeng bûm û ketim fikaran. Min xwe bi xwe got: “Eva çi lîstikeke bê eman e, bê vîcdan e!..”

Zipo li halê min nihêrî û pirsî: “Çima bêdeng bûyî Ehmo, çi difikirî?”

Min got: “Tiştek tune, Keko.”

“Na na, tu usa kûr difikirî, tiştek heye... Bêje, tiştê ku nakeve serê te çi ye?”

Min got: “Keko, ma zarokên xelkê ne gune ne? Wana bawerîya xwe bi me anîne, Hêvîya xwe bi me girêdane, ji bo erd û azadîyî xwe avêtine çîyê. Emê çawa wan usa bixapînin, bi jîyana wan bilîzin?..”

Ser van gotinên min Zipo zer û sor bû. Piçek sekinî û wekî teqîya bi qehr got:

“Haa, mesele ev e?!. Pekî Ehmo, jîyana min li ba te pênc pere nake? Ango Hesen Axa min bikuje baştir e? Kuro tu fêm nakî, ez wek mirîşka hêkzêrîn im li ba Hesen Axa. Dema ez hêk nekim ewê serê min jêke!”

Min got: “Xwedê neke Keko, ez qet wî tiştî dixwazim?!”

“Baş e, tu çima fêm nakî? Tu dibêjî zarokên xelkê û jîyana wan... Ma jîyana wan jîyan e? Ji xwe ew bo şer û mirinê hatine ser van çîyan... Mereq ne ke, jinên Kurdan her sal deh qatî wan, bîst qatî wan zaro tînin dinyayê... Lê ez Şêx im, rêberê wan im. Merivên wek min di sedsalî da carê tên dinyayê! Ez bimrim ew şoreş hemû têk diçe. Ew xort, ew gundî, ew xelk hemû bê serî dimîne! Ez bimrim, dinya wan tarî dibe. Ew bi devê xwe dibêjin, ez roja wan im! Ma jîyana min û wan yek e?..”

Himber van gotinan ez êdî bêdeng bûm. Nebim jî çi feyde dike?.. Nikarim dijî Zipo derkevim. Hema ji Hesen Axa ra bêje û min jî bike zindanê, belkî jî min bide kuştinê...

Zipo got: “Ehmo, min berê jî ji te ra goti bû, di van karan da diltenikî nabe, divê dilê te ji pola be. Dudilî neke û here karê xwe bi ser xe. Tu birê min î, bawerîya min bi te tê, pişta min li erdê ne xe!”

Min got: “Ser seran Keko, ezê wek te bikim, tu bim min piştrast be!”

“Eferim!”

Min êdî baş fêm dikir lîstik çi ye û Zipo û Hesen Axa çima gazî min kirine. Piştî wê Zipo plan çi ye, ez çi bikim, hûr hûr ji min ra got. Minê di vegerê da bigota ku Şêx dixwaze em şer bikin, ji ber ku Hesen Axa heya îro tu daxwazên me bi cî ne anîye. Usa nabe! Hesen Axa me dixapîne, dixwaze hêza me belav bike. Emê mihletekî bidinê û piştî wê dest bi şer bikin... Yek ji Awûqatên Zipo ji min ra pêvendî daynin, di derheqa tiştên ku bên kirin emê hevdu haydar bikin...

Zipo têlefoneke piçûk û bêtêl jî derxist da min. Got: “Eva têlefona destan e û dema ji bo karê lezik lazim be meriv bi kar tîne. Tu dikarî bi rîya vêna li min bigerî.”  Her usa jî numra têlefona xwe da min û ji min ra nîşan da meriv çawa vê têlefona piçûk bi kar tîne. Min yek du cêriband û fêr bûm.

Zipo ez temî kirim û got: “Lê divê tu vê têlefonê baş biparêzî. Vêna ji kesî ra nîşan nede û bi wê têlefonî kesekî din neke. Eva pir mihîm e!..”

Zipo ji bo hevalan nameyek jî nivîsandi bû, ew name da min û got: “Min tiştê lazim e di vir da nivîsandîye. Êdî karê te temam e. Oxra te bi xêrê be, zû here û dest bi kar bike!”

Me cardin hevdu himbêz kir û ez bi rê ketim...

Beşa 30

ŞERÊ ME Û HESEN AXA HER BERDEWAM E

Li gelîyê heval bi heyecaneke mezin li benda min bûn. Çawa giham wir xelîfe û fermandaran dora min girtin, gotin:

“Heval Ehmo, te şêx dît? Çawa ye, çi dike?”

“Belê min dît. Baş e. Ji we ra pir silavên xwe hene, ji çavê we maç dike. Dibêje şervanên me wek miskînan rûnenin, bila şer bikin.”

“Şer?.. Bi kê ra?”

“Bi Hesen Axa ra...”

“Çima? Ma me ji bo aşitîyê sîleh bêdeng ne kiri bûn?”

“Belê kiri bûn, lê Hesen Axa jî bo aşitîyê tu gav ne avêt. Tu daxwazên me bi cî ne anî. Şêx dibêje usa nabe, mihletekî bidinê û dîsa dest bi şer bikin...” Min derxist nama Şêx jî da wan. “Ka kerem kin, ev jî nama Şêx’e...”

Hevalekî bi heyecaneke mezin name vekir û bi deng xwend. Di namê da Zipo behsa rewşa dinyayê û welat dikir, zor dida ajîtasyonê û li dawîyê digot: “Xwe jî bo şerekî hazir bikin!”

Piştî ku hevalan guhdariya namê kirin midetekî bêdeng man, herkesî li rûyê yê dinê difikirî û tiştek ne digot. Xuya bû sebebê şer ne keti bû serê gelek hevalan. Xwe û xwe difikirîn digotin: “Gelo çend sal e me şer sekinandîye, me got em cardin sîlehan bi kar naynin, me ewqas behsa aşitîyê kir... Heya me bo xatirê aşitîyê dev ji hemû daxwazên xwe berda. Êdî ne erd dixwazin, ne jî mixtarîyê... Em li benda vegerê bûn, da biçin gundên xwe, bav û bira, nas û dostê xwe bibînin... Nuha çi bû ku cardin em behsa şer û pevçûnê dikin?..”

Belê, şik tune ji dilê hevalan evtişt derbaz dibû. Lê cesaret ne dikirin tiştekî bêjin. Herkes li benda yekî din bû. Hingê dengek hat bihîstin, ew dengê Dûro bû:

“Hevalno, çima bêdeng in? Madem ku Şêxê me dibêje şer teze bikin, helbet tiştekî zane... Emê bikin! Gotina Şêx gelek li cî ye. Hesen Axa ji bo aşitîyê tu gav ne avêt. Dikari bû qe nebe efekî derîne em vegerin gundê xwe...”

Yekî din tevî axaftinê bû, got: “Heval Dûro rast dibêje, qe nebe efek derxista...”

Hinekên din gotin: “Belê belê, Şêxê me çî dibêje, em pê ra ne!..”

Bi vî awayî me hemûyan jî raya xwe nîşan da ku, gotina şêx bi cî bînin.

Zipo di nama xwe da ji pênc kesî komîteyek çêkiri bû ku gor emir û fermanên wî şer îdare bike. Yek ji wan ez bûm, yek Dûro bû, yek Soro bû, ku vê dawîyê ji cem Hesen Axa revî bû, tevli me bû bû... yek Cangîr bû, yek jî Ferzende... Em civîyan, me got beyanekî derînîn, heya du mehan mihlet bidine Hesen Axa, ger ji bo aşitîyê gav ne avêt, emê dest bi şer bikin û şerekî girantir çêbe...

Wê êvarê radyoya me beyana me belav kir û vê beyanê li welat û dinyayê deng da. Radyo û têlevîzyonên dinyayê gotin: “Şêx Zipo ultîmatomek da Hesen Axa û hazirîya şerekî teze dike!..”

Hinekan jî gotin: “Gelo Şêx Zipo di zindana Hesen Axa da ye, ku ne çivîk ji ser difire, ne karwan ji ber derbaz dibe... Çawa dibe ku ji wir rêxistina xwe îdare dike û beyana şer dide?..”

Lê kî çi dibêje bila bêje, me dest bi karê xwe kir û gor gotina Zipo meşand. Di navbera mirîdan da, dost û hevalan da hêvîyek teze çêbû. Digotin: “Şukur eyan bû ku Şêx teslîm ne bûye.  Ev tiştên berê hemû taktîk bûne... Va ye Şêx cardin ala berxwedanê bilind kir. Şoreş vê carê ji berê germtir be. Bijî Şêx el Azam!”

Li alî dinê Hesen Axa jî zor da bû beyanan. Digot: “Dema Zipo û merivên xwe behsa danustandinê û aşitîyê dikirin, me digot evana derew in, dixwazin waxt qezenc bikin. Gotina me rast derket. Kerem kin, Zipo û merivên xwe çawa şer dixwazin...”

Hesen Axa carina jî Başûrî gunekar dikirin û digot: “Me xeber girtîye ku merivên Zipo ji gundîyên Başûr sîlehên teze û teqemenî girtine û derbazî mintiqa me kirine. Ewê di nêz da dîsa vir û wê bombe bikin û xwîn birijînin... Başûrî van çeteyan xwedî dikin û berdidine ser me.”

Bi vî awayî rewş her diçû germ dibû. Hîn du mehê me jî temam ne bû bûn ku li vir û wê teqîn çêbûn. Hin ji merivên Hesen Axa, hin ji alî me hatin kuştin.

Carekê, ku nîvê şevê bû û di xewa kûr da bûm, têlefona min lêda. Min vekir ku Zipo ye. Got: “Ehmo, heya sê rojan divê tu êrîşi ser qereqolekî Hesen Axa bikî li mintiqa Çîyayê Zirzire.” Navê qereqolê jî da.

Min got “Keko, ew der gelek asê ye û baş tê parastin. Cîyên din hene, ji bo êrîşê hêsantir in...”

Zipo qehirî: “Lawo ez çi dibêjim tu wê bike! Helbet ez tiştekî zanim...”

Êdî cîyê gotinê ne ma bû. Min got: “Ser seran, ser çavan!..”

Min komek şervan hazir kir û çûm. Helbet ez ji menzîla sîlehan dûr mam, ez fermandar bûm, ne dibû ku bêm kuştin... Lê hevalan maşalla wek guran êrîş kirin, gotin “Ya Şêx El Azam!” û di ser qereqolê da çûn, wek mêşan di ser da girtin, dane ber bombe û guleyan...

Di vî şerî da me pênc merivê Hesen Axa kuştin, zirarek mezin da qereqola wî. Di şer da sê şervanên me jî şehîd bûn û şeş kes jî birîndar...

Hevalbendên me ev êrîş bi coşeke mezin pîroz kirin.

Piştî vî êrîşî min ji Zipo ra têlefon vekir û agahî dayê. Zipo got: “Haya min jê heye... Eferim ji we ra!”

Lê Hesen Axa piştî vê êrîşa me gelek şemate kir, bi taybetî Başûrî gunekar kirin û li wan gelek laf û gef xwarin...

Ji ser vê bûyerê çend roj derbaz bûn, merivên Hesen Axa şevekî êrîş anîn ser me, yek du gundê Başûrîyan jî şewitandin û pireke wanî ser avê teqandin.

Piştî vê êrîşê jî Zipo çend caran têlefonî min kir û ji min ra hedef nîşan dan. Çend mehan da carê-du caran me çalakîyeke han dikir. Her usa pê hesîyam ku têlefon ne tenê li ba min e. Li ba Dûro û Soro jî têlefonên han hene û ew jî ji min vedişêrin... Carê di civîna komîtê da têlefonê lêda, me hersêyan hevra dest avête berika xwe! Kî zane, belkî li cem yê dinê jî hebû...

Belê xwendevanên delal, ez dirêj nekim, ji destpêkirina şerê teze vir da sê-çar sal derbaz bûn, lê şer bi vî awayî dom dike û tê . Geh em êrîş dikin, geh Hesen Axa... Carina mîn diteqin... Ji her du alî jî mirov dimirin û ocax kor dibin. Şîn dikeve malan, dibe gazin û hawara dê û bavan, jin û zarokan...

Dibe ku bê bîra we, em mesrefa vî şerî çawa derdixin? Sîleh û cebirxane çawa dikirin, xwarin ji ku tê?..  Na, ew ne mesele ye. Şukur karê tozê berdewam e... Hatina ji tozê him têrî me dike, him têrî Hesen Axa... Di vî warî da merivên me û yên Hesen Axa, heya merivên me û yên Memed û Ferhan Axa bi hevra kar dikin... Şer tiştekî din e ticaret tiştekî din... Ev karekî globalî ye!

Şer berdewam e, lê kar û xebatên ji bo aşitîyê jî berdewam in. Li vî welatî, şukur mirovên aşitîxwaz kêm nabin. Ew jî carina beyanan didin, heyetan çê dikin dişînin, dibêjin: “Ev şer zirar e û tu tiştî çareser nake. Dev ji vî şerî berdin, li hev werin!”

Em dibêjin: “Rast e, lê em aşitî dixwazin, Hesen Axa naxwaze...”

Hesen Axa jî dibêje: “Evana sergerde ne, çeteyên serê çîyê ne. Heya ew neyên tevî sîlehên xwe teslîm ne bin, ez şer nasekinînim...”

Zipo jî çend mehan da carê ji zindana kûr mesajên xwe dişîne û ji bo aşitîyê planên xwe pêşkêş dike. Dibêje: “Bila Hesen Axa bi min ra rûne, ezê vê meselê çareser bikim, bila xwîn ne rije!”

Em jî ji derva dibêjin: “Belê rast e, mifteyê aşitî di dest Şêx el Azam da ye. Ew îrada me ye. Bila Hesen Axa wî azad bike û pê ra rûne. Em tiştekî din naxwazin!..”

Ez dema guhdarîya van gotinan dikim, dikenim. Li halê gundîyan dikenim, li halê aşitîxwazan dikenim, li halê me û halê xwe dikenim...

                     

Belê xwendevanên delal, şerê me û Hesen Axa bi vî awayî berdewam e...

Di vê navberê da dîya min jî, ji ber reva me û girtina Zipo dîyax ne kir û çû heqîya xwe.

Çîroka me ya heya vir min nivîsand. Nuha şun da wê çi bibe, dawîya çîrokê çawa bê, ez jî nizanim. Dawîya Zipo, dawîya me yên serê çîyê, ya gundîyan û ya Hesen Axa?..

Ev tiştên ku hatin serê me, mixabin ji me ra ne bûn ders; lê dibe ku neslên teze jê dersekê û îbretekê bistînin...

                      *   *   *

Ha, min tiştek ji bîra kir, ew çîroka zêr û dolaran û Cefo... Ger behsa wê nekim, çîrok nîvçe dimîne.

Na, min ev mesele ji bîr ne kirîye û ne avêtîye pişt guhê xwe. Mesala zêran mihîm e. Piştî ku ji Cêrkan, ji dîtina Zipo vegerîyam, min casûsek bi dû Cefo xist. Casûs rêça wî heya İstembolê ajot, ji wir jî derxist ku çûye Gondolya. Bi dû wî heya Gondolya çû. Li wê jî bi rîya nas û dostan hîn bû ku Cefo bi heqîbeke gelek giran li keştîyeke mezin siwar bûye, çûye wê Cizîra dûr... Cizîra germ a dewlemendan...

Piştî wê casûsê me ne karîye biçe.

Lê ez tiştekî din jî hîn bûm: berî me Hesen axa bi dû heqîba zêran ketîye û casûs bi dû Cefo xistine. Lê ew heya kîderê çûne, gihane Cefo, yan ne gihanê, em hîn ne bûn.

Helbet ez dev ji vê meselê bernadim. Nuha li benda aşitîyê me. Ango Hesen Axa û Zipo li hev bên, aşitî çêbe û ez serbest bimînim... Da ku bi rêkevim, bi dû defînê biçim wê Cizîra dûr. Cefo bibînim, çi lazim e bikim, defînê bigrim û bêm... Qe nebe para xwe jê bistînim û belkî li wir cîwar bim, bimînim...

Li wê cizîra germ; bê hukumet, bê polêz, bê esker...

                      *   *   *

Çîroka me û hal mesele ev e, rame li dê û bavê guhdaran be!

Axayê me li om e, xwelî li serê kom e!

Axayê me hovê hovan e, rêberê me Bekoyê Ewan e, xwelî li serê me hemûyan e!

Lîstik lîstik lîstikvan, hin pez , hin se, hin şivan!..

                                                                 D  A  W  Î

Heziran 2009- Stokholm

                                           

 
PSK Bulten © 2009