psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 
Zarok û Zimanê Dayikê

Yusuf Budak

Hemû pitikên jinan di neh mehan de zikê dayika xwe de pêk tên,hêdî hêdî mezin dibin û tên dinê. Pitik, di van neh mehan de ji dayêka xwe vîtamînan digirin. Gor pisporên zarokan, pitik di van neh mehan de li derdora dayika xwe û gotinên dayika xwe guhdarî dikin.

Ez bawer dikim ku gotinên pisporan di cî da ye. Pitik di zikê dayika xwe de gelek çekû ji dayika xwe û derdora dayika xwe dibîhîsê û zimanê dayikê di mêjîyê zarok de dibe binge.
Dema ku zarok qazî dike jî, çekûyên ku di zikê dayika xwe de bihîstîye ji wan  feyde dike û qazî dike. Ji bo vê sedemê ew
zimana,ji bo zarok dibe zimanê dayikê.

Nimûne: Dema ku jinek ciwan bi zaroyan nexweş e, pir caran zikê xwe mist dide, bi pitika xwe şa dibe û ji pitika xwe ra weha dibêje: ”Qîza mina rindik”, anjî “Lawê minî delal! De rakeve, da ku dayika te jî rakevî. Qîza mina rindik”, anjî “lawê minî rindik, ka pînekî li zikê dayêka xwe de.”

Yan jî jinek bi zaroyan nexweş, piranîya dema xwe li ber Telewîzîyonê derbaz bike û reklamên Telewîzîyonê gudar bike. Dema ku pitikê wê jina hati dinê û 5-6 mehên xwe tijî kir,ew zaroka dema ku reklamên Telewîzîyonê dibîsê rûyê
xwe vedigerînî Telewîzîyonê û rûken dibe qistikan dike. Mirov war famdike ku zarok tiştekî fam dike. Ji ber ku zarok ew denga di zikê dayêka xwe de bihîstîye û deng di mêjîyê zarok de bi nas e.

Dewlemend bûna çekûyên mêjîyê serê zarok jî bi dê û bavê zarok va girêdayî ye. Bi teybetî dê û bavê zarok, gere bo zarok û gor salê zarok zêde pirtukan bixwînin. Zarok zêde bidin qezîkirinê û bi çekûyên ji hevdu cure bersîva zarok bidin. Ji ber ku bir û bawarîya zarok ji dêy û bavê xwe zêde ye.
Di malbatê de dê û bav çi bêjin zarok jî wak wan dike. Tê gotin kû “Zarok neynika malbat e.”

Zarokên ku çekuyên mêjîyên serên wan dewlemend in, ew zarokana bi heval û hogirin xwe re daxwezîyên xwe bi zorê pêşte nabin. Bi teybetî heval û hogirên xwe bi xwe didin bawar kirin û daxwezîyên xwe bi dilsozî bi cî tînin.

Zarokên ku çekuyên mêjîyên serên wan ne dewlemend in, ew zarokana bi heval û hogirên xwe re daxwezîyên xwe bi zorê, bi qîrandinê û lidanê pêşte dibin. Gelek mirov weha dibêjin: “Zarokên xurt û bê tirs...”
Gor min va gotina ne rast e û ew zarokana di navbera zarokan de nayên hezkirin.

Perwerde bûna zarokan bi zimanê dayikê va girêdayî ye. Ango mêjîyê serê zarok bi çekuyên zimanê dayikê va wakû gencîna (xezne)ye. Dema ku zarok bi zimanê dayika xwe perwerde be gencîna serê zarok geş dibe. Ges bûna mêjîyê serê zarok hemû derîyan bo zarok vedike û di zanîngehan de di beşê baş de
perwerde dibe. Ji ber ku di zanîngehan de bingebûna zimanê dayikê û perwerdebûna zimanê dayikê zehf girîng e.

Xuya dike ku piranîya Kurdan ji mafê zimanê dayika xwe dûr in. Va bo perwerdebûna Miletê Kurd asteng e.

Gor min mirovek dikane ku li zanîngehan de çar, pênc zimanên bêyanî hîn bibe û daxwezîya xwe bi çend zimanên bêyanî bîne ziman. belê, mirovên ku bi zimanê dayêka xwe baş perwerde bûne, ew mirovana çiqas zimanê bêyanî bizanin disa dixwezin ku bi zimanê dayêka xwe biaxivin. Mirov bi zimanê
dayêka xwe bi xwe bawer e. Bi teybetî dayikan bi zimanên xwe gelên xwe parastine.

   
Dengê Kurdistan © 2010