psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 
   
 

Welatê  Xerîb

Yusuf  Budak

Ez bi salan e ku li Awistiryayê gor zagonên Awistiryayê jiyana xwe didomînim û azad im. Bê tirs

dixebitim,diçim meşan û betlanê. Li Konferansan de daxwezîyên xwe û pirsên xwe bi zimanê kurdî tînim ziman û dikanim ku hemû cîyan „Gelê Kurd û Kurdistan“ bibêjim. Gor zagonên Awistiryayê va gotinana ne qedexe ne. Lê belê li Kudistana Bakur Gelê Kurd û Kurdistan qedexe ne.Disa ez ji Awistiryayê çûm gelek welatên xerîb(Almanya,Macar,Tûnis,Kurdistana Başûr,Slowak,Ingîltere,Franse,Çek…)gerîyam.

 Mirov li welatên xerîb hindik tiştên cûda dibîne û dibîse. Destpêkê de mirov di derîyên sînorên dewlatan de zimanên cûda dibîse. Hemû miletên xerîb li welatên xwe zimanên xwe diaxifin,dinivîsînin û zimanê aborîyê jî pêşta çûye.

Pereyên wan dewletan û alên wan jî ji hevdûh cûda ne.Ango ew hemû welatên cûda ne. Dema ku ez “welat”dibêjim xalî (ax) tê bîramin.

 Waxta ku mirovek dijê zordestîyê bo beşêk ax mirinê jî digirî ber çavê xwe anjî dimire,ew beşa axê bo miletekî welat e. Ji ber vê sitemê gelek mirovên Kurd jî bo Kurdistanê  mirine.

Gotinek wiha heye:”Hemû giyayên heyî li ser koka xwe zîldidin”. Em kurdên welatparêz jî ji Kurdistanê hezdikin û diparêzin. Ez jî ji salan saleki,cara yekem li Kurdistana Başûr bûm. Dilê min li cîyê xwe bi haşî ne disekinîya. Min yekem ji ajotwanê taksiyê wiha pirsî:”Çima navê vî bajara Erbil û Hewlêr tê gotin?” Ajotwanê taksiyê wiha got:”Erbil bi erebî ye û Hewlêr ji bi kurdî ye.”

Bo min ji wan welatên xerîb,yek welatik jî Kurdistana Başûr bû. Min hemû cûdatîya navbera welatan li Kurdistana Başûr jî dîtin. Ji ber ku li Kurdistana Başûr zimanê nivîsandinê,axaftinê û aborîyê kurdî bû. Ala kurdî li hemû cîyan hebûn. Derîyên sînorên Kurdistana Başûr hebûn. Lê mixabin tenê pereyê Kurdistanê li holê tune bû.Bi teybetî ez li bajarê Duhokê û Hewlêrê zahf gerîyam. Mirov bi xwe hişyar dibe ku li welatekî xerîb de ye. Gor dîtina min,Gelê Kurd li Kurdistana Başûr azad e.

Gor dîtina min bo Kurdan li Kurdistana Başûr azad bûn û azad bûna dervayê welatên xerîbîyê ji hevdûh cûda ne. Mirov dikane wiha nav bike: ”Azadîya dervayî welat wakû cilekî paqiş li mirov e; lê belê ne cilê mirov e. Azadîya li Kurdistana Başûr jî wakû cilekî paqiş li mirov e û cilê mirov e.”Dema ku azadî  milkê mirov be,mirov bi xwe baware û rûken e.

Lê belê gerê Kurdistana azad bi zaneyî bê parastin. Xuya dike ku kêmasî zêde ne û gav bi gav kim dibin.  Min bi çavên xwe dît ku di trampêlan de çopê davên ser rêyan. Li bajarê Duhokê,cîkî bilind li ser erdê ala kurdî çêkirine. Ala kurdî gelekî mezine û ji dur va baş xuya dike.

Gor ditina min li ser erdê al çêkirin şaşî ye. Bi salan e ku em Kurd tirkan rexne dikin ku, tirkan li Kurdistana Bakur, ser çîyan ala tirkî çêkirine. Daxwezîya min eve ku em Kurd li welatê xwe de jî li ser çîyan alan çê nekin.Hat bîra min ku gelo va şaşîya ji tirkan xwe gîyandîye me kurdan?

Tirsa min nê mezin vaye ku, ji rojan rojekî Kurdistana Bakur jî azad dibe û kurdên Kurdistana Bakur, demekî dûr û dirêj xwe ji zimanê tirkî xilas nekin. Ji ber ku tirkan bi rêya asîmilasiyonê zimanê kurdî ji hewcatîyê derxistîye. Va rewşa jî bo perwerde bûna gelê Kurd astengekî mezin e.

Ez hêvî dikim ku rewşenbîrên Kurd li ser zimanê kurdî zêde disekinin û dikin armanc. Kurdistan bi zimanê kurdî  baş e û geş e.   

   
   
Dengê Kurdistan © 2011