psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 
Yilmaz Demîr- Şehîdê azadiyê

Kekê Yılmaz DEMİR wek mîna Metin Aksoy, Mustafa Çamlıbel, Ramazan Adıgüzel û hemû şehîdên RİYA AZADİ rihê xwe ji dest berda çu gihişt asîman. Îro disa xortên kurdewar, hogirên vefakar bîranîna Kek Yılmaz Demir dike. Bîranîna şehîdên kurdistan û RİYA AZADİ dike. Em dibêjin kû bi rih û bi xwîn em pey we ne. Em bawer in rojekî em ê dîsa werin ba hev û di RİYA AZADÎ bimeşin. Niha em ê Kek Yılmaz bi jîyana xwe, we ra bidin nîşan. De kerem kin jiyana şehîdê Kurdistan bixwînin û Keké Yılmaz binîn bîra xwe.

" Şer li mêj ve berderîyê me sekinîye ;

Em bi kuştin, bi mirin, bi her avayî amadene ku welatê xwe rizgar bikin, bixin rêza gelên azad, xelkê xwe serfiraz û bextewar bikin.

Qelendê niştîman her tim xwîn e. Em jî didin bê gilî bê gotin e. Em neferên Riya Azadî li ser çiqlên dara azadîyê dighîjin ku bingehê wê xakê Kurdistanê ya bi bereket e.

Li waxtê hukma faşist xwîna şehîdên Kurdistanê hin sor-gewez   kirîye, hêsuyê welat, hêvîya xelkê kurd pir kirine; Ewana wek kanîyên zelal û paqij dixûlxûlin li gelî û çîyayên me da. Hevrê Yılmaz jî bi bîr û bawerîyek rast û xurt   li meydana cengê şer kir, berxwe da.

Sirê Partîya xwe neda lê serê xwe da oxira Kurdistanek Azad û Sosyalist.

Bavê hevrê Yılmaz Demir şofor bû, ew li gel zehmetiya jîyanê xwand. Neheqîya sazumana zordest û kolonyalist dit. Di nav xwendewan û karkerên ciwan da bo hişyarkirin û rêzkirina wana li sefên RİYA AZADİ bê westan xebat kir.

Ew li bajarê Qonya û dorberên wî rumate me, sembola şervanên azadîyê bibû.

Baş têgiştî bu xet û meşîya Partiya Sosyalist a Kurdistan a Tirkîyê rast e û bi serokatîya partîya gelê kurd we bighîje armancên xwe ên dawî û xelkê kurd serberz bijîn.

Hin di xwendawanîya xwe da çend caran ji alîyen hêzê kedxwar û koledar hat girtin, di zindanan da ma, lê ew jibo xebat tucar nesekinî, dudilî nîşan neda her bawerîya xwe bi Riya Azadî anî.

Alikî ve jî hin nêziktir ditîn û metodên tekoşîne hînbû, ne tenê fêr bûn , her usa jî ew tiştên fêrbûyî dibire nav xebatkaran, propaxanda dikir. Karê rêxistinê dibir pêş.

Hember dek û dolavên xudanmilk û çîna karbidest bi aqilî radiwesta, heval û hogiran pê agahdar dikir.

Bi vê zîrekî û zanebûna xwe ket nav Partiya Sosyalist a Kurdistan. Sala 1980 Lise qedand, çû Amedê dest bi xwendina zanîngehê kir. Lê xulamokên hukma zorbe, polêzên Amedê pê agahdar kiribun, ku ev meriv bo wan dijminekî pir xedar e.

Dar û destên hukumete ewî hertim li wira jî bin çavan girtin. Hevrêyê tekoşer di şertên faşîyê da jî karê xwe domand, hemû weşan bi aqilî di nav xelkê û xwedavanan da belav kir, riya rizgarîya gel û welat bê tırs û xof nîşanda.

Dema koledar bi çavsorî erîşê ser endam û hevalbendên Partiya Sosyalist a Kurdistan kirin, hevrê Yılmaz DEMİR jî di sala 1981’an da hat girtin. Bi teda   û işkence, bi vir û derew, bi tirsandin û zilim nekarîn hevrêye canpola bînine ser gotina xwe, ruhîyeta wî yê bilind bişkênin. Ew çax dizanibû di vê şer û tekoşînê da ya azad jîyîn, ya bê tirs çûyina nav qeflê şehîdan hewceye.

Ji ber vê rik û bê tirs bûne, xûlamokên cuntayê faşîst dixastin wî û mêrxasên din ên Kurd ji ortê rakin. Girtîyên sîyasî serê salê 1984’an dijî îşkence û zulman li zindana Amedê dest bi xwe birçîhîştinê kirin. Xwe birçîkirin bû sedemek dest wan xwînrêjan. Bi her awayî ajotine ser welatparêzên Kurd. Ji her hovîtîya hukma faşî kekê Yılmaz, ji bo protestokirinê, riya xwe da mirinê ji û nav me çû. Lê bi vê karî ve moral û tekoşîna girtîyan hin geşkir, pêşta bir, hin welatparêzên din ji bi wî şiklî protestoyên xwe nîşan dan.

Tevgera rizgarîya Kurd ji bo azadî û sosyalîzmê bi xwîna ewledên pispor û fidakar her pêşta diçe, aşê şoreşê bi xwîna şehîdan dizvire û heta ev doz serbikeve jî wê bizivire.

Yılmaz DEMİR di 29’ê çilîyê Paşîn sala 1984’an da li Cİhanbeylî li gundê Yenîceobayê bi merasîmek giran ewî dane axa sar. Leşker û polêz nehîştin xelk li merasîmê beşdar be, lê xelkê me wezîfên xwe yê dawî ye bi xurtî anîne cîh. "

Murat Rohat
Dengê Agirî
 

 
   
Dengê Kurdistan © 2011