psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 

Serê Salê Binê Salê

Yılmaz Çamlıbel

Ev şêst sal in, ez ji welatê xwe dur im. Bi gotinek din, ez koçberek şêst salî me. Nûha çawane ez nizanim. Li dema piçuktîya min da,  li tev gund û bajarên Serhedê da, serê salê dihate pîrozkirin.

Xort, li ser hev kom dibûn. Xurcek yan jî torbek didane destê yekî. Ew kes dibû mesulê keşkulê. Çend xort jî dibûn pasewan. Keşkula komkirî diparastin. Ji ber ku hinek kes, xwarin û vexwarinên komkirî direvandin.

Koma xortan, mal bi mal digerîyan. Li ber derîyê her malê da, gor rewşa wê malê, daxwazên qenc, rind û balkêş digotin. Kebanîyên her malê, li ser van gotinan, keşkul didane xortan. Gotin çiqas baş bûya, keşkul jî ewqas rind û zêde dibû.

Minak, ger di malek da nexwaşek hebûya, koma xortan bi hev ra digotin, “Serê sale binê sale, xwedê şifa bide nexwaşê malê”

Ger di malek da pîrejinek yan jî kalemêrek hebûya, digotin “Serê sale binê salê, Xwedê imrek dirêj bide pîrejina/ kalemêrê malê.”

Ger cîwanek ber bi miraz hebûya, digotin „Serê salê binê salê, xwedê mirazek baş bide keça/xortê malê.”

Ger di malek da bûkek bêderguş hebûya, digotin „Serê sale binê sale, xwedê derguşek lawîn bide bûka malê.”

Gava gera nav gund yan bajêr xilas dibû, hemû  xort di nav malek da li ser hev komdibûn. Xwarin û vexwarinên xwe ji turkê derdixistin. Tiştên xav li ser agirî da dipetin. Hetanî berbanga sibê, dixwarin, vedixarin, digotin û dikeniyan. Gelo ev pîrozbahî, hê domdike yan na, ez nizanim.

Ji bo xortên ku di metrepolên Tirkîyê da dijîn, ji wan ra pêşnîyazek min heye. Ez dibêjim sersala 2011 da, li ser hev kombin. Sersala xwe, gor torevanîya Kurda pîrozkin.

Herin li ber derîyên parti û komelan, li ber derîyên leşker, nivîskar, akademîsyen û hunermen dan. Di wan deran da gor hêvî, daxwaz, fikir û ramanên xwe, tiştek bêjin.

Mînak, herin ber derîyê parlementoya Tirkîyê, bi hev ra biqîrin, bêjin “Serê salê binê sale, Em bimîzin nava vê malê.

Herin ber derîyê Serokvezîrê Tirka, bêjin „Şêlandî ye zik têr e. Mêzebikin çi mêr e? Bibin daynin ser merg e, Bila li wir biçêre.”

Herin ber derîyê partî, komel û keseyatên bisilmanên Tirkan, bi hev ra bêjin “Tu çima bê guman î. Bê dîn û bê îman î. Dijminîya Kurda dikî, Tu çitu bisilman î?”

Herin li ber derê Kemal Kiliçdaroğlu da bêjin „Beton Misto pîrê te. Bê namûsî karê te. Ne Kurd î ne Elewî, Lenet were şîrê te.“

Herin li ber derîyê arteşa Tirkan biqarin „Binhêrin gayê hanê? Qeda were dewranê. Paşayên Tirko bigrin, bikin nava garanê.“

Herin ber parti, komel û keseyatên çepên Tirkan bêjin „Mêze bikin vî kerî. Bi qoç vedike derî. Bi qûnê difikire, rêva diçe ser serî.“

Herin li ber derên nijastperestên Tirkan bêjin „Kuro Tirko vireko. Bêbexto tirsoneko. Ji bin erdê derkeve, çirto virto tireko.“

Li meydana Taksimê da li ser hev kombin, bi hev ra biqarin, bêjin „Her kes here walatê xwe. Bila bijîn serbixwe. Kurd rabûne ser pîyan, zalim rîtin binê xwe.“

Belê xortên delal! Divê hûn dawîyê da jî herin Gemlikê. Keştîyek kira bikin. Li der dora girava Îmralîyê da çend tûr bavêjin û bêjin „Way me çi kir, me çi nekir? Me xalî serê xwe kir.“

Sala nû, bila ji we ra, ji malbatên we ra, ji miletê Kurd ra, xweşî, geşî, serfirazî û bextewarî bîne.

 
   
Dengê Kurdistan © 2010