psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 

Hevpeyvîn-Kurtuluş Tayîz

Em li welatekî wisa dijîn ku ji çewisandinên li ser hunermend û rewşenbîranzêde ne xerîb e. Yilmaz Guney û Ahmet Kayayê ku neçar man welatê xwe biterikînin, hê jî di bîra mirovan de ne. Kuştina Hrant Dînk, mînaka herî dijwar a çewisandina rewşenbîran e. Serpêhatiya Orhan Pamûkê ku xelata Nobelê wergirt jî, ji yên din cudatir nîne; ew jî li welatê xwe nikare bêtirs bigere. Her wiha Şivan Perwer heye ku haya me zêde jê tuneye. Perwer, 36 sal in ku ji welatê xwe dûr, li sirgunê dijî. Ji ber tehdîda kuştinê ya rêxistina TAK’ê, vê gavê ew di bin ewlekariyên sext de dijî. Tarafê pirsên ku raya giştî û bengiyên wî meraq dikin jê pirsî. Herçî Şivan e, gotinên xwe texsîr nekirin. Va ye ew hevpeyvîn…

Şivan Perwer: “Bi gefxwarinan nikarin min teslîm bigirin“ *

Kurtuluş Tayîz

Em li welatekî wisa dijîn ku ji çewisandinên li ser hunermend û rewşenbîranzêde ne xerîb e. Yilmaz Guney û Ahmet Kayayê ku neçar man welatê xwe biterikînin, hê jî di bîra mirovan de ne. Kuştina Hrant Dînk, mînaka herî dijwar a çewisandina rewşenbîran e. Serpêhatiya Orhan Pamûkê ku xelata Nobelê wergirt jî, ji yên din cudatir nîne; ew jî li welatê xwe nikare bêtirs bigere. Her wiha Şivan Perwer heye ku haya me zêde jê tuneye. Perwer, 36 sal in ku ji welatê xwe dûr, li sirgunê dijî. Ji ber tehdîda kuştinê ya rêxistina TAK’ê, vê gavê ew di bin ewlekariyên sext de dijî. Tarafê pirsên ku raya giştî û bengiyên wî meraq dikin jê pirsî. Herçî Şivan e, gotinên xwe texsîr nekirin. Va ye ew hevpeyvîn…

***

Birêz Perwer, derbarê vegera cenabê te ya bo Tirkiyeyê rewşa dawî çi ye? Li ser vê mijarê hevdîtinên te yên bi Hikûmeta Tirkiyeyê re hene gelo? An jî derbarê vê mijarê de, bi qasidiya hinek parlamenteran hevdîtinek ligel te hate kirin an na?

Vegera min vê gave di rojeva min de tuneye. Bi rayedarên hikûmetê an jî bi parlamenteran re carcaran hevdîtinên min çêbûn ku di çapemeniyê de jî cih ji xwe re terxan kirin. Di hevdîtinên bi kesayetiyên polîtîk de, ku di nav wan de Wezîrê Çandê birêz Gunay û Alîkarê Serokwezîr birêz Arinç jî hebûn, min derfet û mecal dît ku bi awayeke rasterast behsa şert û şirûtên derveyî mirovahiyê bikim ku gelê min tê de dijî. Lê belê derbarê vegera min de, ji tu kesî daxwaza min çênebû.

Gelo te bi daxwaza xwe Tirkiye terikandibû an na?

Wekî hûn jî dizanin, min bi xwesteka xwe, welatê xwe neterikand. Welatê min û gelê min, çavkaniya bingehîn e ku hunera min jê têrav dibe. Ev 36 sal in ku ez ji welatê xwe dûr im. Jiyana bi vê hesretê, hestekî wisa ye ku, bi tenê kesê ku dijî dizane. Min ev yek di gelek stran/kilamên xwe de aniye ziman. Ma kî dixwaze bi hestekî wisa bijî? Lewre jî, ji siya hesabên polîtîk dûr, gava ku şert û mercên ku ezê bikaribim, bi awayeke azadane hunera xwe pêşkêş bikim pêk werin, bêguman ezê vegerim.

Li Tirkiyeyê rewşa siyasî ya heyî û bandora PKK’ê jî di nav de, astengiyên li ber vegera te çi ne?

Wekî hunermendekî azad ku esaretê red kiriye, dixwazim dem û rêbaza vegera welatê xwe bixwe diyar bikim. Ezê nikaribim hewldanên ku min ji taybetmendiyên min ên ku min dikin Şivan Perwer dûr bixin, bipejirînim. Nikarim bibêjim ku di vî warî de rehet im. Bi hisên xwe yên hunermendî dikarim bibêjim ku ji min tê xwestin ku ez bibim Şivan Perwerekî ji gelê xwe veqetiyayî. 36 sal in çima jiyana sirgunî dijîm? Qedera min, ji qedera gelê min cuda nîne ku…

Tirkiye, ne ew Tirkiye ye ku we 36 sal beriya niha terikandibû…

Hinek gavavêtinên hikûmetê yên ji bo veguherandina polîtîkayên red û înkarê yên 80 salî û li ser vegera min bangawaziya qismek ji rayedarên hikûmetê, şayanê kêfxweşiyê ye. Lê belê em dizanin ku 80 sal ji bo gelê min, ji serî heta binî bû jiyaneke dojehî. Mixabin ev rewş bi awayeke berfireh berdewam dike. Girtîgeh hê jî di dev de tije ne. Li Kurdistanê operasyonên leşkerî berdewam in. Bi dehezaran kurd, wekî min li penaberiyê ne, bi hezaran ciwanên kurd, di encama zilm, êş û trajediya ku gelê kurd jiyaye/dijî hê jî li serê çiyê ne.

Hê jî ji malan zêmar bilind dibin, cenazeyên ciwanên me, kezeba dayîkan diperitînin. Ev rewş min diêşîne, ji dilê min xwîn diherike. Bi vegera min, wê ev trajedî bidawî bibe? Ma mirov dikare Şivan Perwer ji êşên ku gelê wî dikişîne cuda bifikire? Dibe ku derbarê min de, xwediyê niyeteke pak bin. Lê belê divê nêzîktêdayînên hikûmetê, derkevin derveyî qezencên polîtîk ku girêdahiyê hesabên hilbijartinê ne.

Ew çawa dikarin derkevin derveyî hesabên hilbijartinan?

Divê hikûmet, ji bo çareseriya Kêşeya Kurd, gavên bingehîn ên bi bawerî biavêje. Gelek rewşenbîr û hunermendên kurd û tirk jî, ku girîngiyê didim fikrên wan, diyar dikin ku hikûmet derbarê çareseriya Kêşeya Kurd de gavên berbiçav navêje, nikare biavêje. Zanyarê mezin Îsmaîl Beşîkçiyê ku beşeke mezin ji jiyana xwe ji bo azadiya kurdan, di girtîgehan de derbas kiriye, ku divê tirk bixwe jî pê serbilind bin û heman baweriya gelek rewşenbîrên ku wekî Ahmet Altanê ûjdanê gelê tirk, ku ji bo şer bidawî bibe, Kêşeya Kurd çareser bibe, xwe diçirçirîne difikirin, gumanên min zêdetir dikin.

Li ser nûçeyên vegera we ya Tirkiyeyê bertek/reaksiyon hatin nîşandan…

Ne tiştekî xerîb e ku partiyeke ji bilî xwe mafê jiyanê nedaye tu fikir û ramanê, wekî dewletê ji bo her cure cudahiyê ji holê rake û feraseteke tekane ava bike, şidet (tûndûtijî) jî di nav de serî li her riyê daye, hunermendekî ku serî li wan hildaye ji xwe re bike hedef. Di demên borî de jî ez rastî helwestên wiha hatim. Gava ku min stranên xwe bexşî gelê xwe dikir, min baş dizanî ku ezê ne tenê bibim hedefa dewleta tirk, her wiha haya min jê hebû ku ezê li herêmê bibim hedefa dewletên din ên çewsîner. Lê nedifikirîm ku ezê rojekê bibim hedefa partiyeke ku îdîa dike ew li ser navê kurdîtiyê tevdigere. Lê tiştekî ku ew ji bîr dikin heye. Heke ez ji çewisandin û tehdîdan bitirsiyama, hê ji serî ve ezê nebûma Şivan Perwerê dengê gelê xwe.

Tu bi xiyanetkirina bi doza kurdan têyî tewanbarkirin. Hinek derdor di vî warî de kampanya dane destpêkirin. Gelo li ser vê yekê çi difikirî?

Xemgîn dibim. Ne li ser navê xwe, lê zêdetir ji bo kesên ku van kampanyayên lîncê bi rêve dibin, ji bo ciwanên kurd ku di van kampanyayan de têne bikaranîn xemgîn dibim. Kesên ku van kampanyayan bi rêve dibin, gelo nabînin ku dişibin dewletên milîtarîst? Binêrin, kesên ku di kampanyaya lînçkirinê ya Ahmet Kaya de cih girtin, vê gavê ji kiryarên xwe yên wê demê fedî dikin. Her gava ez difikirim ku wê rojek ev ciwanên hanê, ji ber kiryarên xwe fedî bikin, xemgîn dibim.

Cenabê te rewşa xwe dişibîne rewşa Ahmet Kaya… Gelo tê çawa tevbigerî?

Divê ez careke din bibêjim ku ji helwestên dewletê PKK’ê bi têra xwe nerehet im. Hesabê dewletê an hesabê PKK’ê, çi dibe bila bibe, her nêzîtêdayîna ku îradeya/vîna min dixe bin îpoteka xwe, min diêşîne. Dive herkes zanibe ku Şivan Perwer, wekî hunermendek bi tu awayî xwe înkar neke.

Di demên dawî de hûn pêrgî êrîşan hatin an na?

Bi riya telefonan heqaret li hinek hevalên me û weqfa me hatin kirin, ya ku li Bonna Almanyayê ye û ez li wir pêşengiya pêşdebirina hunera kurdî dikim. Her wiha hinek tehdîd jî hatin. Bawer im tiştên manîpulatîf ên li ser min têne nivîsandin, hinek kesan sor kiriye. Kesên ku xwedêgiravî/qaşo karên çapemenî û rojnamegeriyê dikin, bêyî ku serî li fikrên min bidin, bi nivîsên xwe berê riya gelek kesan dan aliyên şaş. Min bi piştdayîna gel, siyasetkirina şaş, şelafiya bi hikûmet û dewletê, bi ser de jî bi xiyanetê tawanbar kirin û kirin hedef. Bi riya malperên civakî, kampanyayên kirêt hatin organîzekirin. Min bersiva xwe li ser heman malperan da. Min di tevahiya jiyana xwe ya hunerî de, bi tu awayî serî ji gefxwarinan re netewandiye û herdem di riya ku min dizanî rast e de meşiyame.

Li ser tehdîdan an jî li ser kampanyayên tehdîdkar ku derbarê te de têne meşandin, gelo şêwaza jiyana te guherî an na? Tu neçar mayî ku konserên xwe, bernameyên xwe yên hunerî betal bikî?

Di şêwaza jiyana min de guherînek tuneye û wê nebe. Bi tenê tevdîrên ewlekariyê, bêyî îradeya min hatine zêdekirin. Her wiha ez xemgîn dibim gava hinek derdorên ku konserên min organîze dikin ditirsin. Ez di wê baweriyê de me, evîna ku min bi hunera xwe daye gelê xwe wê min biparêze.

Wekî hunermendekî ku Qetlîama Helebceyê bi dinyayê daye bihîstin, êşa gelê kurd aniye ziman, tawanbariya îxaneta bi kurdan re, bi te re hestekî çawa afirand?

Gelê kurd min bi îxanetê tawanbar nake. Ev tawanbariya giran a ku hinek derdorên nêzî PKK’ê, şerma wan bixwe ye. Di tevahiya jiyana xwe ya hunerî de, li dijî çewisandin û zilmê bûm dengê gelê xwe. Di vê sekna min de guherîn tuneye û wê nebe. Divê herkes vê yekê baş bizane. Ezê nekevim nava tevger an hewldaneke ku gelê min û hezkiriyên min pê xemgîn bibin. Lê belê ez kesayetiya hunermendiya xwe ya serbixwe û îradeya xwe jî radestî kesî nakim. Hêvî dikim derdorên ku bi agahiyên manîpulekirî têne agahdarkirin jî vê yekê di demeke nêz de fêhm bikin.

Tê îdîakirin ku cenabê te ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî xwe nêzîkî AKP’ê dike…

Arastekirina pirseke wiha bixwe jî, min diêşîne. Min berê jî gotibû, tu kesek nikare nirxên Şivan Perwer bikire. Gava ku ez xwe didim ber gelek xetereyan û bi hunera xwe, bi gotinên jiyaneke hevpar, birûmet û azad bangawaziyê li gelê xwe dikim, fikra berjewendiyên şexsî çawa tê bîra kesan? Derbarê vê yekê de daxuyanîdayîna min bixwe jî, hesteke wisa ye ku nayê tehamulkirin. Ev nêzîktêdayînên erzan in û divê nifşên nû bi van îftîrayan nexapin. Xala bingehîn a ku jiyana min kifşe dike, li welatekî azad, di nava civakeke azad de, wekî kesekî azad jiyan bixwe ye.

Divê hikûmet di warê Kêşeya Kurd de çi bike? Cenabê te rewşa heyî çawa dinirxîne?

Li Tirkiyeyê hinek gavên erênî têne avêtin. Gavên ku hinek derdorên milîtarîs-derbekar bêbandor dikin, her wiha ji rêxistinên îlegal ên mîna Ergenekonê ku pişta xwe bi dewletê ve girê dabûn û malik li kurdan, rewşenbîran û demokratan dikirin, hesap tê pirsîn. Ez piştgiriya van gavan dikim. Hikûmet leşkerên ku hewl didin li dijî wê derbeyê pêk bînin, derdixe pêşberî dadgehê. Lê hê jî derbarê heman leşkerên ku li Kurdistanê bi hezaran kuştinên kiryarên wan ne diyar kirine, hewldaneke berbiçav nekiriye. Leşkerên ku zarokên kurd ji xwe re dikin, textikê hingavtinê, serbest didin berdan. Polîsên ku serê zarokan bi destikên çekan dişkênin li ser kar in.

Serokwezîr Erdogan çendek berê careke din li Ewropayê got asîmîlasyon sûceke mirovahiyê ye. Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî parast. Lê belê li heman Tirkiyeya ku serokwezîr birêve dibe, mafê perwerdehiya zimanê zikmakî ya kurdan qedexe ye. Herçî asîmîlasyon e, polîtîkayeke dewletê ye.

Divê gavên çawa bêne avêtin?

Li dinyaya hemdem, tecrûbeyên jinûvesazkirina nav gelan û di çarçoveya wekheviyê de ji bo hembêzkirina wan, tecrûbeyên têne zanîn hene. Ji bo lihevhatina civakî, beriya her tiştî divê girtîgeh bêne valakirin. Abdullah Ocalan jî di nav de, divê tevahiya girtiyên kurd bêne berdan. Divê rê li ber vegera bi dehezaran kesên sirgunkirî, bi hezaran kurdên li serê çiyê bê vekirin. Divê ji bo lihevhatina civakî û aştiyê, di vî warî de gavên ku baweriyê didin mirovan bêne avêtin.

Hinek şaredar û siyasetmedarên kurd ên naskirî ji doza KCK’ê hatin girtin…

Bi lêxistina kelemçeyan girtina şaredarên hatine hilbijartin, girtina siyasetmedarên kurd ku bi awayeke eşkere siyasetê dikin, redkirina parastina wan a bi kurdî, bi ser de jî zimanê kurdî ku qenala fermî ya dewletê 24 saetan weşanê pê dike, wekî “zimanê ku tê texmînkirin kurdî ye“ derbaskirina qeydan, ji bo Tirkiyeyê û hikûmeta ku dibêje min bernameya demokratîkbûnê daye ber xwe, dubendiyeke mezin e. bi vî awayî biçûkxistina zimanê kurdî, bi tena serê xwe mînakeke cehaletê ye. Heke hikûmet di gotinên xwe de samîmî ye, divê astengiyên li pêş siyaseta vekirî rake û siyasetmedarên ji doza KCK’ê girtîne serbest berde.

Nêrîna te ya li ser TRT Şeş’ê çi ye?

Vekirina televizyoneke ku 24 saet weşana kurdî dike gaveke girîng e. Lê belê ji ber ku kanala TRT Şeşê hê jî negihaye ewlekariyeke zagonî, cihê fikaran e. Jixwe ez ji dema avakirina wê heta niha piştgiriya xwe bo kanala Kurd1’ê dikim ku ji Parîsê weşana xwe dike. Ez bi kurdî pêşkêşkirineke kamil û tekûz wekî erkekê dibînim. Ez ne di wê baweriyê de me ku TRT Şeş ji kanalên din ku “Kurtlar Vadîsî/Newala Guran“ an jî “Tek Turkiye/Yek Tirkiye“ diweşînin xerabtir e. 


Ocalan di daxuyaniyeke xwe de got; “Bila Şivan xwe nede bikaranîn.” Li ser vê yekê çi difikirî, tu xwe didî bikaranîn?

Birêz Ocalan ji aliyekî ve ji min re û ji Birêz Kemal Burkay re dibêje bila werin di pêvajoya çareseriya demokratîk de cih bigirin, ji aliyê din jî dibêje bila xwe bi destê AKP’ê nede bikaranîn, an na wê di çavên gel de qedrê wî wekî pênç peran jî namîne. Nîşaneya bikaranîna min, hevdîtina bi wezîrekî AKP’yî û di wê hevdîtinê de rastiya Kurd û Kurdistanê axaftin e, an jî ji wan serbixwe hevpeyvîndayîna televizyonekê ye?

Dîsa cihgirtina di nava pêvajoya demokratîk de, ilehîm hereketkirina di nava hebûna wan bixwe de ye gelo? Ji dêvla ku destê dostaniyê dirêjî kesekî wekî Birêz Burkay bike ku piraniya jiyana xwe bi hepis, sirgun, siyaset û edebiyatê xerc kiriye, wî biçûk dixe. Ev nêzîktêdayîn ne rast in û ne jî samîmî ne. Jixwe di serî de divê mirov hurmetê nîşanî herkesî bide ku di têkoşîna kurdan de ked dane. Divê mirov wan bi cudahiyên wan ve bipejirîne û divê tehamula mirovan ji rexneyan re hebe. Di civakên ku ji dengên muxalîf re tehamul nayê kirin de, mirov nikare behsa demokrasiyê bike. Heke PKK û Birêz Ocalan, yekitî û başiya gelê kurd dixwaze, ne ku me tehdîd bike, divê destê dostaniyê dirêjî me bike û bibêje; “Dostno de ka werin em vê meseleyê bi hev re çareser bikin.“ Lê helbet divê bi awayekî ku guh bide me û hurmetê nîşanî fikrên me bike…

Jibo ku tu vegerî Tirkiyeyê, hewce dike ku tu ji hinek kesan destûrê wergirî? An jî erêkirina hinek kesên din pêwîst e?

Ez ne mecbûr im ji bo ku li pêşberî raya giştî hevdîtinan bikim, daxuyaniyan bidim çapemeniyê û gava şert û şirût amade bin ji bo vegerê ji kesekî destûrê wergirim. Helbet ez giringiyê didim dost û hezkiriyên xwe û hay ji hesasiyetên gelê xwe heme.

Birêz Ocalan beriya her tiştî bang li alîgirên xwe bikira wê baştir bûya. Ew alîgirên ku ku bêyî biryara min a vegerê hebe, bi belavkirina nûçeyên şaş derbarê min de kampanyayên lîncê dan destpêkirin û hatin radeyeke wisa ku min bi mirinê tehdît bikin. Siyasiyekî wekî wî ku girtî ye, divê ji bo azadiya kesên din, mafên wan ên jiyanê, baldartir bûya. Bêtehemuliya kesên ku dibêjin ew ji bo gelê kurd demokrasî û azadiyê dixwazin, bi ser de jî her ku diçe wekî dewletên ku li dijî wan têdikoşin, heman ziman û rêbazî bi kar tînin, dubendiyeke qerase ye.

Ev rewş siyaseta dîktatorên ereban tîne bîra min. Wan jî mafê jiyanê nîşanî kesên ne ji wan in, wekî wan nafikirin, li ser navên wan methiyeyan çênakin, çi kes, çi hunermend, çi nivîskar û rewşenbîr nedidan. Wê hem ji bo wan, hem jî ji bo gelê me bi xêrtir be ku tevgerên kurd, xwe ji bandorên ferasetên Stalînîst, Baasîst, Kemalîst rizgar bikin û bi awayeke demokratîk tevbigerin. Di serdema me ya modern de ku ragihandin û teknolojî her diçe bipêş dikeve, hewce nake mirov çav li Gilgamêş bike û xwe bike wekî wî.

Di malpera înternetî ya TAK’ê (Teyrebazên Azadiya Kurdistanê) de, belavokeke gefxwarinê yak u nave te jî tê de derbas bû hate weşandin.

Belê. Rêxistina bi navê TAK’ê ku yek ji dezgehên PKK’ê ye, tevî hinek rewşenbîr û siyasetmedarên kurd, navê min jî da û bi awayeke eşkere ez bi kuştinê tehdît kirim. Cihê fikarê ye ku ev tehdîdên hanê, piştî daxuyaniyên Ocalan hatin. TAK, heke wekî ku tê îdîakirin yek ji organîzasyonên dewleta kur ku bi armanca provokasyonan hatiye avakirin nebe, naxwe berpirsiyariya siyasî ya tevahiya êrîşên li dijî min û rewşenbîr û siyasetmedarên din ên kurdan, ya Birêz Ocalan û dewletê ye ku di her daxuyaniya xwe de pesindariyan pêşkêşî wê dike. Ev organîzasyona ku her gotina Ocalan wekî ferman dipejirîne, heke agahî û erêkirina Ocalan û dewleta kûr ku li Îmraliyê kon vedaye tunebe nikare tu tiştî bike.

Bi navgîniya rêxistinekê tê xwestin ku tevahiya rewşenbîrên serbixwe û azad difikirin bêne bêdengkirin. Dewlet dixwaze di nava civaka Tirkiyeyê de, di şexsiyeta Îsmaîl Beşîkçî de tevahiya rewşenbîr û rojnamegeran bi cezayên hepsê bêdeng bike. Herçî PKK ye, dixwaze kesên wekî Şivan Perwer, Kemal Burkay û (di demên derbasbûyî de) Leyla Zana, Osman Baydemîr û Ahmet Türk ku di nava civaka kurd de şexsiyetên têne hezkirin, bi awayeke psîkolojîk terorîze bike û bi vî awayî dengên wan bibire.

De baş e tu difikirî çi bikî?

Her çiqas Ocalan bi riya zilamên xwe gefan jî li me bixwe, em dixwazin ku -ew jî di nav de- tevahiya siyasetmedarên kurd di qadeke azad de bijîn û siyasetê bikin û em têkoşîna di vî warî de, wekî erkekî mirovî dipejirînin. Çawa ku min bi salan, bi hunera xwe têkoşîn da ku gelê min, wekî gelên din bi awayeke wekhev bijî, ezê ji bo avakirina aştî û biratiyê, piştgiriya xwe bêyî ku bitirsim pêşkêş bikim û ezê ji tu gefxwarin û tehdîdê re serî netewînim. Çawa ku ez polîtîkayên çewsîner û kirêt ên dewleta Tirk rexne dikim, ez wisa jî xwe ji gotina şaşiyên tevgerên kurd nadim alî. Bila kesek nefikire ku ewê bi gefxwarinan, îradeya min teslîm bigirin û min bêdeng bikin.

Kurtedemek berê di rojnameyekê de hate nivîsandin ku cenabê te heqaretê li gelê tirk kiriye. Bi rastî jî wisa bû?

Beşek ji dezgehên çapemeniyê, axaftina min a di çalakiya Newrozê de, bi awayeke ku axaftineke dijminane be nîşan da û di çavên gel de nîşan dan ku ez li dijî gelê tirk im. Li ser vê nûçeyê, hinek komên neteweperest-nîjadperest ên li Tirkiyeyê, êrîşî min kirin. Min li dijî zilmê û serhildanê stranên xwe gotine. Lê li hêla din, min her dem li ser biratî û dostaniya gelan jî gelek stran gotine.

Derdorên nîjadperest û rantxur îro tovên nîfaqê dixin nav gelan. Gelê kurd û gelê tirk her dem xwestiye bi biratî bijî. Pevçûnên çekdarî dijminatiya di navbera gelan de, berdewam dikin û dikin aliyên radîkal xurt bibin û dijminatiya nav gelan geştir dikin. Di vê serdemê de pêwîst e herkes peywira dikeve ser milan bi cih bîne û dawî li vê dijminatiya heyî were.

Wekî gotina dawî, heke bi daxuyanî û axaftinên xwe, çi kurd çi tirk, min dilê mirovekî jî şikandibe, lêborînxwestina ji wan wekî dilpakiyekê dihesibînim…

kurtulustayiz@gmail.com

Rojnameya Tarafê, Kurtuluş Tayîz, 9 Adar 2011 Çarşem

 
   
Dengê Kurdistan © 2011