psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 

Li ser rewşa Kurdîstana rojawa (Nuçe – Analiz)

Seyîdxan Kurij

Kurte dîroka Kurdên Rojawa

Di encama şere Cîhanê yê Yekemîn di salên 1914–1918 de Kurdistan cara didoyê, li gor peymana Sayiks-Pikos, di sala 1916-an de, parve dibe û Kurdistana Sûriyê (Cezirê, Çiyayê Kurmênc û Kobaniyê) li gor peymana Tirkiye û Firansa di 20.10.1921-ê de li Biryan-Bekire, bi Sûriye re, dikeve bin nîrê Firansa ye.

Di 17-ê Nîsanê sala 1947-an de Surîye ji Firansayê rizgar bû, bû dewletek serbixwe.  

Lê li Sûriyê tenê di salên 1954-1958 demokrasî hebû. Di 22.02.1958-an de Sûriye û Misirê Komara Ereb ya Yekbûyî (KEY) ava kirin. Di dema Komara Erebiya Yekgirtî de (1958-1961) zulmek giran hat ser gelên Sûriyê, bi taybetî ser Kurdan û mixalefeta kommunist. Bi sedan Kurd û Kommunist hatin girtin, bi dehan hatin kuştin. Lê bi taybetî ji salên 1963 pîştî ku partiya Baas desthilatî wergirt, rewş hîn xiraptir bû. Hestên netewperestiya ereb ya şovên xurt bûn. Heta navê Sûriyê hat guhartin. Ji „Komara Sûrîyê“ navê welêt kirin „Komara Erebiya Sûrîyê“ û heta niha jî wisa ye. Ala welêt hat guhartin. Planên erebkirina  hêrêmên Kurdan li Cizîrê, Kobanê û Efrînê di wê demê de destpêkirin.

Di 14. Hizêranê sala 1957-an de bi beşdarbûna O. Sebrî, Reşît Hemo, Mihemed Elî Xoce, Şewket Henan, Ebdilhemid Derwîş, Xelil Mihemed, Hemze Niwêran damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê hat damezirandin û dr. N.Zaza dibe serokê wê. Ji ew dem vir va li Surîyê partîyên Kurd ji bo mafên Kurda yên netewî – demokratîk karû barê xwe didomînîn.

Di 5-ê Cotmehê 1962-an de li parêzgeha Cezîrê “serjimartin” hat çêkirin û nasnamên Sûriyê ji nêzîkî 150 hezar kurdî hatin vekşandin. Hejmara ewana gihiştîye 300 hezar.Ew li ser xaka bav û kalên xwe bûn biyanî û hemî mafên hemwelatiya Sûriyê ji wan hatin standin.

Partiya Be’s li Sûriyê, di sala 1966-an de biryarara “ Kembera erebî ” derxist. Li gor vê kembera şoven dewletê dest bi valakirina gundên Kurdan ên li ser sînorê Kurdistana Turkiyê û Kurdistana Îraqê, ku ji Serê-Kaniyê de dest pê kir û bi bajaroka Til-Koçer kuta dibin, kir û Ereb anîn dewsa Kurdan û li wir cîwar kirin.

Dirêjahiya vê kembera nemirovane 375 km, pehnbûna wê 15 km bûn. Bi kurtî, mebesta dewletê ew bû ku Kurdên sê beşên Kurdistanê ji hevdû bi dûr xîne û bizava neteweyetî li Kurdistana Sûriyê û armancên wê birîn bikin. Bi vî rengî jiyana miletê kurd di warê aborî û civakî de hîn xeraptir bû.

Li Sûrîyê serîhildan

Piştî pêncî sala desthilatdarîya Partîya Baas di 15ê Adarê de li bajarê Şamê xwepêşandanên dest pê kirin û piştre li Deraa germtir bûn, dema hêzên ewlehiyê 6 kes ji xwepêşanderan kuştin hêdê hêdî li bajarên din jî belav bûn heta gihişt derdora Şamê, Banyasê û herêmên kurdan li Cizîra Sûrî wek Qamişlo, Amûde û Hisiça. Ji ew rôjê vir va xwepê^wendan didimi. Piranî rojên înê gel dikeve liser kolonan û ji bo ruxandina desthilatdarîya Partîya Baas xwepêwendana pêk tîne. Serhildana gel li sûriyê 3 meh derbaz kir û niha di hefteya 13ê de ye û her roj çarçoveya wê hê berfirehtir dibe.

Ew serîhildan bir rêya înternet ango facebookê tê organîze kirin û serkeşîya wê ciwan dikin. Ji ber wê ji rejîm mat mayî maye, nizane çi bike, çawa pêşîya vê tevgerê bigre.

Li Sûrîyê hêzên mixalîf

Li Sûriyê du hêzên sereke yên mixalîf hene hene: Birayên Musulman û Kurd.

Lê rêxistinên asurî-suryanîyan ji hene.

Mixalefeta Surîyê wan salên dawî di çend enîya de hatîye li cem hev. Ji ewana çend grup ewin:

- Ragihandina Şamê: Ji partiyên lêbiral û çep û hin partiyên netewperest yên ereb, ligel birek kesayetiyên serbixwe pêk tê. Hin rêxistinên kurdî jî di ragihandina Şamê de hene, wek Partiya Pêşverû Kurd, Partiya Yekîtiya demokrat, Al-Partî û …. 

- Eniya Xelas: Ji cîger serokê Sûriyê yê berê Ebdilhelîm Xedam û hin rêxistin û kesayetiya pêk tê. .

- Partiya Îxwanî Misilmîn ( Olperest ): Ev partiya ya herî bi hêze di nav rêxistinên opisizyonê de. Ji xwe tê gotin ku têkeliyên xwe bi Erdogan re başin. Ew kongirê ku li Entalya berî çend heftan lidar ketî ew têde hazir bûn.

Li Sûrîyê terora dewlet

Li gor ragihandina berpirsîyarê herema rojhelatanaverast yê Rexistina Piştgîr ji bo Gelên bin gefê (GfbV),  Kamal Sîdo, heta niha li Sûriyê 1300 kes hatine kuştin, 10000 hatine girtin, 7000 heta 10000 hatine brîndarkirin û 10000 hezar koçber bûnê, bi taybetî çûne nav Tirkiyê yan Lubnanê.

Li gorî rapora dezgeha mafê mirovan Amnesty International ê, heta niha li Surîye di xwepêşandanan de 1300 kes kûştin, 13700 kes hatine girtin û 1900 kes jî winda ne.

Civîna Mixalefeta Suriyeyê ya ku 12 partiyên kurd beşdar nebûn lê hin şexsiyetên kurd tê de amadebûn, di 1-ê hezîranê de li Tirkiyeyê li Antalyayê pêk hat. Civîn bi navê "Konferansa Guhertinên li Sûriyeyê" hat lidarxistin.

Hefteyek piştî serokê dewleta Sûriyêyê Beşar Esed, Tevgera Nîştimanî ya Kurd li rojavayê Kurdistanê ku ji 12 partiyan pêkhatiye, vexwend Şamê, lê partîyên kurdan neçûn Şamê.

Di 15ê mehê de  bi serdaneka nepayî wezîrê derve yê Sûriyeyê Welid Muallim û nunerê taybetî yê serokdewletê Sûriyeyê Hasan Turkmanî bi balafireka taybetî gihaştin Anqerê.

Heman rojê de wezîrê derve Ahmet davutoglu çû ser hidûdê Tirkiye Sûriyeyê serdana penabêran kir.

Angelîna Jolie li Hatayê qampa penaberên Sûriyeyê zîyaret kir

Wekû me jor ji behs kirîye li ser Êrîşa leşkerîya Sûriyeyê heta nuha nêzî 10 hezar welatiyên Sûriyeyê derbasî Tirkiye bûne û li bajarê hatayê di çadira de dijin.Artîsta amerîkayî ya bi navûdneg û nunera niyetçakî ya Neteweyên Yekbûyî Angelina Jolie di 17ê meha gulanê de  çû Tirkiyeyê û derbasî Hatayê kampa penaberên Sûriyeyî bû.
Armanca serdana Jolie balkêşandina dinyayê ser bi penaberên Sûriyeyî bû.

Li gor ragihandina Kamal Sîdo GfbV karmendekî xwe şandiyê Hatayê ku raportekê li ser rewşa penaberan li Tirkîyê amade bike.

Serokê dewleta Sûriyeyê Beşar Esed 20ê mehê de axaftinek li ser biyarên dawî kir. Esed  ragihand ku ew ê di meha agustosê de hilbijartinên parlamentoyê bikin, reforman jî heta meha îlonê temam bikin û di hundurê mehekê de ê avakirina komîteyên guhertina destûrê û şêwirmendiyan temam bibin. Dîsa esed hesa efûya giştî kir û gazî wan penaberên ku derbasî Tirkiyeyê bûne jî kir kû ew vegerin Sûriyeyê. Beşar Esed got, heta niha me nifusa 36 hezar kurd ji wan vegerandine.

Dîtinên polîtîkwanên Kurd li ser rûdanên li Sûrîyeê

Em wek rûdaw li ser rewşa sîyasîya Surîye, armanca xwepêşendaran, serokatîya tevgera mixalîf, polîtîkaya desthilatdarîya Surîye di derheqa curda de û pêwendîyên tevgera sîyasî ya kurd û ereban bi berpirsîyarên partîyên Kurd li Rojawaya Kurdîstan û kesayetîyên serbixwe va axifîn.

Li ser ser rûdanên Surîye berdevkê komîteya karên hevbeş yê kurdên Surîye li Almanya ye Ahmed Ali ji bo rûdawê dîtînên xwe ûsa anîn ziman, “Hema hema 50 salê Partîya Baas Surîyê îdare dike. Partîya Baas wek îdeolojîk partîyek nîjatperest û totalîter ango antîdemokratîk e. ew li gor yek netew, yek partî û yek şef hatîye ava kirin. Ew qebûl nake kû li Surîye neteweyên din hene û hemû hevwelatîyên Surîye erep qebûl dike. Li gor makezagona Surîyê Partîya Baas xwedîyê dewletê ye û pêşenga civata Surîye ye. Hemû partîyên sîyasî kû li Surîye bikaribin kar biin, divê pêşengîya partîya Baas ango otorîteya partîya Baas qebûl bikin. Surîye dewletek dadî nîne, dewletek polîsî ye. Pir caran kesên sîyasî tên girtin, bi salan malbatên wan nizanin ew li ku ne. Tu hurmeta dewleta Surîye ji bo mafê mirovan nîne. Tu rêxistinên mafên mirovan nikarin li Surîye karbikin.

Partîya Baas bi terorek dijwar welat îdare dikir. Li ser gelê Surîyê terora dewlet hebû. Gelê Surîye ji tirsa terora dewlet newêrîbû dengê xwe derxîne, hembera rejimê derkeve, ji bo mafên xwe yên mirovî, azadî û demokrasîyek rekûpêk têbikoşe. Lê bihara erebî kû hemuû rojhelatanavîn girt bin tesîra xwe, gihişt Surîye ye ji. Gelê Surîye ji bo derew, zilm û zor û manîpulasyonên rejîma Baas edî bese got û serîhilda xwe avêt li ser kolonan. Ango gelê Surîye tirsa xwe şikand”.

Di serîhildanê de rola Kurdan

Li gor ragihandina Ahmed Alî û berpirsîyarê ragihandina dervê yê Partîya Yekitî ya Kurdîstana Surîye Abdulbasît Hanno, “Kurd li Surîye ew serîhildana dijî rejiîma Baasê de rolek sereke dilizîn. Lewra li Surîyê pencî salî zêdetir e, partîyan kurdan hene, partîyên kurdan di nav civata kurd rexistinîne, li gel bandora wan heye. Dîsa kurd warîyê tekoşîn û serîhildanê de xwedîyê ezmûnêne. Wekû tê zanin gelê kurd di sala 2004 an de serîhildana Qamişloyê pêkanîbû. Lê mixabin di ew serîhildanê de gelê kurd tenê mabû. Vê gavê Partîya Baas fîtne û fesadî xist nav gelê Surîye ye, bi dek û derewan ereb hembera kurdan bikaranîn. Planên Baas serketin ereban li cem kurdan cîh negirtin, hemebra kurdan şer kirin. Niha dîsa ji Baas dixwaze kurdan û ereban bîne li hember hev, bi planên qirêj ewana ji hev veqetîne , lê heta niha ew planên rejîm yên qirêj bi ser neketin. Lewra kurdan ji ereban ji jiew ezmûnên berê ders wergirtine, ew nayên lîstikên rejîme”.

Ahmed Alî radighîne kû, edî di serîhildanên roja îne de gelê ereb bi kurdî “ Azadî” tîne ziman. Di piranîya televîzyonên welatên ereban  wek ya “El Cezîre” de ji gotina “ Azadî” tê gotin.

Lê li gor ragihandina niviskar û lêkolîner Cafer Elî, “Tevgera kurdî bi germî ta roja îro tevlî serhildana Sûriyê nebûye. Rast e çalakî û meş li Kurdistanê jî çêdibin, lê tenê xort pê radibin û carcaran hin rêxistinên kurdî çêdikin. Rêjîma Sûriyê hewl dide ku tevgera kurdî ji va serhildanê bi dûr xe, heya astekê jî ta roja îro bi serketiye.

Ji ber du sedeman tevgera kurdî bi germî tevlî serhildanê nebuye: 1- Rêjîmê hin soz bi berpirsên tevgerê re berdane; ( hûn xwe tev meselê mekin, emê pirsên we hêdî hêdî çareser bikin…) lê ligor min û piraniya gelê me, ev pêkenokin, û mixabin piraniya berpirsên rêxistinên kurdî pê hatine xopandin.

 2- Sedma duwê ew e, ku helwesta ku opisizyonê di derheqa  pirsa kurdî de daye xuya kirin ji ewqas ne cudaye ji ya rêjîmê.”

Desthilatdarîya Sûrîyê ditirse kû pirsgirêka Kurd bibe pirsgirekek navnetewî

Wekû tê zanîn li Kurdîstanê wek heremên ereba terora dewleta Surîyê ne dijware, li Kurdîstanê hin ji aramîyek heye. Li ser pirsa me Ahmed Alî û Abdulbasît hanno vê derheqê de dîtinên xwe ûsa anîn ziman, “Dewleta Surîyê li Kurdîstanê piçêk din bi dîqat tevdigere, heta niha li hember Kurda dest bi kuştin û terorê nekirîye. Lewra hin tirsên rejîma Baas hene. Wekû me bere jî got, kurd rêxistinîne û bi hevra giredayîne. Netewa kurd ji alîyê desthilatdarîye va tê naskirin. Desthilatdarî dizane kû netewa kurd her tim hembera zilm û zoradarî serîhildaye, netweyek canfeda ye, biaqile û merde. Ew dizanin gava li Kurdîstanê çend kurd werin kuştin, 3 – 3,5 mîlyon kurd wek netew bi hevra serîhildin, li ser lingan bisekinin û mumkune bi mîlyonan kurd derbasî sinorên dewletên cîran bibin. Wê gavê pirsgirêka netewa kurd bibe pirgirekek navnetwî. Dewleta Surîyê nikare ji bin barek ûsa derkeve”.

Partîyên Kurdan ji GfbV ji hêzên navnetewî wek  RYN, DYA û YE daxwaz dikin kû,  helwêsta wan hîn bi hêztir bibe....sanksiyonên firehtir bigrin, balyozan dersînor bikin, fişar li ser Şamê werin xurtkirin, daku dest bi dîalogek rasteqîn bê kirin.

Abdulbasîd Hanno, got, “divê RYN dji desthilatdarên Sûrîye biryarên aborî û sîyasî yên tundtir bigre, lê Rusya û Çîn Sûrîye destke dikin. Ji ber wê me roja în li Berlînê li ber balyozxaneya Rusya xwepêşendan pêk anî”

Konfernsa Antalya

Li ser "Konferansa Guhertinên li Sûriyeyê" kû li Antalya hatibû lidarxistin dîtînên partîyên Kurdan cûda ne. Wekû tê zanîn însîyatîfa 12 partîyên kurd beşdarê ew civînê nebûn.

Li ser sebebên ne beşdarbûna ew civînê Ahmed Alî got, “ Ji ber dû sebeban însîyatîfa 12 partîyên kurd tev li konferansa Antalya nebû. Ya yekemîn ewana me wek mîvan vexwendin ji bo ew konferansê. Me ji got, em li Surîyê wek kurd hêzek esasî ne, em xwedîyê malê ne, divê em şêrîkê karên ûsa bin, ango serî de xwedîyê însîyatîf bin, ne wek mîvan werin beşdar bin. Ya duwemîn ewana dixwastin piranî populîzmê bikin. Lewra ewan civîn ne bi hêzên esasî yên sîyasî, bi serok eşîretan, bi şexisan pêkanî. Ewana gazî hêzên sîyasî yên kurd nekirin kû pirsgirêka kurd nebe rojeva esasî. Li Surîyê pisgirêka yekemîn pirsgirêka kurd e. ewna dixawstin ewî bavêjin paş guhên xwe”.

Abdulbasîd Hanno di vê derheqê de ûsa got, “ Em beşdarê civîna Antalya bûn. Xercî me 4-5 partîyên Kurd yên din, gelêk kesayetîyên serbixwe wek Selah Bedreddîn û Şêx Murşîdê kurê Şêx Maşûqê Xeznawî jî di civînê de hebûn. Armanca civînê ew bû ku di dawiyê de nexşeriyekê ji bo guhertinên Sûriyeyê yên bi riyeka aştiyane were peyda kirin.  Di daxwiyaniya dawiyê de navê kurdan piştî ereban, di rêza duyê de hat diyarkirin. Di hevdîtinên li gel grûbên cuda de hat lihevkirin ku piştî dawîlêhatina rejima Esed kurd wek grûbeka etnîkî bên qebûlkirin, mafên wan yê ziman û perwerdeyê bê dayîn û ev ê di destura nuh de cîh bigirin”.

Hevdîtina Partîyên Kurdan û Beşar Esad

Wekû me li jor ji nivisî bû, serokê Sûriyeyê  Beşar Esed dixwast bi kurdan va hevdîtîn pêk bîne. Li ser pirsa me di vê derheqê de Ahmed Alî got, “Di daxuyanîya partîyên kurdan de daxwaza dîalogê bi hkumetê va ji hebû. Li ser wê serokê Sûriyeyê xwast bi kurdan va hevdîtinê bike. Lê ji bo hevdîtinê şartên kurdan hebûn. Lê li gor daxwazên kurdan divê berê li hembera xwepêwendaran şîdet were seknandin. Ango divê leşker biçe baregehên xwe, tanq, top û panzer ji kolonên bajaran werin kişandin, hêzên dewletê gule bernedin li ser gelê, kesên girtî werin berdan. Ji ber kû hikumet ew şart bicîhneanîn, kurd neçûn li cem Beşar Esad”.

Li ser heman pirsê Abdulbasîd Hanno got, “ Beşar Esed dixwaze hêzên mixalefet ji hev dur bîxîne, mixalefetê parçe bike û ûsa hêza mixalefetê bikşîne. Lê gelek ji rewşenbîr û ciwanên Kurd dijî gotûbêjên bi rêjîma Sûriyeyê re bûn. Ji ber wê ew hevûdîtin pêk nehat”.

Daxwazên mixalefeta Sûrîyê û yên Kurdan

Li ser daxwazên hevbeş yê mixalefeta Ahmed Alî got, “Çi mixabin hê mixalefeta Surîyê li ser bernameyek hevbeş li hev nekirîye. Lê Tevgera Nîştimanî ya Kurd li rojavayê Kurdistanê ku ji 12 partiyan pêkhatiye, di 13ê meha Gulanê de bi civînk çapamenîyê daxwazên xwe ji bo raya giştî eşkira kirin. Li ji bo ji ew krîza heyî derkevina Surîyê bo çarserkirina pirsgirêka kurd daxwazên kurdan hatin ragihandin. Ew daxwazên kurdan ji heşt xalan pêk tê. Li vir daxwaza dîalogek bi hemû alîyan va te kirin. Divê hemû alîyên mixalefetê û hikumet ji tê da li dor masayek goliver bicivîn bi dîalogê pisgirekan çareser bikin. Di ew heşt xalan de daxwazên netewa kurd ji hatine formule kirin.

Dîsa partîyên kurdan li vir komîteyek saz kiriye kû bi hemu rêxistinên mixalîf va têkilî dayne, civîna çekê kû bikaribin bi hevra ew bizavê bibin serî, gava daxwazên kurdan ji alîyê mixalefeta Surîyê werin qebûl kirin. Ango di nav bera tevgera kurd û mixalefeta erebî de dîalog destpêkirîye.

Piştî ew çalakîyên kurdan hemû medya erebî dinivise kû, bê kurdan li Surîye pirsgirek çareser nabin, ango çareserîya ew krîza heyî nîne”.

Divê di derheqa rewşa Tirkîye de li ser polîtîkaya Tirkîyê ji were sekinandin. Li gor analîstên

Dîplomasîyê Tirkiye polîtîkayek durû dajo. Lewra Tirkîye ji aliyekî ve xwe dostê hukumeta sûriyeyê nîşan dide, hin ji bi desthilatdarên Surîye va gotûbêjan pêk tîne lê di bin re piştgiriyê dide mixalefeta Surîyê. Di medya cîhanî de tê îddîa kirin kû Tirkiye piştgiriya mixalifên rejimê ên erebên sunne bi taybetî îxwanan dike, heta îddîa hene ku serîhilder di ser Tirkiyeyê re çekan dixin nav Sûriyeyê.

Kamal Sîdo li ser polîtîkaya tirkîye got, “Tirkiyê ji sala 2000 an ve dostekî nêzîkî B. Asad bû. Lê niha tevlihevî, nezelalî heye. Peywendiyên Anqerê him bi Asad re û him jî bi Biraderên musulman re hene. Siyaseta Anqerê hîna ne zelalê.

Tirs û fikarên Anqerê hene: Kurd li bakurê Sûriyê, tirsa ji pevçûneke alewî û suniyan, hatina penaberan bo nav erdê Tirkiyê.

Tiştê herî mezin ku Anqere jê ditirse, ew e ku li Sûriyê Îraqeke nuh avabibe, yanê Kurd li wir bibin xwedî statuyek”

Ew raport di rojnaeya “Rûdaw” çapa Ewropayê di hejmara 101 an de hat weşandin.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011