psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 
   
 

Xwarin Çiqas Xweşe

Salihê Omerî

Yekî gundî hebû ku gundîyan jêre digotin Hemo. Hemo qala xwe û wexta ku barê êzingê xwe, yan jî wexta ku tirîyê xwe dibir bajêr dikir. Hemo digot, her derba ku ez diçûm bajêr, min ya xwarina serûpê, yan jî taskebab, yan jî kebab, yan jî şamborek-lemecûn dixwar. Îca di wê xwarina wan xwarina de, weha min bi kêfxweşî dixwar ew xwarinên hana, bêguman rûnê wan jî zêde bû, wexta ku min ew dixwarin, bi teybetî jî xwarina lemecûnan û serûpê de, der û dora kêlekê devê min dibû bi rûn û pêve diherikî rûnê di nav wan xwarina de, simbêlê min jî dibiriqandin.

Îca min devê xwe nedişuşt, simbêlên min jî hebûn, min tilîyên xwe bi rûnê devê xwe dixist û simbêlê xwe pê badida, simbêlê min dibirqandin û min darikek dirana radihiştê û ez ji dikanê derdiketim min darikê xwe jî dixist bêrîka xwe û min kerê xwe ji xanê derdixist û dida ber xwe û min berê xwe dida gundê xwe.

Wexta ku ez digham ber gund min darkê berdirana derdixist û min darkê xwe di berdiranên xwe vedida, heta ku ez digham nav gund. Gundîyan ji min re digotin “Mamê Hemo xuyanî ye ku te xwe tewişandîye...” Xalê Hemo jî xwe li himberî wan serê xwe bilind dikir û tiştek nedigot û raste rast berê xwe dida mala xwe.

Xalê Hemo ji xwe re digot, yaho ma îşê van çi ji min e ku ez weha dikim, tu dibêjî qey ez ji bêrîka wan pera derdixim û malê bavê wan dixwim. Bavo min ev xwarin bi perê xwe xwarîye, ma çi bi serê we ketîye!

Piştî ku xalê Hemo digha mala xwe, nav zarên xwe, biçkî îsreheta xwe distand, paşê radibû ser xwe derdiket derve ber devê derîyê xwe, li ser kevirikî rûdinişt û simbêlê xwe badida, çi yekî ku diçû û dihat di ber devê derîyê wîre, jêre digotin: ”Xalê Hemo xuyanî ye tu îro ji bajêr tê, simbêlê te dibirqînin...”

Xalê Hemo jî zêde nedixwest biaxife, wexta ku gundîyan ji wîre digotin, tu çûye bajêr û simbêlê te dibirqînin, di bin simbêla re dikenîya û kêfa wî dihat. Wî dixwest ku gundî ji wîre bêjin ”Tu îro tewişîye-yan te xwarinên xweş xwarîye”, kêfa wî gelek ji wan gotinan dihat ku gundî ji wîre bêjin.

Xalê Hemo derbna hestîyên heywanan davêt ser agirê soba xwe, ji bo ku bêhna hestîyan di bixêrîya xanîyê wî de derkeve ku gundî bêjin, wa mala Xalê Hemo xoşt dixwin. Gundîyan digotin, yahoo ev mala Xalê Hemo çiqas halê wan xweş e, xwezîya meriv bi wan û halê wan!..

Mal avayê xalê Hemo derbna maqarna jî li mala xwe çêdikirin, devê xwe nedişuşt bi wî hawayî derdiket derve simbêlê xwe badida û simbêlê wî dibirqand. Wê çaxê kaqzên weke ana ku dibêjin, peçete tune bûn, dismalê bêrîkan hebûn, dismala xwe derdixist xalê Hemo û bi simbêlê xwe ve dixist, dismal hemû di rûnde dihişt, ku bi qalibik sabûn dismal nedihate şuştin, ewqas bê mêrêz û qilêrî bû Xalê Hemo.

Jina wî pêre ketibû helakê, ji xwe wêçaxê jî ewqas hebûn jî tune bû, ji mehikê derbikê encax serê xwe û zarokên xwe û cilên xwe jî dişuştin.

Ji xwe sipî, rişk û kêç gelek bûn, dermanê wan jî tune bû û weha jiyan berdewam dikir. Ne mala Xalê Hemo tenê weha bû, meriv diker li wî gundî hemû ew nexweşî û nepaqijî hebû, ji ber ku gund gelek feqîr û belengaz bûn. Wextên cilên-kincên xwe dişuştin, li dervî gund li ber çemkî yan jî li ber kanîyê kê, arîya êzinga dikelandin û kincên xwe û cilkên xwe dixistin nav wê ava arîya kelandî û ew cil û kinc dikelîya, dikelîyan ji bo ku ew sipî, rişk û kêç bimrin û çil û kincên wan biçikî sipî bibin û dibû jî. Ji xwe zivstana kinc û ser şuştin tunebû, heger hebûna jî bi hawayeke pir qels.

Jiyana berê jî weha bû û weha ji xwere diqedandin. Lê kêfa Xalê Hemo herdem lê bû ji halê xwe razî bû, û herdem kêfa wî li wî bû. Ji ber ku jina wî bi dilê wî bû, û jina wî jî nayê aqila ku ewqasî ji mêrê xwe hez dikir. Xwezîya ku her jin û mêr weha ji hevdû hez bikirina.

Dibê,” xewa birîndara tê, lê xewa birçîyan nayê”. Meriv divê xwarinê bixwe, lê zêde nexwe. Ji ber xwarina zêde ji mirovan re nebaşe. Divê ku meriv di wextê xwe de xwarinê bixwe. Yan jî xwarina ne diwextê xwe de, zirarê dide merivan. Bi hêvîya xwarinên xweş û piştî xwarinê jî du sê îskanên-qedehê çay, ku di çaydanê de hem çaydanek ji bo avê û yek jî jê dema çayê tê be, û hinik şêranî meriv bixwe çidibe, çima nebe, noşîcan be!

   
   
Dengê Kurdistan © 2011