psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 

Warê Bav û Kalan

Salihê Omerî

Gundek hebû li serê sirtê, çar rê jê dadiketin, yek ber bi qible de, yek jê ber bi rojave, yê dinê ber bi bakur û rojhilat. Rîya rojhilat hebkî berpal bû. Sibehê ji nav gund cotkar, şivan, gavan û rêncberên gund derdiketin diçûn şuxulên xwe. Êvaran jî vedigerîyan malên xwe, pezê wan wexta ku dihate nêzîkayî li gund dikirin, dibû beee, beeee wan, ga û çêlekan dikirin ore orr, keran dikire zire zirr, dengê kûçikê-se ên pez û yên gund dikirin ewte ewt, piştî nîv seetê kê roj di çû ava, melê gund azan dida, ji bo gundî herin nimêja xwe ye muxrub bikin.

Piştî nimêja muxrib û eşa, şevbihêrka dest pêdikirin. Hinik jê zû radizan, hinik jî dereng radizan, heta nîvê şevê diman disuhurîn, ji xwe re çîrok û henek dikirin.  Di navbêna suhurandinê û çîrok û henekan de, fêkî, çayê û şêranî danîn bi hevre dixwarin û vedixwarin.    

Gund li serê sirtê bû, malên gund piranîya wan bi aqit bûn, hemû bi kevirên şekirî hatibûn avakirin. Çar rê dihatin nava gund. Wextê berf û baranê ava ku diherikî ber bi qible û bakur de diçû. Gund heftê mal bû; camîyek, dibîstanek û nexweşxanek biçûk lê hebû. Hatinên gund zêde li ser tirî û piştre jî genim, ceh, nîsk, nok-nokreşk û pez bû.  

Rîya ku ji gund dadiket ber bi qible ve, bi tehtik kevirên bixur bû. Bi alî bi çend gundan û bajarekî mezin ve, ber bi Mêrdînê diçû. Navbêna gund û bajêr bi nigan sê saet ne bû.

Rîya ku bi alî rojava ve diçû, hingî bi teht û bixur bû û serbejîr bû, meriv derbna dişemitî û qulozanî ser hevdû dibû. Di vê rîya ku bi alî rojava ve diçû, ev rê bi alî gelek gundan ve û diçû ser erd û rezan jî.

Rîya ku bi alî bakur de diçû, ev rê jî weke rîyên dinê jî bi alî gelek gunda ve diçû û li ser rê gelek rez û erd hebûn.

Rîya ku bi alî rojhilat de diçû, ew jî weke rîyên dinê jî, bi alî gundan û erd û rezên gundîyan ve diçû.

Lê bi teybetî, dema bihar û havînê gund gelek xweş dibû, ji deng û bengên heywanan, dengên mîh û berxan, bizinan, karan û or ora çêlekan û azana dîkan û dengên elok û qazan, li gund weke ku meriv li muzîkê xe, ewqas deng li hev dizivirî û dengên xweş ji nav gundê sirtê dihat.

Dengên gundîyan yên digotin loo, looo, digotin lê lêêê û ho hooo!.. Dengên mastê ku dixistin meşkan û diçelqandin, dengên zarokan hem digirîyan hem jî dilîstin û dîya wan û bavên wan bangî wan dikirin. Kuro lawo werin!.. Hûn çi dikin?.. Werin taştê bixwin, nanê tenûrê û rûnê nivîşk û qeymaxê ser mast û dewê cemidî… Xwarna xwe yê serê sibehê dixwarin.

Xaltîka Mencê cîrana mala metê Şerîfa bû, û gelek malên dinê jî cîranên hev bûn. Xwedîyên gund çar malbat bûn: Malbata mala  Xelo, malbata mala Helo, malbata mala Elîyê Gulê û malbata mala Dawo bûn. Weha mal bi malê ve çêkiribûn Ku meriv digot ji bo çi ev mal bi hev ve çêkirine? Wan kal û pîran digotin, ji bo sitarê û parastinê me ew mal bi hev ve damezrandine, li kêleka hev.

 Meha Adarê, Nîsanê û  Gulanê dengên şîhe şîha hespan û ya keran û beh beha berxan, mee meea mîhan û bizinan bûn û ore ora çêlekan û gilikên wan bûn, wexta ku ji çolê pez û dewar dihatin. Sibehan bi dengên meşkan ku dihatin gub gub dikirin, gundî şiyar dibûn. Sêpîyên ku meşk davêtinê ji bo bihejînin, ji sê daran pêk dihat jê re dogotin ”sêpî”. Sibehê gundî radbûn qeymaxê mast û rûnê nivîşk, dewê qerisî-cemidî û nanê tenûrê yê germ, bi taştê re dixwarin.

Bi fereca sibehê re, berî ku roj hilbê, bi azana melê sibehê re, dengên kewên gozel ji vîyalî û wîyalî ji hawêrdorî gund dihat. Bi qebqeba wan kewan, dengên dîkan û ewt ewta kûçikên gund jî dihat, te digot li nav vî gundî û derdora vî gundî, qey mehrîcane-festîwala teyîr û tûran û teba ne, xewa meriv li ber wan dengan dihat, weke ku yek ji merivan re bilorîne.

Ji bo meha zivistanê gundîyan qûtê pez û dewaran û qûtê xwe amede dikirin. Ji bo pez û dewaran ka, rêsî, çilo, ceh û kizin hiltanîn ji bo zivistanê. Ji xwe re genim, nîsk, nok, savar-burxur, şêre, ard, pîvaz, sîr, simaq, kuncî, reşik, hejîr, mişmiş, hersimê hişkkirî, ava hinara, mewîj, gûz, bihîf, bastêq, benî, ava becanê sor, becanê sorî hişkirî, îsot, becanê reş, fasolî hişk dikirin û dermale şerjê dikirin, ji bo zivistanê, hem goşt dikesidandin dixistin kûza û cera û xwê li goşt dikirin li ser têlikê û di cîyeke parstî de didaliqandin. Ji bo zivistanê qurmik û êzing û komir amede dikirin, ji bo ardûyê zivistanê.

Zivistana zarokên gund, ji ber ku cîhê lîskên zarokan tune bûn, zarokan li axoyan de, di şikeftikê de, yan jî li cîyeke ku dikarîbûn lê bilîzin dilîstin, bi veşartin, bi çavgirtînkê, bi qufçan, bi xara ”xar li hinik cîhan dibêjin gule, ji kevirên arbeşk yê gelek qewîn çêdibe, weke xaron zîndoqe girover e, bi hingulîsk dilîzin. Zivistana zarok dibûn du ber-grûb berfê dikirin gilok û davêtin hevdû. Zivîstanê zilaman, bi hêka dilîstin, bi xar û qurûşan dilîstin û êvaran jî, ji xwe re henek û çîrok, meselok, çîvanok û bi hingulîskê dilistin, bi vî hawayî şevbihêrkên xwe didûmandin û wextê xwe derbas dikirin.

 

   
Dengê Kurdistan © 2010