psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 

Meriv Gazina Ji Kê Dike?

Salihê Omerî

Wexta ku meriv dikeve xeterikê nebaş, yan jî nexweşî bi ser meriv de tê, yan jî kêmasîyekê dike, gazina ji merivê xwe, mezinên xwe û yê herî ku nêzî merivin dike. Li gor ku bav û kalê me gotine, ”Qusûr li biçûkan, efû li mezinan” îca divê ku mezinên me tevbigerin û me ji bin nîrê bindestîyên xelas bikin.

Gazina ji kîjan mezinî û meriva dike?

Wexta ku tifaqa meriv tunebe, meriv ji mezinê xwe gazina dike. Heger tifaqa meriv hebe tukes nikare pişta meriv deyne.Yek ji mezinê gelê Kurd Ehmedê Xanî, berî sêsit salî,  li ser tifaqê weh gotîye;

”Heger hevgirtin û yekitîya me hebûna eger

û em hemû li pey hev biçûna eger

Rom, Ecem û Ereb bi temamî

hemûyan dê ji me ra bikira xulamî”. 

Gazina ji kê tê kirin?

Kesên mezin û sermyan, divê şîretan li biçûkan   û derdora xwe bike.

Kesên mezin dikare aciz jî bibe, ew jî beşere û însane. Lê herdem aciz bûnê û bêhn tengî bi kesên mezin û sermyan nakeve û ne liyaqî wîye / wêye.

Divê ku ew sermyan, yan jî dê û bav bêhna wan fireh û bi sebir bin. Erê ew jî dikare aciz bibin. Lê talî divê ku wek yê cahîl û nezan neke. Heger wî jî weke yê nezan kir, yê zana û sermyan, yan jî dê û bav, ferqya wî û yê cahil û nezan namîne.

Ji ber vê jî bav û kalên me gotine, ”qisûr li biçûkan, efû li mezinan”. Ez jî dibêjim, mezinên me Kurdan û rîssîpîyên me bila bêne cem hev û bi erkên xweye, temenên xweye talî rabin, tifaqeke millî û netewî di nav xwede çêkin, ji bo ku em ji wan weke mezin qebûl bikin û dixizmeta wandebin.

Em Kurd hemû dizanin û devê kê vedikî dibêjin, tifaq, tifaq. Lê em Kurd li dîroka xwe binerin bê me çi anîye serê hevdû û çikirîye ji serê hevdû. Heger tifaqa me hebûna heta ana wê Kurdistan ne çarperçebûna,wê Kurdistan ana perçak bûna. Lê em Kurd, hem di warê êl û eşîret, axatî, begî, mîrîtî, ol, û mezhebî de, herdem em hatine himberî hevdû û hatine xapandin, weke ku bav û kalên me gotine,”kuştîyo di ber xelê de”. Willo hatîye serê me Kurdan. Û hûn sax bin.

Li kesên sermyanê mala xwe be, divê ku bêhn fireh, bi sebir û bi trolans be.

Kesên ku bi çavê mezina li xwe binere û derdora wî jî wî weha bibîne,divê ku meznaya xwe û giranîya xwe bi kar bîne.

Kesên ku bixwaze rêberîya gelê xwe bike, divê ku ew kes pir bêhn fireh û bi sebir be.

Dê û bav di malikê de, heger zarokên xwe neke wek hevdû û bi wanre îdare neke, ew bav û dê nikare dê û bav yê   ji zarokên xwere bike.

Berpirsyarê herî mezin di malê de, heta ku dê û bav li jiyanê bin, divê ku   bav û dê berpirsyarîya xwe bi kar bînin.

Berpirsyarîya herî mezin di gundekî de, di stûyên heyeta rîsipîyên gundeye, û wana eleqedar dike, bi teybetî.

Li bajarekî biçûk yan mezin, mesûlyeta herî mezin dikeve stûyê şehredarîyê û mesûlê wê qezê û walîyê wî bajarî.

Li welatekî berpisyarîya herî mezin dikeve stûyê meclisa wî welatî, dezgehên wî welatî û yên eleqedar, (serokkomar, serokwezîr û yên wezîran) divê gel bike weke hev û wan îdare bike.

Partîyên ku hene û dezgehên wî welatî û rêberên wan partîyan, divê ku tifaqa wan ya millî û niştimanî hebe, ji bo dahatûya wî walatî.

Heger berovajî van bîr û rayên ku li jorê hatine dîyarkirin, tevlihevî  û xitimandin dikeve pêşîya ji bona xizmeta wî gelî, mesela millî û niştimanî. Heger weha ne be, dibe ku zirarên mezin bêne serê wî gelî.

Em însan-beşer weke ku dibêjin, bi selikê ji ezmana-asîmana daneketi nin. Me însana şîrê xaf xwarîye û em mezin bûne, meriv, beşer dikare xeletîya bike. Lê hertim meriv wan xeletîyan bide ber pozê-bêvila hevdû, ew jî nabe. Tenê ku ewkesan xîyanet bi gelê xwe nekiribe û bi dagirkeran re ne xebitîbe, wekî din meriv bi hevdûre dikere kar û xebatê bike û nêzîkaya hevdû bike.

Divê ku em jî xeletîyên xwe derzan derxin û derbik dinê wan xeletîyan neke. Lê meriv beşere dikare xeletîyen jî bike. Ji ber ku xeletî û şaşitî têne efû kirin…

Divê meriv bi trolans be, di jiyanê de, û bi teybetî jî, ji bo mesela millî û niştimanperî. Heger meriv bixwaze here tirî ji rez bixwe, dire tenê dixwaze tirîyê xwe bixwe, nego here nehtorî bikuje.

Divê meriv dûr û kûr bifikire, meriv xwe tenê nebîne, der û dora xwe berfireh bike, bê guman di jiyanê de, kar bi hevre herkes weke hevin can sivike, kesên can sivik jî wê hebin û yên can giran jî divê hebin, kesên çalak jî wê hebin û yên tiral jî wê hebin.

Di welatikî de, wê qencên wî jî hebin, wê xerabên wî jî hebin. Lê divê kesên rêvebir û rêber, bêhn fireh û bi sebir bin.

Îca kesên mezin ku gel jê hêvîyê dike, divê ku ew jî rola xwe di warê ku gel jê hêvîyê jê dikin, ew jî bêhn fireh be û rola xwe bilîze, ew kes, yan jî ew kesên weha divê bêhn fireh bin.

Ehmedê Xanî, berî sêsit salî weha gotîye;

”Ez şaşmame di hikumeta Xwêdê da

Kurd di hebûn û dewleta dinê da

Gelo çima û ji ber çi mane bêpar

Hemû ji çi bûne bindest û stuxwar”.

Bi rastî jî heger gelê Kurd heta ana weke gotina Ehmedê Xanî bikirina, emê heta ana bin dest nemana, lê heyîf û mixabin.

Kurdno! De werin em gotina vî serwerê Kurdan yê mezin, Ehmedê Xanî pêk bînin û berî herkesî dilê wî xweş bikin û piştre jî dilê dostan şadbikin û dilê dijmina reşbikin.

Em bêne cem hevdû, li hevbikin, nêzîkayî bi hevre hevkarî, enî û tifaqek netewî, millî û niştimanperwerî bi hevre bikin. Tu zirara gelê Kurd di tifaqê ke netewî û millî de tune, bervajî   ji xeynî feydê pêve.

 
   
Dengê Kurdistan © 2010