psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 
Dikandar Ji Kurê Xwe ra Çi Got?

Salihê Omerî

Arifê dikandar ji kurê xwere gote êdî ez kal bûme, berî çend sala min ji yekî gundî emanetek girtîye û heta ana hîn jî ew emanet li cem mine. Kurê wî jêre gote, çi emanete bavo. Xalê Arif ji kurê xwere gote, kurê min hal û hewal ji vê heta vêye, rojek ji rojên xwedê meha adarê bû serma kêm dibû, roj derketibû min jî xwe dabû ber berberoşkê dikana xwe, min ji xwere kesên ku diçûn û dihatin dinerî.

Bala min çû ser miroveke ku li kêleka cadê li ser peyarê (qaldirimê) li ber dikanan gelek derban diçû û dihat. Min ji xwe re got, ka ez bangî wî merivî bikim. Min ji xwe ra got, ma ji min re çi, ez bangî wî bikim, lê bû miraq ji min re çêbû û min ji xwe ra got, divê ez bang bikim bipirsim, ka vê sibehê çi hal û hewalê wî merivî ye. Herweha min weke xwe kir û bangî wî zilamî ku bala min çûbû ser wî kir. Ji xwe min wî nas nedikir, ne hayê min jê hebû û ne jî bayê min jê hebû.

Zilam hat cem min ber dikana min, ew jî rebeno, ne min nas dike û ne jî me havdû dîye, dibe ku derba ewilî wî mi dîbe û min jî derba ewilî wî dîbe. Silav li min kir, li ber min sekinî û min jî silava wî vergerand, elêkimsilam û we rehmetulahî berekatûhû. Lê li zilam dinerî, cilê lêne paqij û kum û koloz li serê wî, bejin dirêj, bêvil çilakî, çavreş, simbêl qeytanî û mirovekî li hev hatî bû, kêfa min gelek jêre hat.

Min jêre got, birazî çi hal û hewalê teye, serê vê sibehê vaye tu çend derban li vir dirî û tê, bala min kişand, min got ka ev camêr kurê camêra çi hal û hewalê wî ye, ez bangkê mê ez jê bipirsim dibe ku derdek wî hewalek wî hebe.

Memoyê simbêl qeytan û bejindirêj û li hevhatî, wexta ku dikandar ev jê pirsî li ber xwe nerî û pojinî, pojinî, ji dikandare gote mamo ji xwe ez li vir çûm hatim, tu derdik min û hewalek min tune, bila tu sax bî.

Dikandar jêre gote birazê min na, hal û hevalek te haye, divê tu ji mamê xwe re bêjî, dibe ku ez derdê te û hewalê te derman kim. Memo dîsa ponijî, ponijî ez bêjim, nebêjim mesela xwe.

Mamê dikandar gote kurê min ji min re bêje, çima tu ewqas di ponijî û fedîdikî ez zanim hal û hewalek te heye.

Memo ji mamê dikandare gote, mamê minî delal, hal û hewalê min ji vê heta vê ye. Ez ji gundê (soba) yê mim, rewşa mal min ya madî nebaşe, çend zarokê min û ez û jina xwe; di nav mala min de tu tişteke xwarinê hebe nemaye. Vê sibehê min ji gund daye rê û ez hatime bajêr û tu pere bi min re tune, ku ez vegerim malê ji zarokên xwere xwarinê bistînim bibim ji wan re, ez mame halê heyîrî ezê çibikim çinekim. Lê wexta ku Memo ev gotin ji min ra gote,  gelek li berxwe diket û bi melolî û hem jî aciz dibû, weke ku tu kêra li wî xînî, wexta ku ev gotin ji min re digot.

Min ji Memo re gote, min mesela te famkir birazê. Lê dîsa jî min dixwest ku ez Memo tecrûbe bikim. Min ji Memo re gote, birazê Memo ez dixwaz im ji tere tiştekî bêjim­?, tiştê ku  Memo ji  min re gote, mamo fermo bêje, tu çi dibêjî. Min ji Memo re gote, tu dikarî du takî simbêlê xwe bidî min, û tu çi ji dikanê dibî bibe.

Wexta ku min ev gotin ji Memoyê simbêl qeytanî re got; Memo sekinî, sekinî deng jê derneket, weke ku tu cerik ava asar bi ser wî de berdî, gelek li ber xwe ket û sar bû û med û mirûsê wî tevlihev bû, mêş ji ser pozê wî bikeve wê bibe sed perçe. Lê wê camêro çibike, zarokên wî li malê birçî û di mala wî de, tu tiştekî xwarinê nîne.

Dibê Memo destê xwe avêt ser simbêlê xwe bir û anî, bir û anî, ez jî lê diner im, çend derban destê xwe di simbêlê xwede da û simbêlê xwe bir û anî, dibê derbikê du tayê simbêlê wî kete nav tilêyên wî, ew tayên simbêlê xwe di nav destên xwe de, bir û anî ji xwe re gote, ez van tayê simbêlê xwe bidim nedim dikandar, lê zarok min birçî ne li benda mine ku ez xwarinê bibim ji wan re, ji bo bêjin wa bavê me ji bajêr hat û ji mere  xwarin anîye. Dibê Memo tayên simbêlê xwe fermo min kir, kurê min.

Dibê min jî memo ra got, birazê tu ji dikanê çi dibî tu dikarî bibî. Min ji xwe re gote, ev çawa beşere-mirov e, çiqas bi şeref û heyiset e ev kesê hana, min di jiyana xwe de, kesekî weha bi şexsiyet nedîye… Îca mamo tayên simbêlê xwe  da min, min tayên simbêlê memo girt û xist nav kaxezikê de, pêça xist cûzdana xwe pêş çavê Memo. Min ji memo re gote, îca ji dikanê çidibî bibe, bi şertê ku tu kengî heqê alavê min ji min re bînî ez ê jî, wan tayên simbêlê yê emanet  bidim te.

Memo kete dikanê ferdê xwe tije alav kir û xatirê xwe ji min xwest û berê xwe da gundê xwe, û nav zarokên xweyê birçî. Kurê min hal û hewalê min û yê gundî ji vê bû, heger ku ew meriv hat û emanetî min anî, tu jî vî emanetî wî, yanî wan tayên simbêlê wî bidîyê kurê min. Piştî demikê xalê Arif yê dikandar dire ser dilovanya xwe. Xwendevanên hêja û dilovan, çîrok berdewame…

***

Bi minasebeta serê sala nû, sala 2011a  li hemû gelê Kurd û dostên Kurdan pîroz be, bi hêvîya temeneke dirêj di xêr û xweşîyê de bimîn in.

 
   
Dengê Kurdistan © 2010