psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 
   
  Daxuyanîya Konferansa Kurdistanê

Salihê Omerî

Ev konferansa hana zirarên wê ji feydên wê pirtire, di bîr û bawerîya min de. Ji xwe ji serî de, amadekirina vê konferansê ji bo çi hatîye amdekerin babeta wê çîye?, neçîye? ji raya giştîre ne zelal bû. Li gor agahîya konferansê ji bo şêwrê û mişêwrê ye, ji bo hemû Kurdên bakurê Kurdistanê û kêmnetewên  li Kuristanê ku dijîn, wek Ermenî, Suryanî, Asûrî, keldanî û ereb an. Di vê konferansa Kurdistanê de, ku li Dîyarbekrê, di 17-18 meha Êlonê de ji 184 kesên rêxistin, dezgehên Kurdan û şexsiyet, rewşenbîr û ronakbîrên Kurdan, Ereba, Suryanî, Ermenî û Êzîdîyan pêk hat.

Di bîr û bawerîya min de, civînek weha û di roja îroyîn de, ewqas rêxistin, dezgehên Kurdan bêne cem hevdû, gelek bi qîmet û pîroz e. Lê ez weha bawer im, ku di vê konferansê de, tu kesî tixûbek dananî bûn ku kî bi ç zmanî bi axife. Lê weha dîyar bû ku hemû bi zmanê tirkî hatîye axaftin. Em jî dibêjin, bila zulm zehmetî ji ser zmanê Kurdî rabe. Bi qedrê xwedê ev ne henekê xwe em bi xwe û miletê xwe dikin. Xwedê giravî kesên ku beşdarî vê konferansê bûne, ji sedî not û pêncê wan Kurdin û bi Kurdî ne axaftin, di bawerîya min de ji bo civînek weha dîrokî û bi zmanê xwe, ne axaftin xwe, xapandineke û zmanê Kurdî jî em xwe asimilye dikin…  

Lê heger civînek weha di şertên îro yê tirkî de, meriv bê cem hevdû, divabûya berhemike gelek hêja, jê derketina û sûdeke berhemek jê bi hatina girtin. Lê heyîf û mi xabin konferanseke weha di şertên weha de, ku hate amadekirin, ku divabûya gelek biryarên balkêş bihatina girtin. Heger çiqas jî di daxuyanîya konferansê de, li ser çend xala hatîye dîyarkirin, ev daxuyanî gelek qels û feyda gelê Kurd têde pir qels û xerabe. Li gor ku bav û kalên me gotine; ”şeva reş ji êvar de, xuyanî bû”. ” Evdila hate meşûrkirin û partîya wî” bi destên mesûlê Hak-Parê jî ve hate xwendin ew daxuyanhîya konferansê, de li ser xêrê be.

Ji xwe Hak-Parê di hilbijartinên meha Hezîrana 2011 an de, ji rîya programa xwe û destûra xwe, xet şaşkirîye, ev derba dudaye ku vê rêçikê xelet dike. Ji Hak-Parê re ma yek, li gor ku b av û kalên me gotine; ” qana nebî sê care”, ma kongra pênc emîn ya Hak-Parê, ku di virde jî biryarê bistînin, Hak-Par xwe fesex bike ew jî têkeve nav BDPê, ev ma ye, ji pêve em çi bêjin…

Heger meriv ji derbasbûnên xwe derzan dernxe, heger meriv derzê jî hîn dernexistibe, pêşeroja meriv tarîye. Di civata her miletî de, hinik tiştên pîroz hene ji bo civatê. Bi teybetî jî weke civata Kurdan. Heger ahlaq, terbîye hezkirin, mezin, biçûk, urf û adetên merivan rabe jî holê, şexsiyeta merivan jî kêm dibe. Hemû tişt li ser bingeha derew û xapandinê bêne kirin ew kar rojik, duroj, mehik, salik du sal der tên holê, rûçikên merivan derdikevin û zelal dibe, meriv wana baş nasdike.

Axaftinên serokên yên ku ev konferansa kurdistanê amadekirine;

Serokê, DTKê û parlementerê Mêrdînê Ehmed Tirk jî di axaftina xwe de, qala rewşa heyî ya Kurdan kir û da zanîn ku Kurd, li gor berê di qonaxeke hêj baştir în û divê vê rewşa xwe ya heyî ber bi statoyeke siyasî veguhêzin. Yanî Ehmet Turk dibêje, statoya ku dixwaze ya Evdila ye, îradeya Îmralyê ji wîre di ser hertiştîre ye, vê dibêje serokê DTKê, ser girtî raya xwe camêr dibêje, divê ku em jî fembikin.  

Serokê KADEPê û parlementerê Amedê Şerafedîn Elçî jî balkişand ser çareserkirina pirsa Kurdî û yekitiya Kurdan ku çawa bandorekî erênî di navbera hêzên Kurdan de afirandiye. Yanî ev camêr jî ”Şerafedîn” dibêje, yekitîyeke Kurdan jî çêbibe, di bin banê partîyeke weke BDPê û ew jî bibe serokê wê, Evdila îradeya Îmralyê jî, ji bo wî ewqas ne mihûme, ji xwe temenê xwe tije kirîye…

 Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadyan -HAK-PARê Bayram Bozyel jî di axaftina xwe de girîngiya di navbera hêzên kurd û kurdistanî de ber bi çav kir û dazanîn divê kurd, ji bo çareserkirina pirsa kurdî serî li rê û rêbazên şer û tundiyê nedin, ji bo vê yekê jî divê Dewleta Tirk, operasyonên leşkerî rawestîne û PKK jî dev ji şerê çekdarî  berde û tekoşîna siyasî bide. Ev camêrê kurê camêra jî ”bayram bozyel” ”derbna ne destê wî ji dêrê dibe û ne jî, ji mizgeftê dibe” di eslê xwe de, raya Bayrem Bozyel, Ehmed Turk û Şerafedîn Elçî, di bingegê de weke hevdû difikir in. Lê kekê Bayram Bozyel hinik hesabê wî hene!.. ”ew jî em û wî zanin”.

Ji min re ev konferansa bi navê Kurdistanê ku li Dîyarbekrê hatîye amadekirin, ronîye û dîyare, ji xwe min raya xwe li jorê daye xuyanî kirin. Xwezî û sed xwezî, ev konferans ne di vî wextê ku ev tevlihevîya ku li başûr têye kirin, di nava PKKê leşkerên tirkan de û komara îranê û PJKê de, ku çêdibe û ser êşandinê ji desthiledarîya başûrê Kurdistanê re derdixîne.

Konferansa Kurdistanê ku çêbû, piştî çend mehên dinê bûna û bi teybetî jî, piştî kongera Netewî ya ku li başûrê Kurdistanê çêbibûna baş tir dibû. Ji xwe Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di peyî vê xwe de got, kongra ku li başûr çêbibûna êdî çê nabe, ji ber ku ev kongra çêbibûna divê ku aşitî hebe û xweşî hebe, ku ev kongra çêbbibûna, weha xuyanîye ku ev kongre çênabe.

Di vir de, xuyanî bû ku konferansa Kurdistanê ku li Dîyarbekrê, di 17-18 êlonê de çêbû, bi zanebûn ev konferans çêbû.  Yên weke, Hak-Parê û KADEPê û rêxistinên din hatin xapandin, ez weha dibêjim û rastîyeke. Ji ber tevlihevîya li herêmê ”rojhilata navîn ku îroj têye kirin gelek plan û projeyên mezin hene”. Heger em Kurd jî, hayê me ji van plan û projeyan ve tunebe, ji bo çi em sîyasetê dikin.  Konferansa Kurdistanê li dîyarbekrê çêbû, durojan nan xwarin û axaftin, hinik kesan dora axaftinê negha wan, hinikan jî di bin simbêlan de dikenîyan, me meşûriyeta Evdila û Îradeya Îmralyê bilind kir, her bijî ji vê konferansê re. Lê ez dibêjim, em dîsa hatin xapandin…

   
   
Dengê Kurdistan © 2011