psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 
Çîroka Bavê Min

Salihê Omerî

Wexta ku rewşa malbatê, yan jî êlê devlihevdibe, kî tê bîra meriv? Di wê malbatê de, yan jî di wê êlê de. Yên ku meriv jê hêvîyê dike, di wê malbatê de û di wê êlê de. Yan jî rûsipîyên wê malbatê û wê êlê hêvîya jê dike ku bê ser wan, dewan çarakê û li hevhatinikê kevirikî bingehî di nav wan de deyîn e. Ew jî urf û adetên welatê bav û kalan û civaka me Kurdan de, dihate bi kar anîn.

Mesela ku bav û kalên me dibêjin, ”bûye noka li kevir xînî” belawela dibe êla bav û kalan, malbata ap û birazan, divê ku em bangî rûsipîyên xwe bikin, ji bo ku bên di hewar mede bên, heger ku maqûlên me, rûsipîyên me, serokê êla me, pêkêşê malbata me û rêberên me neyên di hewara me de, wê malbata me û êla me bela wela bibe, weke nokan ku meriv li kevir xînî, bi balî belavbûnê ve wê here. Ne emê we û ne jî dîrok wê we bisitirîne û efû bike... De werin ku hîn malbat û êla we, belawela nebûye. Ked û emeka we geleke, we me rakir ser linga û ana jî divê ku hûn xwedî li pirêza xwe, xwedî derkevin, mezinên me!...

***

Rehmetîyê bavê min, derbna ji mere çîrokek weha digot; hebû sê bira û bavê wan. Îca bavê wan maqûlek gelek hêja, têkhiştî bû, di zanebûna xwe de, bawerîya êla wî gelek lê dihat. Lê derbna wexta ku bavê wan ku navê wî bixwe jî Rastgo bû, derbna apê Rastgo bang hersî kurê xwe dikir, kurê wî dihatin cem bavê xwe. Bavê wan ji wan re digot, ez bi serê we dikim kurên min, divê ku hûn jî weke min rast û durist bin. Her sê kura ji bavê xwe re digotin, bavo ma ev gotine ku tu ji mere dibêjî, em di xizmeta te denin bavo.

Mamê Rastgo, bihîst ku di nav êla wî de, tevlihevî û tiştên nebaş têne kirin. Bangî hersî kurê xwe kir, ka werin ev çi hal û hewalê êla meye. Kurê wî hatin û dew û doza ku di nava êlê de çi qewimîye, hemû ji bavê xwe re gotin, hal û hewalê êla me ji vê heta vê ye, di nava malbata de devlihevîyek gelek mezin hene, divê ku em dast bavê jin vê meselê, ma newloye bavo. Bavo jî gote, belê, em dest bavêjin meselê û divê ku em meselên di nava  malbata û bi teybetî jî hizûra  êla me divê ku xera ne be. Ji me çi bê divê ku em çarakê bibînin, ku em çareserîyekê bibînin.

Dibê ku mamê Rastgo ji hersî kurên xwe re gote, herin nav êlê ew malbatên ku devlihevîyê derdixin, wana bînin ba min, divê ku ez bi wan re bi axifim. Heqê wan tune ku huzûra êla me û malbatên me xerabikin. Heger bi a min nekir in, divê ku ez bi wan re cidî bi axifim, û heta ku bi a min nekin divê ku em cezakê bidin wan. Ceza me jî ev e, divê ku ji nav êla me û malbatên me konê xwe barkin ji vir herin. Lê dîsa jî bi hêvî me ku bi a min bikin û li gunehê xwe poşman bibin, bêjin mamê Rastgo, ji ana û pêve li ser dastê te, êdî em tevlihevîyê nakin bi sozê mêrên çê.

Îca Mamê Rastgo ji kurên xwe re got; divê ku ji ana û pêve hûn wesîfên ku min berê dikir, divê ku hûn vê mesûlyeta min berê dikir hûn bikin. Ji ber ku ê min temenê-emrê min mezin bûye, êdî taqeta min weke berê guhdarî bikim, herim serdana, şîn û şahîya, dew û doza safî bikim êdî nema ye, divê ku hûn wesîfa min pêk bînin, ji ana û pêve divê ku hûn xwedî li êla xwe û malbatên xwe, xwedî derkevin û serkêşîya wan bikin. Îca çîroka ku bavê min ji mere digot, bi dawî hat, hûn bimînin di xêr û xweşîyê de. Weke ku bav û kalên me gotine, ”dîwaro ez ji tere dibêjim, bûkê tu fehm bike”yanî divê ku rûsipîyên me, mezinên me û yên ku meriv jê hêvîya dike, bi erkên xwe ve rabe, ku xeterek bi ser wê êlêve, yan jî bi ser wê malbatê, yan jî rêxistinê û wî dezgehî de bê.

***

Îca çawa ku bavê min ev çîroka hana ji mere digot, pêre jî digot lawên min! Divê ku hûn jî vê çîrokê, sûdê bigrin, hem weke çîrok bihesibînin û hem jî weke ku bi rastî bûye bihesibî nin. Ev meselên weha çêbûne, di nava cemata Kurdan de. Wexta ku tedayek, zulmek, tevlihevîyek û belawelakirinek di nava malbata meriv û êla meriv de çêdibe, meriv bangî mezinê xwe, rûsipîyên xwe û mezinên xwe dike, ku wê meselê çareser  bike, ew jî wesîfa wan camêra ye. Heger ew jî bi wesîfa xwe ranebin, ewçax divê ku meriv li çara serê xwe binere. Weke ku bav û kalên me dibêjin, ”meriv wexta ku bê çare bû, divê ku meriv bi mezinikî xwe bişêwire, yan jî pişta xwe bide kevirikî-dîwarikî û di xwe de, bifikire” wêçaxê meriv dikare rêkê ji xwe re bibîne, ku meriv ji wê xeterê xwe azad bike.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011