psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 

Çavdêrî û Guhdarîkirin…

Salihê Omerî

Berî salikê ez bi minasebata dîtina welatê bav û kalên xwe, merivên xwe, heval û hogirên xwe çûbûm welatê xwe. Min nivîsek bi nave ”bîr û dîtinên min” nivîsandibû, li ser rewşa herêma ku ez lê dimam, bîr û bawerîya xwe û dîtinên xwe nivîsandibû. Îca wê çaxa ku min dîtinên xwe nivîsandî bû, salek derbas bû. Min îsal jî xwest herim welatê bav û kalên xwe, nav merivên xwe û gelê xwe û bi teybetî jî, min xwest cejna Remezanê jî di nav merivê xwe de, pîroz bikim, ji ber ku ev sîh (30) sal e ez li dervî welat bûm, mi xwest hem bi minasebeta cejna remezanê û 12ê êlonê jî ku Referandûmê jî bi çavê serê xwe û guhê xwe guhdarî bikim û bibîn im. Bi îzna we xwendevana hebe, ezê bîr û rayên xwe li ser hem cejna remezanê û 12ê êlonê û guhertina ku di nav gelê me de, çêbûye ji we xwendevana re, pêşkêşbikim ser şaşa înternetê.

Cejna Remezanê, çiqas jî cejneke olî be jî, lê êdî bûye kultireke me û piretîya Kurdan xwedî lê dertên û weke cejneke milî û dînî xwedî lê derdikeve. Piştî 30î salî derba ewilî, ku ez ji welatê bav û kalên xwe derketibûm çûbûm welatê xeribîyê, di cejna Remezanê ya 2010, li nav merivên xwe û gundîyên xwe de, min derbas kir û roja ewilî ya cejna remezanê li ser mezarên bav û kaln xwe, dîya xwe, bavê xwe û gundîyên xwe, min pîroz kir. Serê sibehê li gundê xwe bi mervên xwe û gundîyên xwere me hevdû zîyaretkir û şekirê eyîdê û luqomê teze şekirên cûrbi cûr, herkesî cilên xweye xweşik û renga renga li xwe kirbûn, hatibûn nav mezarê gund. Biteybetî jî ku gundî li çev min diketin, ku ez jî li nav mezarim, bi kêfxweşî bi balî min de dihatin û min himbêz dikirin, hisreta ewqas sal ku me hevdû li cîheke weha pîroz hevdû nedîtîne, distandin, kêfa wan gelek dihatin, ji min re digotin tû û vandera, weleh me gelekî bêrya te kirîbû, baş bû tu vê cejnê tu hat.

12ê êlonê de, referandûm pêk hat. Ji xwe ez berî 12ê êlonê li welatê bav û kala bûm. Roja hilbijartina referandûmê ez li tirkî û bi teybetî jî li bakurê kurdistanê li Mêrdînê bûm. Berî referandûmê bi çend rojan mêvanên ku di hatin cem min û me sohbet dikir, di sohbetên xwe de, me qala referandûmê û rewşa sîyasî ya Kurdan dikir, û yên ku min bi wan re minaqeşe dikir, digotin divê ku bêye boyqot kirin ev referandûm. Lê min digot, divê ku meriv demokrat be, ji ber ku dikare ji dervî sê ertanatîfa ”er, na û boyqot” dikare ji vana pirtir be. Lê ”wan” kesan digotin, na kesên ku dengê xwe bi kar bînin, bi teybetî jî ku Kurd be û here ser sandiqên hilbijartinê û erê yan na dengê xwe bi kar bînin xîyanetê dikin, du derba dudu-çar, weha vekirî digotin.

Ji xwe, dikare gelek rayê û dengên cûda-cûda bêne pêşniyarkirin, ji xwe pîvana demoqrasîyê jî ev e. Û gelê Kurd jî, xwedêgiravî jî aşiqê demoqrasîyê, azadîyî û weke hevîyê ye. Lê li gor min BDPê terbîya ku dabûn hevalbendên xwe, berovajîya gotinên ku min li jorê gotine; ”aşiqê demoqrasîyê, azadîyî û weke hevîyê ye” derket holê. Li ser sandqên hilbijartinê û kesên ku diçûn gel here dengê xwe bi kar bîninin, wan tehdîd dikirin, weke mînak ”Yîlmaz Odabaşî û gelekê dinê” û navên wan dinivîsandin weke qomsêrên nehînî yên dizî û paşê diçûn malên wan ew tahdîd dikirin, çima hûn çûne ser sindoqa û we dengên xwe bi kar anî ne.

Ka em Kurd ji bo azadîya welatê xwe û gelê xwe kar û xebat dikin ku welatê xwe azad bikin. Ka em Kurd em azadxwaz in, demoqrat in, ne zordest in, li dijî zordestan dixwazin welatê xwe azad bikin. Lê berovajî em gelê xwe, zor destîyê û zolmê lê dikin, ku dengên xwe bi azadî bi kar neyne û bi demoqrasî fikr û remanên xwe pêk neyene, ma ev çi demokrasî û azadî ye.

Bi qeyîs ku gelê Kurd ji apocîyan û sîxurên wan ditirsin, xufa wan dikeve dilê gelê Kurd û ji apocîyan aciz û ditirsin, di vê demê de, ewqas ji leşker, polîs, jîtemê û rêxistinên tarî yên dewletê natirsin û xofa wan weke berê ku ewqas gelê Kurd ji van tîma weke berê tirs nemaye. Lê meriv femdike bê ev ji çi tê, ev xof û tirsa ji apocîyan. Ji ber ku apoçîtî belake mezin e li pêşîya bizava ji bo azadîya gelê Kurd e. Şerê apocîtîyê di bawerîya min de, wêrankirina Kurdistanê û sero binî hevdû kirina urf û adetên gelê Kurd bixwe ye, tu fêda şerê apocîtîyê negha gelê Kurd, ji xweynî zirarê pêve, ji xeynî wêrankirinê û têkçûnê û bizava gelê Kurd.    

Gotinek bav û kalên me Kurdan heye; dibêjin, ”navbêna nal û bîzmar de”. Bi rastî jî gelê Kurd li bakurê Kurdistanê, di navbêna nalê komarê de û bîzmarê apocîyan de maye. Gel hatîye dîl-esîr kirin, bi teybetî jî di nav destên apocîyan de û bîzmarê wan de hatîye esîr kirin, gêjo mêjo bûye, bawerîya wan jî êdî li wan ”apocîyan” nayê, lê artanatîf tune û qelse, wê gel çibike, wek yê li ser ”camêr” bixeyîde, ev jî Kurdên bakur in. Bi vê hawayî bimeşe li bakurê Kurdistanê, piştî çend salên dinê wê xeterên gelek mezin bêne serê gelê me li bakurê Kurdistanê û emê nikaribin pêşîya vê xeterê bigrin, bila sîyasetmedarê bakurê Kurdistanê yê ji dervî apocîya bizanibin. Êdî wext derbas dibe, weke ava çeman, dereng dikeve ku em vê pêvajoya xeter ji ser gelê xwe rakin. Ev jî noqta netewî û millî divê ku em bêne cem hevdû û bi hevre kar û xebat bikin. 

Îca min berî salikê li wan kesên ku pir hindik wek hevdû difikirîn, ji sedî-sed raya wan hatbû guhertin. Li ser referandûmê me minaqeşe dikir, ji xwe raya min dîyar bû. Lê ya kesên ku li himberî me bi hevre minaqeşe dikir, digotin divê ku em nerin ser sindoqên, hilbijartina referandûmê. Îca min digot çima? Wan digot partîyê (BDPê) gotîye ji ber vê yekê em boyqot dikin. Titênên digotin ne tiştên realîst bûn, tiştên ji dev û guhan bihîstin bû, gotinên ezbere bûn. Lê ji ber ku gel hatîye hesîrgirtin, naxwazin pêl cîhê şilbikin, ewqas.

Digotin, yên ku herin ser sindoqa xayînin, yên ku herin ser sindoqan navê wan bêne nivîsandin, yên ku herin dengê xwe bidin divê ku em wan bi xîyanetê îlan bikin, kesên weha zilamên dewletê nin. Ji xwe wextê siyaseta apocitîyê derketîye, heta ana ji wan pêve rast tune, ji wan pêve yê Kurdistanê azad bike tune. Lê berovajî raya apocîyan, ji wextê ku ev sîyaset derket holê, şerê hemû Kurdan kirin û ji her partîyên Kurdan mirov kuştin…

Guhertina di gelê me de di hindurê salikê de, çêbûye. Di nav gel de, mefaet, pere, dengê silah, şerê tirkan û Kurdan, dijmanîya navbêna tirkan bi propaxandên şaş û xelet, serî şuştina xelkê û gundîyan, bi dîtinek xelet, bûyerên ku vê talîyê li hêla Şirnex, Colemêrgê, kuştina neh heb gêrîlên apocîyan, berî cejna remezanê û çend meleyên olî dijayetîyek gelek xerab di nav Kurdan û tirkan de, hate kirin. Piştî hilbijartinên referandûmê ku li gewherê hate kirin, di vê bûyerê de, deh heb (10) hatin kûştin tansyon hînjî bilind bû di nav gelê Kurde. Ev hemû destê dewleta kûr di nava dewletê de û di nava apocîtîyê de, kesên tarî vê tevli hevîyê û xerbabûnê dikin. Yanî hêzên tarî ên dewleta kûr, û pêgirtîyên wan, naxwazin şer û pefçûn devlihevî û aramî li herêma Kurdistanê pêk bê.

divê ku meriv rastîyekê jî bibîne, li bakurê Kurdistanê, ew rastî jî ji dervî apocîyan û BDPê artanatîfek heye, ewjî Partîya Maf û Azadîyane, (Hak-Par e) divê ku meriv vê partîyê madî û manewî pîber bibe, vê partîyê xurt bike. Yan jî wext derbas dibe, ji bo hizeke xurt li bakurê Kurdistanê di warê legal de. Partîya Maf û Azadîyan (Hak-Parê) di Kongra xweye çaremîn de, mohra xwe li pêvajoyê xist, di raya min sirûda-merşa gelê Kurd di kongra xwe de û bi teybetî li paytexta tirkan ku xwend xwînek teze û cesaretek da sîyaseta gelê Kurd li bakurê Kurdistan, erkege netewî û niştimanperwerîye, ji ber vê yekê jî ez dibêjim, bijî Kongra Hak-Parê ya çar emîn û serkirdayeta Hak-Parê û hemû endam hogirên wê.

   
Dengê Kurdistan © 2010