psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 
Bûk anî bi lez û bez, sivika malê mam dîsa ez

Salihê Omerî

Gelek caran gava bûk tên malên xezûrên xwe, ji bo ku barê xesûyê sivik bibe, lê dîsa ew karên malê li ser milên xesûyê dimîne. Xesû dibe serkevanî û bûk û keç li ber destên wê kar dikin. Lê carinan wilo dernakeve, ya bûk zexel e û ya jî, ji malê cihê dibe û kar dîsa wek berê di stûyê xesûyê de dimîne. Ji ber wê weha hatîye gotin, ”min bûk anî bi lez û bez, sivika malê mam dîsa ez” dibêjin. Erê gotina bav û kalan bi serê xwe û gelek baş li hev anîne, bi serê xweye.

 Ana ezê vê nivîsa xwe çawa binivîs im, ku ne xesû û ne jî bûk dilê wan ji min bimîn e. Heta ji min bê ezê ne dilê xesûyê û ne jî dilê bûkê ji xwe bêhêlim. Îca heger ez rastîyê jî bêjim, bila herdû (xesû û bûk) jî li qusûra min ne nerin ji ana de.

Dê û bav wexta ku zarokê wan mezin dibin û dikeve dema zewacê, temenê wan dibe nozdeh-bîst, hema dixwazin zarokê wan bizewicin, ji bo ku nebî-torinê xwe bibînin. Ji ber ku hem ji hêla bavê kurik û hêla bavê qîzê jî dixwazin nebîyên xwe bibînin. Gotinek bav û kalên me heye, weha dibêjin; ”nebî qinê bihîvê û qinê gûzê nin”. Û ez dibêjim wehaye jî. Ji ber ku dê û bav gelek ji torinê xwe hez dikin. Ji ber ku nebî koka bav û kalane, weke dara ku ber dide, berê wê darê naqele, herdem ew ber û kok heye. 

Yek jê jî dixwazin kurê wan zû bizewicin, ku serê wî bê girêdan ji bo ku ew jî bibe zilam, têkeve nav rêza zilaman. Xelk ji bo jêre bêjin wa lawê filankes jî, bû zilam û ket nava rêza zilaman. Dê û bav, îca kêfa wan tê wa kurê me jî, ji xelkêre dibêje silamûelêkim, kurê me jî, ji xwere kar dike, ne weke berê bi vîyalî û wîyalî ve diçe û êdî bû zilam. Îca meriv hêvîya zilametîyê jê dike. Heger ku zilametîya xwe û dê û bavê xwe ser nizm neke…

Piştî kurê wan zewicî, kurik û bûk bi hevre zewicî, êdî wêçaxê mesele dest pê dike. Xwedê hevza meriva ji xesûyê û bûkê bike. Îca xesûya bûkê ji hêla malbata bavê zavê, heta ji wan tê divê ku bûk di emrê wan de be, û bi teybetî jî xesû dixwaze ku bûk bi a wê bike, jêre çibêje divê ku gotina wê li erdê nekeve. Îca wextê ku gotina xwesûyê bi ser neket, îca di nav bêna bûkê û xesûyê de bi teybetî nakokî destpêdike, tevlihevî berdewam dike.

Îca bavê bûkê û bi teybetî jî dîya bûkê, dixwaze ku qîza xwe bi balî xwede bikşîne û têxe bin desthiledarîya xwe û zavê xwe jî. Îca wêçaxê nakokî dikevin navbêna malbata zavê û bûkê. Lê divê ku ne bûk û ne jî zava, nehêlin herdû malbat bêne himberî hevdû, yanî malbata zavê û malbata bûkê. Lê têne himberî hevdû, xwedê bê tifaqîyê nexe navbêna mirovan û nexe navbêna malbata mala bûkê û zavê jî înşahla.

Lê dîsa jî li herdû malbata jî dikeve ku nehêlin navbêna bûka wan û zavê wan nakokî çêbibin. Li herdû malbata dikeve ku bi zarokên xwe re, bi keça xwe û bi kurê xwe re bi xeyîdin, ku ne yên himberî hevdû, û hizûra wan xeranebe. Lê bi teybetî jî li herdû xesûyan dikeve, yan li dîya zavê û diya bûkê dikeve, ku devlihevîyê biçûk di navbêna zavê û bûkê de çêbibe, her yekê bi ê xwere û bi ya xwere bixeyîde, rû nedin herdûyan, ku ji li bik tirî maserakê daney nin.

Ez bawerim hemû kes ne weke heve, hinik xesû ji hêla kur û ji hêla qîzê ve jî, pir ji hev dû hez dikin. Nakokî di nava wan malbata de dernakeve, ji ber ku tê xuyanî kirin ev kesên hana dil fireh û bi sebirin, her yekî ji hêla xwe ve, ya hêla malbata mala zavê û malabata mala bûkê bi kurê xwe û ê ku bi qîza xwe re di peyîvin, kurê min ev dinya divê ku meriv îdare bike, û ji hêla bav û dîya qîzê ve jî, divê ku hûn li hev bikin. Yan jî ev jiyana jin û mêritîyê nameşe.

Dijyanê de pêncî-pêncî nabe, divê derbna meriv dibe pêncîû yek û derbna jî yêdinê jî dibe çelûneh. Te dît ku derbna jî yê ku pêncîûyek, ew bû çelûneh û yê çelûneh jî bû pêncîûyek, yanî gotina min ev e, ku jiyan ne standar de, tê guhertin. Îca liv ê dinyayê divê ku meriv îdare bike bi hev re, heger hertim bêje ez û ez, wê meriv gelek zirarê bibîne û meriv muafiq nabe, meriv tenê dimîne û hwd.

Îca weke mesela ku dibêjin, ”min bûk anî bi lez û bez sivika malê mam dîsa ez”. Wê weha bê serê meriv, divê ku qencî ji herdû hêla be, ji hêlikê tenê nabe. Xesû jî hene û xesû jî hene, neûzûbilah. Lê ez hêvî rica dikim ji hemû xesûyan ha jî hêla bavê kur û ji hêla bavê qîzê ve jî, divê ku bi rîya dîyalokê û têkilîyan re hevdû li berxî nin, ne bi şer û pefçûnê. Ji ber ku ev şerê navbêna xesûyan û bûkan bûne sebebên nakokîyên pir xerab, hata berdana bûka jî bûye. Îca di dawî de dibêjim, ku bûk jî dibe bûkjî û keça malbata xezûrê xwe û divê wehaba. Zava jî dibe hem zava û kurê mala xezûrê xwe. 

 

 
   
Dengê Kurdistan © 2011