psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 
Komeleya ÇIRA ya Diyarbekirê şahiyek pêk anî

Dengê Azad/Amed

Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRA ya Diyarbekirê di 25ê Çileyê Pêşîn de şahiyeke bi xwarîn pêk anî. Şahiya komeleyê bi deng û stranên stranbêj Mehmet Atlî û koma wî hat xemilandin.

Di şahiya ku li salona Otêla Prestîjê ya Amedê hat pêkanîn de, ligel Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan-Hak-Parê Bayram Bozyel, Cîgirên Serokê Giştî Hasan Dagtekîn, Umît Tektaş, Serokê Giştî yê KOMKAR Swîsreyê Cafer Yildiz, nivîskar û helbestvan Azad Ziya Eren, Yusuf Kaya, Serokê Saziya Muhasîb û Muşavîran Erkan Azîzoglu û endam û pêgirên komeleyê beşdar bûn.

Şahî bi kurteaxaftina yek ji endamê komeleyê Şîrvan Daş ve hat destpêkirin. Daş, di despêka axaftina xwe de xêrhatina beşdaran kir û bi helbesta rêzdar Kemal Burkay ya “Serok zindano” domand. Piştre beşdaran ji naveroka bernameya şahiyê haydar kir û ji bo axaftina xwe pêşkêş bike, banga Serokê Komeleya ÇIRA ya Diyarbekirê Nevzat Karakeçî kir.

Serokê Komeleya ÇIRA Nevzat Karakeçî, di despêka axaftina xwe de bi germî xêrhatin li beşdaran kir û li ser navê Rêvebiriya Komelya ÇIRA ji ber hevkarî û piştgiriya beşdaran spasiyên xwe pêşkêşê wan kir.

Karakeçî,  di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser mijareke giring ku ev demek e di rojeva kurd û tirkan de ye ku li ser tê niqaşkirin û weha got; “Ez dixwazim li ser giringiya ziman ya ji bo domkirina jiyana neteweyan bi çend gotinan sohbeta we bibirim. Her gel û neteweyek wek koşkekî  bilind in. Ziman, çand û edebiyata wê jî wek hîmên zexm in ji bo vê koşkê. Neteweyên xwedîedebiyat bi sedan sal ji ber çav wenda bibin û koşka jiyana wî hilbiweşe jî, dê roj bê û dîsa li ser wan hîmên zexim bê bilindkirin.

Wek hun jî dizanin, Yunan digel bêhêziya xwe, çend sedsal hebûna xwe wenda kir û wek bajarekî Osamaniyan bû. Lê, roj hat çand û edebiyata Yunanî xwediyê xwe ji destê Osamaniya xilas kir.

Heman tişt, mirov dikare ji bo Îranê jê bibêje; Îran demek dirêj ji aliyê Ereban ve hat dîlgirtin. Lê, ziman û edebiyata Farisî, Îranê ji tunebûnê hanî hebûnê.

Herweha, Ereb jî bi qasî 9 sed salî di bin bandora Osamniyan da bû. Lê belê ziman û berhemên edebiyata Erebî li Rojhilata Navîn desthilatdar bû.

Ji ber vê yekê ye ku her gel û neteweya ku daxwaza hebûn û jiyana xwe ya neteweyî bike, divê giringiyeke xurt bide ziman, çand û edebiyata xwe.

Fîozofê hêja Ehmedê Xanî 3 sed sal berî niha bîr bi vê giringiyê aniye, ji bo wê xebitiye û li ser vê yekê bendeke weha nivîsiye;

“Da ku xelq nebêje; herçî Kurd in

nezan in, bêesl û bêbingeh û nemerd in”.

Her çendî di wê demê de li vê herêmê zimanê Erebî, Farisî û Osmanî biqîmet bûye jî, lê Ehmedê Xanî bi zanîn û bi hesteke Kurdayetî dest avêtiye qelema xwe û berhemên xwe bi Kurdî nivîsiye. Ji ber ku zimanê Kurdî ne zimanê resmî bûye û nebûye zimanê bazarê, Xanî bi kul û keser van rêzikan nivîsiye;

“Ger hebûya jibo me jî xwediyek
Qencîkarekî bilind, peyvzan û jêhatiyek
Min ê hingê alaya helbestan rakira
û li ser banê gerdûnê bilind bikira
Lê çi bikim ku gelek sar e bazar
û tune ji vî qumaşî re kirîdar”.

Wek hun jî dizanin, niha di cîhana medenî de delîl û nîşana neteweyan, ziman û edebiyata wan e. Ger ev delîl û nîşan jî ji dest biçin, doz û tekoşîna me vala ye û herweha kes guh nade me.

Mixabin, zimanê Kurdî di paralela zext û bandora dagirkeran de di nav rewşenbîr, siyasetmedar û civaka Kurd de jî raxbet jê re nayê nîşandan.

Tê zanîn ku em wek Komeleya ÇIRA xeteke ji berdewamiya kevneşopiyeke 35 salan in. Ev  xeta hanê ji destpêkê heta niha tu car neketiye nav fikareyên ticarî û ji bo jiyandin, pêşvebirin û kemilandina ziman, çand û edebiyata Kurdî bi israr rojname, kovar û pirtûkên bi Kurdî weşandiye, komele û sazî ava kiriye ku Komeleya ÇIRA jî yek ji wan e.

Bi ya min, pirsgirêka herî girîng ya li pêşberî kurdên bakur, pêşîlêgirtina helandin û wendabûna zimanê kurdî ye. Ji ber vê yekê jî, her kurdekî berpirsyar divê viya ji xwe re bike armanc û wek bendek li pêşiya helandina ziman bisekine. Berevajî, çend sal paşê ligel wendabûna ziman, wê hemû nirxên neteweyî yê kurdan têk biçin. Ev jî tê wê wateyê ku êdî nirxên ku ji bo wê têbikoşîn, namîne.”

Di çarçoveya bernameya şahiyê de, ji ber ked û xebata Serokê berê yê Komeleya ÇIRA Eşref Çakan ji aliyê Birêvebiriya Komeleyê ve plaketek ahtibû amadekirin û ev plaket ji aliyê Serokê Komeleyê Nevzat Karakeçî ve pêşkêşê Çakan hat kirin. Çakan, li hember vê diyariyê kêfxweşiya xwe anî ziman û ji beşdaran daxwaz kir ku ji nuha û pêve jî hê zêdetir û bi refleksa xwedîlêderketinê piştgiriya Komeleya ÇIRA bikin.

Herweha, di çarçoveya bernameyê de xwarin hat dayîn û bilûrvan Mesûd Kandemîr bi qasî nîv sietek bi deng û awazê bilûrê beşdaran li gelî û çiyayên Kurdistanê kir mêvan, hestên wan hejand û ew xistin nav xemgîniyek mezin.  

Di berdewamiya şahiyê de peyam hatin xwendin ku yek ji wan peyaman jî ya Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSKê Mesud Tek bû ku bi germî û li ser piyan biç epik û sloganan hat pêşwazîkirin.

Peyama Sekreterê Giştî yê PSKê Mesud Tek ku ji aliyê Birêvebirê Komeleyê Zilkîf Mavlay ve hat xwendin, weha ye;

“Heval û hogirên tekoşer

Min gelek dixwast, ku îro ligel we bûma û me bi hev ra govenda şadî û xweşî û xebatê bikêşanda. Dizanin, ji ber sedemên dîyar ez nikarim, lê ez pişt rastim ku di demeka gelek nêzik da em bi hev ra bin û mil bi mil govenda azadî, demokrasî û wekheviyê geştir bikin.

Gelî dost û biran,

35 sal berê wekî rojekî usa Partiya me, partiya xebatkar û gundî û zahmetkeşên Kurdistanê hatiye damezrandin.

Partiya me ji roja demezradinê heya îro rêbazeka welatparêzî û demokrasiyê girtiye ber xwe, dijî hemû cure zilm û zordarî derketiye.

PSKê ji bona bidestxistina mafên netewî û demokratîk, ji bona mafê jinan bê westan kar û xebat kir; îro jî dike.

Partiya me gelek girîngî da yêkitî û hevxebata hêzên welatparêzên Kurd, îro jî dide.

PSKê her usa giringî da û dide xebata demokrasî û guhartinê li Tirkiyeyê û her tim xwazyarê hevkariya hêzên welatparêzên Kurd û demokrat û pêşketînxwazên Tirk û neteweyên dinê bû, îro jî xwazyar e.

Partiya me her serketinên gelê Kurd, ya xwe zaniye û ji bona parastina deskevtiyên netewî piştgiriya hêzên welatparêz kiriye, dike. Hemû partî û rexistinên welatparêzên beşên din yên Kurdistanê dostê me ne û pêwendiyeka xurt û birane di nav me da hene.

Xwişk û birayên delal,

Di vê xebata 35 salî da gelek asteng, hevraz û nişîv derketine pêşiya me. Xebata me carna sar bûye, carna jî germ.

PSKê ligel guhartina zirûfên siyasî, bername û şêweyê xebata xwe guhartiye. Lê çu çar meydana xebatê çol nekiriye. Em her tim li qada xebat û tekoşana netewî û demokrasiyê bûn, îro jî hene. Di vê xebata bê westan da me pişta xwe da we, heval û hogir û gelê xwe.

Partiya me her tim rastbin bû, zirûfên siyasî, hel û mercên navçeyê û navnetewî her tim li ber çavê me bûn. Me dixwast û hewl didan, ku bibine beşekê proseya demokrasî û guhartin û peşketinê ya navnetewî. Lê belê her usa em her tim Kurd û Kurdistanî bûn.

Hevalên tekoşer,

Hozanê mezin, hozanê Komara Mehabad Mamosta Hêjar usa dibêje:

Bi Kurdî dibêjin, bi Kurd dijîm û bi kurd dimrim,

Bersiva pirsên melekên qebrê jî bi Kurdî didim.

Divê helbesta hanê ya Mamosta Hêjar her tim li bîra me be, bi Kurdî bijîn, rabûn û rûniştina me bi Kurdî be, daku dijminê me dilreş dostên me dilşad bin.

Birano,

Sersala we, salvegera demezrandina Partiya me pîroz be.

Bijî xebata gelê me ya azadî û demokrasî û wekheviyê!

Bijî hevkarî û hevxebata hêzên welatparêzen Kurd!

Bijî Partiya Sosyalîst a Kurdistan!

Bijî Kurdistan!”

Piştî xwendina peyaman, şahiya komeleyê bi deng û stranên stranbêj Mehmet Atli û koma wî hat xemilandin û ew bi qasî 2 sietan şahiyê xweş kirin û beşdaran coşandin.

Di dawiya şahiyê de peşkavêtinek hat amadekirin û di vî peşkavêtinê de wek diyarî

Wêneyek û Dû albûmên helbestên Kemal Burkay, pirtûka rêzdar Kemal Buray ya “Bîranîn-2” û Ferhengek hatin dayîn.

Diyariya ewil ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan Bayram Bozyel ve hat dayîn. Bozyel, bi vê mebestê jî bi kurteaxaftinek bal kişand li ser giringiya çand, ziman, huner û edebayatê ya ji bo gelan û da zanîn ku ji bo pêşkeftin û kemilandina çand, ziman û edebayatê pêwistiyek mezin bi saziyên wek Komeleya ÇIRA heye û divê di her warî de piştgiriya wan bê kirin. Bozyel, herweha diyar kir ku Komeleya ÇIRA di van 5 salên borî de xebatên gelek hêja û berhemdar pêk anîye û wek kurdek spasiyên xwe pêşkêşê birêvebir, endam û pêgirên komeleyê kir.

Şahiya Komeleya ÇIRA ku bi qasî 5 siet dom kir, bi serkeftî û kêfxweşî bi dawî bû.

 
   
Dengê Kurdistan © 2010