psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 
Ez ji te ra çi bibêjim?

Riza Çolpan

Xwendevanên hêja, sal 1951, di çardehê meha Avrêlê, roja Çarşemê ez li gundê xwe derketim, bûm terkîwelat. Ango piştî şeş meh, tam dibe şêşt sal. Fîlma şêşt salan, îro li ber çavên min bûye dîdemek reş û nexweş. Bi gotinek dî, fîlma tijî êş û jan, kul û birîn, axîn û keser. Çira ez li welatê xwe derketim? Helbet sedem hebûn. Sedemên wê demê ji min ra xerîb bûn, ez nezanê wan bûm. Lê dûra? Dûra jî bi hezaran, bi mîlyonan kesên Kurd wek min bûn terkîwelat ji ber zilm û zora dewleta barbar, ji ber aborîya xizan, ji ber şerê qirêj. Bi taybetî jî jibo şerê qirêj, şerê ku di sala 1984’da destpêbû, heya roja îro jî domdike, di nav du agiran da, çêtir dîtin, ango tercîh.

Ez li ser gelek tiştan, bi taybetî jî li ser gelşa jîyana civakî, di sala 1962’yanda şîyar bûm. Di sala 1966’an da ez komînîstekî nezan û tûj, li pey “Şoreşa Proleterya a cîhanî” ketibûm. Ango raman û nêtek usa nebûyî û îtopîk. Ez bawer im di wê demê da ez çavkor bûm, çav korên wek min jî pirr bûn di nav Kurdan da. Bav û kalên me bi sedsalan, em jî di destpêka ciwantîya xwe da, di bin nîrê zilm û zora dijmin da dinalîyan, me rewşa welatê xwe nedidît, em rabûbûn li pey îtopîkek bêreng û reş ketibûn. Olqa bindestîyê di stuyê me da radişîya, çavên me nedidît. Lê pirr neçû em li xwe hesîyan, lê gelek jî dereng man.

Di sala 1975’an da ez bûm nasê rêxistin û têkoşerên gelê xwe, vêca jî Rizgarîya Kurd û Kurdistan ji min ra bû hêvîyek bê tixûb. Di wê rojê şuve, her şev di xewna min da Kurdistanek Adzad û Serbixwe hebû, heya roja îro jî ez vê xewnê dibînim, lê carna hin gotinên xwedêgiravî serokekî Kurd hêvîya dilê min dişkînî; ku ew serok jî Avdila Ocalan bi xwe ye. Avdila û rêxistina wî li pêş Rizgarîya Kurdistan bûne bela, bûne qeda.

Xwendevanên delal, gelek car in dibêjim, dubare dikim, cîhan biçûk bûye, ketîye qutîyek çar koşe, vedikê her tiştî têda dibînî. Min di roja 3-11-2010’da gotara Yasemîn Çongar di rojnama Taraf da xwend, cinên cîhanê hatin di koda serê min da kom bûn; min nezanî ku çi bibêjim, îro jî dîsa wek berê me, bi hêrs im. Yasemîn Çongar di vê gotara xwe da qal û behsa çûyîna Aysel Tûxlûk, jibo dîtina Avdila Ocalan dike. Avdilla di wê hevdîtinê da heft pêşnîyar û daxwazên xwe rêz dike; lê ez naxwazim li ser hemû babet û rêzan bisekinim, tenê dixwazim li ser xeta şeşem rawestim çend tiştan jê-bipirsim, dûra jî ji we ra kesera xwe ya şêşt salî bi çarînan bînim ziman, we jî ji kesera dilê xwe ra bikim şîrik.                                                                                                

Belê, Avdilla di pêşnîyara şeşem da: “Ez dixwazim em Kurd û Tirk bi hevra bijîn. Tiştên ku ez pêşnîyar dikim, di wan da çucar dewletek cihê tune” dibêje. Belê, eynî usa dibêje serokê neteweyî, rêber û peyxamberê Kurd. Ji ber ku hinek Kurdan ew ji xwe ra kirine peyxamber, ku heye Xwedê nepejirîne.

Xwendevanên ezîz, ez diwanzdeh sal ji Avdilla mezintir im. Wexta ku ew û navê wî derket, ez di nav xebatek Kurdwarî da bûm. Kek Kemal Bûrkay jibo derketin û çavsorîya wî û rêxistna wî  pirtûkek nivîsî bû, di wê pirtûkê da dûr û dirêj qal û behsa Avdilla, rêxistina wî û bernama Partîya PKK dikir. Ez bawer im gelek kesan ew pirtûk xwendîye. Avdo çito derketîye, çi gotîye, hemû yek û yek anîye ber çavan. Dûra me hemû gotin û kirinên wî di rojnama wan a partîyê, Serxwebûn û Berxwedanê da jî bi salan xwend. Avdilla çi dixwast û çi digot?. Roja ku bi peymanî hat girtin bû dîlê sexte, dev ji hemû tiştan berda, li hember dijmin serê me tewand, bû pisîk, lê mirûdan nedît, “ev taktîk e” gotin, îro jî dibêjin.

Niha ez wek Kurdekî welatparêz ji Avdilla pirs bikim. Hemin ku te tiştek nedixwast, çira tu derketî holê jibo Kurdan?  Ka te digot “divê em gîyana Medya  rakin” çi bû ew gîyana Medya, çû ku? Kuro çira tu bûy Astiyagers, te û Harpagosên te welat bi tevahî dan dijmin. Te çira nêzî şeş milyon Kurd kir koçebar, şand metropolên dijmin, li wir namûsa me kir pênc pere? Ma tu dizanî ew dayîk, keç û bûkên me di wan deran da çito dijîn? Lê kur ciwanên me? Çira te ew erdnîgrîya me ya wek bihişt kavil kir, vala kir, ji beraz, kund û rovîyan ra hîşt, kir seyran? Çira te bi wî şerê xwe yê qirêj ve çar hezar gund vala kir? Hemin ku te tiştek nedixwast, çira bûy sedemê evqas xeseran. Kuro te çira pênce hezar xortên Kurd jibo pejnê xwe cangorî kir? Te çira sêzdeh hezar xort di nav rêxistina xwe da kuşt? Ma ewqas kes xayîn bûn? Lê tu çi yî?..... Kuro kê ji te ra got, Kurd veqetinê naxwazin? Ma hemû Kurd xulam û mirûdên te ne? Hemû Kurd PKK’î ne? Çira em li mala xwe, li ser erdê bav u kalên xwe li tev Tirk bijîn? Em dixwazin ji Tirk, Ereb û Faris ra bibin cîran, cîranên hev hezkirî, di nav aştîyê da. Ji xwe bîrneke, her kes dixwaze di mala xwe da bibe xweşmêr, ango efendî. Eger tu dixwazî li tev Tirkan bijî, ew kar û daxwazîya te ye, lê ne yê hemû Kurdan e.

Avdilla, te gelek xeser gîhand gelê Kurd. Min dixwast ew bihişta min, dîsa wek berê bibana warê mêr û mêrxwasan, bibana lana şêran, lê te şêr kuştin, di dewsa wan da rovî anîn li ser wî erdê pîroz cîwar kir. Êhhh Avdilla, ez ji te ra çi bibêjim...........   

Xwendevanên hêja, ez kesera Şêşt Salî usa tînim ziman.

Min Nedît Welatek Wek Welatê Xwe

Gerîyam li cîhan, ez welat-welat
Min nedît welatek wek welatê xwe
Amed, Cizîra Botan tev birc û kelat
Min nedît welatek wek welatê xwe

Dersim, Riha, Mêrdîn, Mahabad, Hewlêr
Warê mêr-mêrxwasan lana piling, şêr
Li her derê sifir, nift û zîv û zêr
Min nedît welatek wek welatê xwe

Çem kanîyên avsar, deşt, çîya, zozan
Dîdema gund-goman, gelîya Barzan
Bin holikên çilo raketin, razan
Min nedît welatek wek welatê xwe.

Pirr xweş û şîrîn e, çar demên salê
Zivistana sîs-berf ser pişta malê
Nêçîrvanên kewan li Kûpik, Dalê
Min nedît welatek wek welatê xwe.

Bîst yekê Adarê cejna Newroz e
Li her derê agir roja pîroz e
Dirizin şîn dibin, gîya, çirpoz e
Min nedît welatek wek welatê xwe

Dengê pepûk-kewan, bilbil şelûlan
Rengê mexik-beybûn, nêrgiz û gulan
Bîhna wan jîn dide nexweş û kalan
Min nedît welatek wek welatê xwe.

Havîna germ xweşik, gîşt rez û bostan
Bêrîvan xwe dikin reng bi reng fîstan
Bihişta Kurdan e, ew erd Kurdistan
Min nedît welatek wek welatê xwe

Kalandina mî û berx û karikan
Guftgoyên pîran li tev canikan
Lê tama sêv-hêrmî, gîjok, xîlokan?
Min nedît welatek wek welatê xwe

Germika Golanê, lê yên Baxînê?
Bin ezmanê şîn da cîyên evîne
Evîndar li wir in, wek Mem û Zînê
Min nedît welatek wek welatê xwe

Çi bixwazî heye li ser axa wê
Bi hezaran nebat, li ser in hevrê
Ji bîrnakim çucar gurzên genim, cê
Min nedît welatek wek welatê xwe

Çîyay Sîpan, Cûdî, Nemrût, Ararat
Çemê Minzûr, Xarçik, Dijle û Firat
Av-kanîyên Bîngol, zozanên Serhat
Min nedît welatek wek welatê xwe

Welatê min bihişt, lê jîyan doj e
Li ser hêwirîye Roma mêrkuj e
Zilm û zora wê jehr, axûye, tûj e
Min nedît welatek wek welatê xwe

Çiqas salix bidim dîsa jî kêm e
Histêr çavên min da wek ava çêm e
Digîrim ez her roj, dil tijî xem e
Min nedît welatek wek welatê xwe

Şêşt sal hatin çûn ji welêt dûr im
Dikşînim keserê ez birîn kûr im
Temen bû heftê çar, êdî pîr-kal im
Min nedît welatek wek welatê xwe

Riza me dibêjim ”ax li min welat”
Har-hovan nehîşt ku Kurd bibin felat
Li başûrê cîhan derd bûne qat-qat
Min nedît welatek wek welatê xwe.

22-4-2010  Sydney.

Ev helbest di pirtûka mina dûwayî “KESERA ŞÊŞT SALΔ da di nav weşanên Dozê da derket.

Silav û rêz. Riza ÇOLPAN

   Têbînî:

Min di Dengê Kurdistan  da xwend, HAK-PAR ê Komcivîna xwe ya çarem civandîye, Komcivîn bi serfirazî derbaz bûye, kek Bayram dîsa hatîye bijartin. Ez ji wî û hemû rêvebir û endamên HAK-PAR ê ra serkefin dixwazim.

Bimînin di xweşîyê da.

 
   
Dengê Kurdistan © 2010