psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 

Wan wusa kir lê we çi kir?

Newroz Bawer

Heyamekê berî niha, nuçê dest ji çek berdana eşîra Jîrkîyan belav bû. Bê guman tiştekî siruştî bû ku medya bi navkêve bi dewletê ve girêdayî cih nedane vê nuça girîng. Ev nuçe her wusa di nava mala Kurdan da ma. Bi vî avayî Jîrkîyan gelek bi bêdengî helwêsta çekdanîna xwe anîne ziman. Bi kurtî gotin ku em şer û alozîyan naxwazin. Em aştî û tenahîye dixwazin. Mezinê Jîrkîyan Mihemed Axa li ser vê helwêsata xwe ku ragirtina xwinrêjîyêye wusa got :

".... Li vê herêmê êşa herî mezin me kişand. Em naxwazin tu kes bimrin. Divê êdî cenaze neyên. Rondikên çavên dayikan rawestin. Mafên Kurdan ên bingehîn hene. Tu kes nikare van mafan pişt guh bixe. Binêrin li vê herêmê me gelek êş kişandin. Ji ber agirbesta hat îlan kirin hindik be jî niha aramiyek heye. Lazim e ev rewş bibe daîmî. Em êdî dixwazin di nav rehetî da bijîn...."

Belê helwêsta Jîrkîyan helwêsteke dilsozane ye, dibê em Kurd bi xasima alîyê PKK vê helwestê baş binirxînin.

Eger ku em kêmekê paşda herin û çavekê di ser dîroka vê eşîrê û bi xasima vê devera Elkîyan ( Beytulşebab) da bînin, emê bibînin ku ew biryar ji tirsa kesekê yan ji bi xêra hindek kesan an jî aliyan ne hatîye wergirtin.

Di dîroka Komara Tirkîyê da ji bo cara yêkê serhildan li vê deverê rû da. Serhildan li dijî komara Ataturk biserkêşîya Ihsan Paşa û komek ji hevalên wî ji nava tabura leşkerê Tirk li Elkîyan da rûda, di sala 1924’an da.( Ji bo zêdetir zanyarî pirtuka Cemil gûndoxan bi navê "1924 Beytulşebap isyani ve Şeyh Said Ayaklanmasina Etkileri ")

Ji wî demi wera hita sala 1984, bi xasima Eşîra jîrkîyan pêvendîyeke germ bi dewletê ra negirêdane û bi giştî harîkar û pişgîrên tevgera rizgarîxwaze netewî ya başûrê bûne.

Li ser vê bûyerê li hindek malperan da, hindek kesan di kuncikên xwe da ev bûyere nirxandin û wek yêkitîya Kurdan anîne ziman.

Yêk ji wana jî Memed Şahîn bû. Şahîn di nivîsa xwe ya bi navê “ Jîrkî û Yêkitîya Kurdan“ da helwêsta xwe dîyar dike. Ku di dumahîya nivîsa xwe da tahnan li tevgera sosyalîstan dike û di nava ristên nivîsa xwe da tahna li HAK-PAR ê dike. Li vêderê ez dixwazim çend xala dest nîşan bikim ku birêz Şahîn jî agahdar bibe.

Jîrkîyan di temenê 85 salîya Komara Tirkîyê da welatperwerîya xwe ji bîrnekirin. Ewan zimanê xwe, cilubergên xwe edet û urfên xwe yên kurdewarîyê di demê cerdevanê da jî binpê nexistin.

Jîrkîyan çu caran endamên eşîra xwe heval û hogirên xwe nekuştin.

Jîrkîyan di deverê da nebûne despêşxer û sebebê birakujîyê.

Jîrkîyan jî pêhesan ku çareserî şerê çekdarî nine û dibê dest jê bê berdan.

Gelo qasî ku eşîra Jîrkîyan bi berpirsatî bizavê dikin, PKK hita îro kiriye ya na?

Memo di nivîsa xwe da li ser helwêsta Jîrkîyan baş dibêje, lê belê li ser kiryarên PKK xwe wunda dike.

Qe nebe bila derbazbûyîya xwe ji bîr neke.

Çima ew nizane ku destê PKK bi xwina welatparêzên Kurd sor bûye, ma nabe pirseke biçûk jî wana bike?!

Eger ku ev hesabe neyê dan, wê çawa yêkitîya Kurdan çêbe?

Memo can, yêkitîya Kurdan, bi bêdengê li helwêsta aşbetalî û xunrêjîya û diji demokratîk bûna PKK’ê da çênabe.

Bi xasima ew kesên ku ala Kurdistanê dişewitandin, pirtukxana te dişewitandin, hevalen te dikuştin, bi sebebê wê ku wek wana nafikirin.

Li ser demokratik bûnê helwêsta wana li ser ewan kesên ku di referandomê da gotine “erê” li Amedê ji bîra te çû? Ewan êrişî hevalên xwe kirin mal û wesîlên wan şewitandin. Ji ber ku wek wana ne difikirin.

Le hûn qasî Osman Baydemir ji bi xêret nehatine meselê. We rexne li wan kiryarên dijî demokratîk û mafê serekî negirt.

Memo can, bi bawerîya min başdibe ku hûn careke dinê çavekê bi nivîsa Ismaîl Bêşîkçî da bînin ku li jêr navê „ Aydinlar „nivîsandîye.

Yêkitîya Kurdan, di nava mala kurdan da çedibe. Ew ji li ser bingehê rêz li bîr û bawerîyên cuda girtin û nasîna mafê biryar dana her alîyeke dibe.

Şexsperesî, helperstî û dijî demokratîkî ne dermanê derdê me ye.

Eger ku derdê me rizgarîya Kurd û Kurdistanê be.

   
Dengê Kurdistan © 2010