psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 
Dibistana Hilato Dihato

Mamoste Omerî

Mamoste Omerî ji malpera me ra çend nivîs şandin û  pişt re nivîsên teze bişîne. Ew nivîs pêkenî ne. Pêkeni him merivan didin kenandin him didin fikrandin. Ken bo mirovan hewce ye û carina wek derman e… Emê li jêr nivîsa M. Omerî a pêşîn diweşînin (Dengê Kurdistan)

DARGRUBCİTÎ

-Hilato ez ketime bextê te û bextê xwedê, rehmê li û bavê xwe bîne û ji min re bêje, bêka ev maneya DARGRUPCITÎ’yê çîye?

-         Hey bi tirkî Oxlim, bi erebî ibnî û bi kurmancî layê min! Dihato! Çi tiştê ji xwedê re nelazim li cem te derdikevin. Ma tu û ev gotinên wilo oxlim! Dargrupcîtî çi bi serê te ketîye? Tu her bi pez û dewarê xwe biştexil, Dihato, hey oxlim!!

-         Hilato, malmîrat ne min xwe avêt dexîle te lawo, ma tu ji min re bêje qey xwîna reş têkeve ser mêjyê te lawo?

-         De yabo! Were kerî bi kurtanî derbaske.
Oxlim Dihato, ma ez bêjim dargrupcîtî partîya sererd û binerdê ye, tu fêhm nakî.
Ez bêm komeletîya civakî ye
Ez bêm parastina fikr û ramana ye
Ez bêm xebata rêxistinî û prensbî ye, dîsa tu fêhm nakî.
Deka bêjin yabo! Ezê çi xwelîyê li serê xwe kim û çawa te li berxînim?

-         Wey mala te ne ava, ne tu be û ne jî mamostaya te be. Lawo min got tu çend gotinên seldim beldima tirkî dizane, ma tu ji minre mana wê bêje qey wê kevir bi ser te de bibibarin Hilato? Lê sûc ne yê te ye, yê min e, ez hatime cem Hilatê ku, mirişka xêr ji gûyê wî ne ditîye.

-         De ka, ka.. bêje bi ew quzilqûrt te ji kuderê bihistîye oxlim, Dihato?

-         Kuro ev hozanê me Ibrahim Güçlî ye bê cêyî! Îro nebixêr min şerîta wî danî ser teybê…

-         Êêê?

-         De bihêl ez temam bikim, wek Xaltîka Fatê xwe nevêje navberê, bi xwe karibe.
Birastî ez bêjim, stranên ku digot, nîvê gotinên min fahm nekir. ew strana ku digot, ”bela bişewite mala dargrupcîtîyêewqas bi şewat digot, dilê min şewitand û ji berxwe êsir bi çavên min ketin. Îcar min mitale kir, bêka maneya dargrupcîtî çîye…Û jibo wilo ez hatim cem te û min ji te pirsî. Ma qey dinya xerab ?

-          Dihato hey bi tirkî oxlim, bi erebî ibnî û bi kurmancî layê min! Hey te di binê bêrîka min kutayo, Dihato! Ez yekî weke Mamoste Hilato ku bi Tirkîya Osmanî, bi Erebîya fesha, bi kurdîya sorkurmancî û bi çend zimanê gawira dizanîm, tiştekî ji stranên Hozan Îbrahîm Guçlî fêhm nakim. Îcar tu Dihatê ku, Kîre xwe û singê golik ji hev nasnake ji sitranên fêmbike? Ew ne karê teye oxlim Dihato!

-         Kuro Hilato, ne min got, Mirîşka xêr ji gûyê te ne dîtîye, çawa ezê xêrê ji te bibînim.
Ya baş ezê ji Xaltîka Fatê re binivîsînim. Ew dermanê hemû derda ye. Ewê min li berxe.


   
Dengê Kurdistan © 2010