psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 

GIRDPIL Û EM BÊXWEDÎ NÎNIN

Macîde Senem Çamlibel

Radyoya Dengê Rîya Azadî, Girdpil û hevaltîya me

Du meh berê min wek mêvanek dest bi guhdarkirina Radyoya Dengê Agirîyê kir. Paşê hevala min, Kenok rojek hatibû mala min. Me qala radyoyê kir, vegerîya ji min ra got: „Tu çima nick hilnadî? Ku tu bi hevalên xwe ra li ser radyoyê bipeyîvî.“, min jî got „Nizanim mirov çawa nickek hildide. Dicerbînim nacerbînim nabe. Ehmed jî çend caran ceriband nekarî.“

Hevala Kenok, bi ken ji min ra got: „ Heke tu bi rastî dixwazî, ezê bi Murat ra bipeyivim û nickek bo te bigrim.“

Bi wî awayî ez jî xwedî nickek bûm. Xortê dilsoz ya bajara min va hevaltîya min çêbu. Pişt ra ez bi wê nickê diketim radyoyê. Him sitran guhdarî dikir him jî bi hevalên ku bi naznavan xwe didane nasînê va hevaltî dikir.

Hevalên ku li wira me bi hevra sohbet dikir. Di demek kurt da wek neferên malek hestek di mabeyna me da peyda bû. Me her roj sohbet dikir û her diçû hin baştir me hevûdu nasdikir.

Lê paşê, ji hevalê bi navê Dezayê ku carna radyoyê rêvadibir bîhîst. Beşdarên berê ji zû va ne hevdu nasdikin. Min bi guhdaran va, me gelek bir û ani paşê ewana jî min naskirin. Lê pir caran xwe ji hevalên xwe vedişartin, qestîka navên xwe yê rastî nedigotin, dîsa jî min texmînî digot tu filankes î, an jî hevalê filan  filan î. Wî çaxi yên li ser radyoyê  têr li ser min dikenîyan.

Tiştê ecêb ew bû ku hin navên usa xwe ra hilbijartî bûn ku meriv tênegihîşt ku mena wî çî ye, çi nîne. Ji wan yek jî GIRDPIL bû. Min jê pirsî heta wî ez serwext kirim gelek wext derbasbû.

Rojek jî bi ser pirsa wî, min Girdpilê ra sedema hatina xwe ya Elmanyê got, wî jî çend caran ji min ra got, ez nizanîbûm. Ji ber ku pêwendi bi nivîsari dibû li ser ekranê dîyar dibû, hevalên din jî ji wê yekê agahdar bûn.

Ji ber ku di van rojên dawîyê da medresa min tetîl bû, ez her roj dihatim ber pc’yê rûdiniştim, me gel hev li radyoyê guhdari dikir. Li ser babetên cûda cuda me dan û standin dikir. ji Danimarkayê, ji Swisrayê, ji Agirîyê, Istenbolê, Enqerê, Îzmirê û hevaltîyek bi şiklekî nû destpêkir. Me bi hevdu ra henekan dikir, li ser karê sîyasî, li ser nivîsaran, nuçeyên nû, kar û barên malê, derd û kulên xwe qise dikir. Em dikarin bêjin em bibûn wek malbatek.

Helbet ciyek kar hebe, neyar û dijmin jî nasekinin. Carcaran hin heyker êrîşî radyoya me dikirin, dijûn dikirin, usa dibû ku carcaran radyo dihate girtinê. Rêvabirên radyoyê di demek kurt da ew pirs çareser dikirin. Bi gotinek din em guhdar jî tev şer û                   pevçûnên xirabkar û rêvabirên radyoya me dibûn. Me kesên xirab ji radyoya xwe diqewirand.

Hevalê me yê Mergesor û min, rojek li ser bernama radyoyê nîqaşek vekir. Ji ber ku me dixwast weşanek baş bê çêkirinê. Gor min hevalên ku weşan îdare dikin, di nav xwe da planek çênekirine. Dema karê Weşanger derketa, usa radyo vekirî dihîşt û diçû. Eger tesadufî hevalekî  weşanger ê din bihata û me bigota, computer vekirî ye, hilde tu bi rêvabibe, eger kar û barê wî an jî wê tunebûya, ew hildida û berdewam dikir. Gelek caran jî weşana radyoyê bi rêk û pêk berdewam dikir.

Lê, guhdarên radyoyê, ango me dixwest, li ser deng û behs, hevpeyivîn, tarîfa xurekan, gengeşî û hwd. bernameyên cuda bên çêkirinê. Lê pir mixabin min ji hevalan bihîst ku li pêşîya wan da gelek pirs û pisgirik hebûn. Ev mesele ji zûva di nav hevalan da hatîye nîqaşkirinê. Pisgirikek herî mezin jî bêguman problema diravî bû.

Her roj piştê kar dihatime malê, min radyo vedikir û min karê xwe ya malê diqedand, paşê bi hevalan ra sohbet dikir, heta ku rojek me Girdpil winda kir.

Nîvro bû, navê Girdpil li ekranê hebû, min lê silav kir lê bersîva min neda. Heval hazir gotin, hêca herfên tevlihev nivîsî. Me jî pê henekan kir û got: „Tu şîfreyek nû didî me?“. Le mixabin Girdpil bersîva kesî neda. Rêvabirê wê demê Ayhan got, dibe ku zarokên wî nivîsîne. Demek paşê Murat hate ser ekranê û got: „Weşana radyoyê bigrin, mûzîqe lênexin.“ Me got: „Çi bû, çima, dîsa çi bû?“ Wî jî „Girdpil mirîye „ got û derket çû. Me fehm nekir bi temamî. Min telefonî Murat kir û tê gihîştim ku , Girdpil li ber Computerê çûye ser heqîya xwe. Bi rastî em hevalên li ser radyoyê hemû ricifîn û şok derbas kir.

Her heval ji tanga xwe dest avête telefonan û telefonî der û doran kir. Hevalên me yên ku ji KOMKARê di rê da bûn, ber bi bajarê wana diçûn. Pey wan têlefonan mixabin ew xebera reş rast bû, Girdpil kriza dil derbaz kirîbû û ji nav me bêxatirxwastin zû çûbû.

Me di radyoyê da heval agahdar dikirin û xemgînîya xwe bi wan ra parve dikir. Radyoya me vê carê xên ji sitranên ku GIRDPIL hezdikir tu sitranên dinê lênexist. Nuha ew ber bi welatê ezîz rêketîye, dibe ku çûye ketîye nav hembêza axa dayîka xwe ya ezîz. Bila ew rehet razê, karwanê Azadiyê heta menzîla dawi bê rawestan

Her bimeşe.

Di dawîyê da divê ez tiştek li ser vê Radyoyê rasteqîn bînime ziman.

Li vir welatên Ewrûpayê da gelek kes ji ber pir sedeman diçine ba pîskîyatristan. Derd û kulên xwe dibêjin, bi terapi û dermanan lap nebe jî piçek qenc dibin. Di Radyoya Dengê Rîya Azadî da jî me pirs û pirsgirikên xwe ji hevra digot. Me hevdu terapî dikir. Ji ber ku dema însan têne ba hev ango rû bi rû ewqas zêde hevdu ra derdên xwe nabêjin. Ji ber ku li ber pc’yê me hevdu nedidît, çi mêr çi jin bi rehetî dilê xwe ji hevdu ra vedikir. Her beşdar gor zanetiya xwe alîkariya hevalên xwe dikir.

Ango ev Radyo têrê neke jî bo me hewcedarîyek girîng e.

Ez ji hemu xwendavanan tika dikim ku, pişt bidine vê radyoya ku gencên me vekirine.

Di bin siwana komela ÇIRA ya li bajara Agirîyê karên bi rûmet dimeşinin ewana tenê nehêlin.

Ez nav û nîşana wana li jêr dinvîsînim.

www.dengeagiri.com

 
   
Dengê Kurdistan © 2010