psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 

‘Qonferansa Ciwanên Kurd a Netewî’ Bi Dawî Bû

‘Qonferansa Ciwanên Kurd a Netewî’ ku li Amedê lidarket bi dawî bû. Ciwanên ku ji perçeyên Kurdistanê ya Sûriye, Tirkiye û ji axa azad ya Federal û ciwanên Kurd ên ku ji Ewrûpayê beşdarî qonferansê bûn li ser ‘Yekîtiya Netewî’ nîqaş kirin.

Qonferansa kul i ser banga ciwanên BDP û bi amadekariya ciwanên BDP û HAK-PAR ê li dar ket li Amedê li Navenda Çand û Hunerî ya CEGERXWÎN li dar ket. Ji Herêma Federal a Kurdistan, Tirkiye, Sûriye û ji welatên Ewrûpa nêzî 330 delege beşdarî vê qonferansê bûn. Serokê Giştî yê HAK-PARê Bayram Bozyel, Hevserokê BDPyê Selahattîn Demîrtaş, Cîgirên Serokê HAK-PARê Umît Tekteş û Saît Aydogmûş û endamên DTKyê di beşa yekemîn a qonferansê de cih girtin. Di destpêka beşa yekem a konferansê de brêz Bozyel û brêz demîrtaş axaftinek kirin.

Demîrtaş bi zaravayên Kurmancî û Dimilî beşdarvanan slav kir û axaftina xwe bi Tirkî domand. Demîrtaş: “Wateya vê qonferansê gelek zêde ye. Ji ber ku di 16ê Adarê di salvegera tevkuştina Helepçeyê hatiye li dar xistin. Bi vê qonferansê ciwanên Kurd bersiva tevkuştinan dan. Divê ciwanên Kurd li dijî tevkuştina li ser bingeha yekîtiyê têkoşînê bimeşîne. Em berpirsyarên tevkuştina Helepçe yê şermezar dikin û bejna xwe li ber şehîdên Helebçe yê ditewînin.”

Li dû axaftina brêz Demîrtaş brêz Bozyel dest bi axaftinê kir. Brêz bozyel bi Kurdî axivî.

Bozyel: “Ev qonferansek grînge. Ji ber ku li ser yekîtiya netewî hûr dibe. Ez hêvîdar im yekîtiya ku me siyasetmedarên Kurd heta niha nikaribûn pêk bînin divî qonferansê de ciwanên Kurd pêk bînin û ev jî ji bom e bibe mînak. Li Tirkiyeyê Kurd, hîn ji mafên xwe yên xwezayî bêpar in lê êdî ev pirs bi heman hêza xwe li ber deriyê çareseriyê ye. Em her çiqas çar perçebin jî pirsgirêkên me yek in û têkoşîna me têkoşîna azadiyê ye.

Qonferans ji ber  ku di salvegera tevkuştina Helebçe yê hat li dar xistin wek gavek girîng ya ‘li dijî polîtîqayên tevkuştinê yekîtiya netewî’ hat nirxandin. Li qonferansê panqarta "Ciwanên Kurd bi yekîtiya xwe ber bi Kurdistan'a azad ve dimeşin” hat daliqandin.

Qonferans bi rêzgirtina li ber şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, sînevîzyonek ku rêberên gelê Kurd ku jiyana xwe ji dest dane û peyvên wan ên dawî, newroza 1992 ya Cizîrê, tevkuştinên Helebçe, Enfal, Amûde, Qamişlo û îdamkirina ciwanên kurd ya li îranê mijar girtibû hat nîşandan. Li dû sînevîzyonê delege rabûn ser piyan û bi dengeke bilind Marşa Neteweyî ya Kurd “Ey Reqîp” xwendin.

CIWANÊN KURD EWÊ PÊŞENGIYA AVAKIRINA YEKÎTIYA NETEWE YA KURD BİKİN

Piştî merşê endamê komîteya amadekariyê Hamît Aydin axaftina vekirinê kir.

Li dû axaftinê peyamên ku ji qonferansê hatibûn şandin hatin xwendin.

Kesên ku peyam şandin

Serokkomarê Iraqê brêz Celal Talabanî

Serokê Kurdistana Federal brêz Mesût Barzanî

Sekreterê giştî ya PSKê brêz Mesût tek

Serokê PKKê brêz Abdullah Ocalan

Piştî xwendina peyaman delegeyên ku axaftina wan hebûn dor bi dor rabûn û axaftinên xwe kirin. Qonferans 2 roj berdewam kir. Di qonferansê de pirsgirêkên Kurdan û ciwanên Kurdan hat nîqaşkirin û li ser çareseriya wan hat sekinîn. Delegeyan di axaftinên xwe de pêşniyarên xwe anîn ziman.

Li dû axaftinan biryar hatin stendin û bi piraniyan dengan hatin pejirandin. Piştî axaftinê encamname hat weşandin û dûre Cafer axaftina girtinê kir. Piştî axaftinê carek din “Ey Reqîp” hat xwendin. Wextê merş qediya ciwanan sloganên “Bijî Yekîtiya Kurdan” û “Bijî Azadiya Kurdistan” avêtin.

ENCAMNAMEYA QONFERANSA CIWANÊN KURD A NETEWÎ

Ji Bo Raya Giştî û Çapemeniyê

Wek tê zanîn kû gelê Kurd di rojhılata navînde  gelekî kevn ,dîrokî û şunek wêya girîng heye.  Mixabin ji bilî parçeyê Başur, parçeyên din hîn jî di bindestîya dagirkeranda ye. Ji sed sal zêdetire daxwazên azadî û serxwebûnê, bitevkuştin zilm, zordarî   êşkence û  tunekirinê tên bersevdiyîn. Ji bo vê yekê em hevî dikin kû ev konferansa hatiye li darxistin, xebat û  tekoşînên me pêş vê biribe. Piştî du roj li konferansa neteweyî ciwanên kurd kû tevlê bûnên  ciwanên her çar beşên kurdistanê û ên derveyê welat kû rojên 16-17 Adara  2011’de kû di heman demêde salvegera kîmyabarana halebceyê li  bajarê AMED ‘ê hat li darxistin. Piştî guftûgo  û niqaşên  du roj berdewam kir, komîsyonên amadekarîya konferansê ji bo çareserîyê pirsgirêkên ciwanên kurd gihiştin ev biryarê jêr; 

1-       Li her çar parçeyên kurdistanê zor u zext kîjan welat û netewayên tê bila bê divê em yek dengî  li dijî wê derkevin.

2-       Li hemberî dewletên Ku kurdî qedexedikin têkoşîn bê dayin û zimanê xwe xwedî derkevin

3-       Bila yekîtîyekî  neteweyî pêk bê, roj berî rojekê konferansa neteweyî pêk bê ji bo wê jî bila hemû rêxistin werin gel hev.

4-       Ji bo çareserkirina pisrsgirêka kurd rêbazên demokratîk û aştiyane bê karanîn

5-       Ji bo xurtkirina hêzên ciwanên kurd bila koordinasyonek bê avakirin

6-       Di serîda rêberekî gelê kurd brz. Abdullah öcalan û hemu girtîyên azadîyê kîjan welatî be bila be, serbest bê berdan

7-       Salê carekî  konferansa ciwanên kurd ya neteweyî û salê carekê jî festivalek ciwanên kurd bê lidaxistin. Konferansa duyemin Li başurê kurdistanê bê çêkirin

8-       Êdî tu awayî divê şerrê bira kujîyê pêk neyê, kî şerê bira kujîyê bixwaze û bike divê rêxistinên kurdan wan şermezar bikin

9-       Kurd wekî neteweyên din divê xwedîyê mafê çarenûsa xwe be.

10-    Divê em destkeftîyên li kurdistana federal biparêzin û xwedî  lê derkevin.

11-    Li hemberî qirikirina siyasî, civakî, çandî û hunerî gelê kurd divê xwe biparêze, li dijî wan qirkirina tê bikoşe.  Ew qirkirinên ku berê hatiye kirin konferansa me şermezar dike.

12-    Li ser zimanê kurdî divê em xebatên hunerî, wêjeyî  û çandî pêş bixin.

13-    Hemû kurdaxev divê zaravayê xwe wek zimanê xwe biaxive divê em hewl bidin kû zimanekî standart ava bibe.

14-    Li hemberî  qirkirina jinên ciwan û êrişên li ser hemû jinan wekî minak: li hemberî  recm, darvekirin, fihûş, berdêl,tekoşîn bê dayîn û ji bo azadbûna jinê tekoşîn bê  dayîn.

Banga me ji bo hemu hêzên navneteweyi ye;  Em daxwaz dikin kû  kîmyabaran  û Enfalê wek roja qirkirinê  li cihanê were naskirin  û 16 adarê rojek jenosîd cihanê bê naskirin.

15-    Banga me ji bo hemu hêzên navneteweyi ye;  Em daxwaz dikin kû  kîmyabaran  û Enfalê wek roja qirkirinê  li cihanê were naskirin  û 16 adarê rojek jenosîd cihanê bê naskirin.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011