psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 

Semîner li ser rewşa kurdên Sûriyê li Swêdê û Elmanya

Şemiya çûyî  li ser rewşa kurdên Sûriyê li Stokholmê û Kolnê du civîn çêbûn. Ya Stokholmê bi navê ”Rojek piştgiriyê ji bo kurdên Sûriyê” bû û bi aliyê Federasyona Kurd (FKKS); ya Kolnê bi aliyê KOMKAR eu û GfbW (Reîxistina Gelên di Xeterê da) hatibûn çêkirin.

Li stockolmê paytexta Swêdê, roja şemiyê 13/11, rojeke piştgiriyê ji bo kurdên Sûriyê ji hêla Federasyona komelên kurdistanê li Swêd (FKKS) û Encumena kurdên Sûriyê li Swêd (EKSS) ve hat lidarxistin.

Di salona civînê de zêdî dused kes, ji kurdên Sûriyê û kurdên hersê parçên din yên Kurdistanê û mêvanên swêdî, beşdar bûn. Bi taybetî perlemanterên Swêdê yên nijad kurd Cebar Emîn ji partiya keskan (Miljöpartiet) û Ismail Kamil ji partiya Gel (Folkpartiet) û perlamenterên swêdî Margaretahe Söderfelt ji partiya Muhafezekaran(Moderat), Fredrik Malm ji partiya Gel (Folkpartiet), Jakob ji partiya çep (Vänsterpartiet), Ann Margarethe Liv berdevka partiya çep ya swêd ya foruma navnetewî û gelek mêvanên rêzdar yên din.

Programa civînê du xalên bingehîn yên siyaseta nijadperest ya rejîma sûrî li ser kurdan girtin ber çav, pirsa bê hemwelatiya nêzî sêsed hezar kurdên sûrî û pirsa Qanûnana 49 an. Di Civînê de av rezadar axaftin:

      Seroka FKKS Şermîn Bozarslan

      Serokê Encumena kurdên Sûriyê li Swêd Dr. A. Seyda

      Serokê hevkariya partiyên kurdistanê, birêz Şefîq Kaya

      Dr. Emîn Silêman agahdariyek dîrokî û siyasî li ser rewşa kurdan li Sûriyê pêşkêşî beşdaran kir

      Perlementera partiya Muhafezekaran, Margarethe Cederfelt

      Seroka komîta Foruma Navnetewî ya partiya çep ya swêd, Ann-Margarethe Livh

      Fredrik Malm, perlementerê partiya Gel

      Cebar Emin, pelementerê partiya keskan

      Rewşenbîrê sûrî, Rîmon Macûn

Di vê civînê de Amûdê hat bîranin û kurte -fîlmek li ser agirê sînema Amûdê û bîranîna wê hat pêşkêş kirin.

Roja piştgiriyê Kurdê Sûriyê bi serkeftin amada bû, û bi axaftina dawî ya rêzdar Şermîn Bozarslanê ya ko têda spasiya hemû mêvan û beşdaran bi dawî bû.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê û Encumena Kurdên Sûriyê li Swêdê

____________________________________________________

Rådet för Syriska Kurder i Sverige (EKSS) är en rikstäckande demokratisk vald representation av Syriska exilkurder i Sverige grundades 2004 i staden Uppsala. Vi är en förening som via information och opinionsbildande insatser vill främja integration och harmoni i svenska samhället samt öka förståelse och medvetenhet om kurdfrågan i Syrien.
Plusgiro: 1440865-2 . E-mail:  styrelse@kurdo.org Hemsidan:www.kurdo.org
-----------------------------------------------

Konferansa Kolnê

Li Elmanya bajarê Köln ê li ser kurdên rojava û Surîyê Konferansek ji alîyê Komkar.eu û GfbV(Rêxistina gelên dibin gefê de)hat li darxistin
Axaftvanê Konferansê Raporderê rojhilata navîn yê GfbV Dr.Kemal Sîdo bû.
 Dr.Sîdo rewşa Suryê û bi taybetî ya kurdan, tehde û binpêkirina mafên mirovan, bi awayek kongret bi çend xalan ji beşdarvanan re da xuyakirin.

Bi gelenperî rewşa Suryê:
Di zindanan da îşkencê giran yên fîzîkî û piskolojîk heye.Bi işkencê gelek kes hatine kuştin. Navên kesên kuştî di dest me de hene.
Li Surîyê qewimên kuştinên qatilên wan nedîyar tên kirin.
Rejîma Surîyê destên xwe dike nav karê hundir yê Lübnanê û li wira alozîyê derdixe û tevlihevîyê dike.
Li ser tevkujîya Hema yê hîna tu tişt ne hatiye dîyarîkirin.
Ji bona  li Iraqê û bi taybetî li Kurdistana Başur aloziyê derxe piştgîrî û alîkarîya terorîstên Sunî dike û sînorên xwe ji wan re vedike.
Li Surî nêzîk 1.200.000 Xaçperêz û 30.000 cihu hene, ew jî di bin dehtayek sîstematîk de ne.

Rewşa Kurdan li Suryê:
Kêmanî 2 milyon kurd li Suryê hene. Di nava wan de ji 5.000 heta deh 10.000 êzdî ne. Kurdên êzdî du caran tehdê dibînin; carek ji bo ola xwe û carekê jibo netewaya xwe.
2 gundên Kurdên Elewî hene, hejmaran wan nêzîk 1000 kesî ye.
Rewşa kurda berê hinek baştir bû, hin komelên wanî çandî û civakî hebûn, lê di demên dawî de ew jî rakirin.
Di zagonên dewletê de ne di warên zimên û ne di warê çandî de tiştekî fermî ji bo kurdan tune ye.
Di sala 1960 de pênasên 120.000 kurdan ji wan hate sitandin û bîyanî hatin nivîsandin, naha hejmara wan nêzîk 300.000’î ye.Dema Bişar Esed hate ser hukum soz da ku wan kesan dîsa bike hemwelatî, lê heta niha soza xwe ne anîye cî.
Ev kesan rewşa wan xirab e, nikarin di karê dewletê de kar bikin û ji tu tiştekî dewletê fêdê nagrin.
Navên gund, bajar, deşt û çîya yên kurdan guhertine navên erebî li wan kirine.
Di zîndanên Surî de bi hezaran girtîyên sîyasî yên kurd hene. Ji vana navên 1000 kesî di dest me de heye.
Di vê dema dawî de nêzîkî 40 kurd li leşkeryê hatine kuştin. Li ser laşê wan derbê îşkencê hatine dîtin, lê heta niha dewletê tu lêkolîn li ser kuştina wan nekirî ye.
Dr. Sîdo di dawîya axaftina xwe de bang li dewleta Elman kir u got:Alîkarî û dan û standinê we bi Surî re, divê bi mafên mirovan û ya kêmnetewên li Surî  re girêdayîbin.
Banga hevkarî yê li rêxistin û sazîyên kurdan kir u got hevkarîya we, wê barê me siviktir  û wê azadya me nêzîktir bike.
 
Konferans bi pirs, bersiv, bi hinek gazin û rexnan û sipasîya li herdu rêxistinan bi awayek serkeftî bi dawî hat.

Lezgîn Şêxo

 
   
Dengê Kurdistan © 2010