psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 

Komeleya ÇIRA Diyarbekir Roja Zimanê Zikmakî Pîroz kir

Komeleya ÇIRA Diyarbekirê bi mebesta pîrozkirina Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî meşeke girseyî li dar xist û daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê perwerdehiya bi kurdî hat xwestin.

Endam û alîgirên Komeleya ÇIRA Diyarbekirê ji bo pîrozkirina Roja Zimanê Zikmakî 20ê Sibatê roja yekşemê ji avahiya komeleyê hetanî AZC Plazayê bi awayeke girseyî meşiyan. Di meşê de alîgir û endamên ÇIRAyê bi sloganên “Zimanê me rûmeta me ye”, “Bê ziman jiyan nabe” û “Her tişt ji bo azadiya ziman” avêtin û strana Aramê Tîgran ya bi navê “Zimanê Kurdî” gotin. Dema girseya ÇIRAyê gihîşt ber AZC Plazayê pêşî çû serdana standa îmzeyê ya HAKPARê ku ji bo zimanê zikmakî hatibû danîn. Li wir piştî îmzekirina daxwaznameyan, serokê komeleyê Nevzat Karakeçî daxuyaniyê xwend. Karakeçî got ku; Sibê roja zimanê zikmakî ye. Gelê kurd, di sedsala 21an de dîsa nikare zimanê xwe bi awayeke azad bikar bîne. Gelê kurd ji pîrozkirina vê roja wek cejn dîsa bêpar e.

Karakeçî diyar kir ku di sala 1999an de Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), ji bo pêşî li ber mirin û wendabûna zimanên li dinê bigre, ji bo zextên li ser zimanên zikmakî yên hindikahî û gelên bindest bên rakirin û ji bo xurtkirina zimanên li ber mirinê, li dinê 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Zikmakî îlan kiriye. Karakeçî got ku li gor îstatîstîkên UNESCOyê li dinê ji 6 hezarî zêdetir ziman hene. Nêzikî 2500 ziman li ber windabûnê ne. Her weha li Tirkiyeyê jî nêzikî 20 ziman di bin çerxa asîmîlasyonê ya rejîma unîter de doza hebûn û nebûnê dikin. Mixabin jibo pêşîlibergirtina asîmîlasyon û mirina zimanan, UNESCO li Tirkiyeyê ne xwedî program û proje ye.

Nevzat Karakeçî da zanîn ku bi ser avabûna Komara Tirkiyeyê re 88 sal derbas bûye û 88 sal e li Tirkiyeyê bi dehan ziman ji aliyê dewletê ve hatine qedexekirin. Xasima jî zext û zordestiyên li ser zimanê kurdî wext wext gihîşt asteke faşîzan. Zimanê kurdî ji binî hatiye înkarkirin, kesên ku bi kurdî re mijûl bûne hatine girtin, weşanên bi kurdî hatine berhevkirin, cezayên giran li xebatkarên wan hatine birîn. Herçiqas bi vekirina TRT 6ê û li hin zanîngehan vekirina beşên kurdî polîtîkayên înkarê îflas kiribe jî, zimanê kurdî hê jî bi awayeke azad nahê bikaranîn. Lewra, perwerdehiya bi zimanê tirkî ji aliyê rayederên dewletê ve wek xeteke sor a dewletê tê diyarkirin. Ziman di qada perwerdehiyê de hê jî qedexe ye. Karakeçî balê kişand ser rewşa girtiyên kurd. Diyar kir ku girtiyên kurd, li dadgehan nikarin xwe biparêzin. Dewlet dev ji înkarê bernade. Parastinên ku bi kurdî tên kirin, “wek zimaneke ku jê nayê fêmkirin” di belgeyên fermî de tê qeydkirin.

Nevzat Karakeçî weha dom kir; “Tirkiye, pêwîstiyên Peymana Lozanê ku di 24ê Tîrmeha 1923an de mor kiribû jî bi cih nayne. Di xalên 39 û 40î yên Peymana Lozanê de, di hemû qadên jiyanê de bikaranîna zimanên neteweyên li Anatoliyayê dijîn bi awayeke resmî hatibû qebûlkirin. Lê mixabin 88 sal e ev bi cih nahê.

Herweha, li gor Peymana Mafên Zarokan ya ku ji aliyê Tirkeyê ve jî hatibû morkirin, perwerdehiya bi zimanê zikmakî wek mafeke zarokan yê xwezayî hatiye pejirandin. Lê careke din mixabin, Tirkiyeyê  xala 30î ya vê peymanê nepejirandiye.

Li gel gelê kurd, gelek gel û kêmneteweyên ku li Tirkiyeyê hene jî, nikarin zimanê xwe yê zikmakî di hemû qadên jiyanê de bikar bînin. Çerxa asîmîlasyonê ji bo wan jî digere, mixabin ku ger dewlet dev ji polîtîkayên asîmîlasyonê bernede, dê di demeke nêzîk de gelek ziman bimrin û wenda bibin.

Em careke din dixwazin bidin zanîn ku ziman rûmet û nasnameya gelan e. Asîmîlasyon jî sûceke mirovahiyê ye. Divê dewlet di warê ziman de dev ji polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê berde û hewcedariyên peymanên navneteweyî yên ku mor kiriye, bi cih bîne. Destûra bingehîn bê guherandin û astengiyên li pêş azadiya ziman bên rakirin. Li gel zimanê tirkî, zimanê kurdî jî wek zimanê fermî bê pejirandin. Ji bo bi zimanên din jî perwerdehî bê kirin, derfet bên avakirin. Zimanê kurdî di hemû saziyên dewletê de bê serbestkirin. Navên cihên coxrafîk bên îadekirin. Elîfbaya kurdî bê naskirin. Xebat, lêkolîn û lêgerînên ji bo xurtkirin û pêşdebirina kurdî bên destekirin û ji kesên ku dixwazin di vî warî de bixebitin re derfet bên avakirin.

Herweha, ji bo pûçkirina polîtîkayên red, înkar, qedexekirin û asîmîlasyonê, bang û daxwaza me ji gelê me jî ev e ku bi kurdî bipeyîvin, bi kurdî binivîsîn, bi kurdî bixwînin, bi kurdî bifikirin û bi kurdî bijîn.

Roja Zimanê Zikmakî pîroz be.”

 
   
Dengê Kurdistan © 2011