psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 
Li Komeleya ÇIRA Diyarbekirê gotara li ser zimên

Pedagog û nivîskar Remezan Pertew û birêvebirê Komeleya ÇIRA Diyarbekirê Zilkîf Mavlay bi mebesta Roja Zimanê Zikmakî li Komeleya ÇIRAyê gotarek li dar xistin. Remezan Pertew li ser mijara Ziman û Kesayetî, Zilkif Mavlay jî li ser Asîmîlasyon û Deformebûnê Zimên axifî.

Remezan Pertew li ser zimanê dayîk û pêkhatina kesayetiyê weha axifî; “Prosesa heta heşt salê pêşî di jiyana zarokan de gelek girîng û krîtîk e. Çawaniya kesayetiyê, têgihîştina xwebûna taybet, hesta biqîmetbûniyê û hwd. gelek xisûsiyetên girîng di vê heyamê de pêk têne.

Pertew diyar kir ku bingehên kesayetiyê di heft heşt salên pêşiyê de çê dibe. Kesayetî hem bi xisûsiyetên irsî û hem jî bi tesîrên derûdorê ve şikil digre. Jibo ku kesayetî bi awayekî tendurist pêşve biçe divê merhaleyên pêşveçûnê neyête astengî kirin. Her weha Remezan Pertew da zanîn ku hînbûna zimanê zikmakî prosesek e ku ji zikê dê ve destpê dike ta dawiya jiyanê didome. Pertew got ku zarok cîhana ji bilî xwe bi zimanê xwe î zikmakî ve dinase û îfade dike. Herçî tiştên ku yekemîn car rastî wan tête bi taybetî bi zimanê zikmakî navên wan dinase. Zimanê zikmakî bo nasnameya bingehî ya zarok unsûreke eslî ye. Pertew weha dom kir; “Lewre di nav zimanê zikmakî de ne tenê kelîme henin her wiha hin faktorên cuda jî bixweber zarokî hîn dibe. Zarok digel zimên çanda xwe jî hîn dibe. Bo jiyana xwe yê li pêşî, nuqteyên xwe ên referansê di vê demê de pêk tîne û ev hemî tiştan dibin qalib û bi vî awayî di bîra wî de dimîne. Dema ku zimanekî dî hîn dibe bivê nevê ew qalib yekser dîsa cihê xwe digrin û bo hînbûna zimanê biyanî dibine rêber. Yanî em dikarin visa bêjin ku eger zarok zimanê xwe î zikmakî baş hîn kiribin dê hem li layê akademîkî baştir serkevin û hem jî dê zimaneke dî baştir û zûtir fêr bibin.”

Di warê perwerdehiya bi zimanê zikmakî de jî Pertew weha da zanîn; “Perwerdeyiya bi zimanê zikmakî tunebe jî qene zimanê eqaliyet û neteweyên dî piçûk û bêqîmet nayê dîtin. Lêbelê li tirkiya dev ji perwerdekirinê berdin heta salên nodî xwendin û nivîsandin jî qedexe bû û sedema girtin û lêdanê bû. Hîn jî zimanê kurdî ji aliyê damûdezge û burokrasî û çapemeniya Tirk ve biçûk û bêqîmet tê dîtin. Bi taybetî li malbatên ku hesta Kurdayetî lawaz e ev piçûkdîtîn û qîmetnedan bêtir bi tesîr dibe û dibe sedema terkkirin û ne axaftina zimanê kurdî. Yanî bi taybetî zarokên kurd ev yek baş dizanin ku zimanê wan zimanekî qedexe ye, zimaneke nihên e û nayête taswîb kirinê. Her wiha zarok li ser vî fehmî hin mekanîzmayên parastinê bi kar ve tînin. Mekanîzmayê xweparastinê bo rewşên ne tendurust û bi awayeke ne tendurust têne bi kar ve anîn.” Paşdemayîna hînbûnê, kêmasiya bixwe bawerbûniyê, lalûteyî û zimangiranî, ji rastiya xwe dûrketin, bêhêvîbûna bo dahatûyê, mêla tawankirin û agresîvî jî wek encamên van mekanîzmayan diyar kir. Remezan Pertew got ku di encamê de zarok ji realîteya xwe direvin, xwe ji cîhana derve re digrin, bêhêvî dibin, qabiliyeta xwe î afirandinê dikujin û derheqê xwe de dibin xwedî hestên bêçareyî û gunehkariyê.

Pertew derbarê fêrkirina zimanê zikmakî wezîfeyên dê û bavan weha bi rêz kir; “ Herçend ne çareyên mayînde bin jî mirov wekî ferdî/malbatî dikare hin rêbaza pêkbîne bo ku zarokên xwe hînî zimanê zikmakî bike.

Jibo hînkirina zimanê zikmakî hin qaîdeyên ku pêwîst e ev in:

1-                Heman mirov-heman ziman: Ew kesê ku bi zarok re diaxive divê hertim bi heman zimanî ve biaxive. Eger zarok bi zimanê dî biaxive divê guhê ker bidin ber wî. Zarok hêdî hêdî dê bi wî zimanî hevokan saz bike. Yanî zarok divê bê îqna kirin. Divê dê û bav ji berê de peyman kiribin da ku kî dê bi kîjan zimanî ve biaxive.

2-                Heman kes divê li cihê ku zarok gel wî ye heta jê te bi heman zimanî ve biaxive. Yanî zarok zanibe ku dayîka wî an bavê wî li gelek deran wisa diaxive. Bi vî awayî di mejiyê wî de dubendî çênabe.

3-                Divê kesên derdorê jî li gorî vî qaîdeyê ve hereket bikin. Dapîr, bapîr, xal, mam, met, xalet li gorî peymana dê û bav hergav bi heman zimanî ve biaxivin.

4-                Divê materyalên dewlemend bête bi karanîn. Yanî bila zarok hînbûna ziman wekî barekî giran nebîne, jê zewq bigre.

5-                Jiberkirin: Zarok pêşî tênegihe jî stran, çîrok, çîvanok, tiştonek, helbest û hwd. tiştên kûrt pê bidin jiberkirinê. Lewre hem bo binyada wî ya gewriyê û hem jî bo bikêriya guhên wî ev yek pêwîst e.

6-                Divê her roj pê re xebat û temrîn bê kirin. Lewre dubarekirina temrînan piştî heyamekî şûn ve encamên erênî pêk tîne. Eger zarok di dema temrînan de aciz bibe hingê divê neyê dewamkirin û hinek navber bê dayîn û piştî bêhnvedaneke kurt dîsa xebat berdewam be.”

Di dawiya axaftina xwe de li ser kêşeya zimên got ku çarenûsî guherîna statuya miletê kurd e. Pertew weha pê de çû; “Çareseriya mayînde bi her awayî girêdayî çareseriya siyasî ye. Îroj kêşeya navendî meseleya statûya miletê Kurd e.”

Piştî Remezan Pertew, Zilkîf Mavlay dest bi axaftinê kir; Mavlay di destpêkê de derbarê rewşa zimanên dinê de hin agahiyan da. Paşê li ser zimên û taybetmendiyên zimên axifî. Mavlay, zêdetir li ser aliyê zimên yê neteweyî sekinî û weha got; piştî şoreşa pişesaziyê împeretorî hilweşiyane û li ser mîrateyên împeretoriyan netewedewlet avabûne. Neteweyên ku dewlet avakirine xwe mecbûr hîs kirine ku yekîtiyek di nav xwe de peyda bikin. Ji bo vê yekê jî ziman wek navgîneke sereke bi kar anîne. Mavlay weha pê de çû; “Netewedewlet li ser daxwazên netewebûn û mafên kulturî û çandî avabûn. Neteweyên dewlet avakirin, pêşî ziman û kulturên neteweyên bindest qedexe kirin. Li Tirkiyeyê ji bo sazkirina netewedewletê, zimanê tirkî wek hêmaneke girîng hatiye bikaranîn. Di destpêka salên 1930yî de bi navê teoriya “Guneş Dil Teorisi”, “Teoriya Zimanê Rojê”  hatiye îdeakirin. Li gor vê teoriyê zimanê tirkî wek dayîk û çavkaniya zimanên dinê tê nîşandin. Di sala 1932an de bi navê “Turk Dil Kurumu” Saziya Zimên ya Tirkan tê avakirin. Armanc ew bû ku zimanê tirkî ji bin bandora erebî, farisî, fransî û zimanê din xilas bikin. Bi vê yekê pêvajoya netewebûna gelê tirk di nav demeke kurt de bigihînin qonaxa pêş.”

Derbarê wezîfeyên zimên de jî Mavlay got ku bi saya zimên netewe, civat an jî bi giştî mirovatî çand, berhem, ray û ramanên xwe neqlê nifşên nû dike. Ne ji zimên be, dê hemû stran, helbest, çîrok û berhemên bi vî rengî dê neql nebin û ji bo avakirina wan dê dîsa civat mecbûr bimîne bixebite.

Piştî agahiyên li ser zimên Mavlay li ser mijara asîmîlasyonê axifî. Got ku asîmîlasyon di pêvajoyeke sîstematîk de û ji bo armancên dewletê tên birêvebirin. Di vê pêvajoyê de di nav çanda serdest û ya bindest de dirûvbihevketine û veguherînek tê peydakirin. Ji dirûbihevkitinê mebest eynîbûn e; çanda serdest wek xwe dimîne û ya bindest jî dişibe ya serdest. Ango ya bindest ji kirasê xwe derdikeve dikeve kirasê çanda serdest.

Wek sedemên asîmîlasyonê jî got ku dewlet bi mebesta ji bo avakirina neteweyek an jî netewedewleteke nû, ji bo pêşîlibergirtina yekîtî û netewebûna gelên bindest, ji bo kuştina ziman û jenosîda çandên neteweyên bindest û ji bo entegrasyonê dikin. Mavlay derbarê rê û rêbazên asîmîlasyonê de jî da zanîn ku asîmîlasyon bi qedexekirina ziman û çandên bindest, li derveyê bazarê hîştina zimên, bi darê zorê standerdîzekirina elîfbayan, serbesthîştina ziman lê ji perwerdehiyê bêparhîştinê û bi xebatên entegrasyonê ne.

Li ser polîtîkiyên asîmîlasyonê yên ku li ser kurdan û neteweyên Anatoliyê hatine kirin ji serdema Osmaniyan hetanî roja îroyîn kir. Mavlay got ku di serdema Osmaniyan de Yavuz Sultan Selim bi darê zorê kurdan koçê Anatoliyê kiriye. Dîsa di dema Abdulhemîd de bi navê “Dibistanên Eşîretan” dibistan hatine vekirin û zarokên serokên eşîretan bi zimanê Osmanî li van deran hatine perwerdekirin. Di makezagona ku di sala 1876an de ya bi navê Kanûnî Esasî hatin îlankirin de weha hatiye gotin; “Ji bo di karûbarên dewletê de bên îstihdamkirin pêwîst e ku hemû tebaayên ku di bin desthilatdariya Dewleta Osmanî de dijîn bi tirkî ku zimanê fermî yê dewletê ye bizanibin.

Di sala 1910an de navên gund, bajar, bajarok û cihên din yên coxrafîk tên guhartin. Ji bo vê fermîkirina vê yekê di sala 1913an de bi navê "İskân-ı Muhacirin Nizamnamesi" namedorek tê derxistin. Ev pêvajo di sala 1957an de careke din bi belgeyeke fermî tê pesendikirin. Di sala 1957an de bi navê "Ad Değiştirme İhtisas Komisyonu" Komisyona Navguhertinê tê avakirin. Di vê komisyonê de nûnerên Serokerkaniyê, Wezarete Karên Navxweyî, Wezarete Perwerdehiyê, nûnerên Fakulteya Ziman, Dîrok, Coxrafya ya Zanîngeha Enqereyê û yên Saziya Zimanê Tirkî jî hebû. Ev komîsyon hetanî sala 1978an dixebite û 28 hezar navên gund, bajar, bajarok, çiya, çem, deşt û hwd diguhurînin.

Paşê li ser polîtîkayên asîmîlasyonên yên Tirkiyeyê jî Mavlay diyar kir ku ji makezagona 1921an hetanî ya makezagona 1980yî kurdî ne bûye xwedî statuyek û her weha zimanê tirkî her care wek zimanê fermî hatiye pesendkirin. Mavlay li ser Plana Paqijkirina Rojhilatê ( Şark Islahat Planı Kararnamesî) ya 1925an, li ser Yasaya Mecbûrî ya bicihikirinê ya 1934an axifî û got ku ev her dû kirinên dewletê ji bo helandina kurdan hatiye kirin. Mavlay polîtîkayên dewletê yên ji bo asîmîlasyonê çend mînakan weha bi rêz kir; “Di sala 1933yan de bi navê “Andimiz” bi destê Dr. Reşîd Galîp tekstek tê amadekirin. Di vê tekstê de gelek hevokên nijadperest hene. Ev tekst, sondek e; her roj zarok vê sondê dixwin ku ew; “Tirk in, rasteqîn in, jêhatî ne, hemû hebûna wan ji hebûna tirkan re diyarî be û ew kesê ji xwe re dibêje ‘ez tirk im’ gelek bextewar e. Di destpêka salên 1960î de bi navê “Yatili Bolge Okullari” dibistanên leylî tên vekirin. Armanca van dibistanan ew bû ku; zarokên gundîyan ji malbatên wan bên girtin, bi mehan ji dê û bavên xwe dûr, di nav çerxa asîmîlasyonê de bên hêrandin. Di salên 1990î de xwendina mecbûrî ji pênc salan kirin heşt salan. Mirov dikare bibêje ji yeke armancên sereke vê helwêstê jî asîmîlekirina zarokên kurd bû. Lewre kurd ji ber sedemen aborî û civakî gelek caran piştî pênc salan zarokên xwe, xasima jî zarokên xwe yên qîzîn nedişandin xwendinê. Dewlet ji bo pêşî li vê rewşê bigre biryarek weha da. Mirov dikare  bibêje ku amadekariyên vê projeyê di dema Kenan Evrenî de hatin kirin. Yekem car wê demê dibistanê heşt salî hatin vekirin. Di salên 1990î de bi navê ÇATOM-“Çok Amaçlı Toplum Merkezî” ( Navêndên Civakî yên Pirarmancî), Toplumsal Kalkınma Projesi (TOKAP) li bajarên Kurdistanê sazî tên vekirin. Li van saziyan ji bo jinên kurdan qursên xwendin û nivîsandina tirkî tên vekirin. Radyoyên ku bi tenê kanalên FM dikşînin wek diyarî li jinan tê belavkirin. (Li vir armanc guhdarkirina muzîk û bernameyên tirkî ye.) Her weha dîsa ji bo jin û keçên kurdan saziyên wek AÇEVê (Weqfa Dayîk û Zarokan) tên vekirin.

Di destpêka salên 2000î de derbarê berfirehkirina dayîngehan de (anasinifi) hewldanên fermî hene. Di bin konên reş de û bi mamosteyên nîvxwende bin jî dewlet vê projeyê bi salan e birê ve dibe. Di vê qonaxê de êdî asîmîlasyon gihîştiyeke asteke xeter. Zarokên kurd yên ku hê nû bi axaftinê vebûne, ji malbatên xwe tên veqetandin û rojê 5-6 siet bi zimanê tirkî tên perwerdekirin. Li vir mudexele yek ser ji mêjûyê pêşerojo kurdan tê kirin.

Mavlay derbarê du zimaniyê de jî got ku duzimanî ji bo civakekê beriya her tiştî dewlemendi ye. Lê bi şertê civatekek li ser civateke din deshilatdariyê neke û zimanê xwe nespêre wê. Ger hemû ziman bi awayeke wekhev bên temsîlkirin, pirçandîtî û jiyaneke demokratîk ava dike. Lê li dewletên totalîter dibe sedemê asîmîlasyon û kuştina civata pirçandî.

Mavlay li ser helwêsta malbatên kurd di derbarê zimanê zikmakî de weha axifî; Hêzên serdest, ziman û çanda neteweyên bindest qedexe dikin. Paşê diçewsînin. Weke li kurdan kirin. Ji kurdan re gotin ku “kurd ên biqemçik in”, “zimanê we ne zimanê perwerdehiyê ye”, “zimanê we têrî wêje, pazar û siyasetê nake”. Dixwazin ku neteweyên bindest ji zimanê xwe fedî bikin. Di encama van polîtîkayan de dê û bav pirî caran wusa difikirin ku zimanê wan ê zikmakî pere nake, bêqîmet e û dê pêşerojê de bi kêrî zarokên wan nehê. Ji ber vê yekê zimanê xwe yê zikmakî êdî di nav malê de jî bikar naynin; dest bikaranîna zimanê hêzên serdest dikin. Di vê qonaxê de otoasîmîlasyon ango xweasîmîlasyon dest pê dike. Ji xwe li der ve jî zimanê ji ber karûbarên fermî zimanê serdest tê bikaranîn. Helandin û dejenerasyona zimanê zikmakî di vê merheleyê de digihîje qonaxa herî xeter.

Mavlay di dawiya axaftina xwe de li ser deformebûna zimên weha got; “Daxwaz ji deformasyonê kuştina mêjûyê kurdan, dejenerekirina rihê kurdayetiyê ye. Pirî caran em bêyî li berhemên klasîk yên kurdî binhêrin em bi tirkî difikirin û bi kurdî dinivsînin an jî diaxifin. Bi vî awayî jî di diyalog û nivîsên me de rihê kurdî lawaz dibe.” Mavlay derbarê gotin û îdyomên ku deformebûne de çend mînak da û got ku ji bo çareseriya pirsên zimên jî avakirina dezgeheke neteweyî pêwîst e. Ev yek jî bi statuya kurdan ve girêdayî ye.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011