psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 

Hevdîtina Kemal Burkay û Wezirê Karên Yekitiya Evrupa

İro (01. 08. 2011) Wezirê ji bo Karên Yekitiya Evrupa (YE) Egemen Bagiş bi Kemal Burkay ra hevdîtinek pêk ani.
Daxwaza hevditina ku li wezarata  Karên Yekitiya Evrupa çêbû, ji Egemen Bagiş hat. Wezir li dervayî xani pêşwazî li Kemal Burkay kir. Li buroya Vezîr, nîv saet sohbet kirin. Piştra li salona çapemenîyê wezir qisekir û xêrhatin da Kemal Burkay. Wî got ku; giringiyeke mezin dide hatina Burkay. Jêra got “em bawer dikin ku tu dikarî roleke baş ji bo pêkanina aştîye bilizî.”  Egemen Bagiş, sê pirtûk; “Bariş ve Kardeşlik Projesi, Mem û Zîn a Ehmedê Xanî, û Qur’an a bi zimanê kurdî.” wek diyarî pêşkêşî Kemal Burkay kir.    
Burkay jî di axaftina xwe da spasî li wezir kir, got; “em piştgiriya endametîya Tirkiyê di Yektiya Ewrupa da dikin, lê divê ew berê pirsên xwe çareser bike, ne ku bi tevî pirsên xwe ve. Pirsa kurdî ji wan pirsan ya herî girîng e.” Burkay, her wisa behsa sebebên vegera xwe kir û got ku ew dixwaze piştgiriya pêvajoya aştî û çareserîyê bike. Li ser pirsa rojnamevanekî “gelo iklim bûye behra sipî?” Kemal Burkay got; “guhartineke baş heye lê bi temamî aramî hîna pêk nehatîye. Wek hewa sibat- adarê ye. Ez hevîdar im demek kin da bibe ‘behra sipî’, ew dem jî nêzik e.  Emê piştgiriya pêvajoyê bikin.”
Dema Nû İstenbol

 
   
Dengê Kurdistan © 2011