psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 

Kemal Burkay ji kurdên Swêdê xatir xwest

 


Stokholm-29 Tîrmeh 2011-
Heval û dostên Kemal Burkay êvara înê li Stockholmê civîneke xatir xwestinê li dar xistin.

Gelek hevwelatî, nûnerên partiyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê; Sekreterê PSK Mesut Tek, Kemal Mihacir (PDK-başûr) Mistefa Qadir (YNK), Ehmed Kakemamî (Hizbî Demokrat-rojhilat)  Dr. Ubeyd (Partiya Pêşverû ya Kurdên Suriyê), Felemez Akad (PDK-bakur), serokê Komkar-Eu Kovan amedi; seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê Şermîn Bozarslan, serokê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê Zinar Soran û gelek rewşenbîrên Kurd wek nivîskar Yilmaz Çamlibel, Omer Şêxmûs û yên din di civînê de amade bûn û derbarî Kemal Burkay de dîtin û hestên xwe anîn zimên, jê re daxwaza oxirê kirin. Ji bajarên cuda yên Swêdê û welatên din yên Avrûpayê gelek heval û hezkiriyên wî ji bo birêkirina birêz Kemal Burkay hatibûn Stockholmê.
Di dawiyê de Burkay  li ser vegera xwe ya welêt ya piştî 31 salan axifî û ji heval û dostên xwe re sipas kir ji bo eleqa wan a germ û dostane. Burkay di axaftina xwe de bi zimanê tirkî jî sipas kir ji bo xatirê 5-6 rojnamevanên tirk yên ku di civînê de beşdar bûbûn û wê sibê bi wî re vegerin Tirkiyê. Wî got ku qîmetê dide hatina van hevalên rojnamevan û hatina wan nîşaneke baş e jı bo hevkarî û dostaniya di navbera gelan de. Burkay di berdewamiya axaftina xwe de got ku ew nuha ne rêvebirê partiyekê ye, di vegerê de jî nîyeta wî tune ku serokatiya partiyekê bike an jî partiyeke nû ava bike. Lê got ez ê dîtin, tecrube û pêşniyazên xwe li wir jî bêjim û binivîsim. Eger tê de feyde hebe ji xwe gel wê bipejirîne. Wek rîspiyekî kurd qîmeteka dîtin û raya min hebe ez ê bêjim. Ji bo yekitiya kurdan ji nuha şûnda jî hewl bidim.”
Kemal Burkay wê sibê (roja Şemiyê) di saet 12`ya de ji balafirxana Stokholmê berbi welêt bifire. Ew ê li Îstenbolê peya be, piştre wê here Anqerê û Diyarbekirê. Vegera birêz Kemal Burkay ji surgunê, ji aliyê heval dost û hezkiriyên wî û gelê kurd bi giştî tê piyandin. Li Îstenbolê gelek welatparêzên kurd, demokratên tirk û medya wê pêşwaziya birêz Kemal Burkay bikin.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011