psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 

KURD HEYE KURDİSTAN TUNE 

Kazim (Ep)Özdemir

Li welatên ku Kurdistan din nav xwe da par kirin e gelek zor û zehmetî li ser Kurdan heye.

Li İraqê bi salan şerê azadîyê dijî dewleta Ereb û rejîma Baasîyan ji alîyê Kurdan va hat dom kirin. Niha li İraqê  Kurdistana Federal heye û di bin seroktîya birêz Mesut Berzanî da ji bo gelê Kurd kar û barên gelek giranbiha dimeşîne. Tiştê ku ji kesek ra ne dibû xeyal niha li wê bû ye rastî. Kê digot ku tê Mam Celal Telebanî bibe serokkomarê İraqê û kek Mesût Barzanî li İraqa Federal bibe serokê eyaleta Kurdistana Federal?.. Niha mam Celal serokkomarê dewleta Federal İraqê, û kek Mesût Barzanî serokê eyaleta Kurdistana federal dewletê ye.. Dema rejîma Baasîyan û Saddam Hüseyin ev her du serok ji alîyê dewleta İraqê va kesên terorist dihat in nerixand in

Li İranê bi fermî Kurd hene, cîyê Kurd jiyana xwe berdewam dikin  bi navê Kurdistan eyaletek heye. Balafirek jî bi navê Kurdistan heye û di salên 1980’an da balafira bi navê Kurdistan hat Enqerê li meydana Esenboxa danî. Wê demê bi bawerîya Kenan Evren û rejîma wîya faşîst Kurd tune bûn belê balafirek bi navê Kurdistan li Esenboxayê danî bû. Ev bûyerek ecêb bû. Çewa dibû ku “Kurdistan” li balafira Esenboxayê cî û war girti bû?.. Faşîzma Kenanîyan derhal rabû ser lingan û ji rejîma Xumeynî tika kir ku balafira bi navê Kurdistan car dî newe Turkîyayê. Bi vî awayî pêşîya hatina balafira di bin navê Kurdistan da hat girtin û car dî balafira bi navê Kurdistan li hewayê Turkîyayê jî ne firî. Turkîya nikaribû û hêja jî nikare tehmûl bike ku balafirek an çûkek bi navê Kurdistan li hewayê Turkîyayê jî bifir e...

Li sûrîyayê li gorîya dewleta Ereb ne Kurd hene ne jî Kurdistan. Li vî welatî  bi salan e di bin hukma Esatan da Kurd bi fermî bîyanîyên bê welat in. Kurdên bindest li ser welatê xwe Kurdistan bê welat û bê nasname jîyana xwe wek penaberan derbaz dikin, belê ji wan ra heq û huqûqê penaberan jî tune.

Li Turkiyayê heta demek kin, bi gotina kemalîstan Kurd tune bûn. Niha demek kine Kurd hene, belê dîsa Kurdistan tune.  Rejîma kemalîst nikare tehmûl bike ku çûkek bi navê Kurdistan li ezmanê ser Turkîyayê jî bi fire, derbaz bibe. Dewleta Tirk heta par jî destûr ne dida balafirên Kurdistana Federal ku werin balafigehên Turkîyayê û destûr ne dida balafirên Turk ku her in balafirgehên Kurdistana Federal. Dema kesek bixwest bi balafirê biçe Hevler an jî Kerkukê mecbûr here Bexdayê û ji wê here Kerkuk û Hevlerê.

Li Turkîyayê demek kine ku rejîma kemalîst hebûna Kurdan qebûl kirîyê, belê tu mafek nade Kurdan. Di dibistanan da heqê mafê dersdana zimanê Kurdî nade û tim berpirsîyarên rejîmê dibêj in yek(tek) ziman, yek(tek) gel, yek al û yek dewlet.

Bi fermî li Turkîyayê Kurd hene belê Kurdistan tune. Berpirsîyarên rejîmê, Kurdistan inkar dikin û Kurdistan biçûktir kirin e,. Ji Kurdistan ra bi zanebûn dibêj in Güney Doğu Anadolû (Başûrê rojhilata Anadolê). Halkî rojhilat û başûrê rojhilata Turkîyayê (Doğu ve Güney Doğu Türkiye) hinek ji hêla nîvê Anadolê û û derya sipî jî Kurdistan e. Belê ji bo ku rejîma kemalîstan Kurdistan biçûk û hindiktir bi hevwelatîyên xwe bide zanîn bi qestek dilxirab dibêj e başûrê rojhilata anadolê (Güney Doğu Anadolu).

Rejima kemalîstan digot Kurd tun in. Hevwelatıyên Turk û hinek Kurdên ku bunê Turk jî digot in Kurd tun in, wan jî bi dil û can inkarîya Kurdan dikir. Niha ew jî dibêj in Kurd hene, bele Kurdistan tune..

Li bajara Almanya Hannoverê ez çom dikanek Turk min xwest ji xwe ra hinek fêkî bikir im. Kesê dikandar bi min ra bi Almanî peyiv î. Min bi Turkî jê ra got ez ne Alman im bi min ra bi Turkî bi peyîv e. Ewî got:

 - Aaaa Tu Tirkî?
Min bersiv da û jê ra got:
  - Na ez ne Turk im.
Ji min ra got:
  -  Va ye tu bi Turkî dipeyiv î. Tu Turk î..
Min jê ra got:
  - Herkesê bi Turkî dipeyiv e ma Turk e?. Tu jî bi Almanî di peyiv î ma tu Alman î?..
Ewî pirisî:
  - Ma tu ji kêder î?

Min got: Ez nabêj im. Heker ez bêj im tûyê bi qehirî…
 Ji imin ra got:
  - Ma ez çima be qehir im?
Min bersiv da û got:
- Ez Kurd im û ji Kurdistan im…
Ewî got:
  - Gelo Kurdistan li ku dere?..
Min jê ra got:

  - Ne min ji te ra got tuyê bi qehirî.. Tu kesek wisa ne rastî ku dikarî rastîyê .çewt bik î… Tu bi teqî jî ez ji te ra nabêj im Kurdistan li ku dere. Nexşeyên (xerîteyên) Alman li her cî heta li dikana te jî hene. Binêre nexşeyê bibîne ku Kurdistan li ku dere..

Ne bitenê rejîma kemalîst inkarîya Kurdistan dike. Her wiha mêjûyê hevwelatîyên xwe da ye şûşt in û bi hevwelatîyên xwe jî dide inkarkirir in. Ev bûyêr derdek giran e ku Kurdên me ên zana jî navê Kurdistan nayn in ser zimanên xwe û ew jî, ji Kurdistan ra dibêj in Başûrê Rojhilata Anadolê (Güney Doğu Anadolu), polîtîka kemalîstan bi nezanî an jî, ji tirsa xwe didomîn in…

Xwendevan û zanayê Turk jî bê raman û merheze polîtîka rêvebirên xwe dimeşî nin… Berî çend rojan ez çome Belîsê, min xwest ji xwe ra compîterek(bilgisayar) bistîn im. Ez çom dikanek û min pirisî. Xortek bist salî tiştek ji min fam ne kir. Min fahm kir ku ew bi Kurdî nizan e. Min bi Turkî jê pirisî gelo ew ne Belîsî ye?.. Bersiv da ku ew ji Newşehirê ye. Min jê ra got:

Win li her cî û warî dibêj in ku Turk û Kurd bira ne. Ez ev gotina we rast nabî nim û ne bawer im ku win vê gotinê ji dil dibêj in. Em Kurd şertên biratîyê pêk tînin û bi Turkî dizan in. Belê win Tirk xwe bi Kurdî fêr nak im û dibêj in em bira ne, ev gotina we derew e. Ma bira bi zimanên hev nizan in?.. Binêr e win bi zimanê birayê xwe Kurd nizan in. Seba vê yekê ez ji vê gotina we bawer nakim. Madem em biran e pêwiste tu jî bi zimanê me bizanib î.. Ewî xortî got ku ew hewl dide bi Kurdî fêr bibe. Xwedîyê dikanê min dawetî cîyê rûniştina xwe kir. Xatûnek li wê rûniştî bû. Xatûna rûniştî bijîşk (dixtor) bû.

Ew xortê  20 salî jî birayê wê bû. Ew xatûna bijîşk(dixtor) bi xwedîyê dikanê ra zewicandî bû. Anî jina xwedîyê dikanê bû. Min tiştên ku ji birayê wê ra goti bû jê ra jî dûbare kir û got:

  - Binêrin win li Kurdistanê dijî, pêwistî zimanê vî gelî jî fêr bibin.

Bijîşkê(dixtorê) j imin bi aweyek metel(şaşmayî) j imin ra got:

  - Ev der Turkîya ye ne Kurdistan e.

Min bersiv da 

  - Ev der tam nîvê Kurdistan e. Welatê Şerefxana ye. Şerefxan bi navê Şerefnamê berî 500 salan dîroka Kurdistan nivisandî ye. Ji kerema xwe ra Şerefnameyê bixwîn e. Dewleta Turk dameşana polîtîka xwe kirî ye mêjûyê we xwendevanan jî.. Kurd hene belê Kurdistan tune..Welatê Kurdistan li ser jîyana xwe didomîn in Kurdistan e…

Pêwiste tim Kurdên zana, pispor, rewşenbir, revebir û ronakbîr li her cî û warê bê tirs bi cesûrî nebêj in Rojhilata Anadolê (Doğu Anadolu) û Başû Rojhilata Anadolê (Güneydoxu Anadolu) bêjin Kurdistan. Divê pêşîya gelê Kurd di vî warî da wekın, bi gelê Kurd bidin zanîn û fêrkirin ku herkes li her cî, war û mekanî bêj e Kurdista.

Pêwiste em vê dozê bi bengînî bi domîn in ji Kurdistan ra Kurdistan bêjin, navên gund, bajar, war û çîyayên Kurdistan bi navên kevin navdar bikin û ne bi navên ku dewlata Turk danîne…                                                      

 
   
Dengê Kurdistan © 2011