psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 
Hevpeyvîn bi Keça Kurd Mizgîna Mehmûd
Li ser rewşa Kurdên Binxetê

Hevpeyvan: Macîde Senem Çamlibel

Senem: Kerema xwe dikarî xwe ji bo xwendevanên me bidî nasînê?

Mizgîna Mahmûd: Ez îro dîya çar-pênc zaroka me. Ez mezin bûme. Min sinifê 12 li Surî xilas kir û çûm Kurdistana Başur. Li zanîngeha Silêymanîyê li beşê ziman û edeba Kurdî xwand. Lê min temam nekir. Min 3 sal xwend, paşê şer destpêkir di sala 74 an da.

Piştî 3 salan zanîngeh û xwendina min jî çû. Piştra min xwe bi xwendina Kurdî va mijûl kir. Ez bi Kurdî dinivîsim. Helbestan dinivîsim. Ez nuha xwe bi ziman va mijûl dikim. Kitêbek min nuha amade ye. Dr. Husên Hebeş pêşgotina wî dinivîse. Emê rêkin li Tirkîyê bo çapkirinê.

Çend berhemên te henin?

Min gurzek helbest belav kirîye. Nêr û mê di ziman da min belav kiriye. Çîrokên folklorî min bir û berza xwe, yanî navarok folklorî ye. Lê min bi helbestî nivîsîye. Paşpirtûk jî piştî nêr û mê me derxist. Ez ku li Surî bûm, min 10 çîrokên Ezîz Nesîn ji Tirkî kiribûn Erebî, min wana vegerand Kurdî.

Nuha li ser peyva Kurdî dixebitim. Navê wî Peyv e. Wê li Dîyarbekrê çapbibe.

Te çawa dest bi sîyasetê kir? Nuha bi kîjan partîyê va dixebitî?

Ez nuha ne bi partîyan ra me. Weku rêxistinek ez bi kesek ra naxebitim. Nuha ez dinivîsim.

Ez wexta ku zarok bûm tev bi sîyasetê bûm. Bavê min hin partî çênebibûn, bi ciwata xortan va bû. Xortên Kurdên Demokrat li Surî hebû. Yek ji wan zilamê min bû. Yên ku tesîs kirîye Mihemed e, zilamê min bû. Yên din kurê xalê min û kurê meta min bûn. Samî Ehmed Namî, Samî Evdirehman, Evdilezîza Elî Evnî û Derweşa Melle Silêman hwd. Bûn. Ewana civatek çêkirin li Qamişlo. Avakirin û mintiqa hemû birêxistîbûn. Piştî wan 2-3 sal paşê partî çêbûn. Bavê min jî ji wan civatê bû. Civîn li mala me çêdibûn. Derwêş ez fêrî zimanê Kurdî kirim. Helbestên Cigerxwîn jî min bi mêran va dixwand. Ez 10-12 salî bûm ji wan ra helbestan dixwandin û hino hino tevlî xwîna me bû. Wê çaxê partî yek bû. Em pêra bûn heta 70 yan. Partî demokratî Kurdistan. Wexta bûn du parçe ji partîya Pêşverûya Hemîdê Hecî Derweş û Salah Bedirê jî partîyek çêkir, bi nave Yesar.

Lê ez mabûm bi Hemîd ra. Min kar li Hemîd ra dikir heta 70 yê. 70 yan da min dev ji wan berda, di konferansek da min gelek gelek Hemîdê êşand. Çi bû wê çaxê? Celal ji şoreşê cuda bibû. Şerê hevdu dikirin. Me jî Celal wê çaxê wek xayînek didît. Bi rastî me wilo didît. Serokê me yê Surîyê jî nediwêrîyan bêjin, em bi Celal ra ne. Lê hemî bi Celal ra bûn. Wexta ez tê gihîştim, min dev ji wan berda.

Bûyerên ku li Surîyê dibin, Kurd jî beşdarin an na?

Kurd li hemû bajaran beşdar dibin. Ji ber ku Kurd jî ji milletê Surîyê ne. Ev malbata dîktator, ev malbata ji guran alîkar çêkir û berdidine xelkê. Milletê me ji xwe ji milletê Surî cuda nekir.

Gotin emê nasnama Kurda we li vegerînin. Kurda gotin we ji me standîye, we ji me vegerînin, ne ku dîyarî bidine me.

Lê eva ha, ew ne ji armancên me ne. Zilmek we li me kir, dibêjin emê vegerîne we. Daxwaza me ne tenê nasname ye, ne tenê nufus e. Em dixwazin ev dewlet nemîne. Ev îstixbarat û MIT divê nemînin. Destûr dive bê guhartin. Hizba BAAS dibêjin tenê qaîde yanî pêşavaye pêşîya Surî da hizba BAAS tim hikum bike. Pêşavaya dibêjin ev benda han di destûrê da bê guhertin. Divê ne tenê hizba BAAS bê. Dive rê bidin eshaba. Ezhaba Kurdî û Erebî. Divê rojnamegerî serbest û azad be. Ev hemî divê nemînin. Ewqas xelk hatine kuştin, yê kî kuştine divê bidin dadîgehê. Wana mehkeme bikin. Yanî em ji wek xelkê Surî, bi rastî em hemû dixwazin ev hikumet temam ji bingeh bêbiherizê. Ji ber ku hemû berpirsên hene, Beşar û birayên wî hene wan tiştê xirab dikin bi zarokan. Xelkê çerm dikin. Laşê xelkê di azardanê da çerm dikin heta dimirin nahêlin. Zarok, laşê wana Hemza heye, Samir heye. Laşê wana bi cixarê şevitandine, situyên wana şikandine, diranê wana rakirine, destê wana jêkirine. Heta mîzoka Samir jêkirine, ya Hemza jêkirine. Fehm dikî zarok 11-15 salîne. Yanî tiştê îro dikin, kes nikare wana hilgire.

Yanî piçek giran e. Eger ev dewlet bimîne, wê xelk di Hemza da birêzê. Di girtîigehan da wê birêzin. Wê xelkê bigrin û azar bidin. Em hewl didin ev dewlet nemîne, Kurd jî bi Ereb va.

Min hevzanî Ereb ji hikumeta xwe razîne, tenê Kurd di bin zulmê da ne?

Zanî Senem, millet Surîyê ev çil sal e di bindesta dîktatorîyek e, zilmek gelek hişk dane. Istixbarata me gelek in. Istixbarata dewlet, eskerî, sîyasî û nizanim çîye. Mêrkê emîn kî bikûjî dibe îstixbarat. Şerefa wan bişkîne, jina wa ji xênî bibe ji xwe ra, hikûm li ser nîne di qanûna Surîyê, destûra Surî da. Mêrkê emîn, çibike mehkeme bikin. Mehkeme jêra nîne, yanî waya hanê mala Hafiz el Esad malbata xwe kirine serok.

Mezhebên wana kîjan e?

Elewî ne.

Ma ewana elewîyên mîna Kurdistana Bakur in?

Elewîyên Surîyê ez nizanim. Elevî mizgeftên wana başqe ne. Li cem me binxetê nînin. Min wana baş nasnekir. Cem me nebûn. Waxta ez hatim vir, min bêhtir naskir. Min elewîyên Tirkîyê naskir. Yên Tirkîyê ne wekî misilmana ne. Ez dinêrim 11 rojan rojî digrin. Dibêjin li roja Hz. Elî hatîye kuştin, 11 roj rojî girtibûn, em jî 11 rojan rojî digrin.

Dibêjin pêxemberî ji bo Elî hatîbû, lê Mihemmed ji xwe ra bir. Ji yê Tirkîyê min bihîstîye. Lê elewîyên Surîyê bi rastî em ji wan tiştek nizanin. Bes em tenê dizanin mizgeftên wana başqe ne, yanî kesek din yekî misilman here mizgeftên wan, vê bêjin derkeve.

Ji me dûr in weka Cizîr û Istanbul bêjî. Kurdê me naçin wê da. Bo karê diçin Helebê, Şamê, Dêrê, lê naçin alîyê elewîyan. Me elewî nasnedikirin.

Li Antalyê civînek çêbûye, bi dijberên ango opozîsyonên Esad va. Kurd çima wek partî beşdar nebûn?

Li Antalya ewên ku civîn çêkirine, bi xwe partîyên wan nebûn.

Wekû partî wekû hereke Kurdî ji wana daxwaz rênekirîbûn. Çimkî ew tenê Ewrûpa xwe dan hevdu. Ew nuka opozîsyon xwe dide ser hev, yanî berê dilneye. Berê ku hineka li vir diçin di hikûmetê da bisekinin ji Ereba dilnebûn. Ê ku diştexilîyê di cîh da kirine hepsa da, deh sal 100 sal. Hinek 100 salî mane di hepsê da. Ji ber wilo xelk nema di Sûrî da. Di sala 81-82 da li Hema 20.000 jî kuştin. Ew xwe mislimîn bûn. Ew hizba hebû.

Yê vir çune, kesayetî ne. Kesayetîyên bîr û bawerî ne, sîyasî ne. Bazdayîne ji ber zilma hikumetê. Ewa got emê bidin ser hev li Antalya. Tirka rê dan wana, çûn wê derê hevdu dan serhevdu. Kurd jî çûn. Hin kesayetên Kurd ji Ewrupa xwestin. Yanî li vir Kurdan jî gotin, em jî Kurd in, emê wek Kurd bi we ra rûnên û daxwazên me jî henin. Lê gotin em îro behsa tiştên gelekî kur û dirêj nakin. Ji ber ku hîn dewlet xirab nebû.

Nuha ewana peyamek derxistin û gotin em li hev gîhane. Dibêjin em nûnerî ya şoreşa Sûrîyê jî nakin. Em nabin mesulê û nûnerê wana. Em dixwazin alîkarîya we bikin. Ji ber ku ewên ku di caddan da xwe didine kuştin, divê ew biryar bidin.

Nuha partîyên Kurdan çi difikirin? Wan dawîyan piştê nimêja înêyê Ereb derdikevin kolanan. Ciwanên Kurd jî derdikevin. Gelo partîyên Kurdan pişt didine wan ciwanan?

Belê. Hin destpêka wê bangkirin hin ji berpirsîyarên partîyan. Berpirsîyarên partîyan gotin xort û ciwanan em nikarin bisekinînin. Tu heqê me li ser wana tunne, ewê bikin. Xortên partîyan jî li nav da ne. Kesên hizbî, zarokên wana derdiketin. Yên ku li hepsê da ne zarokên wana derdiketin. Lê bi rastî bi wê xurtîya 2004 derneketine. Sala 2004 an da hikumetê berê Eraba got ezê daxwaza Kurda pêkbînim. Çima? Ji ber ku tirsekî Kurda ser Beşar hebû. Beşar dît sala 2004 a ribik Milyon Qamişlo derket, li camîyê Sûrîyê derketin, li Şamê, li Helebê, li bajarê Kurdan hemî, Dêrik, Serêkanîyê, Kobanîyê, Efrînê, li hemû devera Kurd rabûn û peykerê wî şikandin, ya Hafiz Esad şikandin. Kurda li Qamişlo li Amudê şikandin. Yanî tirs ketê dilê hikumetê ya Beşar Esad.

Lê Ereb jî Kurda dîtin. Hin Ereb Kurd nedîtîbûn. Wana hêza Kurdan dîtin. Heta Erebên rewşenbîr jî digotin çend Kurd ji Tirkîyê hatine. Kurd 2004 an da xwe da xuyakirin. Ereb hemû hêza wan dîtin, gotin Kurd xwedî hêz in, xwedî erd in. Vêja nuha rewşenbîrên Eraba ev bangdikin Kurdan, dibên em bi hevra rûnên.

Helwesta partîyên Kurdan çinin? Ciwan bê pêşeng dikarin serkevin?

Helvesta herî baş nuha bi hevra ne. Dizanî Senem, ez bawer im, ev dewleta xirab here, ji berjevendîya hemû xelkê Surîyê dibe. Ev bê ku armancê xwe yê kurtinê bibêjin. Ev dewleta xirab, ev MIT ango istixbarat, wan herin ji berjevendîyan hemû milletê Surîyê ye baş e.

Piştî wê dinya hatîye guhartin. Ev şoreş - em hêvî dikin wê serbikevê – waxta serbikevê, Ereb nikarin tiştek bibêjin, Kurda pişt guhê xwe bavêjin. Ji ber ku hêza Kurda îro jî Beşar Esat bangkir tevgera Kurdî neçû berê heftê du heftan. Tevgera Kurdan hatin ba hevdu. Partîyên me hemû bûn yek, bi hevra gotin, em naçin. Gotin xwîn dirêje erdê. Bawerîya min neçûna wana baş bû, ne xirab bû. Yanî çûbana jî, gava tiştên bi nivîskî ji wana standîbana, hingê din jî bêna ser hikum, wê nikarîbana jê vegerin.

Lê wek din jî bi rastî gava laşê zarokan tînin, laşên wana hemû jêkirine, xwîn dirêjê. Yanî tiştekî zêde zêde xirab dikin. Em Kurd herin, bi hikumetê, bi Beşarê va rûnên, eva hejmarekî şîrikê dibê kêmayî nawestin. Vêca ya baştir ew e ku Beşar li wira rakin.

Dibêjin Esad, Apocî ji Qendîlê anîne, dijî xwepênîşandaran bikarbîne. An jî besîcên Îranê anîne dîsa seba wî bikarbînin. Tu çi dibêjî li ser wan gotinan?

Ez nikarim bersîva vê pirsê bidim. Bi rastî. Ji ber ku mirov nedîtîbe, nikare bêje. Nuha li wir da behsa Îranîyan dikin. Bes yekê Îranî jî negirtine. Dibên hezar însan anîne. Li derva gotin di hin deveran da gotin.

Yanî nehatine xuyakirin, kesek ji wan nedîtine. Wexta ji wan hinek girtibana, bê nivîsandin.

Gelo Kurd bi çi dixwazê tev vê serîhildanan bibin baş e? Otonomî, federasyon, serxwebûn an jî tenê bo heqê çandî wek kêmneteweyek?

Ji bo hebûna xwe bidê xuyakirin. Dizanî Kurd nuha hevpişkî dikin, ji bo hebûna xwe. Bo xwe xuyakirin, Kurd jî heye. Parçek erd heye Kurdistan e. yanî weku millet nuha di ewê da jî di kongrê ku li Tirkîyê çêbû, gotin divê hûn bêjin du millet ên serekî henin li Sûrîyê. Ereb û Kurd û kemasîyên din.

Kurd nuha nikarin bêjin serxwebûn. Çîyayên me nînin. Em nikarin sîlah û çek hildin. Kurdistana me ya Surî başqe ne. Em sê qet in. Yanî Efrîn ne girêdayî Cizîrê ye. Ji xwe bi erdên Ereb va girêdayîne. Em ji sê qolan dikevine Tirkîyê. Îro jî heta ev hikumet neçê, yek din nebê, em nikarin jî tiştek ferz bikin ser wana bêjin hûn bidine me.

Îro wexta em hebûna xwe xuya bidin ji wan ra , berê jî wan hêza me nedîtîye. Heta nuha hê Kurd nekuştine. Lê Kurda bikûjin, em hêvî dikin ku, Kurdê me li Ewrupa hemi xwe li seferata Surîyê bigrin.

Spas dikim û serketinan dixwazim bi dil û can.

Em jî serketinan dixwazin bo we. Spas û em hêvî dikin şoreşa Surîyê bi serkeve.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011