psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 
Hevpeyvîn bi Kemal Burkay re - Salihê Kevirbirî (*)
‘Hêvîdar im siyaseta Kurdan pêwistî bi kalekî wek min 74 salî nebe!’

Stockholm: Siyasetmedar û nivîskarê kurd Kemal Burkay di civak û jiyana kurdan de herdem yek ji fîgurên sereke bûye ku behsa wî hatiye kirin. Tevî ku yek ji “giregirên” siyaseta kurd bûye, her wiha hêla wî ya edebî, rewşenbîrî û nivîskariyê jî bi têra xwe deng daye. Burkayê ku salên dûvedirêj Serokatiya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) kiriye, mohra xwe li bin gelek berhemên edebî daye. Di pêvajoyeke ku amadekariyên vegera welat dike de, li Stockholma Swêdê em li Kemal Burkay qesidîn. Me pirsî, Burkay li ser koça ji welat, jiyana xwe ya edebî, yekitiya kurdan, rojên xwe yên li Swêdê û vegera xwe bi henûnî û dilnizmî bersivand.

Salihê Kevirbirî: Birêz Burkay beriya her tiştî dixwazim hîn bibim, cenabê te di nava malbateke çawa de mezin bû? Malbata we li herêmê bi çi navî tê naskirin. Sedema pirsa min ev e; di Karesata Dêrsimê de tu yek salî bûyî. Bi gotineke din, te çavên xwe di rojên Komkujiya 1938’an de vekiriye. Wê karesatê bandoreke çawa li malbata te kir?

Ji malbata me ra tê gotin ”Mala Alî Zeynê”. Em ne malbateke dewlemend bûn. Erda me kêm bû. Me gelek zehmetî kişand. Bavê min egîtmentiya gundan (mamostetî) dikir. Çend xwîşk û birayên min hîn zaroktiyê da mirin. Em du xwişk û du bira menzin bûn. Em ji Eşira Şadiyan in. Dema Serhildana Dêrsimê (1937-38) hatime dinyayê. Diya min digot: ”Tu di dergûşê da bûyî û dengê topan dihat.”

Dêrsim heremeke fireh e. Şer li hêla Xozat, Ovacix û Mamekê çêbûye. Hêla me Mêzgir ku ber bi başûr e, nêzî Palo û Depê (Qereqoçanê) ye,  ne bûye warê şer û pevçûnan. Lê Diya min ji Dêrsima navend (merkezî), ji eşîra Alan e. Merivên wê, ango xalanên min piştî şer kom kirine û kuştine.

Her çiqas mintiqa me û eşirên wek Şadî, Îzol û Xiran di şer da cî ne girtine jî, piştî ku şer xilas dibe û dewlet Zora Dêrsimê dibe, hêzên eskeri tên hêla me jî. Hingê bavê min jî di nav da, hin gundî ji tirsan direvin, xwe vedişêrin. Esker li hêla me xelkê qir nake, lê hin kesên sereke, hin axa û serokeşîran dibin li Mêzgirê didin ber gule û singîyan, dikujin. Ji gundê me jî du kes bi vî awayi hatine kuştin.  Hin serok û axayan jî sirgûnî xerbê, ango rojavayê Tirkîyê dikin.

  • Roja te terka welat da û roja ku yekem car te gav avêt nav axa Ewropayê tê bîra te. Dikarî behsa hestên xwe yên wan rojan bikî? Roja dawî gava te welat terikand tu li ku bûyî, li mala kê bûyî?

Min du caran terkî welat kir û ji ser Sûri û Libnanê hatim Ewrûpa. Yek sala 1972 bû, ya duwemîn jî sala 1980 bû. Herdu jî ji ber derba eskerî bûn.

Cara yekem havina sala 1972 bû. Me li ser sînor, ji tirênê bazda û revîn. Li sûriyê hatin girtin û qasî 15 roj di hepsê da man û piştra li Beyrûtê çend meh man. Pişt ra jî Ewrûpa... Cara duwem bihara sala 1980 bû. Ez li hêla Cizîrê derbazî Sûrî bûm, ji wir jî dîsa çûm Libnanê. Li wir çend roj bûm mêvanê şûyîyên Iraqê û bi alîkarîya wan derbazî Ewrûpa bûm.

Wê demê Beyrût disa warê şer û şewatê bû. Ji ber sebebên ewleyî ji mal dernediketim, wek hepsî bûm. Bi teyarê hatim Siwîsrê, bajarê Zurich. Dawiya Nîsanê, ango bihara Siwîsrê bû. Dar û beran pel û gul vedabû, her der wek bihûştê xemilî bû. Piştî ewqas tirs û reva li Tirkîyê, û pişti ewqas germayî û şer û şewata Libnanê, bi rastî sebra min vebû min bîhna xwe stend. Ji Elmanya heval hatibûn pêşîya min. Kazim Yildiz hema li balafirxana Zurichê çoklat û mûz pêşkêşî min kirin û got: “Zanim nuha te bira vana kiriye!”

Lê ew bihngirtin û ew kêxweşî qasî du-sê rojan ajot. Piştî wê dîsa ketim nav kar û xebata rêxistinî-sîyasî, bi kar û hella hella, bi bez û kefteleft heya îro hatim...

  • Biryardayîna terkeseriya welat ji ber çi rû da? Gava cenabê te welat terikand, texmîn dikir ku wê hewçend dirêj li Ewropayê bimîne?

Ez sala 1980 di destpêka meha Nîsanê da, ango çend meh berî derba eskerî ya 12 Îlonê ji welat derketim. Di wan rojan da dijî partiya me operasyoneke mezin hebû û gelek hevalên me hatibûn girtin. Hevalan biryar girtibûn ku ez derkevim. Ji xwe çend meh piştî wê derba eskerî çêbû û bi hezaran kes wek min derketin der welat.

Me texmîn ne dikir ku em ewqas sal li xerîbîyê bimînin. Me digot vêcar jî pir pir ew xerîbiya me sê-çar sal dajo û em dîsa vedigerin. Bona vê yekê min nêzî sê salan ji bo penaberîyê serî lê neda. Lê va ye ji 31 yek salî zêde derbaz bû û hîn jî hinek ji me li der welat in...

  • Salên dûvedirêj bi hevre berdewamiya siyasetmedarî û edebiyatzaniyê ne zehmet e gelo? Bi qasî siyasetmedariya cenabê te, jiyana te ya hunerî jî bi tena serê xwe balkêş e û tê zanîn. Gelo tu qet fikirî, rojek tercîha xwe ji yekê ji wan bikî?

Di destpêka da bala min zêdetir li ser edebiyatê bû. Helbet pirsa Kurd û bir û bawerîyên civakî, yan sosyalîstî jî min gelek eleqeder dikir, lê ne dihat bîra min ku rojekî bikevim nav refên partîyên sîyasî di wan da kar bikim, yan jî partîyeke sîyasî ava bikim. Lê em di welatek û civakeke usa da dijîn ku di nav agir û şewatê da ye û wek rewşenbîrekî yan hunermendekî nikarin bêjin ji vî agir û şewatê dûr bisekinim. Ew agir jî bi rîya sîyasetê tê vemirîn, ango ji derdên gel û welat ra bi rê û olaxên siyasî çare tê dîtin.

Ji ber vê, bibê nebê bi sîyasetê mijûl bûm, him jî têr û tijî mijûl bûm. Lê piştî wê, herçiqas sîyasetê gelek waxtê min girt jî, min dev ji karên edebî ber neda. Disa şiêr, carina çîrok nivîsandin. Heya kitêbên zarokan, lîstikên teatir û mîzah (henek) jî nivîsandin. Lê min dev ji roman nivîsandinê berda, ji ber ku roman pir waxt dixwaze.

Karên sîyasî û edebî di jîyana min da bi hev kelîyane. Ew dudilî, ango “edebîyat yan siyaset?” di destpêkê da derket pêş min; lê piştî ku ketim siyasetê êdi min herdu bi hevra meşandin û kelandin. Hin caran wek edîbekî li dinyayê nihêrim û hestên xwe, bîr û rayên xwe bi şiklên edebî got, carina jî bîr û rayên xwe yên sîyasî bi formên edebî bi kar anî. Siyaset û edebîyat carina wek du çemên cuda li gel hev çûn, carina jî tevi hev bûn û bi hevra herikîn. Piştî vê saetê jî êdî tercîheke han, ango yekê hilbijêrim û dev ji yê dinê berdim, êdi ji bo min nabe.

  • Pirsa xwe berdewam bikim, Kemal Burkay bêhtir xwe siyasetmedar dibîne an mirovê edebiyatê?

Herdu jî. Carina du nasname, carina jî sê, ji bo mirovan giranbuha ne, mîna dê û bav, mina law û keç; tu nikarî yekê ji ser yê dinê ra bigrî.

  • Çi nivîsar, çi gotar, çi helbest yekem car tê bîra te li ku derê û kîjan salê hate weşandin? Heke li bîra cenabê te be, li ser çi bû?

Şirêa min a pêşîn di sala 1960’da di kovara Yeditepe da hat weşandin. Ev kovar li Îstembolê derdiket û yek ji kovarên edebî bi nav û deng bû. Navê şiêrê “Yolcu” (Rêvingî) bû. Vê şiêrê di tu kitêbên min ên weşandî da cî negirtîye. (Şiêreke min a din dîsa bi navê “rêvingî” heye, ku Nîlufer Akbalê kirêye stran dibêje, ew cuda ye.)

Min di wê şiêrê da behsa çiyan, daristanan û deryayê, behsa rêçûnê dikir. Jiyana min jî wek wê şiêrê bû: derketim rê, hîn jî diçim... Çawa Aşiq Weysel dibêje: “Di rêyeke zirav û dirêj da me- Diçim şev û roj...” 

  • Hewldan û xebatên cenabê te ji bo vegerê hene. Piştî hewqas salên ji welêt dûr, gava tu hatî yekem tiştê ku tu dixwazî bikî çi ye? Tiştekî ku di dilê te de bûye hesret û tu dixwazî di vegera xwe de bikî heye gelo?

Tiştekî taybetî tune, lê gelek tişt hene ku di vegerê da dixwazim bikim: Nas û dostên xwe, merivên xwe, hevalên xwe bibînim. Li welat gelek ciyên ku zarotiya min, jîyana min derbaz bûye (gundê xwe, Dêrsimê, Xarpitê, gelek ciyên din ên Kurdistanê, heya Enqere û Îstembol) bibînim. Ji fêkî û xwarinên welatê xwe tam bikim...

  • Tiştê ku tê di vegera xwe de bi tu awayî nekî çi ye?

Bir û bawerî guhartin, li ber neyarê xwe serî danîn...

  • Cih û devera ku tu dixwazî jiyana xwe lê berdewam bikî diyar e gelo? Ji Dêrsim an Stenbolê wê tercîha cenabê te kîjan be?

Hîn diyar nin e. Ezê di vî warî da piştra biryara xwe bidim.

  • Gelo Kevneserokê PSK’ê, difikire careke din bi awayeke çalak vegere nava siyasetê?

Niyeteke min a usa tune, lê ger rewş, wek salên 1960’î mecbûr bike ew jî tiştekî din e... Hêvîdar im sîyaseta Kurdan û Tirkan ne hewcedarî kalekî wek min 74 salî bibe!

  • Di jiyana cenabê te de xalek an kiryarek heye ku tu jê stûxwar î û tu dibêjî; “Xwezî min ew nekira.”

Bi dereca “stûxwarîyê” na. Şukur di jîyana min a sîyasî da jî, taybetî da jî kiryareke usa, ku pê stûxwar bim, ku “berf fedî bike” tune. Lê helbet tişt hene ku dibêjim xwezi min nekira û negota. Tiştên han jî min veneşartine, gotine û nivîsandine; di hatiratên min da hene.

  • Ev demek e ku behsa Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan tê kirin. Gelo heye ku rojek kurd di vî warî de bi ser bikevin?

Behsa yekitîya neteweyi ji bo Kurdan ne tiştekî teze ye; li Kurdistana Bakur, ji 30 salî zêdetir e ku di rojevê da ye. Lê mixabin heya nuha bi ser ne ket. Hêvî û daxwaza min jî ev e ku rojekî bi serkeve. Lê yekitîya hêzên welatparêz çi ye, li ser çi esasî, bi çi şiklî? Ew jî pirseke dûr û dirêj e. Yekitîya baş ev e ku li ser siyaseteke rast çêbe, ne li ser rêyeke şaş û xapînok. Rê heye mileteki dibe azadîyê, rê heye dibe herî û hezazê. Wek nimûne, waxteki Elmanan bi piranî dane dû Hitler; gelo çûn kiderê? Farisan jî dane dû Xumeynî, lê ew çûn gihan kiderê? Lê Kamboçîyên ku dane dû yekî wek Pol Pot, wan çi bi dest xistin?..

  • Birêz Burkay, gelek caran kurd bi “neteweperestiyê” têne binavkirin. Car heye ku kurd bi “nîjadperestiyê” jî têne tawanbarkirin. Gelo bi rastî jî kurd di warê “neteweperweriyê” de kamil in an na?

Kurdan bi nijadperestî gunehkar kirin neheqi ye. Xuya ye hin kesên ji miletê serdest, bi taybetî dewlet û hukumeta wan, heq û azadî xwestinê ji bo Kurdan wek nijadperesti dibînin.

Li aliyê din, her gotin û kirineke Kurdan li cî ye? Yan jî tevgera Kurd kamil bûye yan na? Ew jî tiştekî din e.

Milet ji mirovan pêk tê. Mirov jî ne yek cure ne. Di nav miletekî da rast jî hene şaş jî, baş jî hene xirab jî. Lê ya mihîm ev e ku xeta esasî çi ye, ango giranî li ser çi ye? Kurd jî ne yek cure ne. Belê, Kurd bindest in, gelek zulim dîtine; Lê ev bi serê xwe têrê nake û nîşan nade ku ji ber vê yekê Kurd hemû tiştê baş difikirin û dikin. Bi raya min tevgera Kurd kamil ne bûye û mixabin hîn şaşîyen mezin dike. (Mabesta min tevgera Kurd li Bakur e). Ger heya nuha yekitîyeke baş ava ne bûye sedem jî ev e.

  • Gelo 24 saetên Kemal Burkay çawa derbas dibin? Tiştek heye ku tu her roj nekî, nabe?

Ne ewqas rengîn e. Bi alî ken û kêfê, xwarin vexwarinê ne dewlemend e. Waxtê min piranî bi xwendin û nivîsandinê derbaz dibe. Lê ez ji vê jiyanê razî me. Roja ku kar nekim aciz dibim, wek tiştek kêm e...

  • Xebat û berhemeke edebî ku tu niha li ser kar dikî heye gelo?

Ev sala dawi li ser berhemeke edebî ne xebetîm, lê min du cildên hatiratên xwe (cildê 3 û 4) ji bo çapê hazir kir. Karekî giran bû. Min ew kar teze xilas kir û wek barekî giran ji ser milê min rabû. Nuha şunda ezê bifikirim çi bikim, êdî azad im!

  • Gava min got berhema edebî hate bîra min, dikarî hinek behsa serpêhatiya helbesta “bir kedim bile yok” bikî? Te di nava psîkolojî û hestên çawa de ev helbest nivîsand? Di serdemeke dijwar de, Sezen Aksu ev kir stran. Ji bo vê helbestê, di navbera we de têkiliyeke çawa peyda bû?

Saliho, te jî wek her kesekî kir, gotin anî ser “Gulumse”yê... Bila be!

Dema min Gulumse (De rûken be) nivîsand û got “pisîkek min jî tune”, ne ku li benda mal û milk, post û miqam bûm, mabesta min ne ew bû; lê bi alî dil tenê bûm, xort bûm û keçikên ku meriv ji bo wan van xetan binivîse jî hebûn...

Sezenê ew kir stran û got, ez kêfxweş bûm. Nuha jî xwarzîya min, Dîlovan dibêje.

  • Ji bo vê gotûbêjê gelek spas...

Ez jî spas dikim, serfiraz bî!

--------------------------------------------------------------

Ev Hevpeyvîn di rojnama Kurdî Rûdawê, hejmarê dawî da, hin beşên xwe kurtkirî derket. (Dengê Kurdistan)

 
   
Dengê Kurdistan © 2011