psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 
   
  Hemîd Derwîş: Rola Turkî di Sûriya de keysperesti ye

Serkirdeyê Kurdî sûrî yê Ebdul Hemîd Derwîş dûpat kir, ku desthilata Sûrî şaşiyeke mezin dike, bi helbijartina wê ji riya çarserkirina emnî re ta îro, berê welat dide ber bi qûnaxeke tirsinak ve, lê tevî vê yekê jî em çek di ruyê desthilatê de hilnagirin.

Ebdul Hemîd Derwîş, Sekretêrê Partiya Demoqrata Pêşverû Kurdî li Sûriya, ko yek ji kevintirîn partiyên Kurdi ye li Sûriya ye, û cîgirê serokê “Daxwiyana Şam” ye, dibêje: “Şerê navxweyî tiştekî tirsnak e û wêranker e û miletê sûrî miletekî têgihiştî û ronakbîr e, qet nakeve vê davka tirsnak de.”

Di hevdîtina xwe de li gel Rojnama ”Şerq El-Ewset”, Ebdul Hemîd Derwîş li ser gelek pirsên giring disekine, ko girêdayî ne bi rûdawên îro ve li Sûrî, ji wan pirsan ew hokar û sedemên qelsbûn û lawazbûna rola Kurdî, û dîtina Kurdan ji pêşeroja Sûriya re..

Va ye naveroka vê hevdîtinê:

Şêrzad Şêxanî

Ji destpêka serhildana Sûrî ve, gazin ji Kurdan têne kirin ko helwîsta wan derbarê van buyeran qels û ne zelal e û hin Kurdan gunehbar jî dikin ko naxwazin li dijî desthilatê bisekinin, sedemên vê qelsbûna rola Kurdî di vê serhildanê de, çi ne?

Ev nerîn gelek şaş e, dema Kurd têne gunehbarkirin ko helwîsta wan cuda ye ji helwîsta hawelatiyên din yên Sûrî, ji ber ko Kurd aniha û berê jî ji tûjtirîn xelkê Sûrî bûn ko xebat dikirin ji bo azadî û dîmoqratiyê, çimkî Kurd ji hawelatiyên din bêtir zerer dîtine ji vê rêjîma şofînî û tek partî, û êşa wan dûqat bû, ji aliyekî ve wek hawelatiyên Sûrî û wek Kurd ji aliyekî din ve. Pêwîst e em zanibin ko Kurd di navçeyên xwe de li gele birayên xwe yên Ereb û Siryanî dijîn, û rewşeke wanî taybet û hestiyar heye, û tirseke wanî mezin hebû di destpêka buyeran de, ko careke din werin gunehbarkirin bi tawana parçekirinê û netewperestiyê û tawanên din yên weke vê ..

Di dema buyeran de ko li bajarên Kurdî di 2004 an de rûdabûn, we soz ji rêjîmê sitandibû bi dana nasnama Sûrî bo Kurdên bê nasname, lê li ser erdê tiştek ji vê daxwaza serekî pêknehat. Hûn ji vê rêjîma aniha tu hêviyan dikin ko mafê we yê netewî yê din bide we?

Buyerên 2004 an, ko li bajarên Kurdî rûdabûn, ew bi xwe pîlanek bû ji aliyê desthilatê ve hatibû vêxistin, û wan buyeran birîna Kurdan kûrtir kir û êşa wan zêdetir kir û rêjîm ew buyer kirin behane ji bo destê xwe li dor situyê Kurdan tengtir bike û siyaseta zordestî û regezperestiyê li dijî Kurdan xurtir bike. Û derkirina biryara 49 ji bo dana nasnamê bo Kurdan, piştî serhildana Sûrî hat û di rewşeke ne yasayî de bû ji aliyê rêjîma desthilatdar ve û ez bawer nakim, ko ev desthilata îro ti mafên netewî bide miletê Kurd.

Bi riya daxwiyaniyên ko hatine belav kirin ji aliyê hin serkirdeyên Kurdî ve li Sûrî, diyar dibe ko daxwazên netewî yên miletê Kurd hatine bilind kirin, ta ko digihe astê fîdraliyê. Tu bawer dike ko ev maf were pêkanîn di bin siya vê rêjîma îro de? Yan jî bi nerîna te dibe ko ev daxwaz were cîbicî kirin piştê serkeftina şoreşa Sûrî?

Xebata Kurdan di çarçewê çareserkirineke dîmoqratî dadperwerî de ye ji bo pirsa Kurdî li Sûriya, û şêweyên vê çareserkirinê wê bi riya li hevkirinê be di navbera Kurd û Ereban de. Lê ew daxwiyaniyên ko kesek yan aliyek belav dike, ew tenê nerîna wî alî yan wê partiyê bi xwe ye. Û di vê derbarê de ez bi xwe ne geşbînim ko ev rêjîma îro dikare tu çarê bibîne ji pirsa Kurdî re, her wiha jî ez bi geşbînî û dûrî guman û tirsê li pêşerojê dinêrim û dibînim ko Sûriya piştî serkeftina serhildanê wê welatê hemî hawelatiyên xwe be, yê Ereb û Kurd û Aşûriyan e û wê dûr be ji zulim û zordestiya netewî..

Pêwendiyên we di Sûriya de qels û lawaz in li gel opozisyona Erebî û bi tenê li gel “Daxwiyana Şam” hene, ko hûn cîgirê serokê wê ne.. Ji ber vê yekê , çawa opozisyona Kurdî wê karibe rola xwe ya giring bilîze di destnîşankirina pêşeroja Sûriya de , eger di destpêkê de rêkeftin ne kiribe li gel opozisyona Erebî?

Ev nerîn ne duriste, û dûre ji rastiyê, yê me pêwendiyên baş hene li gel hemî pêkhatiyên opozisyonê, di nav de jî » Daxwiyana Şam «, ko ciyê şanaziya mine cîgirê serokê wê me, û ew bi xwe jî mezintirîn çarçew bû ji opozisiyonê re di dema xwe de..

Di dema dawî de çend kongir hatin damezrandin, û pişt guhxistina rola Kurdî di wan kongiran de hate pirotisto kirin, gelo sedemên vê piştguhxistİnê çi bûn?

Belê çend kongir hatin li darxistin li derve û di hina ji wan de rola Kurd qels bû, ez nabêjim tunebû. bi her hal yê me em pişta xwe bi opozisyona hundir girêdidin, ji ber ko ew e bingeh, tevî ko em rêzê li karê opozisyona derv jî di girin.

Kurd gelekî ditirsin ji geşbûna rola Îxwan El-Musilmîn di pêşerojê de, û ev rol piştgîriyek eşkere dibîne ji aliyê Turkiya ve, bi nîşana ko hin ji wan kongiran li welatê Turkiya hatine li darxistin, ev tirs ji rola “Îxwanan” çi ye?

Bere ez eşkere bibêjim, ko ez bi xwe ji rola Îxwan El-Musilmîn natirsim û her wiha ne ji rewtên Îslamî yên aştîxwaz yên din jî, nexasim ko rêxistinên “Îxwanan” û yên olî yên dinê li navçeyên Kurdî hîç tunene û dibînim ko ev tirs ji rola “ Îxwanan” divê me ne ajoyê ber bi dûrxistina wan ji jiyana siyasî, yan jî derî li ber çewsandina wan veke, bi vî rengî yan bi rengê dinê.

Gelek bangewaz hebûn ji bo li darxistina kongireyekî niştimanî bo hêzên Kurdî li Sûriya, ew daxwaz gihiştin kîjan qûnaxê? Hûn li ser vî kongirî çi dibînin? Gelo derfet heye ko ev kongir bi serkeftin were li darxistin di bin siya wan nakokiyên ko hene li ser astê cada Kurdî?

Hin kar têne kirin ji aliyê partiyên Kurdî ve, ji bo li darxistina kongirekî niştimanî Kurdî li Sûriya. Van karan qûnaxên berbiçav derbas kirine di vî warî de û hêvî dikim ko em bi serkeftin vî kongirî pêkbînin, tevî ko astengî û kelemên berbiçav di pêşiya vî karî de hene.

Yê we pêşeroja Sûriya çawa dibînin, di dema ko rêjîma sûrî riyên ewlekariyê hilbijartiye li şûna riyên siyasî ve, hin jêderên opozisyonê çend sînaryo destnîşan kirine bo rewşa Sûriya li ser bingeha berdewamiya vê qeyran îro, ji wan sînaryo ya Lîbî, yanî bi dest hilgirtina çek di ruyê desthilatê de? Gelo yê we li gel vê sînaryoyê ne?

Hilbijartina rêjîma desthilatdar li Sûriya ji riya emnî re şaşiyeke xwekujii ye, qet ev helwîst tu kêşan çareser nake , lê belê welat ber bi pêşerojeke reş û tarî dibe .. Ez ne li gel wan kesa me ko doza rahiştin çek dikin li dijî desthilatê, ev eger kesek hebe vê doze bike li gor ko hûn dibêjin.

Hate gotin ko tirs heye ji şerê navxweyî, û çend nîşan jî hebûn di vî warî de, yek ji wan jî êrîşên hozên Erebî yên li navçeyên Kurdî rûniştine, ko daxwiyaniyên li dijî xwepêşandanên cemawerî belav kirin li bajarên Kurdî, gelo ev tirs hîn maye? Û hûn bawer dikin ko di pêşerojê de ti şer di navbera hoz û eşîrên Kurdî û Erebî û xiristiyanî de vêkeve?

Şerê navxwe tiştekî metirsîdar û xwekuj e û miletê Sûrî miletekî têgihiştî û ronakbîr e, qet nakeve vê davika tirsnak de. Û Kurd li Sûriya beşek in ji vî miletî û têkiliyên wan xurt in li gel birayên wan yên Ereb û xiristiyanî li Sûriya û qet derfetê nadin ko şerê navxweyî serî hilde di nav Kurd û birayên wan yên din de.

“Daxwiyana Şam”, ko di destpêka damezirandina xwe de bi xurtî derkete meydanê , va ye îro bûye çarçewkî vala di dema ko buyerên germ li Sûriya birêve diçin, yê we bawer dikin ko ev çarçew karibe xwe sax bike, da ko rolekê di pêşe roja Sûriya de bilîze?

Ez ji we venaşêrim ko “Daxwiyana Şam” gelek ji hêza xwe winda kiriye ji dema ko hatiye damezrandin, û ev jî ji ber zilim û zora ko ji aliyê desthilatê ve hatiye bi karanîn dijî serkirde û endamên “Daxwiyana Şam”. Lê tevî wê jî ev çarçew hîna jî roleke wê mezin heye di nav civaka Sûrî de, û bê guman wê roleke berz di pêşerojê de jî bilîze.

Şoreşgêrên Lîbiya “Encûmenek Katî)”pêkanîn di destpêka buyeran de li wir, ko ciyê piştgîriyê bû ji aliyê zorîna dewletên cîhanê ve, evê yekê Peymana “Nato” jî ajot ko alîkariya şoreşgêran bike û rêjîma Qezafî biruxîne, bi baweriya te ti pêwistî heye ko encûmenekî katî were çêkirin bo revebirina şoreşa Sûrî jî?

Opozisiyona niştimanî hêşta parçe û belav e li hundir û yê me em hewil didin ko rêzên wê bikin yek berî her tiştî. Dema ko bibe yek wê çaxê ewê bi xwe biryar bide ka wê çi bike û çi pêwist e were kirin.

Gelo yê we hûn ne li dijî destê derve ne ko dirêjî Sûriya bibe, eger komlgeha navdewletî li pişt be di vî warî de?

Em ne li gel dest têwerdana laşkerî ya derve ne, lê belê ev ne mana wêye ko em fişara siyasî li ser rêjîma desthilatdar jî qebûl nekin, da ko daxwaziyên miletê sûrî di azadî û dîmoqratiyê de cîbicî bike.

Turkiya bi eşkere destê xwe dirêjî nav buyerên Sûriya dike, yê we hûn razî ne bi vê destêwerdanê, nexasim geşbûna rola Kurdî li Sûriya ciyê metirsiya Turkiya ye?

Rola Turkiya, derbarê van buyerên ko li Sûriya bi rêve diçin, rolek keysperest û dûdili ye, ew hewli dide qazancê ji derfetan bike û berê buyeran bide ber bi bercewendiyên xwe ve.

Di çarçewa rola Herêmî de, tu pêwendî çêbûne di navbera partiyên Kurdî Sûrî û Serokatiya Herêmê Kurdistan de, û nexasim ko partiya we girêdayî ye bi pêwendiyên xurt li gel partiyên Kurdî yên resen di Kurdistana Iraq de, bi taybet pêwendiyên partiya we li gel YNK bi serokatiya serokê Iraqî Celal Telebanî?

Rast e, pêwendiyên me yên xurt hene li gel hemî partiyên Kurdistanî, nexasim li gel YNK û serokê wê serok Celal Telebanî, lê belê siyaseta me tê avakirin li ser bingeha rewşa me û li gor taybetmendiyên me yên netewî li Sûriya .. Û ev jî qet ne li dijî pêwendiyên me yên baş û birayetî ne li gel partiyên Kurdistanî.

Helwîsta Emerîka destpêkiriye hiştir dibe derbara buyerên Sûrî û bi xurtî doza barkirina Beşar Esed dike û li gor xwendina me ji hebûna opozisyonê re, em dibînin ko ta niha hêzên wê nikarîbûn alternatîfekê pêşkêş bikin. Ma yê we hûn dibînin ku qeyran bêtir ber bi berdewam bûnê ve diçe, di bin siya zordestiya rojane de ko desthilat bi kartîne? çareser çi ye bi dîtina we?

Bi dîtina min, çareserkirina vê qeyranê ew e, ko rêjîm bersiva daxwaziyên milet bide, ew jî pêk tê piştî ko opozisyon xwe yek bixe û ji vê parçebûna ko rêjîm jê qazancê dike, xwe xelas bike, nexasim îro fişar û zexta siyasî ya rêxistinên mafê mirov û raya giştî ya navdewletî gihiştiya wî astê ko êdî bandora xwe daye ser buyerên sûrî bi rengekî aktîv û xurt û dikeve bercewendiyên xebata milet de ji bo pêkanîna azadî û dîmoqratiyê ..

Hûn bawer dikin ko wê kodeta leşkerî pêk were ji nav hundirê rêjîm? Û yê we wê çi helwîsta we bi eger karekî wisa rû bide ?

Bi rastî, egera karekî wisa ji hundirê rêjîmê heye, ji bo girtina derî li ber van buyerên ko berdewam in,û li ber vê qeyrana ko welat têre derbas d be û dibe ko ev kar çareseriyek guncawtir be bo rewşa Sûriya û bercewendiyên miletê wê.

Şerq El-Ewset

   
   
Dengê Kurdistan © 2005