psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 
Helbesta kurdî di edebyeta kurdên sovêtê de  

Eskerê BOYÎK

Destpêka sedsala borî, li welatê sovêtêyî nu demezirandî de, saya bi dêmokiratî nêzîkbûna pirsa miletîyê, çawa ji bo gelek netewên kêmjimar usa jî ji bo pareke gelê kurd mecalên pêşdaçûyîna perwerde, çand û kûltûra netewî vebûn. Ev, ew para kurda bûn, ku ji zulm û zora împratorîya Osmanîyê, qir-bira komkujiyên salên 1915-1920 î, ji cî û ware kal-bavên xwe şihitî bûn,  revyabûn xerîbîyê û bi çûrekî xilas bûbûn. Civak  hale eşîretîyê, koçerîyê û nîvkoçerîyê de bû. Derheqa xwendin-nivîsarê de gilî nikaribû hebûya. Şêr, rev-bezê, xelayî û nexweşîyan qira xelkê anîbûn. Sêwîxane tije zarokê kurda bûn. Civak li nav pirsgirêkên jîyanêye dijwer de bû.  

Di vî hale civakî û aborîyî giran de dewleta nû avabûyî (rewşa wê jî pir dijwar bû) qerar û qanûnine nû qebûl kirin. Nava demeke kin de dest bi  kampanîya dijî nexwendîtîyê bû, elfebên netewî  hatin demezirandin, gundên kurda de dibistan bi zimanê dê hatin vekirin, xwendexanê  hazirkirina kadirên xwexatîyê vebûn, weşena pirtûkan bi zimanê dê dest pê kir, şaxê koma nivîskarên Kurd li rex yekîtîya nivîskarên Ermenîstanê vebû. Weşena rojnema RÎYA TEZE û ocaxên perwerde û çandêye netewîye din bûn bingeh ji bo pêşdahatina edebyeta netewîyê navêda usa jî helbestvanîyê.

Wê demê kadirên kurdan pir kêm bûn, despêkê de bawarkî tune bûn.

Di vî hale dijwer de rewşenbîrên ermenî bi xêrxwezî berbirî wî karî bûn û alîkarîya mezin dan ku bingeha edebyeta kurdî di wî welatî de bê danîn. Payê wan rewşenbîran tevî civakên kurdan jîya bûn, ziman, xeyset, erf û edetên kurdan zanibûn.  

Efrandarên kurd e ewlin hîmlî gênc bûn, yên sêwîxana de mezin bûbûn, dibistananên sêwîxana de perwarde bûbûn. 

Ji nivîskarên kurdên sovêtêye  ewlinin Emînê Evdal, Hecîyê Cindî, Casimê Celîl, Etarê Şero, Ahmedê Mîrazî, Wezîtê Nadirî helbest nivîsîne û weşandine, ji pey wan re Qaçaxê Mirad, Usivê Beko û hineke din tên.

Lêkolîna  helbestên kurdî yên wê demêye weşendî nîşan dide, ku payê wan efrandinaye pirê di ware ziman qewl û qanûnên helbestvanîyê de dikulin, gelekî sade û pirozayîkin. An pesin in, hukumdarîya komûnîsta, dewra sovêtê, pêşîkar û serokên wê sazîmanê digihînin esman, an jî nelet û û nifir in derheqa dewrana derbasbûyî de… Her tiştê dewrana çûyî reş e, dewrana sovêtîyê ronayîye, evdên feqîr-belengaz hemêz dike, jêra bextewarîyê tine û ji zulma dewra çûyî xilaz dike. Li ser edebyeta wê demê  hukumê ziman û helbesta ermenî berbiçeve. Cem Etarê Şero kêmaya xwendevanîyê xwe nîşan dide û wî dikşîne berbi zargotina gelêrî, xazma dengbêjîyê, lê nikarê dengbêjîyê efrandarya xwera bikin hîm û xebera xweye xwexwetyê bêje. Ji efrandinên Ahmedê Mîrazî û Wezîrê Nadirî bîna edebyeta kurdaye kilasîk tê, lê kamilbûn hê nîne. (Heyf, Wezîrê Nadirî zû çû ser dilovanîya xwe û pêra negîhand xebera xweye helbestvanîyêye esil bêje).

Li cem Qaçaxê Mirad û Ûsivê Beko pirîskên helbestvanîyê têne xanê.

Lêkolîna berhemên helbestvanên wan salan nîşan didin, ku ew dixwezin xwera rêkê vekin, gotina xweye xwexwetîyê bêjin lê tê bêjî şureta efrandarîyê têrê nake, fikirên sîyasî helbestê dixeniqînin û wan dikşîne goveka zargotinê. Ji bo wê  helbestvanên jorgotî paşê destê xwe  avîtine destanên gelêrî…

Dewsa têxnîka çêkirina helbestê, kêşesazyê û tiştên din ji zargotina gelêrî hildin, hinbin dikevin nava naveroka destanan û wa gotî veçêkirna wan, wan dikin mecal ku fikirên xweye sîyasî bêjin, dewra çûyî nuxsankin, li nav qelş û qetên destanan de ronaya sosîyalîzmê bivînin. Di nav wan de jî dixalifin, rêya xwe tev li hev dikin û hêza wan nagihîjê nave derên.  Destanên bi destê wan veçêkirî qelsin, seqet in û  ji qîmêtê xweyî gelêrî pir nimz in.  

Navbirîya salên 1937-1955 a, ku kete navbera pêşdaçûyîna çand û kûltûra kurdî li welatê sivêtê xazma Ermenistanê,  zîyaneke giran gîhand e wê pêvajoyê. Lê çî jî hebe, wan salan ji bo  pêşîroja edebyeta kurdî  bingehek hate danîn.  

Ji nivê salên 50'î dîsa rojên xweş seva pêşdaçûyîna çand û kûltûra kurdê Sovyêtê  hatin. Dîsa dest bi weşana rojnama Rîya Teze, axaftinên radyoya Yerêvanê bi zimanê kurdî bûn, xwendinxana dersdar hazirkirinê vebû, Beşa Nivîskarên Kurd li rex Yekîrîya nivîskarên Ermenistanê karê xweyî efrandariyê gumrih pêşda bir, di Akadêmya Ermenistanê Zaniyariyê, İnstîtûta Rohilatzanîyê da para kurdzanîyê vebû, pirtûkên kurdî hatine weşendin û hwd...

Vê carê meydana karkirinê vala nî bû, kadrên kurdaye anegor hebûn.

Salên xweye efrandaryê de bûn Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Ahmedê Mîrazî, Casimê Celîl. Her usa jî hatin gihiştine wan Qaçaxê Mirad, Usivê Beko, Elîyê Ebdilrehman, Nado Maxmûdov, Mîroyê Esed, Xalîl Mûradov û hinekên din, yên ku karên dewletê, cuda-cuda da dixebitîn. Erebê Şemo ji piştî vegera ji sirgûnîyê karên xwye efrandariyê xurttir kir.nivîsarên xweye salê sîyî carke din li ber çava re derbaz kir. Payê vane pirê di rêya nivîsara vekirî de çûn.

Zanyar Emînê Evdal di tev xebatên xweye kurdzanîyê, zargotinê, gelek helbest û destan  weşandin. Hêjayî bîranînê ye destana wîye “Gulîzer”. Ev destana di radyoya Yêrêvanê para axavtinên kurdî  de kirin radîyokompozîsîya û alyê guhdara ve bi hizkirin hate qebûlkirin.

Helbestvan Casimê Celîl gelek berevokên helbest û destana weşend. Salên cuda-cuda berevokên wîye “Elegez”, “Beyt-serhatîyên kurdan yê evîntîyê”, “Kanya dê”, “Ocaxa min”, “Kilamên çîya”, “Oda curda”, “Kurdê Bengî” çap bûne.

 Xudanê çend berevokên helbestan in Qaçaxê Mirad û Usivê Beko. Di tevî nivîsê xweye vekirî xudanê çend berevokê helbesta ne   Elîyê Ebdîlrehman.

Li ser vê govekê û bingehê dengê edebyeta esîl ji pêy salê 60'î ra hate bihîstin:  Şikoyê Hesen, Mîkayêlê Reşît, Fêrîkê Usiv, Simoyê Şemo, Egîtê Şemsî, Rîzalyê, Eskerê Boyîk, Tosnê Reşît, Çerkezê Reş, Elîxanê Memê, Barîyê Bala...

Ji van hineka bi şureta afrandarîyêye mezin, hineka bi xebathizî û zanebûnê pirr rîya xwe vekirin û ji alyê xwendevana da hatine naskirin û qimetkirin.

 Mîkaîlê Reşîd yek ji helbestvanên kurdên Soveta berê yên herî navdar û xweyê berhemên giranbiha . Ewî  zanînê xweye edebyetê yek ji navendên zanîngeha edebyeta cihanê, înstîtûta edebyetê ya ser nave Maksîm Gorkî li bajarê Moskivayê hilda bû. Ew pêshengê nûjentiya helbesta kurdî ya kurdên soveet ê bû. Wî gelek cure û stîlên helbesta nûjen ya cîhanî anî nava helbesta kurdî. Di helbestên xwe da texnîka helbestvanîya nûjen carna bi zanîstî tevî cûrên klasîk û zargotina gelêrî dikir û cûre- naverokeke nûye xweşik  dihat hûnandun.

Hinek helbestên wî, tevî nûjenîyê, usa ketine qalibê netewîyê, ku bûne sitiranên hizkirî.  

Sala 1961'ê berevokên helbestan, ya Şikoyê Hesen “Qlçîçek” û ya Fêrîkê Usivê “Çevkanî” çap bûn. Weşandina van herd berevokên helbestaye ewlin, qewmandin bûn li nava edebyeta kurdê Sovyêtê de. Herd şayîr jî xwedêdayî bûn, wextekî kin da bûn hizkirîyê xwendevana.

Şikoyê Hesen ji rûyê tengasîyên aborî û der dorên neqenc de nikaribû temamîya qewat û şureta xwe ji bo pêşxistina edebyeta gelê xwe bida kêranîn. Ji pêy weşandina du pirtûkên helbest re: “Tembura kurda” û “Meremê dilê kurd”, çîlûheyşt saliya xwe de çû ber rema Xwedê. Lê çi jî hişt pirr giranbiha ne.

Berfire ye goveka efrandarîya Fêrîkê Ûsiv. Wî mîrateke pir mezin û zengîn ji pey xwe hiştiye. Ev berevokên wîye helbesta hatine weşandin: “Gula Elegezê”, “Lîrîka”, “Usivê Nebya”, “Narê”, Hisretdefter”, ( di berevoka “Bihara teze” N 1), “Dinya Delal” (di berevoka “Bahar” N 6). Fêrîkê Usiv hostê xebera bedewtîyê bû. Ewî bi helbest û destanên xweye delal reng û rewşeke nû de cûre û naveroka helbesta kurdî, bi heqî gotî nûjenîya esil anî nava poêzîya kurdaye pirqurne. Ji cûrê kilasikê dûr neket, lê bi rê û şopa xwe ew dewlemend û rengîn kir, bi kurtî gotî qesra xweye bedew li rex qesrên şayîrê kurdaye nemir çêkir. Destanên wîye “Usivê Nebya”, “Xewna Mîrmîh”, “Rihana Reşo”, “Hisret” û yên din ne ku tenê sertacê efrandinê wî ne, lê usa jî mirov kare wana dayne li rex destanên kilasikên meye here mezin.

Ew ji derca gundê xweyî biçûk, bilind bû ber bi pirsgirêkên cihanê yê here ferz, ji sadetîya jîyana gundîya niqoyî li nav felsefe û aqilbendîya mirovatîyê ya hera gure û diramatîk bû, ji çîrok, kilam û destanên odên gelêrîyê yê "hezarsalî" derbazî pirsgirêkên pêşvaçûyîna destanînên zanîyarîya vê dewranêye here kûr bû. Dilê şayîrî nazik li ser her pirsgirêkê dikewgirî, wan li nav kûrma agirê dilê xwe re, li nav hizkirin û sura afrandarîyêye esil re derbaz dike, xwendevana re dikeve şêwrê, bersîva pirsgirêkan dide, wan dike efrandinên bedewetîyêye nemir û dide xwendevanê xwe.

Helbestvanên hêja û xweyê rîya xwexatîyê ne Simoyê Şemo, Egîtê Şemsî, Rizalyê Reşît,.Sihîdê Îbo, Karlênê Çaçanî…

Nivşên pey wan ra Eskerê Boyîk, Tosinê Reşît, Çerkezê Reş, Elîxanê Memê, Barîyê Bala xwe ra ronayîke geş, kûrayîke anegor û bineke xweş anîn.

Li nava kurtenivîseke wa da mecal nîne wan hemû kar-barên li nava wan 65-70 sala de di werê helbesta kurdî de hatîye kirin bê gotin, qimetkirin û analîzkirin.

Ew mijara ne ku miqaleke wa ye, lê bi deha xebatên edebyetzaniyêye mezin e.

Edebyeta kurdê Sovêtê bi cûre, naverok û temamîya xwe şaxekî edebyeta kurdaye teybetî ye. Rast e li xerîbîyê hatiye efrandin, lê mîna xûn-goşt tim li welatê xwe ve girêdayî bûye.

Pêvajoya pêşdaçûyîna çand û kûltûra kurdî li Ermenistanê gumrih berdewam kir heta salê 90'î. Rûyê pêşdahatina qewatên miletçîye şovûnîst, hilweşîna qeydê Sovêtê, avayê çand û kûltûra kurdaye li wur jî hilweşiya.

28.06.2011

 
   
Dengê Kurdistan © 2011