psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 
Fikira min derheqa axrîya rojnema RÎYA TEZE da

Eskerê BOYÎK

80 sal berê, sala 1930 î, bi biryara hukumdarîya weletê sovêtê li paytextê komara Ermenistan Yêrêvanê dest bi weşena rojnema bi zimanê kurdî (kurmancî) RÎYA TEZE bû. Rojneme bi elfeba kurdî girafîka latînî, ( ya ewlin) hate weşendin. Ew elfeba dîsa li wur sala 1928 a bi dewletî hatibû çêkirin, hazirkirin û qebûlkirin. (Elfeba Îsahak Marogûlov û Erebê Şemo).

Dema li heçar perçê Kurdistanê her alîya va kurdeyatî qedexe bû, heyîtî nav û nasnema kurdan, bi destê dagerkirên Kurdistanê dinîyayê da dihat qedexekirin, tunekirin weşena  rojnemeke bi zimanê kurdî, aw jî bi dewletî,  di emrê gelê kurd da bûyateke dîrokî û sîyasîye pirr gring bû. Kurdên Ermenistanê bi weşedina rojnema RÎYA TEZE, bi  hesavê hezara hejmara pirtûkên cûricîr, di gundên kurda da vekirina dibistanên kurdî, bi radîoya Yêrêvanê axaftinên zimanê kurdî, kurdîtî zêndî xweyî dikirin, çandeke kurdewarîye delal diefrandin, ji bo gelê kurd bûbûn hivya heyîtîye û xwehisîyanê.

RÎYA TEZE li dora xwe temamîya rewşenbîrên kurd yên weletê sovêtê civandibû û bûbû  navendeke pêşdabirina ziman, dîrok, rojnemegirî, çand û  kûltûra kurdewarîyê.

Navê ronakbirên kurde usan mezin RÎYA TEZE va girêdayîne, ku ne ku tenê  kubarîya kurdên weletê sovêtê ne, lê temamîya gelê kurd ra nav û hurmeta mezin anîne: Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Qanatê Kurdo, Emînê Evdal, Wezîrê Nadirî, Şekroyê Xudo, Casimê Celîl, Ahmedê Mîrazî, Cerdoyê Gênco, Şikoyê Hesen, Mîkayêlê Reşîd, Fêrîkê Ûsiv, Nado Maxmûdov, Xelîl Mûradov, Ûsivê Beko, Mîroyê Esed, Qaçaxê Mirad, Elîyê Evdilrehman, mêrxwesê welatê sovêtê Şemend Syabendov, prof. nivîskar Sihîdê Îbo, Simoyê Şemo, Cerdoyê Esed, Rizalîyê Reşîd, Egîtê Şemsî, Egîtê Xudo, Çerkezê Reş, Ehmedê Gogê, Sima Semend, Tîtalê Efo, Kurdzanên bi nav û deng: prof. Çerkez Bakayêv, Îvan Farîzov, pirof. Ordîxan Celîl, doktor Xalit Çetoyêv, prof. Şerefê Eşir û gelekên din.

Derheqa rojnema RÎYA TEZE dema xwe da bi şêkirdarî HEWAR a Celaddêt Bedirxan bi helalî  nivîsîye û weşena rojnemê silav kirye.

Serokê gelê kurd, nemir Barzanîyê Mezin û gelek şiyasetmedar, nivîskar, zanîyarên kurde binav û deng bûne mêvanê rojnemê. Arşîva rojnemê da bi seda neme ji mirovên eyan hatine standin û xweyîkiririn. Kurdzanên mezin M.Laziryêv, M.Hasratyan, M. Rûdênko, T. Arîstova, O. Jîgûlîna, E. Vasîlyêva, A.Mêntêşaşvîlî, P. Mûradyan, nivîskarê ermenîyî mezin Hraçîya Koçar, kurdzanên kurd Z. Yûsûpovna, L. Paşayêvna u geleken din xêrxwez û piştovanê rojnemê bûne, ji wan geleka bi gotarên zanîyarî rojnemê da pêşda hatine.

Gelek zanîyarên kurdistanê ku welatê sovêtê da xwendine rojnemê bûne mêvan, piraktika xwe rojnemê da derbas kirine…

Jiyana rojnemê dîrokeke pirr mezin e, neynika têkoşîna gelê kurd e.

Ji pey hilweşîna deshiletdarîya sovêtê ra ew malbeta bi  nav û deng, ew rewşenbîriya welatparêz e rengîn  ji hev bela bû, navendên çand û kûltûrayê pelişîn, bêpşt û bêxwedî ji girtinêra rûbirû man…

Ji sala 1990 î destpêkirî civaka kurdên Ermenistanê ji hev bela bû. Ya ecêb hate serê xelkê. Xelk ketin devê anarxîyayê, bêqanûnîyê, mafîya û wa gotî „pêşîkêşên“ firotîye neqenc.

Destên dervaye bêbext bextê civakê ra lîstin, dutîretî kirine navê. Pirsa êzdî kurd nînin heta gîhandine sazîyên navnetewî.

Hêza rewşenbîrya kurdên sovêtê têrê nedikir pêşîya wê lêyê bigre., yan gerekê xwe kerrkirana, hale çêbûyîra razî bûna yan ji komarê derketana…

Qewatek, hêzek, zanîyarekî kurd û kurdistanî derneket dijî wê kirina wan û heta îro jî wek zinarê çîyayê Kurdistanê kerrin.

Civaka, ku ser erdê welatê xwe nine, gelê wî piştê nesekinîye û piştgirîyê nake, zû dereng li ber vê qedera dilêş disekine.

Rojnema RÎYA TEZE kete hale aborîêyî xirab…Karmend, nivîskar û pêşewitiwê dorê nemam. Ji kolêktîva rewşenbîrîye mezin man du meriv. Lê dewya sala borî êdî tek Mirazê Cemal ber derî bi destê tewar ma…

Van bîst sale axrîyê pojnenê têkoşîna hebûn-nebûnê daye. Ji bo rojneme weşana xwe berdewanke bawarkî derê hemû sazî û dezgehê kurdî hatine kutan. Rojneme di hale: “Cevê li derîya, xwelî li serîya da” bê qeyde hatîye weşandin.

Gerekê razîbûna xwe bidine wan yên destê xwe dirêjî rojnemê kirine.

Bi texmîna min wede hatîye û hela hevkî jî dereg mane gerekê dewî wê “parsekçîtîyê” bê, gerekê navê RÎYA TEZEY î giran arzankirin û sivikirinê xilazkin.

Ciqas ez difikirim û ber li çavan e Ermenistanê da ne bingeha aborî û çandî maye, ne jî hêzeke rewşenbîrî heye ku weşena rojnemê berdewan bike, ne jî xwendevanê rojnemê mane.

Sala borî (2010) emrê rojneme bû 80 salî. Bi texmîna min hê tu kovar-rojnemê kurdî negihîştine wî temenî. Sersalek bi hurmet bû, ku gelê me bi kêfxweşî gerekê bida kivşê û ew salveger (hobêliyan) ne tenê wê bibîya bîranîn û qîmetkirina karê rojnemê lê bîranîn û qîmetkirina kar û barê wan mezinan, navê kîjana me bîr anî. Wê bibîya qîmetkirna karê temamîya wê para kurda, ku welatê sovêtê da halê dijwer, û mecalên kêm navê kurdîtîye ji xwe ra kirin ala xweparastin û welatparêzîyê, heta îro jî bilind digirin. Lê tu dezgehekî kurdî, ew herema Kurdistanê be yan der, tu hêzekê, di nav bîstî zêdetir têlêvîzîyonên kurdî da tu yekê  guh neda wê salvegerê.

Rehmetîyê Girîşayê Memê, berî wefeta xwe bi têlêfonê minra go : “Heta serê sale em vê 80 salîyê derbaskin…Paşê nizanim çi bikim”.

Paşê eşkere bû, ku qewata wan tune bûye û kesî ji piştgirîya wan nekirîye ji bo derbaskirina wê salvegerê.

Wan salê “xwestekîyê” ew rojnema emirdirêj, ew rojmema xweyê dirokeke giranbiha usa arzan kirin ku kesî nexwest salvegera wê bide kivşê.

Gazin tu kesî tune.

RÎYA TEZE navê xweyî nemir di diroka çand û rojnemegirya Kurdî da nivîsîye. Ew bûye parek ji diroka gelê kurd. Navê wê û navê bi seda rewşenbîrên kurd e mezin, ça gel dibêje “wek goşt û neynûk bi heva ne”.

-Ez bangî heval û hogirên xwe dikim, ku niha zêndî ne, kîjana jîyana xwe wê rojnemê da derbas kirine, dîroka wê parek ji jîyana wan e, nivîskarê rojnemê bûne, xwendevan, xêrxwez, alîgirên wê bûne: Emerîkê Serdar, prof. Karlênê Çaçanî, Babayê Keleş, Ahmedê Hepo, Têmûrê Xelîl, Egîtê Abasî, Pirîskê Mihoyî, Rizganê Recevî, prof.Celîlê Celîl, prof. Kinyazê Îbrahîm, Wezîrê Eşo, dok. Tosinê Reşîd, , prof. Maksîmê Xemo, Ezîzê Cewo, Elîxanê Memê, Keremê Seyad, sîyasetmedar Kinyazê Hemîd, Vanîkê Elîxan, dok. Nûra Cewarî, sazbbendzan Cemîla Casim, Aslîka Qadir, Mirazê Cemal û dewyê da jî xwe,  nav û giranîya çawa rojnema RÎYA TEZE , usa jî wê arşîva çand û kûltûra kurdî xweyî derkevin ku dema deshilatdarya sovêtê da hate danîn. Biranîna ronakbiren meye rehmetî bilind bigrin.

- Eger dezgehek, sazîk yan deshilatdarîya Kurdan karibe RÎYA TEZE zêndî bike, alîkarîya weşena rojnemê, organîzekirina wê, pirsên aborîya weşenê û rêvabiryê ya demdirêj ( ne ji bo çend hejmara, yan demeke kin)  hilde ser xwe, wê cîyê kêfxweşîyê û şêkirdarîya mezin be. Alîkarî jî gerekê eşkere, rêk û pêk bê kirin, cîyê tarî, nerazîbûnê û gazina wek berê navda tunebe, şexsyet gerekê navê da rolê nelîzin, alîkarya bê dayîn gerekê bê  kontrolkirin çika ew alîkarî diçe ji bo weşena rojnemê yan ?

-Eger ew alîkarî tunebe, berdewankirna weşena RÎYA TEZE xiyal e u vî halê çêbûyî da eger neyê rewastendin wê  nav û naveroka rojnemê arzan û bêrûmet bibe.

- Ez bawerim, ku em, çiqas jî ji hev dûrin û ewqasî jî halê jîyana serketî da ninin, lê em di wê hêzê ne, ku dewsa rojnemê malpereke xurû kurmancîye xurt, ya bi navê  “RÎYATEZE  ru; yan RIYATEZE  com. karin vekin û bi serketin wê rêva bibin. Ez bawarim, ewê ji bo kurdên sovêta berê bibe dibistana ziman û xweparastinê (çawa dema xwe da RÎYA TEZE bû) û di nav malperên kurdî da navê RÎYA TEZE bilind bigire.

-Bi wê malperê em dikarin kar û barê rewşenbîrîya kurdên sovêta berê zêndî bikin, ew nivîsarên nivîskarên meye rehmetî, ku nikaribûn biweşandana bikine malê xwendevanê kurd..

-Jîyan usane: rabûn jî heye, ketin jî heye, hatin jî heye, çûyîn jî heye, bûyîn jî heye mirin jî heye… Mirina bi rûmet, jîyana bêrûmetîyê hezar carî çêtire.

***
Wê cîyê kêfxweşîyê be, ku di vê derheqê da, pêşewitîyê RÎYA TEZE ye din jî fikira xwe bêjin.

10 .01.2011

   

 
   
Dengê Kurdistan © 2011