psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 
   
 

Çend roja li nav Êzdîyên Sovêta berê

Eskerê BOYÎK

Dewya salên heyştêyî jîyan li cihanê tev li hev bû. Terezûyê, ku ewlekarîya cihanê û gelan bi qencî û neqencîyê xwe va li ser mezîlekê digirt, wekehevîya xwe unda kir. Giranîya ku li ser alîkî hebû hilweşîya û terezû  nişkêva alîkî da welgerîya. Dewleta sovêtê û sîstêma sosîalîstîyê hedimîn. Berjewandîyên dewletên deshilatdar û girûpên civakî û olîye mafîyoz cihan bi acî nû va dane ber xwe. Dewlet û gel hev ketin. Bûyarên pirr girîng li cihanê pêk hatin. Hinekara baş bû, hinekara bû keresat.

Pirsa gelê Kurd derket meydanê. Berê, ku kesî nedixwest qedrê hevalbendên xwe (dagerkirên Kurdistanê)  bikevin û pirsgirêkên Kurdan bivînin, têderxistin ku li ser rêya berjewandiyên wan gelê Kurdî pirmîlyon sekinîye û bêy wî gelî ra hesav rûnên, nikarin pilanên xweye rojhilata navîn bînin sêrî. Destê xwe avîtin pirsgirêka Kurd.

Neyarên kurdan, yên eşkere û veşartî jî weke mara serê xwe bilind kirin. Çi destê wan hat kirin û niha jî dikin, ku him meydana şîyasîya cihanê,  him di nava Kurda da astengîya û tevlihevîya çêkin, qewata gel ji hev biqetînin, ku Kurd nikaribin bigihîjin meremê xwe.

Eyane, ku bi dewr û zemana, pirsa civaka Êzdîyan di nav gelê Kurd da pirsa here dijwer û bi êş bûye  u  iro ji dimine. Xûna evdên bê sûc û gune ji wê pirsgirêkê diniqite. Eger hevekî bi rastî û bi çavê vekirî mirov dîroka Kurdan û bûyaran binihêre, texmînkirin dijwer nîne kû timê jî ji bo berjewandyên der, kara xelkê, ji bo deshilatdarî, bîr-bawaryê xelkê Kurd ketine qirka hev, hev qir kirine, tifaq û yekîtîya xwe kavil kirine û li bin destê wan da mane…Iro jî dîsa di hindava êzdîyan da ew kilam tê stran.

Ji wî wedeyî girtî ji, eva bîst-bîstpênc salin jîyana civaka Êzdîyan ya nerehet ketye li nav pêlên wê pêvajoyê. Tê bêjî erdhejekê hin hundur û hin jî derva va ew civak kirine nav pirsgirêkên hebûn-nebûnê. Bawarkî li tu cîya halê êzdîyan ji cîyê din çêtir nîne.

Êzdî destê neyarê kurdan û kurdan bi xwe da ji bo kurdbûna xwe bûne perê hûr.

Pirsgirêka sereke jî ewe ku ne kurdê musulman, ne jî kurdên êzdî naxwezin bingeh û rastîya vê pirsgirêkê bizanbin û li nava vê „erdheja“ dewranê da  rêke çareserîyê avakin.     

Dewya salê heyştêyî (sedsala borî)  li Ermenistanê  pirsgrêkek jî li pirsgirêkên êzdîyan zêde bû. Di nav mercên 70 salê jîyana welatê sovêtê da, di  nava wê civakê tu pirsgirêkeke wî teherî nîbû. Menî û sebebê wê pirsgirêkê jî tunebûn. Weletê sovêtê da dewletê rê nedida tu gelî yan sazîyê ku ji gelê din ra pirsgirêka çêke. Lê hilşandina weletê sovêtê ra, dema desthilatdarîya wê komarê  kete destê  partîya nijarperest û hinek wa gotî „rojhilatzan“ „kurdzanên „ ermenî, ku êzdîya ji kurda biqetînin, di nava kurdên êzdî û musulman da pirobilêman çêkin têza wa gotî „Êzdî kurd nînin „ derxistin meydanê. Dewleta nû bi xurtî piştgirîya wê têzê kir. Wana di nava êzdiyên wê komarê da  jî xwera hevkar dîtin. Komele wanra ava kirin. Serokê wan kirine prîzîdêntê „Êzdîyên temamya cihanê“, (nizanim bi çi mafî û moralî) navê profêsorê xwedênsîyê danê, rojneme û radîyo wanra vekirin, zimanê „êzdîkî“ ji kurmancî başqe kirin, heta elfebake cuda jî êzdîyên xwera danîn.  Pirsa êzdî kurd nînin heta gîhandine sazîyên navnetewî.

Qewatek, hêzek, zanyarek derneket dijî wê kirina wan e neyartîyê ya dijî êzdîyatîyê.

Çend meriv zûtirê bûn kom. Hinekê dilsax jî ketine tora wan. Evana bi alîkarîya qewata dewletê pirsgirêk kûr kirin.  Kurdê musulman zû ji Êrmenistanê kişyan çûn, Êzdî di nava wê gêjgerîngê da ketine qirka hev. Bira, pismam, dost û heval rabûne dijî hev. Ew girr heta niha jî dikşîne.

Rewşenbîrîya kurd ya wura ( ji sedî nod bi eslê xwe êzdî) û payê êzdîyayî pirê dijî wê têza sexte derketin. Wana rind didît, ku bin wê têzê da meremê qilêr hene. Ew ne ji bo kara êzdîyane.  Hewar-gazîya rewşenbîran bû, lê kesî dengê wan nedibihîst, rast nexwestin bibihîn ne rêvabirya Êzdiyan, ne jî bi tomerî  hêz û zanyarên Kurdan. Hêza rewşenbîran jî têrê nedikir ku pêşîya wê malwêranîyê bigrin.

Mala êzdîyên Ermenistanê xirab bû.  Wek qeta moryê ben lê qetyayî, bê tifaq li cihanê bela bûn. Ew cand û zaniyarîya delal ku dema sovêtê, bi alîkarîya xêrxwezên ermenî gihîştibûnê dest pîya çû, kes xweyî lê derneket…

Payê rewşenbîrayî pirê jî ketine ber wê bahozê û Ermenistan pişt xweva hîştin.

Min jî, tevî hezara, bi mecbûrî, her tişt hîşt û pişta xwe da cî û ware xweyî hizkirî, keda bi sala. Malbeta me ji hev bela bû, derê mala me hate dadan, em bira, ku gişk bi xwendina bilind bûn ji hev bela bûn, bi hezara km ji hev dûr ketin.

***

Welatê sovêtê bi  aqara erdê xwe pir mezin bû. Ji serîkî heta sere din bi deha hezara km bû, Bi seda gelên bi hesavê xwe zêde û kêm navêda dijîtin. Evdên sovêtê rêke tomerîye dijwer bi hevra derbas bûbûn, giranî û tengasîyê jîyanê, herba hemdinyaêye duda tev derbas kiribûn, welat bi hevra, bi xûdan û keda xwe ava kiribûn, hewake dostanîyê di nav wanda çê bûbû… Raste hinek pirsgrêk di pirsên miletîyê da hebûn, lê ew pirs bingehê da, rind, bi dewletî, bi destûrî hatibûn danîn. Bi texmîna min Sovêt yek ji wan welatê cihanê bû ku ewqas  gel bi hevra, bi aşîtî, xêrxwezî, wek neferê malekê dijîtin û pirsgrêkên mezin çê nedibûn.

Saya wê sîyasîya miletîyêye qenc bû, ku kêmnetewên wek me kurdan jî karibûn ji tunebûnê rabin, bibin xweyê maf, çand û kûltûra delal.

Hilweşîna sovêtê ra hêzên miletçî, mafîyoz, tarî welêt da serî hildan. Derba here xeter tiradîsîyayên tifaq û cînartîya mileta ket, neyartî û dijminatîyê serî hildan. Welatê sovêtê bû 15 dewletên serbixwe.

Di dîrokê merivayêda, degmene bûyarên wa, ku bê xûn û pevçûn gelên welatêkî  ji hev başqe bibin û serxwebûnê dest bînin.

Ji bêdewletîyê xirabtir tişt nîne. Dema dewleta Sovêtê hildişîya anarxîyayê, bêqanûnîye, mafîya diz û qaçaxan, merivkujan civak dane ber xwe û eşkere dest bi kuştin, talan, zordestîyê, dizyê, xiraviyê bû. Dewsa qewl û qirarê dewletê qewl û qanûnên zorba, diz û qaçaxa, mafîya gura girt. Kê kê kuşt, kê bi zorê çiqas karibû zevt kir.

Bankên dewletê, fabrîkên bi bahê mîlyar dolara, kanên medena, pêtrolê, daristan, milk û sewalên malhebûnên gundîtîyê, têxnîka, temamiya hebûna dewletê, ku bi destûra sovêtê hebûna civakî bû, ango ya temamîya evdên sovêtê, bû xurê girûpên hukumdarên mafîyoz, zorba û talançîya, diz û qaçaxan. Di nav van girûpan da ji bo deshilatdarîyê û zevtkirina hebûnê dest bi şerekî, nenormal, neelamkirî bû. Zîyan gihîşte evdên xebatçî, helal yên bi keda xwe, xebat û xûdana xwe dijîtin. Nava wan sala bawarkî ewqas evd hatin qirê, çiqas herba navbera Sovêtê û Alman da nehatibûn kuştin… Li ser kelefên sovêtê û li ser meytên evdên karkir û xweyî emek ra di demeke kin da merivên xweyî mîlyar hatine kivşê.

Bêweletî bêdewletîyê jî wêrandir e.

Di nava sala da usa hatibû stendin, ku miletên weletê sovêtê tev li hev bûbûn û bi hevra dijîtin. Hilweşîna Sovêtê ra her milet berbi welatê xwe çû.

Kêmnetewên wek kurdan, xazma kurdên êzdî ra xirab lê hat. Gelên bê pişt û welat ketine devê bahoza rev û beza dewrêye malwêran. Civaka Kurdên êzdî ku him di werê netewî û him jî bi olî va bê welat, bê cî, pişt û bêxweyî bû, nava agirê hebûn-nebûnê da ma. Welatek yan gelekî xêrxwez tunebû ku xwe lê bigirtana.

Dema sovêtê ji sedî nodpêncên Kurdên êzdî li komarên Ermenistanê û Gurcistanê dijîtin.   Hukumdar, miletçî û mafîyoz vê civakê hatine xezevê. Navendên wan e  kûltûrî çandî, ku dema sovêtê hatibûn demezirandin hêza xwe unda kirin.   Êzdî rûyê egerên cuda-cuda, bawarkî li temamya wan dewletan û usa jî cihanê bela bûn. Kêra ku li hev hat, kêra çawa li hev hat.  

Niha payê pirê kurdên êzdî yên sovêta berê li Komara Rûsîyayê, Ermenistanê, Gurcistanê û Ukranîyayê dijîn.

Ji wan bûyarên malwêran devedevî bîst- bîstpênc salî derbas bûne. Bist-bîst pênc sal e civak di nav rev û bezê dane. Hê hê jî ev civak di axrîya xweda guman nîne. Nizanin dewîya wan wê çawabe. Kuda herin? We ku sitarekê ji xwera bibînin? Paşê wê birevine ku?

Û, ji pey ewqas sal ra, îsal, di meha gulanê da ez çûme walatê Rûsîyayê bajarê Yaroslavlê dîtina mirovên xwe. Van bîst sale dewyê civakeke êzdîyaye gewre koçberî wî bajarî û der-dorê bajêr bûye… Ji minra mecal çê dibû ku rewşa wê pêra Kurdan, xazma hale Êzdîyan ra nêzîkva bibime mas.

***

Yaroslavl bajarekî Ûrisêtêyî kevnar e. Ew qeraxê çemekî cihanêyî mezin Bolgayê ye, ji bajarê Moskvayê di alîyê bakûr rojava weke 250-300 km dûr dikeve. Bajar bedew e, bi dêr û çêkirnê arxîtêktorî û heykelên kevn û nû va dagirtîye. Sala par, yanê 2010 an 1000 salya bajêr bi heytehol hatîye derbaskirin. Efsenake rûsa ya gelêrî da tê gotin ku hîmê wî bajarî dor sala 1010 an ji alîyê kinyazê rûs Yarosilavlê Aqilmend va hatîye danîn. Navê bajêr jî ji navê wî tê. Hesavê binelîyê wê bi  serjimara 2010 ê salê 606,9 hezar evd e. Bajêr da gelek gel û civak dijîn. Binelîyê bingehîn rûs in.  Navenda qeza Yaroslavlê ye.

Weke 30 km dûrî Yaroslavlê bajarê Tûtayêvê ye. Bajar biçûk e. Dikeve nava qeza Yaroslavlê, tê bêjî perçek ji Yaroslavlê ye. Hesavê binelyê wê devedevî 42 hezar e. Ji belgeyên dirokî tê xanê ku ew bajar di sedsala XIII a hatîye avakirin.

Êzdî hîmlî vê govekê da kom bûne.

Wê demsalê suruşta herd bajar jî pir xweş bû,  Avayî, kûce û baxçê seyranê li nav şînkayê, kulîlkên rengîn da pêçayî bûn. Li nav herd bajara jî çemê Bolga gewre bi hemdê xwe dikişîya. Mêriv hewas dikir qeraxê wê rune: pira, keştîyê ser û çêkirinên dorê mêzeke. 

  

Bajarê Yaroslavlê

Ji min ra salix dan, ku hesavê kurdên êzdî li herd bajara da devedevî 15 hezar e. Hîmlî yên Ermenistanê ne. Niha jî koçberîya êzdiyan ji Ermenistanê û Gurcistanê bi xurtî berdewam e.

Bi qirarê Rûsîyayê,  bajarvanên weletê din, ku bi menîyên cuda wedelû tên sefera wî welatî  gerekê bi fermî cîyê mayîna xwe bidin nîşandan. Bi wî  meremî ez û xweyê malê li kîderê ezê bimama çûne çîyê polîsên ku pirsên koçber û hatin-çûyîna evda va mijûl dibin. Wur gelekî qerebakix bû. Gelek koçberên nûhatî li wur runiştî bûn. Nav wan da êzdî pirr bûn. Min texmîn kir ku li Ûrisêtê astengîyên ber koçberan pirrin û bîrokiratî ji xurte…

Dema min dînamîka hesavên binelîyê herdu bajaran û qeza Yarosilavlê ya di van 20 salê dewyê nêhêrî hate xanê, ku hesav bi şikilekî eşkere berbi kêmbûnê diçe. Hesavê binelîyên Yaroslavlê 1992 an 637 hezar bûye, 2006 an peyayî 604 bûye  yanê 33 hezara kêm bûye. 2008-2010 bi kîsî hesavê koçberan hevkî zêde bûye: gihîştîye 608 hezarî.  

Li Tûtayêvê jî dînamîka berbi kêmbûnê diçe.

Bi hesavê 2008 a serê 1000 merivê deverê, hesavê mirîyê salê 1,5 carî ji zarokên nûbûyî pirtire (15,1 û 9,9) .

Tomerî bi aqara qeza Yaroslavlê himberî sala 1989 a 2010 an 163,0 hezar meriv kêm bûye. Ji  1,469 hezarî gihîştîye 1,306 hezerî. Ev reqem nîşan didin ku pêwîstîya qezayê koçbera heye. Gund xalî bûne.

Lê çawa ez pê hesiyam, kes bi çavê xêrê koçberîya êzdîyaye mecbûrî nanihêre, ku bikaribin sitarekê û xebatê xwera destxin, binecî bin malbetên êzdîyan dikevin devê bi hezara astengî û dijweryên cûrbicûr.

Koçberya Êzdîyan ji ya milet û civakên din cudaye. Miletê xweyî welat, dewlet koçber dibin bi hîvyên vegerê, vegera welatê xwe. Ermenî, azerî, ûzbêk  û miletê din jî koçberî Rûsîyayê dibin lê ew ji bo xebatê, aboryê xwe diçin. Payê wanî pirê diçin û paşê vedigerin. Ew ji axa weletê xwe, cî û merivaya xwe nayêne birînê, milk û malê xwe narfoşin, merivaya wan, welatê wen hîvya wan e. Çûyîn-hatina wan li walatê wan heye. Ya Êzdîyan cudaye. Êzdî bixwezin jî êdî nikarin vegerin. Kes hîvya wan nîne. Derî dû wan tê dadan…

*** 

Hê ji despêka salên nodî min derheqa êzdîyên Yaroslavlê bihîstîbû. Demeke gelekî dijwer bû. Dewleta Sovêtê hilşiya bû, Xelk ketibûn halê giran. Anarxîya û bêxweyîtîye ew welatê gewre dabû ber xwe. Kesî nizanbû wê axrîyê çawabe. Dewlet tune bû. Navendên meye kûltûrî-çandî, xazma rojnema RÎYA TEZE ketîbûn halê dijwer. Macal tunebûn ku rojneme bihata weşendin. Di vî halê giran da me bihîst ku du xortê êzdî, bira: Barîs û Mêlsîk yên li bajarê Yaroslavlê xwendibûn û li wur jî kar dikirin siponsirîya *weşena RÎYA TEZE hildane ser xwe.

Rojekê jî gotin, ku ew li Yêrêvanê ne, li mala bavê xwe da hinek rewşenbîrên me teglîfî rasthatinê dikin (Çiqas tê bîra min mala bavê wan li Yêrêvanê bû). Hevala min ra jî gotin. Mixabin, ji min ra  li hev nehat tevî wê rasthatinê bibim.

Wê deme, çawa tê bîra min, çend malên wan êdî Yaroslavlê da nişteçi bûbûn. Ji hilşandina welêt hê 20-30 sal berê, ji komarên Kavkazê, zilaman komên xebatê digîhandin hev, diçûne kûraya Rûsîyayê xebatê. Komarên Kavkazê da xebat kêm bû, lê gelek warên Rûsîyayê da jî kêmaîya xebatçîya hebû. Wanra digotîn „Xopançî“. Li nav xopançîya kurden êzdî jî pir bûn. Despêka biharê diçûn, payîza dereng vedigeryan. Paşê hinek ji wan, hê dema sovêtê malêva cîguhestî Rûsyayê bûn, zarokên xwe zanîngehê rûsîyaêda dan xwendinê. Herd xort jî hema ji wan malbetan bûn.

Ji wê rojê gelek sal derbas bûne.

Îsal meha gulanê ez çûme bajarê Yaroslavlê. Birayê min, malê va cîguhestî wî bajarî bûbû. Devedevî bîst sala bû me hev nedîtibû. Birayê minî din, xûşka min neferê xwe va ku bajarên Rûsîyayê din dijîtîn gişk hatin, em kom bûn. Me derê mala bavê xwe ji pişt xwe va dadabû û bela bûbûn. Merivê meye nêzîk, heval, nas û dost jî hatin. Zarokên wê demêye biçûk zewicî bûn, zarê wan hebûn, pore me teva sipî bûbûn, ji hisreta sala û bîranîna meryê meye çûbûne rehma Xwedê  hêsr û kesera em difetisandin. Girî û ken tev li hev bûbû. Zarokê me bi têlêfonê hev nas dikin, kûçê da hev bivinin dibe  hev nas nekin  Nebî dijwer hev nas bikin… 

Qedera evdên êzdî ji dijweryan dijwertire…

Bi dewrana qedera xezeb ev civak daye ber xwe şivkut dike, hêlînê wan hildişîne, keda wan dike xurê xelkê, diherimîne, yêr bi yêr digerîne…

Wê wa heta kengê here, heta ku here…

Ne welete, ne pişte, ne rêberîye.

***

Di van sale dewî hesavekî mezin malbetên kurdên êzdî koçberî Yaroslavlê û dora wê bûne. Koçberîya ji welatekî welatê nû bi xwera hezara dijwerî û pirsgrêkên civakî, aborî, ci-warbûnê, astengyên cûrbicûr koçbera ra tine. Cîyê nû dema alîkarîya dewletê yan sazîyekê  tune pir dijwer e. Ji bo cîyê nû jîyan koçber ra  ji sifrê dest pê dibe.

 Koçberên êzdî ra ne ku alîkar nînin lê astengyên qanûnî û byûrokratîk wek sûr li ber wan disekinin. Ew wergirtina standina heqê rûniştandinê, cîwarbûnê, peydakirina kar, cîkirina zarokan dibistana û îdarên berî dibistana da û gelekên din in. 

Fermanên kokbirîyê, rev û bezê, koçberya mecbûrî ya bi dewrana, evdê êzdî hîn kirîye, ku gumana xwe nede ser kesî, tek ew bi xebat û hunurê xwe kare li cîyê nû xwe û malbeta xwe ji halê giran derxe. Evdê êzdî xebatçî ne, xîret. Karin şev-roj bixebitin, çi kar jî hebe bikin tek cave wan û zarokê wan li desta nîbe. Zanyarekî ermenîyayî mezin, ku gelekî dinyayê geryabû û rind haj jîyana Kurdên êzdî hebû digot: “ Parsek di nav hemû gel û civaka da hene lê nav êzdîya da na. Evdê Êzdî wê xebata here reş bike, birçî û tezî bimîne lê tucar pars neke”.

Êzdîyên Yaroslavlê hîmlî çêkirina rêya, tama, bazirganîyê va mijûlin. Meriv hene xweyê fabrîke, fîrmayên çêkirinê, markêtê bazirganîyê, rêstorantên mezin in, hinek jî hewcê nanê rojê ne. Hineka qesir û vîlayê wek yê “şa-padşa”  çê kirine, xweyê erebe, dem-dezgê vê demêye here modern in, hinek jî neh-deh neferava odeke biçûke bê mecalên komûnal da bi cûrekî yole dicin.

Rûsîya weletekî gewre, dewlemend, mecalên kar û jîyanêne baş û berfire lê  hene. Merivê xebatçî, bi xîret birçî namîne. Gelê Rûş jî reme. Miletçîtî wur kême. Êzdîyên sovêta berê jî zimanê rûsî, xeysetê wî gelî, qewl û qanûnên wê dewletê zanin, mecal-îmkanê her devereke sovêta berê ra nasin. Eger pêşewitî  hebûna karibûna pirsgirêkên êzdîyaye dîrokî, helaqetîyên êlên êzdîyan û  împêratorîya Rûsa jî derxistana ber dewleta nû, dibe gelek pirsgrekên koçberên êzdî çareser bûna .

 Sedsala 19 an û destpêka sedsalîya 20 an êlên êzdîyan koçberî dewleta Rûs bûne, orêntasîya rûsa hildane, dijî hêzên Osmanîyê alîkarî dane leşkerên rûs,  împêratorîya Rûsa jî dewleta xwe da cîyê rûniştandinê daye wan, usane ew binelîyê Rûsîyayê kevn têne hesavê, Rûsîya jî gerekê li wan bibe xweyî.

Ji pey hilweşîna sovêtê ra kurdên êzdî dewsa ji xwera yekîtî û tifaqê çêkin, xwe bi rêxistin bikin, alî hev bikin, bibine yek ku wî halê çêbûyî da çarekê civaka xwera bibînin, tîş-tîşî bûn, ketine ber bayê neyar û nexwezan, heta niha jî ser xweda nayên. Derba here mezin li Ermenistanê yekîtîya vê civakê ket. Pirsgirêka „Êzdî Kurd nînin“ kirine jer avîtne nava wê civakê.  Wê dema dijwer da bi nemamtî êzdî xapandin. Dewsa êzdî guh bidin ser pirsên xweparastinê, guhdarîya wan kişandin ser pirsekeke vala, ku li wî welatî tune bû. Evê pirsgrêkê bingeha êzdîtîyê çawa wek ol, usa jî wek civak hejand, nexweşike ji hev temûlnekirinê, xwe înkarkirinê, perçebûnê, helandinê, qulibandinê kirine nava civakê… Heta îro jî li ser xurtkirina vê nexweşîyê neyarê êzdîyan dixebitin, pirsgrêkê xurt û tûj dikin. Ûsa bûye ku êzdîtî sovêta berê da li ber pîya diçe… Kesekî xêrxwezê vê civakê nîne, ne nav serokatîya êzdîyan, ne jî li nav deshilatdarî, partîya, rêxistinên Kurda da, ku bi xemxurî dest bavêje pirsgirêkên vê civakê. Rêxistin û şexsyetên ku digihîjin wan jî bo kara xwe û rêxistina xwe bextê vê civakê ra dilîzîn, civaka bêtifaq hê bêtifaq dikin.   

***
Li bajarê Yaroslavlê û dora bajêr civakeke êpêce kurdên êzdî civyan e. Payê pirê hev nas dikin. Ji gundên êzdîyan yên Ermenistanê koçberî wur bûne. Bawarkî tev jî  dîroka kal-bava, rê-rizm, erf-edet, zimanê dê, eyd-erefat, rabûn-rûniştandin, jîyana êzdîtîyê rind zanin. Zimanê rûsî ji wan ra ne xerîbe. Deshilatdarîya bajêr jî wan nas dike. Wan jî cîyê xwe li nav deshilatdarîyê da girtîye. Nûnerê wan heta li nav parlamêntoya qezayê, bjar û bajaroka da hene. Mîşayê Ehmed Xaltyan endeme parlamêntoya qezayêye. Gelek xweyî fabrîka, fîrmayên çêkirinê û bazirganîyê ne.

Min berê jî bihîstibû ku komela wan ya Mala Êzdîyan yek ji komeleyên Kurdên êzdî ye ewlin e li dewleta Rêsyayê. Minra gotin, ku îsal, despêka biharê komelê 15 saliya demezirandina xwe derbas kirye. Goristana Êzdîyan başqeye. Meriv kare bifikire, ku êzdî bi xemxurî hevkî alî hev bikin, navbera wan da xêrxwezî û tifaq hebe her mecal hene ku ev civak bikaribe nirx û tiradîsyên xwe, bawarîya xwe vî welatê xerîb da biparêze.

Çiqas jî dema min kêm bû, min hewil da jîyana wê cvakê ra bibime nas.

Min dixwest navbera Mala Êzdîyan ya Oldênbûrgê (Almanîya) û ya wan da hevkarîyê çêkim, di warê rewşenbîrî, sîyasî, civakî û gelek alyava alîkarîya wan bikin. Mala Êzdîyan ya bajarê Oldênbûrgê,  ku bi salê dirêj ez li nav xebata wê dame, di warê parastina mafên koçberên krdên êzdî û xebata di nav wan da xweyê tercûbeya salaye girînge. Mal li Almanîyê hatîye naskirin. Wur dersên ziman, dînî têne dayîn, eyd-erefat, rojên dengbêj û qewlbêjan, sêmînar, konfêrans lê têne derbaskirin, kovar û pirtûk têne weşandin, malpera Mala Êzdîyan yek ji malperên kurdên êzdîye here naskirîye. Mal bûye merkezeke rewşenbîrî. Min bi xwera weşenê malê biribû ku bidime wan...

Bi wan fikir û pilanan min xast rastî serokatîya Mala Êzdiyan ya Yaroslavlê, komîtêya wêuye rêvabir, endem û aktîvîstê wê bêm, kar û xebatê wan ra bibime nas, eger mecal hebe sêmînarekê jî ji bo endemê wêye aktiv bidim. 

Lê tu tişt gorî xwestina min çê nebû.

Rojekê, ez tevî cwamêrekî li nav bajarê Tûtayêvê digerîyam. Cîkî, min dîna xwe dayê, bir - bir, kom-kom hejmareke zêde jin-mêr, zarok diçine malekê. Ji her alî va xuya bû êzdî ne. Li nav wan hinek nas jî hebûn, ku min ji Yêrêvanê ew nas dikirin. “Usane diçine Mala êzdîyan, - ez fikirîm,-çalakîya wan heye”.

-Diçine ku?- min ji cwamêr pirsî,-em jî neçin?

-Ça,- wî ecêvmayî li min nêhêrî,- usane tu jî qulubîyî, te jî terka êzdîtîyê daye?

- Usane eva... lê min jî tirê diçinê Mala Êzdiyan...

-Xwedê ji ku daye me, ku Mala Êzdiyan jî weke wan rêk û pêk bixebite, diçine dêra xwe, xwera dêr çê kirine...

Min derheqa wê nexweşîya ku ketiye li nava Êzdîyan bihîstibû lê bawar nedikir ku hesavê wan ewqas zêde ye. Çawa li komarên sovêta berê usa jî li Ewropayê misyonêr ketine nav êzdîyan û ji halê wanî dijwer sûdê werdigrin bi alîkarîke madî û moralîye biçûk masayî wan diqulibînîn.

-Halê xelkê dijwer e, alîkarî, xêrxwezî nîne. Zanî, vê xerîbê da evdê bêpişt ra çiqas dijwerî hene... Nezanî û bêkarîya oldarên me jî alyê din...  Misyonêr tên rex wan disekinin, bi alîkarîke madî û moralîye biçûk, bi axaftineke xweş xelk dikeve tora wan. Kê kete destê wan merivê xwe jî bi xwera dikşîne nav wê herîyê...

-Lê Mala Êzdîyan dijî wan tiştekî nake? Civaka vira çi dibêje?

 „ Çend sal berê Mala Êzdiyan pirî hindikî baş bû.  Bêtfaqî û dotîretî kete nava Êzdîyan. Vanra meydan vebû.  Nexweşîke bê derman e,-rêberê min bi keser axavtina xwe berdewam kir,- na, xema kesî nîne, ne jî dermanê çareserîyê heye“.

Çend cara ez çûme avayê wanî Mala Êzdîyan. Derî dadayî bû. Serokê malê yanê Pirîzîdêntê êzdîyan (çawa serokê Malê nav dikin), ji pey gelek caw û têlêfona ra bi dewî rasthatin bi min ra li nava bajêr da kivş kir. Kûçekê da em rasî hev hatin. Ji pey axaftina 20 deqa ra ez gelekî xemgîn û dilsar ji wî “PRÎZÎDÊNTÎ ” dûr ketim... 

Ciqas min xwest guhdarîya wî buguhezim ser piroblêmên êzdîyên koçber, li wê xweibyê, tifaq û yekîtîyê, alîhevkirinê, xweyîkirina ziman, erf edet, nasnemê û tiştên mayîn. Li ser wê malwêranîyê... Bersîva wî fikirek bû, ku “Êzdî kurd nînin, zimanê wan kurmancî nîne êzdîkîye, wur her tiştî dikin ku êzdîyan ji navê kurdîtîyê  “xilazkin” û nizanim çî, nizanim çî...”

Ji pey vegera minra “êzdîyên qulibî” gelekî ji min xeyîdî bûn, ku çima min wanra gotye “ zêrê xwe paxirê xelkê ra neguherin”, “xûna kal bavê xwe arzan nedin”.

 Pirîzîdêntê Êzdîyan û koma wî jî gotibûn: “Eskerê Boyîk hatibû, dixwest me êzdîyan bike kurd”.

 Tê xanê xêrnexwezên êzdiyan, bi alîkarîya êzdîyan, li nav êzdiyên Rûsîyayê da rind dixebitin.

Lê Êzdî çi dikin ku ber wê nexweşîyê bigrin? Gelo sebebê wê malwêranîyê çîye? Gelo dewya Ezdîtîyê hatîye...

Di Derheqa wan pirsa gotara min ya bi sirê da.

  

   
   
Dengê Kurdistan © 2005