psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 

Li Komeleya ÇIRA Diyarbekirê Roja Çîrokan

Di gotara bi mebesta pîrozkirina “Roja Çîrokan” de nivîskar Ronî War û Receb Dildar li Komeleya ÇIRA Diyarbekirê çîrokên xwe xwendin û li ser çîroka kurdî axifîn.

Gotara ku wê di 14 Sibatê de bihata kirin lê ji ber hin sedemên teknîkî hatibû paşdexistin, di 19 Sibatê roja yekşemê li Komeleya ÇIRA Diyarbekirê hat lidarxistin. Pêşî nivîskar Receb Dildar derbarê çîroknûsiya kurdî de hin agahiyan da. Dildar got ku çîroknûsiya kurdî bi Mele Mehmûdê Beyazîdî dest pê dike. Mele Mehmûd di sala 1856an de bi navê Mem û Zîn çîrokek nivîsandiye. Lê wî di destpêka çîrokê de gotiye ku “ez ji Ehmedê Xanî neql dikim.” Dildar weha pê de çû; “Di sala 1913an de Fuad Temo di kovara Rojî Kurd çîrokek nivîsandiye. Ev çîrok jî wek yekem çîroka kurdî tê qebûlkirin. Piştî 1930yî kurdên ku çûn Binxetê li wir di kovarên Hawar, Ronahî û Roja Nû de çîrok nivîsandin. Di van kovaran de; Nûredîn Zaza, Qedrîcan, Celadet Alî Bedirxan, Kamuran Bedirxan, Osman Sebrî çîrok nivîsandin.” Derbarê kurdên ku li Qefqasan dijîn jî da got ku Tosinê Reşîd, Xelîlê Çaçan, Têmûrê Xelîl, Eliyê Evdirehman, Ereb Şemo û Serdarê Emerîk çîrok nivîsandine. Lê ji ber di nav kurdên vir û yên Qefqasan de pêywendiyên xurt tune bûn, derbarê ku çîrokên li wir hatine nivîsandin de ne zêde xwedî agahî ne. Receb Dildar li ser çîroknûsiya kurdên başûr jî diyar kir ku piştî salên 1960î ji aliyê Salih Kurdî çîrok hatine nivîsandin û herweha Xelîl Duhokî, Sidqî Hirorî, Enwer Mihemed Tahir, Hesenê Silêmanî çend çîroknûsên başûr yên navdar in.

Receb Dildar diyar kir ku hetanî salên 1980yî li bakur derbarê çîroknûsiyê de xebatên balkêş tune bûne. Bi tenê M. Emîn Bozarslan bi navê Meyro çîrokek û Rojen Barnas jî di kovara Tîrêjê de çîrok nivîsandine. Piştî salên 1980yî kurdên ku çûne Ewrûpayê berhemên gelek hêja afirandine. Yek ji wan Hesenê Metê ye. Her weha Loqman Polat, Şahînê Bekirê Soreklî, Torî, Firat Cewerî, Helîm Yusif û Jan Dost çend çîroknûsên diasporayê ne.

Paşê Ronî War derbarê pirsgirêkên kurdan yên derbarê çîroknûsiyê de kir. War; got ku kurdan bi sê alfabe û çar zaravayan çîrok nivîsandine. Ev bi tena serê xwe ji bo wêjeya kurdî pirsgirêkek e. Wekî din hin kes dibêjin ku zimanê kurdî ji bo wêjeyê têr nake, lê yê têr nake ne kurdî ye, nivîskarên kurd in.

Paşê Ronî War û Receb Dildar çîrokên xwe xwendin. Piştî xwendina çîrokan bername bi pirs û bersivên li ser çîrok û çîroknûsiya kurdî bi dawî bû.

 

 
   
Dengê Kurdistan © 2011