|
Bi
kurtî li ser kar û xebatên
KOMKAR-Swêdê:
KOMKAR-Swêdê
di vî warî da hîna di salên pêþîn da xebatên gelekî
hêja û berbiçav kirin. Ji bo danasîna gelê Kurd,
welatê wî, doza wî ya heq bê westan xebitî. Rûyê
rastî yê dewleta tirk a kolonyalîst eþkere kir ji
raya giþtî ra. Wê ji tevgera azadîya gelê kurd ra
gelek dost û alîkar peyda kirin. Helbet piþtgirîya
KOMKAR`ê ne tenê ji bo gelê me yê Kurdistana Bakur,
lê her usa ji bo hemû parçeyên Kurdistanê bû, û
îro jî usa ne. Di nav van bîstûsê salan da, KOMKAR-Swêdê
carina bi hin komeleyên din re tevayî, carna jî
bi tenê gelek çalakîyên curbecur kirine. Bi dehan
car meþ, mîtîng û civîn saz kirine. Bi hezaran belavok,
afîþ û bultenên înformasîyonê belav kirine.
KOMKAR-Swêd,
wek komeleyeke demokratîk ji mihacirên kurd ra her
tim bûye dergehekî alîkarîyê. Her wext lokala wê
hebûye. Li wê derê însanên me civîyane, hatine ba
hev li ser pirsên welat, li ser jîyana xerîbîyê
guhdarîya hevdu kirine, ji bo pirsên xwe yên rojane
alîkarî xwestine, tev li xebatên komelê bûne.
Komelê,
di gel çar komeleyên din, di gulana 1991-an da cara
pêþin FEDERASYONA KOMELEYÊN KURDISTANÊ LI SWÊDÊ
avakirîye.
KOMKAR-Swêdê
bihayekî mezin daye xebatên ser ziman û çanda kurdî.
Ew ji zûda bûye navendeke çanda kurdî.
Komela
me ji sala 1978-an heta niha, 21 sal e kovarekê
derdixe bi navê ROJA NÛ. Kovara ROJA NÛ di destpêkê
da bi tirkî û kurdî derdiket, lê ji sala 1983-an
þûnda tenê bi zimanê kurdî derket. Ew heta niha
(cotmeh 1999) gihîþtîye 104 hejmaran.
Komelê
di sala 1980-an da weþanxaneyek vekir û dest bi
çapkirina pirtûkên kurdî kir. Heta niha nêzîkî 50
kitêbên kurdî, dîwan, roman, li ser tarîxa Kurdistanê,
gramer, dersên zimanê kurdî, folklor, pîyes û hwd.
hatine weþandin. Xizmetên ku KOM-KAR`ê li dervayî
welat pêþkêþî ziman û çanda kurdî kirîye, îro êdî
bi xurtî xwe digihîne hundurê welat jî. 15-20 sal
berê kesên ku bi kurdî dixwendin û dinivî-sandin
ne gelek bûn. (Li Kurdistana Bakur.) Lê îro li hundir
û derva bi dehan rojname û kovarên ku xwerû bi kurdî
derdikevin hene. Di vê pêþketinê da xebatên KOMKAR-Swêdê
jî roleke baþ û berbiçav leyîstîye. Dijminên gelê
kurd dewletên kolonyalîst û xasma jî dewleta tirk
ya hov û þoven propaganda dikirin ku zimanekî kurdî
tune, kurd bê binyat in, bê dîrok û çande ne. Xebatên
KOMKAR-ê di vî warî da bûye parçeyekî xebata pûçkirina
derew û propagandayên kolonyalîstan.
Me
bi kurtî behsa komeleyeke kurdî û kar û barên wê
yên 25 salan kir. Bêguman çavkanîya xebata wê ya
evqas salan ku bêwestan dom kirîye, bîr û bawerîya
wê ya xurt ya ji bo azadîya Kurdistanê ye. Kurdistaneke
azad û jîyaneke serfiraz li ser axa kal û bavan,
herdem hêvî û armanca wê bûye. Hêvîya me îro ji
her wextê xurttir e. Bivê, nevê , zû yan dereng
gelê kurd wê azadîya xwe û welatê xwe bistîne. Ew
roj ne dûr in.
|