|
Parlamentera
esilkurd li Danîmarqa pirtûkek li ser jîyane xwe weşand
Parlamentera esilkurd, Özlem Çekiç, pirtûkek li ser jîyana
xwe weşand.
Parlamentera esil kurd, Özlem Çekiç, ji Partîya Sosyalîst
a Gel (SF) li Danîmarqa pirtûkek li ser jîyana xwe bi
zimanê danîmarqî weşand.
Bi vê minasebetê di roja 05.03.2009’an de Özlemê di salona
çapxanê de ji bo nas û dostên xwe ên kurd û danîmarqî
resepsîyonek bi kokteyl li dar xist. Gelik kurd û danîmarqî
beşdarî pîrozkirina pirtûkê bûn û Özlem pîroz kirin.
Navê pirtûkê ”Fra Føtex til Folketinget”[1]
e. Pirtûk ji 216 rûpelan pêk tê û ji alîyê
yek ji mezintîrin çapxaneya Danîmarqa ”Gyldendal” hatîye
çap kirin. Çepemenîya danîmarqî gelekî li ser pirtûkê
sekinî û bi berfirehî cih dayê.
Pirtûk ji derketina malbatê ji Polatli/Ankara ber bi
welatê Fînlandîye ve dest pê dikê û heta ku malbat careke
din ji wir di welatê Danîmarqa ve derdikevê. Di 9 salîya
xwe de malbata Özlemê ji Fînlandîya tê li Danîmarqa bi
cih dibê. Hêjayî gotinêye ku malbata Özlemê malbatek olpereste
û her xwestine ku wê jî li gora vê yekê mezin bikin. Bi
kurtayî yek karê bêjê ku malbatê piştî ku Özlem lîseyê
diqedînê wê bêyî dilê wê dizewicînin. Lê ev zewac narê
serî. Kurekî wê jî ji vê zewacê çêdibê. Piştî ku
zewac têk diçê, Özlem hêdî di nav malbatê de serî hildidê
û dixwazê xwe ji bin wê bandora olî û malbatî xelas bikê.
Di dawîya pirtûka xwe de di bin beşê bi sernivîsa
”Rødder” (ra, reh, esil, r. 196) de cih daye nasnameya
xwe a kurdî, bê çawa ew heta niha ji kurdîtîya xwe xerîb
û dûr bûn, li gel ku ew bi xwe jî kurd bûne. Ew zêde vê
yekê bi dê û bavê xwe ve girêdidê û dibêjê ”Dê û
bavê min ticaran nasnameya xwe a kurdî dernedixistin pêş,
belkî ji ber ku gelik pirsgirêkên wan din ên civakî hebûn,
lê bavê min ev yeka wiha dianî ziman: ”Gava ku zikê yekî
birçî bê, yek tirk bê an jî kurd bê qet ferq nakê”…Dê
û bavê min baş zanîbûn bi kurdî biaxivin, lê di mal
de qet nediaxiftin. Em bi tirkî diaxiftin, û navê min
jî bi tirkî ye. Gava ez bi cûk bûm nikarîbûn navê kurdî
li min bikin.
Di berdewamîyê de gelik tiştên balkêş li ser
kurdan tînê ziman û qala pirsgirêka kurdî û hemi deverên
ku kurd lê dijîn dikê. Qala wê yekê dikê bê ew çawa gava
ku bi şev karê hemşîretîyê dikir, diket malpêrên
kurdan û hêdî hêdî bi nasnameya xwe a kurdî hisiha û bû
xwedî agahdarîyên li ser kurdan û zexta li himberî wan.
Dibêjê:
”hê ji zarokîtîya xwe de min xwe weke kurdekê hîs
dikir û gava ku min dengê zimanê kurdî dibîhîst, min hîs
dikir ku girêdaneke min a şexsî pê re heye û ew tim
ji xwe re ji zimanê tirkî nêzîktir ditît. Bi yek derbê
re ez bi xwe ve girêdidam. Bi şeweyekî taybet banî
min dikir, ku min qet nikarîbû himbêz nekim. Layî ku min
xwe li ser rêyekê didît, ku ji cihekî taybet dihat û ez
ber bi pêşerojê ve dibirim. Li gel ku ez xwedî van
hîsan bûm jî, lê mixabin ez gelkî dereng bi xwe hisiham
ku ez bi xwe jî kurdim”.
Piştî nasandina nasnameya xwe a kurdî, Özlem hêdî
wiha berdewam dikê: ”Ez hêdî zêde li ser kurdbûna
xwe fikirîm. Belkî ev weke helwesteke li himberî helwesta
bavê min bû, ji ber ku kêfa wî ji tiştên netewperestî
re nedihat û ji ber wê yekê bê hima her tiştê bi
kurda ve girêdayî qedexe kiribû. Dibê ku ev helwesta min
weke protestokê bê li himberî bavê min, lê ji hertiştî
zêdetir sedema beşdarîya min a di minaqeşeyên
li ser înternetê de ew bû ku min dixwest piştgirîyê
bidim miletekî ku dihat perçiqandin. Ne ji ber netewpersetbûnê
(nasîyonalîzm), lê dijîtîya min li himberî niheqîyê ez
ber bi wê yekê ve birim. Di rêya van minaqeşêyên
bi kurdên din re min dît ku girêdaneke me a dijwar û hevbeş
a kurdî bi hev re heye. Ev nayê wê wateyê ku ez hevbeşîyekê
bi tirkan re jî hîs nakim. Min gelik salan li Tirkîyê
jîyan kirîye, zimanê tirkî dizanim û di zarokîtîya xwe
de hemi tahtîlên xwe li wir derbas kirine. Û hemi heval
û dostên bavê min tirk in…Ez xwe weke danîmarqîyeke bi
eslê xwe kurd û ji Tirkîyê dibînim...lê qet nafikirim
ku ne li Tirkîyê û ne jî li Kurdistanê bijîm, ji ber ku
ezê xwe weke yeka xerîb hîs bikim. Kopenhag bajarê min
û Danîmarqa jî welatê min e”.
Parlamentera danîmarqî Özlem Çekiç di berdewamîya beşê
li ser eslê xwe qala coxrafya Kurdistanê, rewşa kurdan
bi giştî dikê û dibêjê ku herçiqas ku bi eslê xwe
kurd bû jî, lê wê hênû di 32 salîya xwe de berê xwe daye
Kurdistanê bajarê Amedê û rewşa kurdan ji nêzîk ve
dîtîye.
Eşkere dikê ku wê di minaqeşeyên xwe ên bi
hin kurdan re zahmetî dikişand ku ji wan fêhm bikê
an jî bahwer bikê, gava ku wan li ser sîyaseta dewletên
dagirker û zexta wan a li ser gelê kurd dianîn ziman.
Ew vê helwesta xwe bi wê yekê ve girê didê, ku li welatê
Danîmarqa mezin bûye û ji dûr ve li meseleyên kurdan dinerî,
lê dibêjê ku gava ku ew ket nava sîyasetê ev rewş
di wextekî gelekî kurt de hêdî hate guhertin û vê yekê
jî baş da nîşan dan ku wê çiqasî kêm tişt
li ser kurdan û doza kurdî zanîbûye. Di pêwendîyên xwe
li gel kurdan de hêdî bi çavê xwe dît ku gelik ji van
kurdan li serê çîyayên Kurdistanê şer kirine, hatine
birîndar kirin, hatine girtin û îşkence dîtine, şehîd
dayine û ji ber van zextên dijmin ji welatê xwe dûr ketine
û bûyine pênaber li Danîmarqa.
Lê gava ku ew wek parlamentereke danîmarqî yekemîn car
di havîna par berê xwe daye Amadê û li wir zîndana Amadê
û balafirên şer ku saht û gav di ser serê wê re radibûn
û diçûn Başûrê Kurdistanê bombebaran dikirin, hêdî
her tişt li ber çavan dîyar dibê, ku niheqîyek mezin
li gelê kurd tê kirinê, mafê wan ê xwezayî tê bin pê kirinê,
ji ber ku ne tirk in.
Hêjayî gotinê ye, ku Özlemê çi di pirtûka xwe de û çi
jî di axaftinên xwe de, gelik cara qala dapîra xwe, ango
qala dîya dîya xwe kirîye, ku bandoreke gelekî mezin li
ser jîyane Özlemê kirîye, çi bi çîrokên xwe û çi jî bi
şîret û rabûn û rûniştina xwe.
Wek ku Özlem dîyar dikê, ew ji alîyê dê ve ji Amadê ye
û bavê wê jî kurdekî ji alîyê Derya Reşe.
Özlemê gelek pirtûkên xwe ji bo mêvanan îmze kirin û
ji bo wan ev gotin bi kar anîn ”Teyr dikarin bi
refan bifirin, heke ku têra xwe gelek bin”.
Yilmaz Yildiz
Dema Nû/Kopenhag
08.03.2009
|