|
Bo Kongra KOMKARê ya Bîstûyekan
Endam û alîgir û nunerên hêja û tekoşer,
Kongreya Bîstûyekan a KOMKAR’ê him ji aliyê şîar
û him jî ji aliyên armanca kongre ve gelek giring
e.
Şiara “Dest ji çekan bikşînin! Divê pirsa
Kurd di nav aramî û aşîtiyê da bê gengeşîkirin!"
şiareka rastbîn e û ligel zirufên siyasiya
Tirkiyê Kurdistan û herêma Rojhilata Navîn digunce.
KOMKAR, bi civandina Kongra xwe ya Bîstûyekan di
bin diruşma hanê, carekî dinê nişan da
ku di heqê bûyer û pêşhatiyên Tirkiyê û Kurdistanê
da hestyar e, xwe berpirs dizane û amade ye weki
berê ji bona alikariya xebata azadî û demokrasiyê
bike.
Endam û nunerên hêja,
Herwekî dizanin û kar û xebata we jî nişan
dide, ku ji bona serketin û gihiştin bi armancê,
mercê serekî rêxistin e. Eger xebat di bin pêşengiya
rêxistinek rastbîn, demokrat û ligel zirufê guncav
neyê meşandin, sernakeve. Rêxistin jî weki
canliber zîndî ye, tê guhartin. KOMKAR jî ne ji
vê yasayê der e. Ji ber vê yêkê biryara damezrandina
KOMKAR EU biryareka rast û dirust e.
Ez piştrast im, ku bi damezrandina KOMKAR
EU ve kar û xebata KOMKARan, KOMJIN û KOMCIWANan,
ku di gelek welatên Ewropa da hene, bi rêk û pêktir
û bi berhemtir dibin. Her weha demezrandina KOMKAR
EU, dıbe qonaxeka giring e di warê pêkanina
lobiya Kurd li Ewropa da.
Ez yêqin dizanim, ku hemu endam û alîgirên KOMKARê
ji bêrê bêtir û germ û gurtir beşdarê xebata
KOMKAR EU dibin û bi wî awayî erkên xwe yên netewî
û demokratîk ci tînin.
Ez bi navê partiya xwe, bi dil û can serketina
Kongra ya Bîstûyekan a KOMKARê dixwazim.
Bijî KOMKAR EU
14.10.09
Mesud Tek
Sekreterê Giştî
.........
Ji bo 21´mîn Komcivîna KOMKARê
Mêvanên rêzdar,
Nûnerên hêja,
Hun di pêvajoyek gelek girîng da 21´mîn kongreya
xwe pêktînin. Wek hun jî ji nêzîk ve dişopînîn
ku îro li Kurdistana Bakur, pirsa kurd ji hemû wextan
zêdetir tê qisekirin û ji bo çareseriya wî gengeşîyek
aktîv tê kirin. Şik tuneye ku ev gengeşiya
hemû rêxistinên siyasî û sivîl yên kurdan, çi li
welat çi jî li derveyê welat hemû kurdan elaqeder
dike. Loma jî kongereya we di wextek usa da girîgiya
xwe hîn zêdetir dide nîşandan.
Her usa wek we di dawetnameya xwe da jî daye xuyakirin
ku ev kongreya we, di heman wextê da bibe damezrandina
konferderasyonek di navbeyna Komkarên ku li Ewrûpayê
xebatên xwe didomîne. Ev yeka jî mizgîniyek gelek
xweş bû û pîroz û serkeftî be.
Hêjayan,
KOMKAR´an, li hember zilm û zordestîya dijmin li
ser gelê me li Kurdistanê, di nav 30 salan de, bi
civîn, meş, konferans, bi grevên birçîtîyê
û bi peyvendîyên bi partîyên siyasî û rêxistinên
sivîl yê Ewrûpayê ra, bi kar û xebatên lobîyê ve,
xwe kir dengê gelê kurd û di vî warî de rolekî taybet
lîst.
Xizmetên ku KOMKAR`ê li dervayî welat, pêşkêşî
ziman û çanda kurdî kirîye nayê înkarkirin. Ev xebata
bi xurtî xwe gihand hundurê welat jî. Îro li hundir
û derva bi dehan rojname, malper û kovarên ku bi
kurdî derdikevin hene. Di vê pêşketinê da KOMKAR
an roleke baş û berbiçav listîye.
Belê, îro Komeleyên Komkarê 30 sal zêdetire li
welatên Ewrûpayê ji bo gelê kurd kar dike. 30 sal
xebat di karê komelayetiyê de ne hindik e û we Komkar´an
di jiyana kurdên Ewrûpayê da cîhekî girîn girtiye.
Ji bo berdewamiya xebatek hîn baştir û Komkarek
hîn xurtir, 21´mîn Kongreya we û damezrandin konfederasyona
KOMKAR-EU yê ji dilve pîroz dikin û serkeftina we
dixwazin.
Bijî KOMKAR
Partiya Sosyalîst a Kurdistan
PSK- Komîteya Derveyê Welat
...............
Ji
bo Serokatiya Dîwanê
Em,
Komcivîna 21an ya Yekîtiya Komeleleyên Kurdistanê-KOMKARê
bi rêz û hurmet silav dikin.
Tekoşîn
û meşa azadiyê ya gelê kurd, ligel hemû zext
û bandorên hovane didome.
Ev
meşa ku bi xwîn, agir, berxwedan û êşê
hatiye ceribandin û mezin bûye û bi hêvî bihêz bûye,
statukoya ku di sedsala borî de li dijî gelê me
hat avakirin, hildiweşîne.
Nuha
başûrê welatê me azad e û parçeyên din jî nêzîgî
li azadiyê kirine.
Ev meş û tekoşîn, heta ku welatê me Kurdistan
bi tevahî azad nebe û çarenûsiya xwe bi destê xwe
tayîn neke, dê bidome.
Hê
li pêş me rêyeke direj heye ku em têde bimeşin.
Çi
li nav welat û çi jî li derveyê welat ji her sazî
û herkesî re bar û berpirsyariyek mezin divê.
Her
çiqas ku em wezîfe û berpirsyariyên xwe bi kêrhatî
bi cîh bînin, dê azadî ewqas nêzîktir bibe.
Şik
û guman têde tune ku di deskeftiyên tekoşîna
azadiya Kurdistanê de KOMKAR ciheke giring digirin.
Cihê
kêfxweşiyê ye ku Yekîtiya Komeleleyên Kurdistanê-KOMKAR,
ji bo pêwistiyên pêvajoyê bi cîh bînin û hê bihêztir
bibin, di bin sîwana Konfederasyonê de tên bahev.
Bi
vê mebestê em we û wan kesên ku ji bo vê yekê ked
serf kirine, pîroz dikin û ji Komcivîna we re serkesftin
hêvî dikin.
Girênendeyê
Giştî yê Rojnameya Dema Nû
Arif
Sevînç/Diyarbekir
|
|
Ji bo komcivîna KOMKAR
Hevalên delal,
Jî ser avabûna federasyona KOMKAR’ê li Elmanîya
Federal vir da 30 sal derbaz bûn. Lê emrê hin komeleyên
wê dirêjtir e, digihîje 35-36 salan. Ev emrekî dirêj
e ku bi kar û xebateke têr û tijî derbaz bû.
KOMKAR’ê di van 30 salan da ji bo hişyarkirin
û rêzkirîna Kurdên li dervayî welat, ji bo parastin
û pêşvebirina zman û çanda Kurd, ji bo nasindina
pirsa Kurd di raya giştî ya Ewrûpayê da, ji
bo piştgirîya berxwedana gelê kurd di her çar
parçeyê welat da, her usa jî jı bo pıştgirîya
hêzên demokratik bı awayekî giştî, kar
û xebateke hêja kir.
Ji bo vê yekê federasyonê, yek bi yek komeleyên
wê, herçî kesê ku di vî karî da para wan heye pîroz
dikim, hevalên ku di vê rê da jîyana xwe dan, bi
hurmet tînim bîra xwe.
KOMKAR’ê di van 35 salan da wek sazîyeke welatparêz
û demokratîk bingeheke xurt danîye, di nav refên
gelê kurd da her usa jî di nav dostên Kurd da bi
navekî baş hatîye nasîn. Ez hêvîdar im, ev
kar û xebat bi îro şunda jî berdewam be, geştir
û hêztir be.
Nuha federasyona we Komcivîna xwe ya 21’an çêdike
û hazirîya avakirina konfederasyonekê dike tevî
komeleyên KOMKAR’ê yên dinê li Ewrûpa. Eva jî gavekî
baş e, pîroz e, hêvî dikim bi serkeve.
Ji hemû berpirsîyar û endamên KOMKAR’ê ra, jî hemû
beşdarên Komcivîna 21 ra silav dikim û ji we
ra serketin dixwazim.
Kemal Burkay
Çirîya Pêşîn-2009
...........
Ji bo 21´mîn kongreya Komkarê
Nûnerên hêja, mevanên rêzdar,
Em baş dizanin ku Komkar, ji 30 salan zêdetir
e ku li diayaporayê ji bo çand û zimanê kurdî, folklor
û edebiyata kurdî, pirsgirêkên civakî û her weha
bo piştgiriya xebata azadîxwaz a gelê kurd,
xebatên hêja dike.
Em di wê bariyêdane ku hevkariya rêxistin û dezgehên
kurd li diyasporayê da, ji girgbûnê wêdatir, şertekiye
ji bo serkeftina xebata kurdan li Ewrûpayê. Loma
jî me wek Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Sewêdê,
bi Komkarê ra hevkariyek baş kir. Em hêvîdarin
ev hevkariya me di rojên pêş da hîn xurtir
be.
Em 21´mîn kongreya we ji dilve pîroz dikin û silavên
germ yê FKKSê ji bo hemû endam û hogirên we pêşkeş
dikin. Daxwaza me kongreya serkeftina we ye.
Bijî azadiya gelê kurd,
Bijî yekitiya kurdan,
Bijî xebata rêxistinên kurdan li diyasporayê
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd- FKKS
----------------
Ji bo Serokatiya Dîwana Komcivîna
21. ya KOMKARê
KOMKAR, ku xwedî tekoşineke bi rûmet ya 30
salan e, meşa xwe ya bibiryar wek KOMKAR-EU
wê bidomîne.
KOMKAR-EU, wê bibe piştevan ji bo hevkarî
û tevxebata tekoşin û koordînasyona kar û xebatên
lobîtiyê ya gelê Kurd a derveyî welat. KOMKAR-EU
her weha wê ji bo çareseriya pirsên Kurdên diyasporayê
û ji bo xurtir kirina bandora Kurdan ya li ser siyaseta
Ewrupî wê bibe lokomotîfek.
Wek jinên KOMJINî diyar dikin, ku
ji vir şûnda jî erkên ku dikeve ser milê me,
gor hêza xwe emê bi dilxweşî bînin cîh û ji
bo KOMKAR-EU serketin daxwaz dikin.
Bijî tekoşîna gelê Kurd ya bi
rêxistinî!
Bijî KOMKAR!
13.10.2009
Birêvebiriya Giştî ya KOMJIN
..............
Ji Birêvebiriya Komîta Amadekar
ya 21. Komcivîna KOMKARê ra
Hevalên Hêja!
Me dixwest em beşdarê kongra
we ya 21 an bibin. Lê şert û mercan dest neda.
Em kongra we ya 21 ji dil û can piroz
dikin.
Em ji mêj de kar û xebatên we yê
hêja dişopinin. We hetani roja îro ji bona
azadiya gelê Kurd gelek xebatên giring kirin.
Ev ked û xebata we wê neyê jibîrkirinê.
Ya muhimtir û giringtir ew e ku, xebatên we yên
hêja di nava pêvajoya dîroka tekoşîna Kurd
de xwediyê şopeke ronî ye. We ji sî sal berê
de, bi biryareke xurt, bi tekoşîneke bizanîn
û bi berxedaneke hêja ve azadî, demoqrasî, wekhevî
anî ziman. Îro jî hûn bi vî aliyê xwe yê ronî li
dijî dagirkeriyê, diktatoriyê, li diji kevneperestiyê
weka qelekî pola sekinîne.
Dirok ronahiya we, îro nebe sibê
wê bireşîne ser rûyê Kurdan.
Îro ji her roj bêtir pêwîstiya gelê
me bi rohaniyê heye.
Em, birêvebirên Weqfa Lêkolin û Çanda
Kurd komcivîna we ya 21an ji dil û can ve pîroz
dikin û serkeftinê diyar dikin.
Bi rêz û silavên hevaltiyê.
Dr. Yaşar Kilerci
Serokê Weqfa Lêkolîn û Çanda Kurd
............
Peyama
Duheftînameya Agirî bo 21mîn Komcivîna KOMKARê
Hevalên
hêja û xebatkar ên Yekîtiya Komelên Kurdistan –
KOMKAR
Silav
û rêzên germ û gurr ên me ji Kurdistanê ve bipejirînin
Nameya
we ya vexwendina me bo beşdarîkirin di 21mîn
komcivîna Rêxistina we ya têkoşer û çalak de
gihîşt destê me. Pirr spas û pêzanîn...
Em bi
dil û can, ji Kurdistanê ve pîrozbahiyên germ ên
xwe pêşkêşî hemû xebatkarên KOMKAR û bi
taybet beşdarên komcivîna 21mîn a yekîtiya
we dikin û hêviya serkeftin di kar û xebatên wê
kongrê de dixwazin.
Me gellek
hez dikir ji Kurdistanê ve beşdarî komcivîna
21mîn a KOMKARê bibin, lê em bi vê peyamê, peymana
dostînî, hevkariya hevbeş û hevxebatiyê bi
we re îlan dikin.
Çalakî
û xebatên berdewam ên KOMKARê ji bo me cihê rêz
û hurmetgirtinê ne. KOMKAR yek ji wan saziyên Kurdistanî
li Ewrûpayê ye ku gellek xizmetên bêhempa û mezin
ji bo çand, kultûr û pirsa neteweyî ya Kurdan kiriye
û cih û rola wê pirr xuya û berçav e.
Carek
din, em lidarxistina 21mîn komcivîna KOMKARê pîroz
dikin û hêviya serkeftin û berdewamiyê di xebatê
ji we re dixwazin.
Digel
rêz û hurmetên bêdawî….
Desteya
Weşana Agirî
Kurdistan
01.10.2009
|