psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Birêvebiriya Giştî ya KOMKAR-EU civîna xwe ya yekemîn li dar xist

Birêvebiriya Giştî ya Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrupa-KOMKAR-EU civîna xwe ya adetî a yekemîn di rojên 14-15.11.2009´an da li bajarê Wuppertalê pêk anî. Tevayiya endamên birêvebiriyê beşdarî civînê bûn û Serokê Giştî yê KOMKAR-EU Kovan Amedî civînê birêvebir. Di civînê da, li ser bûyerên li welat û li seranserê Ewrupayê gengeşiyên dûr û dirêj hatin kirin û bernama pêşerojê ya konfederasyonê hat amade kirin. Di bernama KOMKAR-EU da xalên jêrîn cîh digrin:

-         Kar û xebatên li ser zman, çand û nasnama Kurdî.

-         Ji bo ku jinên Kurd di her qada jiyanê da (civakî, çandî, aborî hwd.) di civata Ewrupî da ciheke baştir bigre, divê kar û xebat kirin.

-         Ji bo ku kal û pîrên Kurd li ser civata Ewrupî agahdarî û xizmetên baştir bigrin û baştir entegreyî civaka Ewrupî bibin, divê kar û xebat kirin.

-         Kar û xebatên li ser wekhevî, demokrasî û mafên mirovî.

-         Amadekirina bernameyek taybet ji bo çareserkirina pirsgirêkên rêxistinî û aborî ya KOMKAR-EU.

-         Amadekirina bernameyek taybet ji bo wekheviya jin, mêr û ciwanan di nav kar û xebatên KOMKAR-EU.

-         Kar û xebateke bi rêk û pêk a lobîtiyê ji bo bidestxistina pişgiriyeke navneteweyî bo tekoşîna gelê Kurd.

Her weha di civînê da biryar hate girtin, ku KOMKAR-EU giringî bide kar û xebatên jêrîn:

-         We di navbera komeleyên endam û navendê têkiliyên baştir bên pêk anîn, navend li gor şert û mercên xwe wê pişgirî bide komeleyên endam û alîkariya wan bike.

-         Ji bo karên lobîtiyê baştir û bi rêk û pêktir bê meşandin, wê di navbera navend û komeleyên endam tim diyalog hebe û zanîn û tecrube bên parve kirin.

-         Amadekirina heftiyeke Kurdî ya navneteweyî, bi çalakiyên pircureyî yên çandî.

-         Amadekirina konferansek li ser „berlêvebûna Kurdî“.

-         Ji bo ku komeleya Bruksel-Belçîqayê bihêztir û aktîftir bibe, wê kar û xebatên taybet bê meşandin.

-         Ji bo ku kar û xebatên herêm û welatan baştir û bi rêk û pêktir be komîteyên xebatê yên herêman hatin li dar xistin û berpirsiyarên wan hatin destnîşan kirin .

Her weha komên çand, çapemenî, lobî, jin û ciwanan hatin li dar xistin.

 

 

   
Dengê Kurdistan © 2009