|
Kemal Burkay civîneke bi sohbet li
Kopenhagê li dar xist
Sîyasetmedar
û nivîskarê kurd, Birêz Kemal Burkay duh li bajarê Kopenhagê
bi kurdên welatparêz, kesên demoqrat û bi xwendevanên
xwe re civînek sohbetê li dar xist.
Piştî civîna xwe a li Hamburgê di roja şembîya
31.10.2009’an de, nivîskar, sîyasetmedar û sekretêrê giştî
ê partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) ê kevin, Birez Kemal
Burkay duh jî di roja yekşemba 01.11.2009’an de duwemîn
civîna sohbetê a li ser pirtûka xwe a bi navê ”Anilar
- Belgeler” (Bîranîn –Belge cildê 2.mîn) li paytexta Danînarqa,
li bajarê Kopenhagê, bi amadekarîya KOMKAR-DK li dar xist.
Civîn
ji alîyê serokê KOMKAR’ê, Birêz Serhad Amedî ve hate vekirin.
Amedî di serî de bi xêrhatina mêvanan û Birêz Kemal Burkay
kir û di axaftina xwe de da xûyakirin ku di demeke kurt
de çend pirtûkên Birêz Kemal Burkay hatine weşandin
û yek ji wan jî cilda 2. a bîranînên wî ne. Herweha da dîyar
kirin ku wan jî wek KOMKAR pêwîstî bi civîneke bi vî rengî
dît ku Birêz Kemal Burkay beşdar bibê û him di derbarê
bûyerên li Kurdistanê û li Tirkîyê û him jî bi minasebeta
weşandina pirtûka xwe civîneke bi sohbet li gel beşdaran
derbas bikê.
Balkêş
bû ku ji her çar perçên Kurdistanê û herwiha gelek kesên
demoqratên tirk ji bo civînê eleqeyeke mezin nîşan
dan. Ji bo vê yekê jî pêwîstî hate dîtin ku zimanê civînê
him bi kurdî û him jî bi tirkî bê meşandinê. Di destpêkê
de Birêz Burkay beşdarvan silav kirin, bi xêrhatina
wan kir û bi kurdî dest bi axaftina xwe kir.
Burkay
di axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên dawî ên
li Bakurê Kurdistanê û pêvajoya ”çareserîya pirsa kurd”,
ku ji alîyê hikûmeta AK-Partîyê ve hatîye destpêkirin.
Burkay got ku ”dewleta tirk 85 sale hebûna miletê kurd
red û înkar kir, sîyaseteke nijadperest û zilm û zordarî
li himberî miletê me meşand. Gelo çima ev pirs îro
hat rojevê? Li gor bahwerîya min sedem gelekin. Di serî
de û sedema herî mezin jî berxwedana gelê kurd bi xwe
ye. Gelê kurd piştî damezirandina Komara Tirkîyê
heta dema îro li himber zilm û zordarîyê serî dananî.
Tirk bi xwe dibêjin kurdan 29 caran serî hilda. Sedemeke
din jî konjoktura sîyasî a derveye, ango sîyaseta Amerîqa
û Yekîtîya Ewropa a di derheqê Rojhilata Navîn de ye.
Sedemek jî ewe ku berîya hikûmeta AK-Partîyê tim partîyên
kemalîst, netewperest û statûkoperest hatin ser hikûm,
an jî car carna esker bi xwe hikîm bi dest xist. Sîyaseta
van hêz û partîyan her tim yek dewlet, yek ziman, yek
al, û li ser esasê înkarkirin û nijadperestîyê heta îro
hat meşandin. Lê
AK-Partîyê bi bîr û bahwerîya
xwe a îslamîyê, cara ewil wek partîyeke îslamî hat ser
hikûm. Vê yekê hêzên netewperest, kemalîst û milîtarîst
aciz kirin, xwestin bi şiklekî rê li ber bigrin,
ji ser hikûm dayêxin, lê
AKP li himber vê hewldanê beşdarîya
Yekîtîya Ewropa û prensîbên Yekîtîya Ewropa li Tirkîyê
ji bo parastina xwe esas girt. Ji ber wê yekê di vî warî
de ket nav hewildanê de. Li ser vê esasê çareserkirina
pirsa kurd jî kir rojeva xwe”.
Burkay
di axaftina xwe de herwiha anî ziman, ku AKP wilo didê
xweya kirin ku ew dixwazê pirsa kurd çareser bikê, neku
tenê pirsa kurdî, lê ew heta dixwazê bi gelê ermen re
jî li hev bê, bi wan re jî ketîye nava hin hewildanan.
Birêz Burkay ev pêvajoya nû erênî dît û got ku ew van
gavên ku AKP dixwazê bavêjê mûhîm dibînê, lê cardin ne
xweşbîne, ango ne di wê bahwerîye de ye ku wê pirsa
kurdî bi tevayî werê çareser kirin.
Burkay wiha berdewam kir: ”Bi rastî AKP dixwazê ku
pirsa kurdî çareser bibê? Ez bi xwe di vê yekê de ne hewqasî
xweşbînî me (optîmîst im). Ji ber ku rewşa Tirkîyê
hê ne gihiştîye, kamil nebûye ku hikûmetek bi cesaret
rabê û pirsa kurdî çareser bikê. Hêzên kemalîst û nasîyonalîst
ên wek CHP û MHP li dijî pêvajoyê ne. Ew naxwazin ku şer
rawestê. Piştî girtina APO, him APO û him jî fermandarên
sere çîyê gotin ku heke efûyek derkevê em karin silehan
deynin, lê dewleta kûr ev yeka nekir. Ew tirsihan ku heke
dawîya şer bê ewê hêdî nikaribin kurdan di warê sîyasî
de kontrol bikin.
Di
nav civaka tirk de jî ji berê de ew fikrên weke ”ev
miletê tirke, herkes tirke, ev welatê tirka ye, li vî
welatî kurd tinene, heke em mafê kurdan bidine wan wê
welat parçe bibê” di nav wan de cihê xwe girtîye û
rûniştîye. Yanî tirseke mezin di nav tirkan de heye,
ew tirsa ku wê kurd rojekê vî welatî parçe bikin heye.
Yanî heke ku kurd bigihin mafên xwe wê ev welat parçe
bibê. Ji bo vê yekê di rewşa îro de gaveke wiha mezin
bavêje û bêje ”em dixwazin em û kurd li hev bên li
ser esasê wekhevîyê, emê heqê kurdan ên bingehîn nas bikin”yanî
statûyeke federal, an jî weke şiklê li Swîsreyê û
hin deverên din... Civaka Tirk ji bo vê yekê ne amadeye”.
Birêz Burkay got ku çareserîya pirsa kurdî tenê bi rawestandina
şer çareser nabê. Bêgûman rawestandina şer ji
bo kurdan jî başe, lê got divê heqê kurdan ên bingehîn
bên naskirin. Bi nasandina van mafan pirsa miletan tên
çareserkirin û doza gelik miletên bindest bi vî rengî
çareser bûye. Ji bo çareserîya pirsa kurdî jî Birêz Burkay
got ”ya dewleteke serbixwe, yan jî federesyoneke li
ser esasê wekhevîyê, lê li gor raya me çareserîya herî
baş îro federesyone. Wek nîmûne jî rewşa li
Başûr jî ji xwe li ber çavaye”.
Lê
got ku dewleta Tirkîyê ji bo vê yekê ne amade ye û bibîr
xist ku ev tiştên ku AKP dikê jî tenê dikarê astengîyên
li ber nîqaş û gengeşîya li ser pirsa kurdî
hêsan bikê, di warê demoqrasîyê de gavan bi xwe re bînê,
azadîyan bi pêş bixê, pêşîya kurdan û tirkan
vekê û şer bisekinînê. Ji ber wê yekê jî got ku pêwîste
yek piştgirîyê li van hewildanên vê hikûmetê bikê.
Burkay li ser pêwistîya yekîtî û tifaqa di nava kurdan
de jî sekinî û bal kişand ser wê yekê ku pirsa kurdî
ancax bi destê kurdan û bi saya serê hevxebata kurdan
dikarê çareser bibê û got ku divê kurd hêza xwe bikin
yek û dengê xwe bilind bikin û wiha berdewam kir: ”Îro
li Bakurê Kurdistanê hêza herî bi qewet PKK û DTP ne,
lê mixabin piştî ku Öcalan hat girtin ev ji daxwazên
xwe hatin xwar, daxwazên wan bersiva çareserîya pirsgirêka
kurdî nadin. Tiştê ku ew tînin ziman ne dewleteke
serbixwe ye, ne federesyone, ne jî otonomîye. Heta dibêjin
bila zimanê tirkî jî bibê weke zimanê fermî. Em bi xwe
vê yekê weke xeterîyeke mezin dibînin. Gelê Kurd ne parsekin,
ne jî weke sêwîyane. Heta mafê sêwîyan bi xwe jî heye”
û bal kişand ser wê yekê ku îro li Bakurê Kurdistanê,
di nav sînorê Dewleta Tirkîyê de ji 20 milyonî zêdetir
kurd heye.
Piştî
navberekê, ku Birêz Burkay pirtûkên xwe îmze kirin, hêdî
derbasî beşê civînê ê duwemîn bûn, ango beşê
sohbetê li gel beşdarvanan. Burkay li vir li ser
kar û xebata xwe a nivîskarîyê û pirtûkên xwe û li ser
astengîyên ku di nava salan de derketin pêşîya wî
rawestîya û agahdarî da beşdarvanan. Piştî bi
dawîanîna axaftina xwe li ser pirtûka xwe a bîranînan,
mêvanan dest bi pirsên xwe kirin. Hêjayî gotinê ye, ku
Birêz Burkay ji destpêkê heta dawîyê li ser lingan axaftina
xwe kir û bersiva mêvanan da.
Gelik pirsên balkêş û bi nirx di derbarê pêvajoyê
û yekîtîyê de hatin kirin û Birêz Burkay jî bi dilekî
fireh guhdarîya wan kir û ew bersivandin. Li ser pirseke
di derbarê protokola ku di navbera PSK û PKK’ê de di sala
1993’an de hatibî îmzekirin, Burkay wiha bersivand: ”Di
dema protokolê de di nav gel de bahwerîyek çêbû, hêvîyek
peyda bû, moral bilind bû, lê mixabin ew cepheye ku ji
hêzên kurd pêkhatibû neçû serî. Şerê PKK’ê li dijî
kurdên Başûr û çalakîyên wan ên li welatên Ewropa,
xasima êrîşên li Almanya, ku zirareke mezin da doza
kurda bi giştî, ev cephe têk bir. Îro jî heke PKK
bêjê em wê protokolê diparêzin, em dîsan jî amade ne ku
li gel wan kar bikin”.
Piştî bersivandina pirsan, civîn bi dawî bû. Piştra
jî dîsan Birêz Burkay pirtûkên xwe îmze kirin. Civînê
4 seatan dewam kir.
Yilmaz Yildiz
Dema Nû/Kopenhag
02.11.2009
yilmazyildiz@ofir.dk
|