|
KONFERANSA
KEMAL BURKAY LI PARÎSÊ
W.AMEDÎ-Paris
Li ser vexwendina Komkar-Fransa, sîyasetvan û nivîskar
Kemal BURKAY di 29.11.2009 an da li Parîsê, konferansek
da li ser pêşveçûnên dawîyê û pirtûkên xwe îmze kirin.
Berhemên Kemal BURKAY yên çapkirî, ji sala 1964 an
heta îro wek 22 pirtûkên çandi (helbest, roman, çîrokên
zarokan, teatir, pêkenî, li ser zman û dîrokê û hwd...);
19 pirtûkên teorîk û sîyasî, kurtenivîs, bîranîn ;
5 werger, 12 broşur, ango, hemî li ser hev 58 heb
in. Ji vana hin pirtûk bi caran hatine çapkirinê û gihiştîye
destê bi hezaran xwendevanan. Ji 4 cildê »Bîranîn
û Belge»yan ku tê da dîroka PSKê û her usa jî dîroka
Kurdistanê ya 50-60 salê dawî jî bi xulasa rave dike,
heya nuha du cîld hatine çapkirinê, dudu jî hazir in ji
bo çapê.
Burkay
şiêrên xwe jî bi deng xwendine û ew şiêr di
du CD’yan da (bi kurdî û tirkî) hatine zêdekirinê.
Bê guman ev berhemên giranbuha, roleke girîng leyîstine
di jîyana rewşenbîrîya Kurdistanê da. Sîyasetvan
û rewşenbîrê çalak (aktîf) demeke dirêj sekreterê
giştî yê PSKê bû, di gelek civîn û konferansan da,
derheqê pirsa kurd û demokrasîyê û rîyên çareserîyê axifîye,
welat bi welat gerîyaye, kar û xebatên dîplomatîk kirîye
û bûye dengê gelê kurd.
Sekreterê Giştîyê berê yê Partîya Sosyalîst a
Kurdistanê, sîyasetvan û nivîskar Kemal BURKAY di destpêka
axaftina xwe da, derheqê van civîn û konferansên ku li
bajarên Hamburg, Mannheim, Wuppertal, Münih, Nurnberg,
Lozan û Kopenhagê wek axaftvan ew tevlê bûbû, hin agahî
dan beşdaran û pirtûkên xwe yên vê dawîyê nivîsîne,
da nasîn.
Kemal
BURKAY di axaftina xwe da wisa got :
« Pirsa kurd eve 85 sal in didome û dewleta tirk
nekarîye bi sîyaseta zilm û zorê wê ji holê rake. Dewleta
tirk ziman û çanda kurdî qedexe kir, daxwazên azadîyê
di nav xwînê da hêşt, bi hezaran gund valakirin,
bi mîlyonan kurd kuştin û ên mayî jî sirgûn kirin,
heya hebûna kurdan jî înkar kirin. Lê ev sîyaseta şaş
tu encam neda û gihîşte heta îro. Bi raya min, hukumeta
niha ku ji alîyê AKPê va tê rêvabirin dixwaze li gora
xwe, çareyek ji vê pirsê ra bibîne. Ev projeya vê dawîyê,
ne ya dewletê ye, tenê hukumet dixwaze li gora xwe hin
gavan bavêje. Sedemê vê yekê jî hem xebata kurdan bi xwe
ye, li alîyekî din va jî, hem Yekîtîya Ewrûpa û hem jî
Amerîka dixwazin ev yek pêk were. Yanê rewşa dawî,
hukumeta AKPê neçar dihêlê ku hin gavan bavêje. Eger gavên
baş bêne avêtin, û guhertineke erênî çêbe divê mirov
piştgirîyê bidê ji bo ku rê li ber çareserîya pirsa
kurd vebe. Bala xwe bidinê, hêz û partîyên ku ji vê yekê
pirr aciz in, Partîya faşîst MHP û CHP bi xwe ye.
Leşkerê tirk jî naxwaze ku hin gavên piçûk be jî,
bêne avêtin û dixwaze bi hemî hêza xwe rê li berî bigire.
Lê AKP dibîne ku ev rewşa hanê zirareke mezin dide
Tirkîyê bi xwe jî. Rayedarên AKPê bi vekirî dibêjin ku
pirsa kurd heye û bi vî awayî berdewam be, ne aştî
û ne demokrasî pêk nayê li Tirkîyê.
Lê
em ewqas zêde ne hêvîdar in ku pirsa kurd di demeke nêzîk
da çareser bibe, ji ber ku ev pirsa sîyasî ya milletekî
40 milyonî ye û ya welatekî parçe bûyî ye. Bi raya min
ji bo çareserîyeke rastîn ne alîyê tirk hazir e û ne jî
alîyê kurd li Kurdistan bakur. Hetta AKP bixwaze jî, li
gor mezinahîya pirsa kurd bi şiklekî radîkal nikare
gavên bingehîn bavêje. Ji alîyekî din va sîyaseta ku li
ser navê kurdan ji alîyê DTP û PKKê va dimeşe û wisa
tê gotin, ne di berjewendîyê gelê kurd e. Van alîyana
dibêjin ‘em jibo Kurdan federasyon û otonomîyê naxwazin,
hetta zimanê kurdî yê resmî ne lazim e’. Baş e eger
van tiştana jî nexwazin çi dimîne. Demên berê, li
Lozanê jî eynî tişt çêbû. Nûnerê Brîtanyayê Lord
Gurzon digot ‘em dixwazin temsîlkarên kurd jî li vê derê
bin’, lê mixabin wê demê, wekîlên Kurdan ku li Meclîsê
bûn, têlgraf kişandin Lozanê gotin ‘ Inonu
temsîlkarê me ye jî’. Kurd hatin xapandin û 85 sal in
ku serî hildidin ji bo azadîyê, lê hîn jî bi ser neketine.
Divê Kurd îro jî nekevin vê dafikê. Divê ev rewş
wisa dom neke. Berê her tiştî divê gelê Kurd bikare
bi xwe qedera xwe tayin bike. Ev jî bi raya me dikare
bi sîstemeka federal di wekhevîyê da pêk were. Li gor
rewşa niha û mercên heyî, ev yek çareserîya herî
di cî da ye. Wek nimûne li Kurdistana başûr dewleteke
federal a kurd ava bû ye, û kurd li vî parçeyê welatê
me bi azadî dijîn. Ev dikare li Kurdistan bakur jî
çêbe. çima dewleta tirk ji bo 150 hezar tirkên Qibrisê
modela du dewletî daxwaz dike, û çima alîyê Kurd, ji bo
20 milyon kurd, doza mafên xwe yên bingehîn neke. Ev
yeka em qebûl nakin. Îro li Kurdistana Tirkîyê, hêza xwe
pir xurt nebe jî, maf û daxwazên gelê kurd ji alîyê Partîya
HAK-PARê va tê xwestin. Divê welatparêz, demokrat û rewşenbîrên
kurd piştgirîyê bidin vê partîyê, da ku kurd bi rastî
bigihîjin maf û azadîyên xwe. Kurd ne hindik in, jimara
wan qasê Tirkan e. Bi hezaran kurdên welatparêz gilî gazindan
dikin, lê li vê reşê tenê dinêrin, temaşe dikin.
Eger kurd baş organîze bin, daxwazên xwe zelal bikin,
dest bidin hevdu, dengên xwe bi xurtî bilind bikin, wê
bi ser kevin. Eger DTP maf û azadîya milletê kurd daxwaz
bikira, meyê piştgirî bidana wan jî. Lê mixabin ji
xeynî xurtkirina mafên rêvabirina taxî (mehellî), ku ji
xwe Yekîtîya Ewrûpayê jî dixwaze, ti tiştikî din
naxwazin. Ji ber vê ye ku DTP û PKK nikarin Kurdan temsîl
bikin. »
Beşdaran eleqeyeke mezin nîşan
dan konferansê û Kemal BURKAY jî piştî konferansê
tevî beşdaran sohbet kir û pirtûkên xwe îmze kirin.
|