|
Berlin:
Li ser rûdavên dawî li Tirkîyê
û Bakûrê Kurdistanê konferansa Burkay
Unal-Berlin
Sîyasetvan û nivîskarê Kurd Kemal BURKAY, di
roja 6.12.2009an da li bajarê Berlinê, li ser rûdavên
dawî li Tirkîyê û Kurdistana Bakûr konferansek da û di
dawîya civênê da jî pirtûkên xwe îmze kirin.
Burkay di destpêka konferansê da li ser berhemên xwe
agahdarî da mêvanan û paşê dest bi aşaftina
xwe kir. Zmanê konferanse bi zmanê kurdî bû. Berîya beşa
duwemîn, Burkay, dora 15 deqîqe bi kurtî bi zmanê Tirkî
jî bawerîyên xwe anî zmên.
Sekreterê Giştîyê yê berê a Partîya Sosyalîst a
Kurdistan, sîyasetvan û nivîskar Kemal BURKAY di axaftina
xwe da wisa got:
“Ji
roja damezirandina Komara Tirkîyê heta îro pirsa Kurd
berdewam dike. Dewlet, bi hemû hêwildanên xwe ne karî
pêşî lê bigre. Bi înkarkirinê, bi qedexekirinê, bi
kuştinê, bi wêrankirinê ve, ew ne karî azadîya ku
di nav netewa Kurd da hebû, ji holê rake. Ev sîyaseta
şaş tu encam neda û heta gihîşte roja îroyîn.
Bi raya min, hukumeta AKPê, dixwaze li gora xwe çareyek
ji vê pirsê ra bibîne û hîn gavan bavêje. Li gor bîr û
bawerîya min, du sebebên sereke hene: Yê herî girîng,
tekoşîna Kurdan ya bi dehan salan e, yê dinê jî,
rûdavên dawi a li heremê û ya li seranserê cîhanê ye.
Ev herdu sedemên bingehin, hukumeta AKPê neçar dihêlê
ku hin gavan bavêje. Divê mirov bibîne ku, di dîroka Komara
Tirkîyê da cara ewlîn e, ku hukumetek bi awayeki fermi,
pirsa Kurd qebûl dike û dixwaze li gor xwe gavan bavêje.
Rêvabirên AKPê bi xwe ji baş dizanin, ku ev pirs
neyê çareserkirinê û wek berê berdewam be, aşitî
û demokrasî nayê Tirkîyê. Ew yeka ji bo wan jî xeterek
mezin e.
Ger
ji bo çareserîyê gavên baş bêne avêtin û guhertineke
erênî pêkbê, divê hêz, partî û rêxistinên Kurdan piştgirîyê
bidinê; da ku rê ji bo çareserîya pirsa Kurd vebe. Him
li nav parlamenê, him ji derveyî parlamenê muxalefeteke
xurt hember AKPê heye. Ewana dixwazin Tirkîye bi awayê
berê birêva bibin. Ew hêzên statukoxwaz in.
Em ewqas zêde ne hêvîdar in, ku pirsa Kurd di demeke
nêzîk da çareser bibe, ji ber ku ew pirseke sîyasî ye
û ya milletekî 40 milyonî ye. Bi raya min ji bo çareserîyeke
rastîn ne Tirk hazirin û ne jî Kurd.“
Burkay di axaftina xwe da li ser sîyaseta Kurdên Bakûr
jî sekinî û raya xwe bi wî awayî anî zmên:
“Sîyaseta
ku bi navê Kurdan, bi destê DTP û PKKê ve dimeşe,
ne gor berjewendîya netewa Kurd e. Ewana, dest ji hemû
daxwazên Kurdan berdane. Dewleteka serbixwe, federalî
an jî otonomî, wek kevneperestîyê binav dikin. Heya naxwazin
zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Ger em Kurd, van tiştên
bingehîn jî nexwazin, ji me ra çi dimîne? Divê Kurd hişyar
bin, nekevin vê dafikê. Lîstika Lozanê careka dinê pêk
neyê. Pirsa Kurd li Bakûrê Kurdistanê, bi sîstemeka federal
dikare bê çareserkirinê. Çi mafê miletê Tirk heye, divê
yê Kurdan jî hebe. Kurdistana Başûr mînakek baş
e. Çima dewleta Tirk ji bo 150 hezar Tirkên Qibrisê, modela
du dewletî daxwaz dike, çima hêzên Kurdan ji bo 20 milyon
Kurdên Bakûr doza mafên netewî yên bingehîn nekin.“
Burkay, li ser pêşî lêgirtina sîyaseta şaş
û xelet ya ku bi destê Kurdan tê ajotin sekinî û li ser
hevxebata hêz û partîyên Kurdistana Bakûr jî kir û usa
got:
“Îro
li Kurdistana Bakûr, di karên legal da di gel DTPê HAK-PAR
jî heye. DTP xwedî grûbekê ye li Parlamenê, 100 şaredarî
di dest da ye. Dora 2 mîlyon ray girtîye. Hêzeke mezin
di paş wan da heye. Lê, dema daxwaza mafên Kurdan
bû, ew qet tiştek naxwazin. Ger DTP doza mafên netewa
Kurd bikira, me yê jî piştgirîya wan bikira. Lê mixabin,
ew ji wan daxwazan pir pir dûr in. Ji ber vê jî DTP û
PKK nikarin Kurdan temsîl bikin.
Di gel vê rewşê, HAK-PAR jî partîyeke legal e di
siyaseta Tirkîyê û Bakûrê Kurdistanê da. Her çiqas hêza
wî ewqas xurt nebe jî, ew, maf û daxwazên gelê Kurd bi
awayeki aşkere tinê zmên. Federasyonê daxwaz dike.
Divê welatparêz, demokrat û rewşenbîrên Kurd, piştgirîyê
bidinê û ew xurt bikin. Ne pêwist e, ku hin partîyên dinê
ji nû ve bên avakirinê. Bi tenê gilî û gazinan, bi tenê
mêzekirinê ve nabe. Ji bo pêşi lêgirtina siyaseta
şaş, ji bo cîbicîkirina sîyaseteka rast, divê
Kurd xwe baş organîze bikin, dest bidin hev, bi xurtî
dengên xwe bilind bikin. Ger em bikaribin yekitîyeke xurt
pêk bînin, emê bi ser kevin.“
Di beşa duwemîn da, beşdaran jî bîr û bawerîyên
xwe anîn zmên û pirsên xwe ji Burkay kirin. Civîn bi serfirazî
bi dawî hat.
|