|
Cildê
2. ya „Bîranîn“ên (Anılar) Kemal Burkay derket
Cildê 2. yê pirtûka siyasetmedar-nivîskar Kemal Burkay
ê bi navê „Anilar“ (Bîranîn), bi zimanê Tirkî, di nav
Weşanên Roja Nû da derket. Pirtûk 650 rûpel e û tê
da gelek wêne û belge cî digrin.
Cildê Pêşîn yê bîranînên Burkay di sala 2001’ê da
di nav weşanên Roja Nû da derketi bû û piştra
di sala 2002’yan da li welat, di nav Weşanên Deng
da çap bû. Dı vê cildê da jiyana Burkay ji destpêkê
heya havîna sala 1974´an cî digirt. Cildê 2. da ji wê
demê heya dawîya sala 1987´an cî digre.
Di Cildê 2. da pêvajoya avakirina PSK (bi navê xwe yê
avakirinê PSKT, her usa jî di destpêkê da di raya giştî
da wek Tevgera Rîya Azadî dihate nasîn), geşbûn û
xurtbûna wê, gengeşîyên di navbera çepên Tirk û tevgerên
Kurd da, pirsgirêkên nav rêxistinê; kudetaya 12 Îlonê
û li pey wê bûyerên li welat û li derveyî welat, têkiliyên
bi PKK ra, bizav, çalakî, kar û xebatên dîplomasiyê; kar
û xebatên yekîtî û hevkariyê; kar û xebatên parçeyên din
yên Kurdistanê, hin kesayetîyên siyasî yên wê demê û hwd.
cî digrin.
Bîranînên Burkay bi temamî çar cild in. Ew herdu cildê
mayî jî hazir in û bo çapê li benda demeke minasiw in.
Ev her çar cild ne ku tenê, wek şair, nivîskar û
sîyasetmedarekî jîyana Burkay nîşan didin, her usa
jî, ji salên 1940’î vir da, ango ji bo demeke ji niv sedsalî
zêdetir, wek dîroka gel û welatê me ye.
Yên bixwazin dikarin ve pirtûkê ji navenda KOMKARê peyda
bikin.
Navnîşana xwestinê:
KOMKAR
Wirmhof 3
42103 Wuppertal
e-mail: komkar-merkez@web.de
Jêrenot: Buhayê pirtûkê 20 Euro ye û heqê postê tê ser.
Ger tevî cildê yekem bixwazin, 35 Euro ye û heqê postê
tê ser.
|