Di roja 7´ê Adarê de, li Elezîz,
qeza Depê (Karakoçan) û li der dorên wê, di dereca 6.0
de erdhejek çê bû. Di encama vê erdhejê de nêzî 60 kes
jiyana xwe wenda kirin.
Em wek Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê
li Ewrûpa-KOMKAR.eu, rehma Xwedê ji mirîyan re dixwazin.
Ji malbat û kes û karên kesên miriyan re jî serxweşî
û sebrê dixwazin. Bila serê wan sax be.
Her weha ji birîndaran re şifay
dixwazin. Hêvîdar in ew jî ji rojek zûtir sax û silamet
bin.
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê
li Ewrûpa-KOMKAR.eu
ji vir 31 sal berê, 1´ê Adara 1979´an
da ji nav me koç kir, di nav karwanê nemirên Kurdistanê
da cihê girt û navê xwe li dîroka Kurd û Kurdistanê bi tîpên
zêrîn neqişand.
Rê û rêça Barzaniyê gorbehişt
îro jî riya me ronî dike. Xeyala wî di beşekî welatê
me da bû rastî.
Tu cihê xwe da rehet razê rêberê hêja.
Cihê te behişt be.
Gelê Kurdistanê te tu car ji bîr nakin û ala ku te bilind
kir di esmanê Kurdistanê da pêl dide.